=KTML_Bold=Li Bakur û Tirkiyê navenda xebatên #zimanê kurdî# ; Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê=KTML_End=
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992’yan ve xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Gelek caran hikûmetên dewleta Tirk zext lê kirin û hewl da xebatên wê asteng bikin, lê Enstîtu 28 sal e xebatên xwe berdewam dike û bi gelek erk û mîsyonên girîng rabû.
Di sala 1991’an de li Stenbolê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hate avakirin. Damezirînerên NÇM’ê qada xebatê ya NÇM’ê wek çand û hunera kurdî destnîşan kiribû. Lê hewcedarî bi xebatên zanistî yên der barê ziman, dîrok, çand û wêjeya kurdî de jî hebû û bi vê mebestê biryar hate dayîn ku saziyek bi vê armancê bê damezirandin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê komeke rewşenbîrên Kurd ve di 18'ê Nîsana 1992'yan de li Stenbolê hate damezirandin. Lijneya avakar a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji van kesan pêk dihat; Mûsa Anter (Apê Mûsa), Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender Yaşar Kaya û Suleyman Îmamoglu. Apê Mûsa wek serokê demkî yê lijneya rêveber hate hilbijartin.
Lijneya avakar armanca avakirina enstîtuyê wek lêkolînkirina çand, ziman, dîrok, wêje û hunera kurdî destnîşan kiribû.
Roja ku Enstîtuya Kurdî hate vekirin, polêsên dewleta Tirk bi ser avahiya enstîtuyê de girt û ji ber ku tabelaya Enstîtuyê bi kurdî bû, tabela daxist. Rêveberên Enstîtuyê jî diyar kiribû ku dikarin tabelaya wan daxin lê dê karê xwe bidomînin û dest bi xebatên xwe yên zanistî bikin.
Enstîtuyê çawa ku avabûna xwe temam kir, di demeke kurt de dest bi xebatên xwe jî kir û wek xebata destpêkê hîndekarê Zanîngeha Erîvanê Prof. Celîlê Celîl di 20’ê Hezîrana 1992’yan de li ser dîrokê konferansek da.
Di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê êrişeke çekdarî li dijî serokê Enstîtuyê Apê Mûsa hate kirin û Apê Mûsa şehîd bû.
Dîsa di Cotmeha 1992’yan de polêsên dewleta Tirk bi ser Enstîtuyê de girt, çend kesên li Enstîtuyê bûn, girtin û dest danîn ser gelek belge û alavan.
Ji destpêka avabûna xwe ve, gelek caran li ser Enstîtuya Kurdî zext û tehde çêbûn û doz li rêveber û serokên wê hatin vekirin û hatin girtin. Lê belê tevî wan zextan jî xebatên wê bê navber berdewam kir û xwe gihand roja îroyîn.
=KTML_Bold=ENSTÎTU TÊ GIRTIN=KTML_End=
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çarçoveya Rewşa Awarte de di 31’ê Kanûna 2016’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyê ve bi fermana AKP'ê hat girtin.
Wezareta Karên Hundirirîn a Tirkiyê biryar da ku xebatên 94 komeleyan bên sekinandin û polêsên Tirk nîvê şevê avêt ser Enstîtuya Kurdî û deriyê wê mohr kir, her wiha hemû alav û pirtûkên di avahiyê de desteser kirin. Di rewşên gelekî dijwar de jî deriyê wê vekirî bû lê vê carê polêsên dewleta Tirk bêyî haya rêveberên wê mohr li deriyê Enstîtuyê xist.
Piştî demeke kurt Enstîtuyê dîsa xwe bi rêxistin kir û bi navê Komeleya Lêkolînên Kurdî xebatên xwe berdewam kirin.
=KTML_Bold=BERHEMÊN ENSTÎTUYA KURDÎ=KTML_End=
Weşanên Enstîtuya Kurdî nemaze li Bakurê Kurdistanê ji bo berbelavbûna zimanê nivîskî yê kurdî û gihandina mamosteyan, bûn çavkaniyên sereke. Ferhengên kurdî-tirkî û tirkî-kurdî, seta pirtûkên hînkirina ziman Hînker û gelek berhemên din ji hêla Enstîtuyê ve hatin weşandin. Heta niha Enstîtuyê dora 50 berhemên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî (zazakî) û soranî, her wiha bi zimanê tirkî weşandine.
Kovara Enstîtuya Kurdî Zend di 21’ê Adara 1994’an de dest bi weşana xwe kir. Naveroka kovara Zend zêdetir ji gotarên der barê zimanê kurdî de pêk tê lê belê bi giştî wêje, folklor, dîrok û xebatên têkildarî çand û hunera kurdî dan ber xwe. Heta niha 26 hejmarên kovarê hatine weşandin û hê jî salê herî kêm 2 hejmarên derdiçin.
