#Îmralî# : Siyaseta tecrîd û qirkirinê-2
Dilgeş ARYEN
Hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê li bin guhê konsepta tesfiyeyê û rizandina bi tecrîdê ya dewleta Tirk diketin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava sala 2004'an de li ber biryareke nû bû.
Dewleta Tirk bi rêya rejîma ku li Îmraliyê ava kir, tecrîd û îzolasyon mayînde kir û konsepta rizandin û tesfiyeyê xiste dewrê. Guh neda pêşniyarên rêber Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û çarseriyê û siyaseta tunekirina gelê Kurd dewam kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava sala 2004'an de êdî li ber biryardanekê bû. Konseya Fermandariyê ya HPG'ê di 28'ê Gulana 2004'an de bi deklarasyonekê ragihand ku pêvajoya agirbestê ya ji 1'ê Îlona 1998'an ve dewam dikir, êdî bi dawî bûye û gerîla ji 'parastina pasîf' derbasî 'parastina rewa ya aktîf' bûye.
PÊVAJOYA KU BI PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ RE DEST PÊ KIR
Kongreya 2'emîn a Kongreya Gel pêngava ku HPG'ê 1'ê Hezîrana 2004'an da dest pê kir, bi rengekî fermî veguherand biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an wek 'Duyemîn 15'ê Tebaxê' cihê xwe di nava dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt.
Rêber Abdullah Ocalan jî amadekariya modela nû dikir. Projeya konfederalîzma demokratîk a rêber Ocalan, di 21'ê Adara 2005'an de di pîrozbahiya Newrozê de ya li Amedê hate ragihandin.
Kongreya Gel di Civîna Civata Giştî ya 3'yemîn de ku di navbera 4'ê Gulanê û 21'ê Gulanê de li dar xist, projeya konfederalîzma demokratîk bi berfirehî nîqaş kir û veguherand Peymana Koma Komalên Kurdistanê.
BILA DENGÊ ÇIVÎKAN JÎ NEBIHÎZE!
Bi sala 2008’an re dewleta Tirk rêbazên îşkenceyê yên dûrî aqil, li Îmraliyê xistin meriyetê. Porê rêber Abdullah Ocalan bi zorê kur kirin, ji bo ku çivîk xwe li ser daneyin û deng dernexin, darên li derdora hucreyê hatin birîn.
Li rejîma Îmraliyê ji 2006’an û pê de cezayên hucreyê ku jê re ‘îşkenceya spî’ tê gotin, wê bibûya kiryareke jirêzê.
BI MILYONAN MIROV: OCALAN VÎNA MIN A SIYASÎ YE
Wan rojan ku rejîma îşkenceyê ya dewleta Tirk danî ji hedê xwe derketibû, Kurdan jî dewreya pêşî ya kampanyaya dîrokî ku ev 10 meh bû didomand, temam dikir. Encamên kampanyaya Tevgera Hemwelatiyên Azad ku di navbeyna 2005-2006’an li Tirkiyê û Kurdistanê bi navê “Ocalan Vîna Min a Siyasî ye” dabû destpêkirin, 20’ê Cotmeha 2006’an bi civînekê çapemeniyê li Enqereyê hate eşkerekirin. Li gel ku bi sed hezaran aktivîstên kampanyayê ji hêla polîsên Tirk ve hatine destgîrkirin jî 2 milyon û 243 hezar kesî gotibû “Ez kurdistaniyek im û Abdullah Ocalan li Kurdistanê wek vîna siyasî dibînim û qebûl dikim” û îmze kiribû.
Ev kampanya ku salên din yên ku îmze avêtin wê ji 10 milyonî boriye, bê guman ne cara pêşî bû, beriya wê jî, bi navên cuda ji bo tecrîda li Îmraliyê were şikandin, ji bo başkirina şertên tenduristî û jiyanî yên Ocalan û ya herî girîng jî ji bo azadkirina Ocalan du kampanyayên girseyî hatibûn kirin.
