Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,309
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​Şengal li hember peymanan e…çi qewimî û çi diqewime?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link1
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish2
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=​​​​​​​#Şengal# li hember peymanan e…çi qewimî û çi diqewime?=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê û PDK`ê peymaneke girêdayî rewşên rêveberî û ewlehî li Şengalê îmze kir, bêyî ku nêrîna êzidiyan û xwestekên wan di ber çavan re derbas bikin. Piştî 6 mehan ji peymanê çi li Şengalê qewimî û diqewime.?
3`yê Tebaxa 2014`an rojeke ku Êzidî nikarin ji bîr bikin. Ew roj weke fermaneke nû li dijî civaka Êzidî di dîrokê de hate qeydkirin. Piştî ku artêşa Irqaê û hêzên PDK`ê şêniyên Şengal bê parastin hiştin û reviyan, çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrişî Şengalê kir. Gerîlayên HPG`ê ji çiyayên Kurdistanê destwerdan kir. Di heman demê de şervanên YPJ û YPG`ê û Hêzên Asayîşê ji Rojava berê xwe da sînorê Şengalê, korîdoreke ewlehiyê vekir da ku malbatên di çiyayan de asê mane bigihînin deverên ewle.
Bi bicihkirina malbatan li Rojava, ciwanên Êzidî bi destekdayîna ji şervanên YPJ, YPG û HPG`ê piştî rojekê ji êrişa 4`ê Tebaxa 2014`an Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ava kir.
Ji wê demê de YBŞ`ê û hêzên Asayîşa Êzidîxanê parastina Şengalê girtine ser milê xwe da ku careke din komkujî li dijî wan pêk neyên. Jinên ciwan ên Êzidî hêza ya taybet bi vê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de jî cih girt.
Li gorî dadweriyê, hêza ku ciwanên Êzidî ava kirine, tekane hêza ku ji mafê wê ye erka parastina Şengalê, pêk bîne.
Her wiha Rêveberiya Xweser ku di 14`ê Çileyê 2015`an de hate avakirin, rêveberina Şengal û rêxistinkirina şêniyên wê girt ser milê xwe.
1`ê Nîsana 2018`an HPG`ê piştî ku erka xwe bi dawî kir û bi ser ket, kevirê bingehîn ê parastina herêmê danî û erka parastinê da hêzên Şengalê, ragihand ku ew hêzên xwe ji Şengalê vedikşîne.
Lê siyaseta dijminatî ya hikûmeta Iraqê, PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê ne, sekinî. Piştî ku dev jê berdabû, li tiştekî digeriya da ku li Şengalê vegere.
Di 9`ê Cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê bi serkêşiya Mistefa Kazimî û hikumeta Hewlêrê ya bi serkêşiya PDK`ê ragihand ku ew gihaştin peymanekê û got ku peyman girêdayî rêxistinkirina rewşên ewlehî û rêveberî li Şengalê ye.
Civaka êzidî ji destpêkê ve vê peymanê red dike û weke berdewama komkujiyan pênase kir û wiha got: Ew fermanek di din bi navê qanûnê de ye û teqez kir ku ew derfetê nade yên ku ew bi mirinê re rûbirû hiştin ku careke din vegerin Şengalê û wê vegerînin beriya 2014`an.
Weke refleksek li dijî peymanê ku nêrîna şêniyên Şengalê di mijara rêveberiya herêma wan de û parastina wê di ber çavan re derbas nekir, şêniyên Şengalê xwepêşandanên girseyî lidar xistin û redkirina xwe ji hepymanê re eşkere kir, her wiha daxuyaniyek da û tê de du şertên sereke ji bo erêkirina peymanê danîn. Her du şert ev in:
1-Beşdarbûna şêniyên Şengalê di dayîna çi biryarên girêdayî rêveberiyê û ku rêveberî dê di pêşerojê de ji aliyê şêniyên Şengalê û niştecihên wê ve were hilbijartin.
2- Bi beşdarbûna aktîf a şêniyan komîteya nîqaş û şêwermendiyê ji bo her tiştên girêdayî Şengalê were avakirin.
Lê her du aliyên ku peyman ragihandin careke din li xwestekên Şengaliyan nenihêrî û teqezî li ser niyeta xwe ku bi awayekî leşkerî derbasî Şengalê bibin ku heger bendên peymanê pêk neyên kir, her wiha got divê YBŞ`ê û Asayîşa Êzidîxanê nemînin.