Her wiha di qada di warê gihandina mamosteyan de jî Enstîtu bi erkeke girîng rabû û bi sedan mamosteyên ziman gihandin. Piştî di sala 2006’an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) hate avakirin, li gelek bajarên Kurdan û metropolên Tirkiyê saziyên ziman bi navê Kurdî-Der vebûn û di wan saziyan de bi deh hezaran kes hînî zimanê kurdî bûn. Dîsa Enstîtuya Kurdî di wê pêvajoyê de di warê dabînkirna materyalên dersan de bi roleke girîng rabû.
Hevserokên Enstiyuya Kurdî ya Stenbolê Leman Elmas û Eyûb Subaşî der barê kar û xebatên saziyê de ji ANHA’yê re axivîn.
=KTML_Bold=LI BAKUR Û TIRKIYÊ YEKEMÎN SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ=KTML_End=
Hevserokê Enstîtuyê Eyûb Sûbaşî destnîşan kir ku Enstîtu li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yekemîn sazî bû ku hatibû avakirin ji bo ku xebatên zanistî li ser dîrok, edebiyat, ziman, çand û etnografyaya kurdî bike û wiha axivî: “Enstîtu ji hingî ve bi derfetên xwe hewl daye di van waran de xebatan bike û di vê çarçoveyê de gelek berhemên helbestvanên klasîk, gelek berhemên folklora kurdî, berhemên li ser zimanê kurdî û dîroka kurdî weşandine. Ji bo ku platformekê ji wan lêkolîneran re veke ku li ser dîrok û edebiyat û zimanê kurdî kar dikin, di sala 1994’an de dest bi derxistina kovara Zendê kiriye. Di gel vê kovarê Enstîtu, ji sala 2014’an ve kovareke bi navê Fêrname jî derdixe. Naveroka Fêrnameyê bi awayekî ye ku di prosesa hînbûn û hînkirina zimanê kurdî de dibe alîkar ji mamoste û hîndekaran re. Weşana Fêrnameyê jî berdewam e.”
Sûbaşî îşaret pê kir ku Enstîtuya Kurdî ya ne tenê li ser xebatên zanistî kar kiriye, her wiha Enstîtu ji bo berbelavkirina xwendin û nivîsandina kurdî ji sala 1997’an ve dersên kurdî dide û got: “Di gel vê yekê kurdî hînî bi sedan kesan kiriye ku bi kurdî nizanin û dixwazin hînî kurdî bibin. Enstîtuyê tevî karên zanistî û berbelavkirina xwendin û nivîsîna kurdî û hînkirina kurdî, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonîst xebatên wekî panêl, semîner û konferans li dar xistine.”
Eyûb Sûbaşî wiha lê zêde kir: “Dilxwaz û xebatkarên Enstîtuyê di roja îro de jî ji bo bilindtirkirina van xebatan berdewam in li kar û xebatên xwe.”
=KTML_Bold=DERSÊN KURDÎ YÊN ONLINE=KTML_End=
Hevseroka Enstîtuya Kurdî Leman Elmas jî got “Ziman hebûn û nasnameya neteweyekê ye, bê ziman em nikarin hebûna xwe biparêzin” û wiha pê de çû: “Ji ber vê ji bo hînkirina zimên çi ji destê me bê, em ê pêk bînin û gelek xebatên me yên perwerdeyê tên meşandin. Divê em di her warî de zimanê kurdî bi pêş bixin.”
Leman Elmas îşaret pê kir ku piştî Koronavîrus (Covid-19) li tevahiya cîhanê belav bû, bandoreke neyînî li ser kar û xebatên wan jî çêbû û wiha got: “Me di serî de bi xwendekarên xwe yên saziyê re dest bi dersên online kir. Piştre me xwest em bigihêjin gelê xwe ku daxwaza wan a hînbûna nivîs û xwendina kurdî heye. Her wiha me dest bi xebatê kir û di rojekê de ji hezarî zêdetir kesan serlêdan kir. Niha halê hazir, bi 2 zaravayên kurdî (kurmancî 903 xwendekar û kirmanckî 145 xwendekar) dersên online tên dayîn.”
Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Leman Elmas wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêşerojê de em ê zaravayên din jî lê zêde bikin. Me dît ku daxwaz zêde ye. Ev ji bo me hêviyeke gelekî mezin e. Kurd dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Ji bo ku em vê daxwazê bi cih bînin, di pêşerojê de em ê bi awayekî sîstematîk dersên online bidomînin.” [1]