=KTML_Bold=Girîngiya Minbicê çi ye?=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREMA BERAKAT
#Minbic# ji dema ku hatiye rizgarkirin ve an ku di 15`ê Tebaxa 2016`an de bûye herêmeke wisa ku gelek hêzên xwecihî, herêmî û navneteweyî li ser wê bi nakok in. Herî dawîn ev yek bi bangewaziya Nasir El-Herîrî re ya ji bo serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku dagir bike, dîsa derket pêş. Gelo girîngiya Minbicê ji bo van hêzên bi nakok çi ye?
Minbic li bakur rojhilatê bajarê Helebê ye, 80 kîlometran ji çemê Firatê dûr e, 398 metreyan ji rûyê deryayê bilindtir e, li aliyê rojhilat fireh ber bi Firatê ve dibe û 15 kîlometreyan ji berava wê ya rojava dûr e. Li bakur nêzî çemê Sacûr e û li başûrê wê çemê Ebû Qelqel heye. Ev her du çem şaxê çemê Firatê ne. Berê Minbic bi paytexta Sûriyê ya firatî dihat binavkirin.
Minbic di aliyê îdarî de girêdayî parêzgeha Helebê bû, li gorî daneyên sala 2004`an hejmara niştecihên wê 408 hezar û 143 ye. Minbic navendeke aborî ya xwecihî ye, li ser rêya M4 a bi lez dikeve ku rêyeke sereke ya bazirganî ku bajarê Laziqiye yê li rojava li ser beravê Deryayê Spî bi Heleb, Reqa, Dêrazor û herêmên Cizîrê ve girê dide.
Ji ber ku rêya ku lojistînkê tê re derbas dibe û li naverasta kembera bakurê Sûriyê ye, Minbic bû armanca gelek hêzên bi nakok ên li Sûriyê. Di 19`ê Tîrmeha 2021`an de Artêşa Azad piştre çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de Minbic kontrol kir û bajar kirin nava tarîtiyê. Her wiha kirinbûn navenda sereke ya çeteyên biyanî û rêyê lojistîk, madî û mirovî yê çeteyan bû ku ji Tirkiye dihatin.
=KTML_Bold=GIRÎNGIYA MINBICÊ YA NIHA=KTML_End=
Niha Minbic ji herêmên jeostratejîk e, li ser nexşerêya nakokiya li Sûriyê xwedî cihekî hesas e ji ber ku nêzî nuqteya ku sê herêmên cuda digihîne hev; herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, hêrêmên di bin kontrola hikumeta Şamê û herêmên di bin parastina Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de. Her wiha bajarê Babê bi Reqayê ve girê dide û bi 30 kîlometreyan ji nuqteyeke sînor dûr e ku Sûriyê bi Tirkiyê ve girê dide.
Ji ber cihê wê yê stratejîk, hêzên herêmî û navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li ser wê bi nakok in. Di sêrî de dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û hikumeta Şamê. Dewleta Tirk piştî ku Babê bi şanoyekê di 24`ê Tebaxa 2016`an de dagir kir, hewl da bajarê Minbicêjî dagir bike, lê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew hewldan têk bibin ku heta niha berdewam in.
=KTML_Bold=GIRÎNGIYA MINBICÊ YA JI BO HÊZÊN BI NAKOK`=KTML_End=
Hikumeta Şamê hewl dide Minbicê kontrol bike da ku rûbera hegemonya xwe fireh bike û rêya navneteweyî kontrol bike ku bi rêya wê dikare aboriya Sûriyê ya têkçûyî ji nû ve ava bike. Ji ber wê di vê dawiyê de hewl da fitneyê di navbera şêniyên Minbicê de derxe. Ji ber ku herêmeke êlî ye piştgirî da hinek êlan da ku bi rêya şaneyên veşartî tevliheviyê li bajêr derxin.
Li aliyekî din dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike da ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk bi bin bixe û ji aliyê bakur rojhilat nêzî Helebê bibe. Her wiha li gorî Mîsaqê Millî Minbicê wek beşekê ji axa Tirkiye dibîne. Ji wan zêdetir dixwaze cihekî xwe li herêmê çêke û bajarên herêma Cizîrê ji herêmên Şehba, Heleb û Laziqiyeyê qut bike.
Dewleta Tirk ji bo pêkanîna van armancên xwe çeteyên Îtîlafa Sûriyê bi kar tîne. Daxuyaniyên serokê îtîlafê Nasir El-Herîrî îsbata vê yekê ye ku bang li dewleta Tirk kir ku bajarê Minbicê dagir bike.
Rûsya jî hewl dide dewleta Tirk ji NATO`yê dûr bixe. Ji ber wê piraniya siyasetên wê yên li herêmên bakurê Sûriyê hevsengî siyastên dewleta Tirk in. Li rex wê jî dixwaz qada hegemoya hikumeta Şamê fireh bike ji bo ku îstîsmaratên xwe yên stratejîk ên di zeviyên gazê de yên di ava Sûriyê de biparêze ku ji derdora 50 salî di bin serweriya wê de ye. Ev yek piştî peymana di navbera Rûsya û hikumeta Şamê de ya derxistina gazê ji erd û ava Sûriyê û avakirina baregehên leşkerî li ser ava wê mîna baregeha Himêmîmê pê hat.
=KTML_Bold=BELAVBÛNA HÊZAN=KTML_End=
Li eniyên şer ên bakur Minbicê şer ji bakurê heta bigihêje Babê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hene. Li başûrê wê baregeheke leşkerî ya Rûsyayê li bajarokê Erîmê heye. Ev baregeh derfetê dide hêzên hikumeta Şamê ku li herêmên nêz belav bibin. Ev baregeh xeta di navbera rojava û bakurê Minbicê de ye an ku di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbic û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye. Rûsya piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de li başûrê Minbicê bi cih bû. Ji wê demê ve dem demê dewriyeyên hevbeş bi hêzên hikumeta Şamê re li eniyên pêşîn ên di navbera wan û çeteyên dewleta Tirk de li dar dixe.
[1]