Eksem Neîsa: #Tirkiyê# stoka terorê ye
Reportaj Summay
“Lihevkirin û nelihevkirinên ku di civînên Tehran, Sochi û civînên du alî de pêk hatine, piraniya xwe demkî ne û dibe ku bêne guhertin.”
Siyasetmedarê mûxalifê ê Sûrî Eksem Neîsa got, lihevkirinên der barê Idlibê de wek lihevkirinên demkî pênasekir û got ku, “armancên destwerdana Tirkiyê ya li ser axa Sûriyeyê têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye.”
Neîsa têkildarî aloziya Sûriyeyê, civînên navdewletî û mijara Idlibê bersiva pirsên me dan.
-Di mijara Idlibê de gelek civîn di navbera welatên ku navê garantor li xwe dikin de pêk hatin. Di nêrîna we de rewşa Sûriyeyê, bi taybet Idlibê ber bi kuderê ve diçe?
Niqaşên li ser mijara herêmên bê şer û welatên garantor, em dikarin bêjin ku hemû bê encamin. Ev têgeh welatên ku di Suriyê de bi bandorin pênase dike.
Em dikarin behsa encamên civînên hem ku berî civîna Tehran û Sochi, hem jî yên ku berî wan hatine çêkirin bikin. Mijara Idlibê hê di nîqaşê de ye, lihevkirin û nelihevkirinên ku di civînên Tehran, Sochi û civînên du alî de pêk hatin jî piraniya xwe demkî ne û dibe ku di her kêliyê de bêne guhertin. Ev yek daxwaza Rûsya û Tirkiyê nîşan dide, ku her du jî dixawazin vê kartê heya astekê bi kar bînin.
Tirkiyê bi vê kartê hem hêzên herêmî û hem jî yên derve tehrîk dike da ku pê berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne. Di eslê xwe de hedefa dewleta Tirk Bakurê Sûriyeyê ye. Dixwaze astmosfêrekê navdewletî li gorî xwe pozîtîv peyda bike, da ku herêmê Rêveberiya Xweser lewaz bike û hebûna kurdan tune bike. Ji ber ku dixwaze Bakurê Sûriyeyê bixe bin xizmeta berjewendiyên xwe. Ji bo vê jî Tirkiyê di civîna Soçiyê de derî vekirin û gelek pirsgirêk derxistin holê ku bi wan pirsgirêkan bi kare aliyên bi bandor yên li Soçî tehrîk bike. Mînak mekanîzmeya danîna çekên giran û cihê ku lê werin veguhestin, her wiha cihê veguhestina terorîstan û mîsogeriya riya navdewletî ya derbasî Idlibê dibe anî rojevê.
Ji aliyê xwe de Rûsiya, hebûna baregehên Tirkiyê û hebûna hêzên islamî yên li ser sînorê Tirkiyê- Sûriyeyê qebûl nake. Ji ber ku van baregehan li ser hebûna xwe ya li sûrî wekî xeteriyekî dibîne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku Rusya, Idlibê di aş de dihêre.
Dîsa gelek hêz alî destwerdanê li ser sûriyê dikin. Ev jî dibe sedem ku di aliyê mûzakere û çareseriyên siyasî de pêşketin çênebe. Nayê zanîn heya kengî, xala 2254’an li Suriyê pêk were. Lewra em dikarin bêjin ku rêjîma Sûriyeyê li pêşiya hewldanên çareserkirinê bûye kelem.
Bi giştî ez dikarim bibêjim ku rêjîma Sûriyeyê di xwe de guhertineke demokratîk çêbike ev wê bi xwe re çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê jî bîne.
- Tirkiyê hewl dide wisa bide diyarkirin ku ew li Idlibê şerê terorê dike. Di vê çarçoveyê de Heyet Tehrîr El-Şam wekî rêxistineke terorîst ragihand û bi navê xurtkirina nuqteyên çavdêriyê desteka bi terorê re didomîne. Xwendina we li ser vê sînaryoyê çi ye?
Tirkiyê îro bûye stoka çeteyan. Deriyê sereke yê ku çete tê re derbasî Sûriyê dibin Tirkiye’ye. Di heman demê de jî stasyona lêvegera çeteyan e. Tirkiye bûye spartgeha çeteyan. Kî biçe serdana Tirkiyê bike wê vî tiştî bi zelalî bibîne. Niha bi hezaran terorîst li kolanên Stenbolê û herêmên din ê Tirkiyê bê tirs di gerin û qala êrîşên xwe yên li sûrî dikin.
Tirkiyê desteka lojîstîk û cebilxane dide çeteyan. Her kes jî vî tiştî dizane. Tirkiyê beriya çend rojan bi helwesteke şermok ji bo çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam pênaseya terorîstî kir. Her wiha Tirkiyê ji bo Heyet Tehrîr El-Şam çekên giran şande Idlibê. Gelek dezgehên çapemeniyê yên rojavayî qala vê tiştî jî kirin.
Li aliyê din herkesekî dizanîbu ku Tirkiyê, girûpên islamî wek kartekî di destê xwe de digire û dizanîbûn ku Tirkiyê dikare di derbarê çarenûsa van koman de biryar bide. Ev jî dibe sedem ku hem bê tirkiyê çareserî li pêşnekeve û hem jî li ser maseya çareseriyê destê wê xurt bibe.
- Her dewletek e garantor armancên xwe yên cûda li Idlibê hene. Li gorî şopandina we, heger van welatan li ser Idlibê li hev nekirin, dê têkiliyên di navbera wan de çawa be?
Normal e, ku Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe yên stratîjîk bi kartên xwe bilîze. Kartê di destê tirkiyê de jî van girûpên çete ne. Tirkiyê di ragihandina xwe de digot ku hejmara komên li Idlibê ne diyare. Lê dema ku kêmek mabu şer biqewimê hema yekser got ku hejmara van koman pir zêde ne. Bi vê jî xwest ji rêjîma Sûriyê û Rûsya re bibeje, ger ku hûn derbasî Idlibê bibin hûnê windahiyên mezin bidin. Lê dema lihevkirinê de hejmar çend hezar kêmkirin. Bi dehhezaran çete ji wir derxistin.
-Di nêrîna we de dê bandora lihevekirin û daxuyaniyên der barê Idlibê de li ser xeta Sochi û Astanayê dê çawa be?
Astana, Sochi,Cinêv civînên mezin, yên dualî û sêalî û hwd. êdî li ser refikan man û alozî derbasî xeteke din dibe. Ya herî girîng ew e ku hêzên herêmî di aloziya Sûriyeyê de tu hebûna wan di çalakiyên girêdayî Sûriyeyê nemane, ne opozisyon bi hemû aliyên xwe û ne jî rêjîm dikarî çareseriyê pêk bîne û pêşeroja Sûriyeyê diyar bike, ev jî asta binkeftina şîarên wan ên siyasî nîşand dide.
[1]