=KTML_Bold=Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku sembola berxwedana cîhanê biparêze -5=KTML_End=
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ
Birîndarekî şerê li dijî #DAIŞ# `ê bang li civaka navneteweyî kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim bajarê Kobanê ku destpêka bidawîkirina çeteyên DAIŞ`ê li welêt bû, bikin. Her wiha destnîşan kir ku ciwanên herêmê şûna tevahî cîhanê şer kir.
15`ê Îlona îsal rastî salvegera 6`emîn a êrişa bejahî ya ku çeteyên DAIŞ`ê ji 3 aliyan ve di Payîza 2014`an de piştî du salan ji dorpêçkirina kantona Kobanê, li dijî bajêr dest pê kiriye.
Çeteyên DAIŞ`ê sûd ji propagandeya ragihandinê û çekên giran ku ji baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê girtiye, sûd wergirt û êrişî Kobanê kir. Her wiha wê demê Tirkiye bûbû koorîdoreke bi ewle ya çeteyên ku ji seranserê cîhanê berê xwe dane herêmê.
Piştî 3 hefteyan ji destpêkirina êrişan, şervanên YPG, YPJ`ê çeteyên DAIŞ`ê di ribê dawîn ê bajêr de rawestandin. Hemwextî şerên dijwar ên di kolanên bajêr de, Koalîsyona Navneteweyî dest bi hedefgirtina nuqteyên çeteyan di Kobanê de kir.
Di şer de bi dehan sivîlan ji bo parastina xwe û bajarê xwe, li kêleka şervanên ku ji seranserê Kurdistanê tev li şerê li dijî DAIŞ`ê bûbûn, şer kirin.
Şervanê bi navê Ismaîl Elî ku bi Xal Simo tê binavkirin, di sala 1961`an de li Kobanê hatiye dinê. Elî zewicî ye û 12 zarokên xwe hene (7 keç, 5 xort). Elî di 2011`an de tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û di destpêka Şoreşa Rojava de li bajarê Girê Spî û bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê, şerê komên bi navê Artêşa Azad û Cebhet Nusra kir.
Şervanê YPG`ê Ismaîl Elî li gundên rojhilat, rojava û başûrê kantonê di dema dorpêçkirina bajêr de li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir. Her wiha li taxên bajêr tevî komeke biçûk a şervanan, beşdarî şerekî herî dijwar ê şerê navxweyî yê li Sûriyê bû.
Elî îşaret bi ruhê Kurdistanî û piştgiriya cîhanî ku berxwedana Kobanê bi xwe re aniye, kir û got: Berxwedana Kobanê îradeya Kurdan kir yek û sînorên Îran, Tirkiyê û Iraqê yê di navbera gelê Kurd de rakir, ku ji xwe sîstemên zordar ew sînor danîbûn.
Tiştê balkêş di berxwedana dîrokî a Kobanê de ew bû ku, di xendekên şer de şervanên ji rojhilat, başûrê Kurdistanê û li kêleka wan şervanên enternasyonalîst hebûn.
Elî wiha domand: Em li pêş xeteriya cîhanî ya di kesayeta DAIŞ`ê de, bûn mertalên zindî û me li şûna tevahî cîhanê şer kir. Civakên gelek welatên cîhanê piştgiriya vê berxwedanê kirin. Me di oxira wê yekê de gelek fedekarî da. Me di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan.
Ismaîl Elî beşdarî şerên rizgarkirina bajarên Minbic û Tebqayê û her du bajarokên Eyn Îsa û Sirînê bû û di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê lingekî xwe wenda kir.
Şervanê YPG`ê Ismaîl Elî bang li gelên cîhanê kir ku li dijî gefên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê ku hemwextî salvegera 6`emîn a êrişa li dijî Kobanê pêk tên, piştgiriya Kobanê bikin û wiha got: Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku sembola berxwedana cîhanî (bajarê Kobanê) biparêze.[1]