Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,485
Wêne
  124,229
Pirtûk PDF
  22,106
Faylên peywendîdar
  126,130
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Dewleta Tirk..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû-1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=#Dewleta Tirk# ..Armancên kevin bi mekanîzmayên nû-1=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN -EMANÎ EZAM

Roj bi roj gelên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê dibînin ku mudaxeleyên dewleta Tirk li dijî ewlekariya neteweyî ya dewletên herêmê û welatên Ereban e. Ji ber ku xwedî projeyên dagirkirinê ye û dixwaze herêmê li serdema Osmaniyan vegerîne.
Pispor û nivîskarên Ereb di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk bi destwerdanên xwe yên li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê metirsiyeke rasterast li ser ewlekariya neteweyî ya Ereban çêdike. Sekreterê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xeyt jî ev yekê bi “harbûna Tirkiye û Îranê” bi nav kir.
Di vê dosyayê de ku ji 5 beşan pêk tê, em ê li girîngtirîn mudaxeleyên dewleta Tirk di welatên Ereban de binêrin.
=KTML_Bold=ÊRIŞÊN LEŞKERÎ JI BO FERZKIRINA HEGEMONYAYÊ=KTML_End=
Ji beriya bi dehan salan ve dewleta Tirk, Iraq dagir kiriye, nemaze di serdema rejîma Baas a bi serkêşiya Sedam Hisên de. Her du welatan di sala 1984`an lihevkirinek îmze kirin. Bi vê lihevkirinê rê li pêşiya dewleta Tirk ku bi hinceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) destwerdana Iraqê bike, vebû.
Piştî êrişa Iraqê ya li ser Kuwêtê û avabûna koalîsyonekê bi pêşengiya Amerîkayê li dijî rejîma Sedam Hisên, di Şerê Kendavê yê Duyemîn de ku bi navê Operasyona Bagera Çolistanê tê naskirin, ku ji 17'ê Çileyê heta 28'ê Sibata 1991'an berdewam kir û piştî lawazbûna rejîma Iraqê destwerdana dewleta Tirk li Iraqê zêde bû.
Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk li ser xaka Iraqê gelek êriş pêk anîn. Di sala 1991'an de di bin navê El-Assa de dest bi êrişê kir. Her wiha sala 1992'yan dewleta Tirk bi 15 hezar leşkerên xwe êriş bir ser çiyayên Kurdistanê. Tê de tank, çekên giran û balafir bi kar anîn, lê ruxmî wê jî bi ser neket. Ji ber wê piştî 20 rojan ji destpêkirina êrişan ji herêmê vekişî.
Di salên 1993, 1994 û 1995`an de dewleta Tirk bi tevlêbûna bi deh hezaran leşkerên xwe gelek êriş pêk anîn. Herî dawî bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 30 hezar leşkeran êrişî çiyayên Kurdistanê kir da ku herêma Heftanînê dagir bike. Êriş 45 rojan berdewam kir lê bi ser neket û ji herêmê vekişî.
Heta sala 2000`î hejmara êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî axa Iraqê û çiyayên Kurdistanê gihaşt 25 êrişan, piraniya wê di serdema Sedam Hisên de bûn.
=KTML_Bold=‘KAXEZA ÎXWANAN TÊK ÇÛ’=KTML_End=
Piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên û partiya Baas di sala 2003`yan de, dewleta Tirk hewl da amûra xwe ya amade anku Îxwan Muslîmîn, Partiya Îslamî ya Iraqê ku di salên 1960'î de bi serokatiya Iyad El-Samarraî ava bûye, bi kar bîne da ku derbasî qadan bibe ku serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan xeyal dike ku tev li ‘Împaratoriya Osmanî ya Nû’ bike.
Lê ji ber hegemonyaya xurt a partiyên şîa ku alîgirên Îranê ne û kontrolkirina wê li ser saziyên dewletê, dewleta Tirk nekarî Îxwanan bi kar bîne û mudaxeleyî Iraqê bike. Pergala ku piştî destwerdana Amerîkayê sala 2003`yan ava bûye, alîkariya sînordarkirina tecrubeya Îxwanan kir.
Ji bo ku para xwe di desthilatê de biparêzin, her wiha feydeyên madî û destkefiyên din bi dest bixe, Partiya Îslamî ya Iraqê ya Îxwanan li Iraqê bi partiyên şîa re kete nava hevpeymanan. Di dawiyê de vê yekê xizmeta berjewendiyên Îranê li welat kir, di nav de bi Tehranê re bû alîkar ku dosyayên xwe yên siyasî, aborî û ewlehiyê xurt bike.
