=KTML_Bold=Çima pergala #parastina# civakê dikin hedef?=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT
Erka parastinê erkeke komî ye, ne takekesî ye. Civaka ku pergala wê ya parastinê tune be, ne temam e û her tim bi gefan re rû bi rû dimîne. Lewra pergalên kapîtalîst hewl didin pergala parastina civakê ji hev bixin. Bûyerên li Minbicê rû dane jî, mînaka wê ya herî berbiçav e.
Parastin hêmaneke sereke ya hêmanên hebûnê ye. Di vê gerdûnê de pêwîstiya hemû zindiyan pê heye. Li gorî qanûnên navneteweyî mafekî rewa ye. Nabe tu kes kesên din neçar bike ku dev ji xweparastinê berde. Her civakek anku kesek ne xwedî pergala parastinê be bi tunebûnê re rû bi bû dimîne.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje “Pêwîstiya hemû zindiyan bi 3 hêmanên sereke hene; xwarin, parastin û zêdebûn. Heta zindiyên bê rih xwedî pergaleke parastinê ne. Dema em atomê analîz dikin em ê dibînin ku xwedî heman taybetmendiyan e. Ji lew re ez careke din dibêjim xweparastin gelek girîng e. Pêwîstiya hemû zindiyan bi xwarin, parastin û zêdebûnê heye. Ev şertekî zanistî ye û zanist vê yekê piştrast dike.”
=KTML_Bold=TÊGEHA PARASTINÊ=KTML_End=
Têgeha parastinê li gorî pergalan tê guhertin. Li piraniya dewletên Rojhilata Navîn pergalên serdest xwedî taybetmendiya yekalî ne. Zîhniyeta yek ziman, yek netewe, yek dewlet, yek al û yek kes dimeşînin. Pergala leşkeriya neçarî bi hinceta parastina serdestiya dewletê ji xetereyan ferz dikin. Lê di rastiyê de armanc ji vê pergalê ew e ku pîramîda desthilatê were parastin ku li dijî hemû nirxên pirrengiya gelan û olan e û wan înkar dike. Mînaka wê jî hikumeta Şamê û pergala dewleta Tirk e. Her du jî gelê herêmê li dijî hev bi kar tînin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.
Li gorî pergala neteweya demokratîk têgeha parastinê cuda ye. Erka xwe parastinê “parastina rewa” erkeke nîştimanî, mirovî û exlaqî dibîne. Divê her kes sînorên welêt, şênî û saziyan li gorî rêgezên xweparastina rewa biparêze. Civakê, jiyana hevbeş, wekhevî û pirrengiya tê de biparêze da ku civakeke demokratîk û azad were avakirin. Mînaka wê jî li Kurdistan'ê gitştî hebûna Hêzên Parastina Gel (HPG), pergala parastinê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê YPG û Hêzên Parastinê yên Şengalê ye.
Rêber Abdullah Ocalan vê yekê piştrast dike: “Ji bo ku hûn bijîn divê hûn xwe biparêzin. Divê her zindiyek xwe biparêze. Ev yek ji bo hemû ajalan û giyaneweran derbasdar e. Berê jî me behsê kiribû, me behsa “Teoriya gulê” kiribû. Gul bi rêya striyan xwe diparêze. Divê em vê yekê fêm bikin. Dema ev yek bi rêya rêbazên hiqûqî, aborî û dîplomatîk pêk were, jixwe Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê pêk were. Heke ev çar hêman; xweparastin, qanûn, aborî û dîplomasî pêk werin, wê demê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk tê.”
Heke em vegerin dîroka gelên herêmê, em dibînin ku gelên ku pergala xweparastinê ava nekiriye her tim bi qirkirinê re rû bi rû maye. Mîna gelê Ermen ku ji aliyê Osmaniyan ve dema di navbera salên 1915 û 1918`an de rastî komkujiyan hat û di encamê de zêdetirî milyon û nîv Ermen hatin kuştin. Di vê dawiyê de jî civaka êzidî jî ji aliyê DAIŞ`ê ve di Tebaxa 2014`an de hat qirkirin.
=KTML_Bold=XWEPARASTIN HÊZA SEREKE YA CIVAKÊ YE=KTML_End=
Endamtiya kesan çi dibe bila bibe çi ya olî yan jî neteweyî yan jî zimanî yan jî siyasî, xweparastin hêza sereke ya civakê ye û stûnên wê diparêze. Ji ber wê pergalên desthilatdar vê pergalê li ser xwe û zîhniyeta xwe ya înkarkirinê xetere dibînin. Ji bo wê bi hemû rêbazan hewl didin têgeha xweparastinê tune bikin da ku civakê lawaz bikin û wê kontrol bikin.
Di vê dawiyê de gelek şêniyên Minbicê ji bo hin xwestekan meş li dar xistin. Lê aliyên derve mîna dewleta Tirk û aliyên hundir mîna hikumeta Şamê ev xwepêşendan bi kar anîn û hewl dan fitneyê di nava bajêr de derxin. Daxuyaniyên kesê bi navê şêx Îbrahîm El-Mewle El-Bekûrî di xwepêşendan de vê yekê piştrast dikin ku bang li xwepêşendêran kir ku êrişî saziyên xizmetguzarî û leşkerî bikin. Lê hinek xwepêşendêr li dijî van daxuyaniyên wî derketin.
Ev kesê ê bi navê şêx Îbrahîm El-Mewle El-Bekûrî di serdema hikumeta Şamê de berê gerînendeyê postayê yê Minbicê bû. Sala 2018`an di dîmenekê de xuya bû ku Beşar El-Esed silav dike û banga vegera artêşa Sûriyê ji Minbicê re dike.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa me re diyar kir ku teqez divê gelek mijar werin şîrovekirin. Xwepêşandan ne ji bo redkirina erka xweparastinê bû, lê belê ev yek beşek ji gelek mijarên ku hatin bikaranîna da ku xwepêşandan li dar bikevin.
Derwîş wiha domand: “Em dizanin ku li Sûriye gelek zehmetiyên aborî û jiyanî hene. Ew encama gelek salan a şer e. Her wiha encama rewşa siyasî ya heyî ye. Erka xweparastin ji 4 salan ve li Minbicê heye. Lê bikaranîna vê mijarê di vê demê de gelek armancên wê hene.”
Derwîş eşkere kir ku piştî axaftina bi êlan û rûspiyên li herêmê re, aliyên ku xwepêşendan teşwîq kirine eşkere bûn û got: “Dengên ku piştî lihevkirinê bilind bûne, îsbat kirin ku mijar ne girêdayî Erka Xweparastinê bû yan jî daxwazên gel bûn. Xelkê jî ev yek dît.
=KTML_Bold=`BÊ PARASTIN MIROV NIKARE BEHSA TU HIQÛQAN AN JÎ DAXWAZAN BIKE`=KTML_End=
Şervan Derwîş diyar kir ku divê her civakek xwedî pergaleke parastinê be û bê parastin mirov nikare behsa tu hiqûqan an jî daxwazan bike û wiha domand: “Ji bo ku em civakeke aram ava bikin, divê pergaleke parastinê hebe ku dikare vê civakê biparêze. Ev parastin dihêle civak xwe ji hemû aliyan ve bi pêş bixe. Bê parastinê tu pêşketin çênabe. Ji ber ku tiştên hatine bidestxistin dê bi xetereyê re rû bi rû bimînin.”[1]