Rola tirkî jî di peymanê de qet winda nebû. Ji destpêka ku dewleta Tirk di tunekirina hebûna êzidiyan li Şengalê de têk çû ku alîgirê sereke ji DAIŞ`ê re ye, Erdogan ne sekinî û dest bi gefxwarin û êrişên hewayî li dijî Şengalê, kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefkirina fermandar û kesayetên navdarê ên êzidiyan hewl da ku yekser derbeyên li berxwedan û rêveberiya êzidîyan bixe. Weke hedefgirtina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengal, piştî wî Mam Beşîr her wiha hedefgirtina Fermandarê Giştî yê YBŞ`ê Zerdeşt Şengalî.
Lê civaka Êzidî piştî şehadeta fermandaran bilindkirin têkoşînê û berdewamkirina berxwedan û parastina Şengalê, ragihand.
Bi vê yekê peyman bû kaxiza dawîn di destê dewleta Tirk de ku zextê li hikumeta Iraq û PDK`ê bike da ku siyasetên xwe yên dagirkeriyê li herêmê, pêk bîne.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar bi serdaneke ku nehate ragihandin di Çileyê 2021`an de gihaşt Bexdayê û bi serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî re û wezîrê parastinê yê Iraqê Cûma Enad re civiya. Beriya wê jî Kazimî di Kanûna 2020`an de serdana Tirkiyê kiribû û bi Erdogan re civiya bû.
Pişt ku Iraq û Hewlêrê di pêkanîna peymana li ser Şengalê de ya ji bo têkçûnê îmze kir, Erdogan di 22'yê Çileya îsal de, piştî nimêja roja Îanê li bajar gefa êrişê li Şengalê xwar û got: Dibe ku em di şevekê de ji nişkê ve bên.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Hiso Îbrahîm ji ANHA`yê re gotibû: Gefên li dijî Şengalê berdewam in û dijminatî jî nesekiniye.
Piştî çend rojan ji ragihandina peymanê, şandeyek ji nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, şêx û rûspiyên Şengalê berê xwe da Bexdayê da ku bi berpirsên iraqî re bicivin. Bi vê yekê re şandeya Şengalê serdana nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şêwermendên wî, her wiha parlementerên Iraqê û rêveberên Şepêla El-Sedrî, her wiha Esayib Ehl El-Heq û cîgirê fermandarê operasyonên Iraqê, kir.
Di serdanê de berpirsên Iraqê xwestekên şêniyên Şengalê yên der barê peymanê de nîqaş kirin û sozên çareserkirina doza Şengalê û rêzdariya ji îradeya êzidîyan re, dan.
Lê hemû soz pêk nehatin. Hikumeta Iraqê tu tevger ji bilî dijminatiya ji êzidiyan re û şandina hêzên xwe yên leşkerî da ku derbasî Şengalê bibin, nekirin.
Her wiha şandeyek ji rêveberiya Heşid El-Şebî dema serdana Şengalê kiriye, peymana ku der barê rewşên Şengalê de hatiye îmzekirin red kir.
Şandeyeke ewlehî û leşkerî bi serkêşiya Wezîrê hundirîn ê Iraqê Osman El-Xanimî serdana Şengalê, kir.
Paşê di 15`ê Adara 2021`an de şandeyeke ewlehî ya iraqî ya payebilind serdana Şengalê kir da ku bi nûnerên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re bicive.
Şande bi serkêşiya şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim El-Erecî, serokê erkanê artêşê, wekîlê serokê cîhanê ewlehiya nîştimanî, cîgirê fermandarê odeya hevbeş , fermandarê hêzên bejahî, gerînendeyê istixbaratên leşkerî û hejmarek ji serbazên fermandariya operasyonên rojavayê Neynewa pêk dihat.
Piştî bidawîkirina civînê, serokê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ) Omer Salih got, wan gelek mijarên girîng û hesas nîqaş kirin, ji wan rewşa ewlehiyê, rola Hêzên Asayîşa Êzidîxanê, vegera koçberan, jinûve avakirina Şengalê û xebatê meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê.
Salih destnîşan kir ku wan bi hûrgilî kar û xebatên Meclisa Xweseriya Demokraîtk a Şengalê nîşaş kirine û ji şandeya Iraqê re diyar kiriye ku Meclisa Xweser li gorî madeya 120`an a destûra Iraqê ava bûye.
Li gel wê, şandeyê soz dabû ku daxwazên Şengalê ragihîne Bexdayê, lê ev daxwaz pêk nehatin û gefa leşkerî ya li dijî Şengalê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve ma.