RÊBAZÊN NÛ HATIN SAZKARKIRIN
Piştî ku vîna rêber Ocalan bi tu rêbazên îşkence û tecrîdê nehate şikandin, bi milyona kes li dorê kom bûn, dewleta Tirk li Îmraliyê wê dest bi ceribandina rêbazên nû bikira. Li ser îhtîmala dibe ku Ocalan hatibe jehrîkirin, 2007’an mînakên ji pora wî hatibûn standin li Italya û Swêdê li du laboratuwaran hatin lêkolan. Mûyên pora rêber Ocalan dibû ku der heqê tenduristiya Ocalan agahiyên teqez bidana. Daxuyaniya ku raya giştî ya Kurd bi meraq li bendê bû, 1’ê Adara 2007’an li paytexta Italyayê Romayê hate dayîn ku rêber Ocalan 66 rojan lê mabû.
Li gorî raporan ku îmzeya şandeya pisporan li ser bû, hatibû tespîtkirin ku rêber Abdullah Ocalan hatiye jehrîkirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Romayê, Kurdan li pey hev daxuyanî didan. Murat Karayilan ji raya giştî re ragihand, dibe ku rêber Ocalan ji boyaxa odeya wî jehrî bûbe, îhaleya boyaxkirina odeyê dane derdoreke MHP’yî û di destê wan de agahî hene ku vê fîrmayê madeyên jehrî tev li nav boyaxê kirine.
TENDURISTIYA OCALAN TENDURISTIYA ME YE!
Li ser vê di serî de li Ewroapyê li gelek welatên cîhanê û Kurdistanê bi sed hezaran mirov derketin kuçeyan û got “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” li dijî jehrîkirina Ocalan xwestin tev bigerin. Piştî ku Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafê Mirovan guh neda xwepêşandan, meş û çalakiyên bêîtaetiya sivîl ên Kurdan, li Strasbourgê ya Fransayê 11’ê Nîsana 2007’an 18 siyasetmedarên Kurd û aktivîst dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Ew greva birçîbûnê ku 500 kesî jî bi dorvegerî destek didayê, di roja 39’an de piştî peyama rêber Ocalan a “Bi jiyanê li ber xwe bidin” bi dawî bû.
AVAKIRINA KCK’Ê
Li Desteya Giştî ya ku bi tevlêbûna 213 delegeyên ku nûnerên Kurdên li çar parçeyên Kurdistan û dîasporayê dijîn, Koma Komelên Kurdistan (KKK) a di çarçoveya rêber Abdullah Ocalan xêzkiribû de bi navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hate guhertin. KCK ji KKK’ê cudatir, wek saziya sîwan a hemû nûnerên parçeyan kar bike.
ÊDÎ BES E!
Di vê navberê de li Îmraliyê li ser hev cezayên hucreyê dihatin dayîn, rewşa Ocalan û tenduristiya wî dikete metirsiyê. Her ku diçû xirabûna rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan, pêkanîna cezayê hucreyê yên li ser hev, cezayê disiplînê yê 5 caran, rojeva KONGRA GEL bû ku di navbera 11-16’ê Îlona 2007’an de hate kirin.
Delegeyan têkildarî tecrîd û îşkenceya li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike, got ‘Êdî bes e!’ vê dirûşmeyê demxeya xwe li kongreyê da. Ji ber vê di kongreyê de biryarek bi dirûşma ‘Êdî Bes e, Rêbertî bijî û bide jiyandin’ dest bi kampanyayekê kir ku bi milyonan li xwe bigire.
BI ‘OPERASYONÊN KCK’Ê’ DESTWERDAN
Bi navê “Operasyonên KCK’ê” 14’ê Nîsana 2009’an pêvajoya “operasyonên qirkirina siyasî’ dane destpêkirin. Rêveberên DTP’ê, BDP’ê, şaredar, sendîkavan, xwendekar, nûçegihan, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan dihatin destgîrkirin û girtin.
MEŞA AMARAYÊ
Bi deh hezaran Kurd ji bo ku dilsoziya xwe ya bi Rêbertiya xwe nîşan bidin 2009’an berê xwe da cihê bûyîna Ocalan, Amarayê. Ên ku ber bi Amarayê ve meşiyan, rastî astenga dewletê hatin. Hêzên dewleta Tirk 2 ciwanên Kurd ên bi navê Mustafa Dag û Mahsûm Karaoglan qetil kirin û bi dehan ciwan jî birîndar bûn.
JI ÎMRALIYÊ NEXŞERÊ
Rêber Ocalan, nexşerêya xwe 20’ê Tebaxa 2009’an radestî rêveberiya girtîgehê ya Îmraliyê kir. Dewleta Tirk dest li ser nexşerê danî ku çareya pirsgirêkê li ser 10 xalan danîbû. Piştî sal û nîvekê dê nexşerê bigihaşta ber destê raya giştî.