=KTML_Bold=TIRKMEN KAXIZA NÛ YA TIRKIYÊ NE=KTML_End=
Piştî têkçûna kaxiza Îxwanan, dewleta Tirk bi awayekî zêde berê xwe da Tirkmenên Iraqê û rêveberiya wan a siyasî da ku bike behane û mudaxeleyê li kar û barên Iraqê bike, bi taybet parêzgeha Kerkûkê ya bi petrolê dewlemend û nakokî li ser hene. Dewleta Tirk qet dudil nebû û got mafên Tirkmenan tê de hene û ew wan bi tenê nahêle heta ku wan mafên xwe pêk bîne.
Timayên dewleta Tirk ji bo parçekirina Iraqê û kontrolkirina dewlemendiya wê, piştî daxuyaniyên rayedarên partî û hikumeta Tirk eşkere bûn. Di nav de serokê MHP`ê Devlet Bahçelî ku beriya niha gotibû ew kêmneteweyên Tirkmen ên li Iraqê ku têkiliyên wan ên etnîk bi Tirkiyê re hene, li Kerkûkê bi tenê nahêlin. Her wiha destnîşan kir ku bi hezaran dilxwazên neteweyî hene amadene û li bendê ne tev li şerê li bajarên Tirkmen lê dijîn, bi taybetî jî Kerkûkê”, bibin.
Li aliyekî din berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di Tebaxa 2017 'an de niyetên dewleta Tirk ji bo pêkanîna projeya xwe ya Osmanî li herêmê veneşartin. Ji dezgehên çapemeniyê re got li Kerkûkê Kurd û Ereb jî dijîn, lê nasnameya wê ya bingehîn Tirkmenî ye.
=KTML_Bold=BI DEHAN BAREGEHÊN LEŞKERÎ Û YÊN ÎSTIXBARATÊ=KTML_End=
Êrişên dijber ku dewleta Tirk li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk anîne, piştrast dike ku ew hewl dide hegomonyaya xwe li ser erdnîgariya Iraqê ferz bike. Ji ber wê dagirkeriya Tirk bi dehan baregehên leşkerî li herêmên ku dagir kirine, bi hevkariya PDK`ê ava kirin.
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 baregehên leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk hene û ya herî mezin baregeha Bamernî ya li bakurê Dihokê ye ku baregeheke lojîstîka leşkerî ye û balafirgeheke wê heye.
Dewleta Tirk a dagirker girîngî da avakirina baregehan li derdora herêmên Zaxo û Heftanînê, di nav de baregehên Batûfa, Kanîmasî, bargeha Sinkî, baregeha Bekova, baregeha Geliyê Zaxo, baregeha leşkerî ya Sêrî li Şêladizê, baregehên Kuwîkî, Qemrî Berwarî, Koxî Spî, Dirî Duwatiya û çiyayê Serzerî û her wiha baregehên îstixbaratê yên girêdayî MÎT'a Tirk.
Li herêma Zalkan a deşta Nînewayê baregeha Başîqa heye. Tê de îstixbarat û artêşa Tirk cih digirin. Bi xwe ji hêzeke zirxî pêk tê ku lojistîka leşkerî û xwarinê bi rêya balafiran digihîninê. Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî DAIŞ`ê ev baregeh dagir kir. Lê di rastiyê de heya niha bi guleyekê jî nehatiye hedefgirtin. Heta niha ev hêz li Başîqayê ne û li gorî pêşbîniyan hejmara wan derdora hezar leşkerên Tirk bi hemû çekên giran hatine amadekirin.
Di vê derbarê de damezirîner û serokê Komeleya Tunisa Azad û endamê Koalîsyona Navneteweyî ya Berpirsyariya Parastinê Hazim El-Qesûrî got hêzên dewleta Tirk bi bicihbûna li eniyên bakur, serdestiya Iraqê binpê dike.
=KTML_Bold=`MUDAXELEYEKE KEVN BI RÊBAZÊN NÛ HAT VEJANDIN`=KTML_End=
Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan li Qahîrayê Hanî Silêman got destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Ereban de diyardeyeke ne kevn e ku bi teşeyên nû bi pêş ve diçe. Ew li bingeha mîrateya Împaratoriya Osmanî yan jî destwerdan û kontrolkirina welatên Ereban û berhemên wan ava dibe.
Hanî Silêman wiha axivî: Niha rejîmek heye ku hewl dide vê mîrasê û vê dîrokê vejîne û hewl dide kokê nû bike. Ev yek jî bi rêya xîtabên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan an jî peyamên siyasî yên hin rayedarên fermî wekî serokerkanan an jî yên din ku gefa êrişan li dijî dewletên Ereban ên cîran an jî dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê dixwin.