'ASAYÎŞA ÊZIDXANÊ HÊZÊN ME YÊN REWA NE`
Ji 2`yê Kanûna borî de, şêniyên Şengalê di çarçoveya bersivandina daxwazên hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê yên bi fişara Tirkiyê de ragihandin ku dê dest bi çalakiyan bikin û piştgiriya Asayîşa Êzidxanê bikin.
Bi hezaran şêniyên Şengalê sibeha 1`ê Kanûnê li ser bangewaziya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li pêşiya avahiya Asayîşê kom bûn. Ji ber ku şêniyên Şengalê li ser helwestên xwe bi israr in, wê demê rayedarên iraqî xwestin ku civîneke lezgîn bi nûnerên civaka Êzidî re li dar bixin ku bê encam bi dawî bû. Li ser wê şêniyan li pêşiya navenda Asayîşê ya li bajarê Şengalê çalakiya konvedanê li dar xist û ji wê demê ve bi sedan êzidî tev lê dibin.
Piştî rawestîna çalakiyan, Meclisa Xweser a Şengalê ragihand ku dê çalakiyeke mezintir li dar bixe da ku piştgiriya Asayîşa Êzidxanê bike. Ruxmî ku hêzên Iraqê ew çalakî asteng kirin û gelek xwepêşendêr ên ji gundê Gir Izêr birîndar bûn, lê di 11`ê Adarê de bi hezaran êzidî li naverasta Şengalê kom bûn.
Beriya ku xwepêşendan dest pê bikin, ciwanên êzidî yên ji Şengalê daxwazên hikumeta Iraqê yên derketina Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê red kirin. Ciwanan ji ANHA`yê axivî û got, dema her du hikumetên Bexda û Hewlêrê dev ji wan berda, Asayîşa Êzidxanê ji ciwanên Şengalê ava bûye, bang li hikumeta Iraqê kir ku li cihekî din li serdestiya xwe bigere û Iraqê ji xetereya DAIŞ`ê ya domdar xilas bike.
`LI SER DIYARKIRINA QAYÎMMEQAMEKÎ JI BO ŞENGALÊ LI HEV NEKIRIN`
Ruxmî ku her du aliyan lihevkirinek îmze kir ku kar û barên îdarî yên Şengalê bi rêxistin bikin, lê ji bo diyarkirina qayîmmeqamekî ji bo Şengalê li hev nekir. Berovajî ku divêyabû qayîmmeqam serbixwe be û ji şêniyên Şengalê be, her du aliyan (hikumeta Bexda û Hewlêrê) xwestin hinek kesên girêdayî xwe bibin qayîmmeqam. Ji ber ku kesên navên xwe dane ji lîsteya piştevanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûn, ev yek ji aliyê hikumeta Iraqê ve hat redkirin.
=KTML_Bold=ARTÊŞA IRAQÊ GEFXWAR KU DÊ ÊRIŞÎ ÇIYAYÊN ŞENGALÊ BIKE=KTML_End=
Piştî ku siyasetên her du hikumetan li Şengalê bi saya berxwedana mezin a civaka êzidî bi bin ketin, artêşa Iraqê israr kir ku li çiyayê Şengalê xwe bi cih bike û derbasê bibe. Di encamê de Desteya Olî ya Êzidî ya Şengalê daxuyaniyek derxist û hewldana kontrokirina çiyayên Şengalê bi tundî şermezar kir û wek berdewamkirina fermanan bi nav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wek oldar em ji vî cihî pîroz radigihînin ku em teslîm nabin û em çiyayên Şengalê radest nakin. Heke hikumeta Iraqê hêzên xwe bişîne çiyayên Şengalê em ê li ber xwe bidin.”
Ev daxuyanî di dema ku artêşa Iraqê gelek leşkerên xwe şandin sînorên Şengalê hat dayîn.
Artêşa Iraqê dem heta 1'ê Nîsanê dabû Asayîşa Êzîdzanê ku xwe teslîm bikin û gefa xwar ku dê derbasî Şenaglê bibe. Lê şêniyên Şengalê di wê rojê de berê xwe dan lûtkeya çiyayên Şengalê ta ber bi Çil Mîra ve çûn û li pêşiya artêşa Iraqê bûn mertal.
Der barê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm got: “Wan ev roj hilbijrat ji ber ku ev roj ji bo şêniyên Şengalê rojek xwedî nirxekî manewî ye. Ev dîroka vekişîna gerîla ji Şengalê ye.”
=KTML_Bold=LIHEVKIRIN BI BIN KET, HEWLDANA PARÇEKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ JI HUNDIR VE YE=KTML_End=
Ji ber ku bendên lihevkirinê pêk nehatin, vê carê bi rêya mudaxeleya di kar û barên ola êzidî de, hewl da civaka êzidî ji hundir ve parçe bikin.