KOMA AŞTIYÊ YA JI XABÛRÊ HATÎ
Piştî hevdîtina bi şandeya dewletê re ku çûbû Îmraliyê, rêber Ocalan digot siyaset xitimiye, ji bo ku rê li pêvajoyê veke dixwest Komên Aştiyê werin Tirkiyê. Piştî vê banga wî 19’ê Cotmeha 2009’an ji Qendîl û Kampa Penaberan a Mexmûrê 4 jê zarokên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku ji 34 kesan pêk dihat, di Deriyê Sînorê ê Xabûrê re kete hundir. Komên aştiyê bi pêşwaziya bi sed hezaran mirovan ji Xabûrê hatin û dema ku gihaştin Amedê, dîmenên dîrokî çêbûn.
PIŞTÎ 2011’AN HEVDÎTINA PARÊZERAN
Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ber bi nîvê sala 2011’an ve girantir bû û bû xwedî asteke nû. Piştî 27’ê Tîmeheha 2011’an nema hiştin ku Ocalan parêzerên xwe bibîne. Her wiha 2010 û 2011’an piraniya parêzerên ku bi Ocalan re hevdîtin kirin, 22’yê Mijdara 2011’an hatin destgîrkirin, ji van 36 jê hatin girtin.
DERIYÊ ÎMRALIYÊ BI BERXWEDANÊ HATE ŞIKANDIN
Dewleta Tirk di Tîrmeha 2011’an de deriyên Îmraliyê li parêzeran girtin û tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan derxist asta herî bilind. Vê yekê hêrsa Kurdan zêde kir. Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji nû ve berxwedanê dest pê kir.
BERXWEDANA KU 1’Ê ADARA 2012’AN DEST PÊ KIR
Tevgera Azadiya Kurd, li gel eniya şer bi dîplomasî û li dîasporayê ji bo şikandina tecrîdê biryar li ser çalakiyan da. 15 kesên endamên “Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî”, ku siyasetmedar, parêzer û nûçegihan jî di nav wan de hebûn, 1’ê Adara 2012’an li ber Dêra St. Maurice ya li Strasbourgê ya Fransayê bi daxwaza azadiya Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Berxwedana Kurdan a Strasbourgê wê bi vê re sînordar nameye, 25’ê Hezîrana 2012’an li ber Konseya Ewropayê wê çalakiyeke demdirêj dest pê bikira. Bi vê çalakiyê re ya bi navê “Nobeta Azadiyê” ku hê jî dewam dike, plansaziya wê tê kirin ku heta rêber Ocalan azad bibe, bidome. Çalakiya nobetê ku weke çalakiya herî domdirêj a li Ewropayê didome ji niha ve derbasî qeydan bûyî, kurdistaniyên ku ji deverên cihê yên Ewropayê tên û çalakiyê didomînin.
BERXWEDANA KU 12’Ê ÎLONÊ DEST PÊ KIR
Berxwedaneke dî jî 12’ê Îlonê dest pê kir, geş bû û wek mezrebeyekî derbek li deriyê Îmraliyê da. Komeke girtî yên li girtîgehên Tirk, bi daxwaza tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan ragihandin ku wan bedena xwe daye ber birçîbûnê. Her ku çû girtiyên nû yên PKK’ê û PAJK’ê tev li çalakiyê bûn, paralelî vê li Kurdistanê li hemû parçeyan, li Tirkiyê û Ewropayê xwepêşandanên girseyî çêbûn.
Greva birçîbûnê û pêvajoya berxwedanê ya ku 69 rojan dom kirî bi peyama Ocalan a “çalakî bi ser ketiye” bi dawî bû, li Îmraliyê ji nû ve maseya hevdîtinê hate danîn. Dawiya sale bi daxuyaniya navê rayedarên li jora dewletê, trafîka hevdîtina li Îmraliyê bi fermi ji raya gistî re hate eşkerekirin. Serokwezîrê Tirk Erdogan di axaftina xwe de ya 29’ê Kanûna 2012’an a di TRT’ê de, bêyî ku navê rêber Abdullah Ocalan bide, got “Em bi Îmraliyê re didin û distînin.”[1]