Silêman bal kişand ser xetereya destwerdanên dewleta Tirk li welatên Ereban û destnîşan kir ku ew ne tenê destwerdanên siyasî û aborî ne, lê belê destwerdaneke îdeolojîk a diyar e û ev yek li gotinên xwe zêde kir: Ji ber ku projeyeke tirkkirinê li ser bingeha berfirehkirina di dîrokê de, vejandina Împaratoriya Osmanî heye. Ev yek jî di daxuyaniyên dewleta Tirk ên herî dawîn de heye. Di pratîkê de jî ev yek bi rêya hebûna dewleta Tirk di zêdetirî cîhekî li welatên Ereban û Afrîkayê, li rex rahênanên leşkerî li rojhilatê Deryayê Spî diyar e. Bi vî awayî dewleta Tirk bû dewleta afirandin û hinardekirina krîzan.
=KTML_Bold=HEWLDANA PÊKANÎNA MÎSAQA MILLÎ=KTML_End=
Tevgerên berdewam ên dewleta Tirk li herêmê û Iraqê bi taybet, piştrast dikin ku dewleta Tirk bi hemû alav û îmkanên xwe û bi rêya Osmaniyên nû dixwaze serdema Osmanî bi rêya Mîsaqa Millî ji herêmê re vegerîne.
Di Cotmeha 2016'an de piştî ku hikumeta Iraqê beşdarbûna dewleta Tirk di rizgarkirina bajarê Mûsilê li bakurê Iraqê ji DAIŞ`ê red kir, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wiha bersiv dabû: Divê hûn Mîsaqa Milîî bixwînin da ku hûn fêm bikin Mûsil ji bo me tê çi wateyê, Mûsil a me bû.”
Erdogan di boneyeke din de wiha axivîbû: Me nekarî Mîsaqa Millî biparasta. Ger em li pêşketinên li Sûriyê û Iraqê ji nêz ve binêrin, divê ji nû ve em bibin xwediyê Mîsaqa Millî.”
Nexşeya Mîsaqa Millî ya Tirkiyê ya niha, ji Bakurê Sûriyê ji Îskenderûnê, Idlibê, Helebê û heta çemê Firatê û Dêrazorê, Iraq, Mûsil û Kurdistanê digire nava xwe.
=KTML_Bold=`NEXWEŞIYÊN ÎMPARATORIYA OSMANÎ LI IRAQÊ`=KTML_End=
Têkildarî vê mijarê pisporê leşkerî û analîzvanê siyasî yê Iraqê Mihemed Asim Şenşel got: Hêviyên dewleta Tirk ji meyla nexweş a ku heta roja îro pê re ye û ew jî Împaratoriya Osmanî ye.”
Şenşel wiha domand: “Hêviyên dewleta Tirk ên li Iraq û Mûsilê, bi taybetî li navenda parêzgeha Nînewayê ku piraniya niştecihên wê iraqiyên Ereb ên resenin êdî venagere rewşa beriya sedan sal berê.”
=KTML_Bold=`TIMAYÊN KIRÊT LI IRAQÊ`=KTML_End=
Asim Şenşel di nirxandina xwe de got ku, dewleta Tirk role ke kirêt lîstiye û wiha domand: “Li ser asta leşkerî kete nava liv û tevgerê, sînorên Iraqê derbas kirin û 3 focên hêzên xwe li baregeha Rîlkan a li Başîqayê Musilê bi cih kirin. Ev yek bi hevkariyeke mezin ji aliyê gel ê li Mûsilê û gelek herêmên Nînewayê meşandina erkên îstixbaratî hêsan kir.”
Şenşel got ku, berhemên Iraqê bi awayekî sîstematîk ji aliyê Îranê ve tên talankirin ku warên leşkerî, siyasî û teknîkî jî ji aliyê îranê vet ê kontrolkirin û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Ev jî bû sedem ku dewleta Tirk mîna wê bike û gefê li wan bixwe ku lihevkirina di navbera wan de binpê nekin da ku projeya xwe ya timaker û firehkirinê, qaşo bi navê aliyên hikumî yên Iraqê yên leşkerî, siyasî û ewlehiyê berdewam bike. Ji ber wê dewleta Tirk axa Iraqê bi rêya nakokiyên taifî û valahiya siyasî ya mezin û nezanbûna kesên ku xwe wek siyasetmedar bi nav dikin, wêran kir.
Pisporê leşkerî û analîzvanê siyasî yê iraqî Asim Şenşel di dawiya gotinên xwe de ev hişyarî da: Eger tevgereke lezgîn ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çênebû, dewleta Tirk bi rêveberiya xwe ya gendel bi serkêşiya Erdogan ji bo vejandina daxwazên xwe yên ku bi xwîna sivîlan li Iraq, Sûriye, Lîbya û Mûsilê bûye, dê tevahiya Iraqiyên Ereb ji parêzgeha Nînewayê qir bike û nasnameya wan a erebî tune bike.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 315 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 28-03-2025
Gotarên Girêdayî: 61
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-03-2021 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Tirkiya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 28-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 315 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.735 çirke!