Ev siyaset bi rêya hilbijartina Hazim Tehsîn Beg wek mîr li dû bavê wî bû, bêyî ku nêrîna piraniya êzidiyan weke her car were girtin dest pê kir. Ajansa me der barê hewldanên parçekirina êzidiyan û bikaranîna hinek kesayetên êzidî de raporek di bina navê Arandineke domdar û lîstikek ji aliyê PDK`ê ve Gelo çi li ser serê êzidiyan diqewime? belav kiribû.
Mijara Bava Şêx li du şêx Xirto Îsmaîl jî, ji bo civaka êzidî tiştek ne hêsan bû. Ji ber ku parçebûnek di nava êzidiyan de li Şengal û Şîxanê çêkir û bê guman ev listikek ji aliyê xwediyên lihevkirinê ve bû.
Piştî wê di meha Nîsanê de dîsa kesek din ji malbata mîr derket holê. Agahî hebûn ku hikumeta Iraqê hewl dide wî wek mîrê ola êzidî yê fermî li Iraqê ragihîne. Bi vê yekê re 3 mîrên êzidî çêbûn.
=KTML_Bold=ARTÊŞA IRAQÊ HEWL DIDE DERBAS BIBE… ŞÊNÎ JÎ LI HEMBERÊ DISEKININ=KTML_End=
Di 20`ê Nîsana 2021`an de artêşa Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zerik ê li rojavayî Şengalê bibe. Li ser wê hewldanê, şêniyên herêmê derketin û rê li pêşiya artêş girtin û nehiştin ku derbasî herêmê bibin.
Ji ber ku gundê Gir Zerik yekemîn gundê ku li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe daye û ciwanên wê heta dawiyê Şengalê parastiye, gelek nîşaneyên hewldana derbasbûna ji vî gundî re hene. Ji ber ku dergehê sereke yên gundên din ên Şengalê ye. Lê ev hewldana artêşa Iraqê bi saya berxwedana şêniyan bi bin ket û di encamê de paş de vekişî.
=KTML_Bold=RÊVEBERIYA XWESER: EM Ê LI BER XWE BIDIN Û WÊ LIHEVKIRINÊ JÎ QEBÛL NAKIN=KTML_End=
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku ew lihevkirinê red dike û ji bo binxistina lihevkirinê dê li ber xwe bide. Di vê demê de Meclisa Xweser gelek civînên awarte li dar xistin.
Di 25`ê Adarê de Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê civînek li dar xist, endamên meclisa rêveberiyê, fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîş tev lê bûn.
Civîn 3 saet dom kir, piştî wê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyanî da û tê de got: “Pirsgirêka Şengalê bi naskirina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê çareser dibe. Em hêzên Asayîşê ji hev nakin. Em qebûl nakin ku artêşa Iraqê li cihên pîroz ên çiyayên Şengalê belav bibe. Em ê li ber xwe bidin.”
=KTML_Bold='BIRYARA DARVEKIRINA 4 CIWANÊN ÊZIDÎ HEWLDANA DÛRXISTINA ÊZIDIYAN JI DAXWAZÊN WAN ÊN BINGEHÎN E'=KTML_End=
Dadgeha Mûsilê di 21`ê Nîsanê de biyara darvekirina 4 ciwanên êzidî da ku hêzên ewlekariya Iraqê bi tawana kuştina ciwanekî êla Şemer di 16`ê Îlona 2020`an de li ser rêya di navbera Til Ezîz û Şengalê de girtin. Wê demê êzidiyên Şengalê xwepêşendanên aştiyane li dar xistin û biryara dadgehê red kir. Êizidyan got bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê komkujî li dijî kesên azad pêk anîn, em qebûl nakin ku ciwan bi tawanên nerast werin darvekirin.
Nerazîbûnên li hemberî wê biryarê zêde bûn, êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ev biryar red kir û teqez kir ku dê nakokiyan di navbera pêkhateyên Şengalê de zêde bike û dê fitneyê di navbera êzidiyan û êla Şemer de derxe.
Hiso Îbrahîm di vî warî de destnîşan kir ku derxistina biryarê di vê demê de di çarçoveya derxistina tevliheviyê li Şengalê û hewldanên dûrxistina êzidiyan ji daxwazên wan ên sereke de tên ku rêveberiya wan a xweser were naskirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,028 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 28-03-2025
Gotarên Girêdayî: 23
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-05-2021 (4 Sal)
Bajêr: Şingal
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 28-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-09-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,028 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.297 çirke!