Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,687
Wêne
  124,531
Pirtûk PDF
  22,125
Faylên peywendîdar
  126,728
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
Di salvegera serxwebûnê de, Sûriye di bin mêtîngerî û dagirkeriyê de ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=Di salvegera serxwebûnê de, #Sûriye# di bin mêtîngerî û dagirkeriyê de ye..=KTML_End=

Tevî ku di ser avakirina Komara Sûriyê re 74 sal derbas bûn, yanî ev 74 sale leşkerên Fransî ji welat derketine jî, heta niha Sûriye di bin mêtîngerî û dagirkeriyê de ye. Gelo dê gelê Sûriyê di vê qonaxê de jî karibe dagirkeran ji axa xwe derxe ?
Di 17`ê Nîsana 1946`an mêtîngeriya Fransayê li Sûriyê bi dawî bû û Komara Sûriyê hat avakirin. Piştî 74 salan û piştî ku di Adara 2011`an de li Sûriyê şoreşeke ku banga azadiyê dike pêk hat û ji ber destwerdanên derve berê wê hat guhertin. Îro careke din Sûriyê di bin mêtîngerî û dagirkirina leşkerî de ye.
=KTML_Bold=DI SERDEMA OSMANIYAN DE SÛRIYE=KTML_End=
Piştî şerê Merc Dabiq yê li bakurê bajarê Helebê yê 24`ê Tebaxa 1516`an, Sûriye ket bin dagirkeriya Osmaniyan. Di destpêka sedsala 20`an û bi darbeya Komeleya Itîhad û Tereqî ya sultan Ebdulhemîd sala 1908`an ku siyaseteke şofînîst li dijî gelên herêmê yên ne Tirk meşand, serhildana gelan li dijî Osmaniyan dest pê kir.
Di sala 1916`an de Ereban şerê cîhanê yê yekemîn bi kar anî û bi serokatiya Şerîf Husên şoreşa mezin li dijî Osmaniyan dest pê kir. Şoreşê ji bajarê El-Hîcaz bi serkêşiya Şerîf Husên dest pê kir û hêzên Inglîstanê ku wê demê li Misirê bi cih dibûn, destek danê.
Osmaniyan hewl da bi hovîtiyê şoreşê têk bibin. Lewra di 6`ê Gulanê de bi dehan welatparêz û rewşenbîrên Sûriyê bi darve kirin. Lê belê şoreşa Erebî li dijî Osmaniyan bi ser ket û di sala 1918`an de hêzên Ereban û Inglîstanê derbasî bajarê Şamê bûn û dagirkeriya Osmaniyan a 400 salî ku gel bi xizantî, nezanbûn, paşketin û mirinê re rû bi rû hiştibû, bi dawî bû.
Di heman salê de (1918) gelê Sûriyê bi fermandariya şah Feysal ê yekemîn kurê Şerîf Husên, serxwebûna xwe ragihandin. Lê belê planên Brîtaniya û Frasa yên kevin ku vedigerin peymana Sayks-Peko ya veşartî (1916) hebûn. Li gorî vê peymanê Sûriyê ji bo Fransayê hatibû dayîn, ku beriya wê jî sala 1915`an hêzên Fransayê li girava Erwadê bi cih bibûn.
Di sala 1920`an de jêneralê Fransî Henry Gouraud gef li şah Feysal kir ku welêt radest bike û artêşa Sûriyê ji hev bixe, her wiha tu operasyonan li dijî arêtşa Fransayê nede meşandin. Ji ber vê yekê şah Feysal reviya Iraqê.
Lê belê gelê Sûriyê bi fermandariya wezîrê şer û feremandarê Kurd Yosif El-Ezma, ev gef red kirin û piştî ku artêşa Sûriyê ji hev hat xisitin. Yosif El-Ezma roja 24`ê Tîrmeha 1920`an fermandariya 3 hezar leşkerên xwebeş kir û berê xwe dan Meyselûnê û bi artêşa Fransayê re ku ji 9 hezar leşkerî pêk dihat şer dest pê kir. Di wî şerî de Yosif El-Ezma şehîd bû û hêzên Fransayê ketin Şamê.
=KTML_Bold=SÛRIYE KET BIN MÊTÎNGERIYÊ Û HIKUKET HAT GUHERTIN=KTML_End=
Piştî şerê Meyselûnê, jêneral Gouraud di 3`ê Îlona 1920`an de sîtema hikum li Sûriyê ji sîstema şahan veguherand sîstemek ku dişibe fedrasyonê. Li gorî Sûriyê hat parçekirin û dewletên Şam, Heleb û Lubnana mezin, du herêmên ku rêveberiya xweser bi dest xistin (Çiyayê Elewiyan û Çiyayê Diruzan) û du wîlayetên (Eskenderon û Dêrazor) ku girêdayî dewleta Helebê bûn. Lê belê di aliyê rêveberiyê û aboriyê de serbixwe bûn, hatin avakirin.
Di 8`ê Hezîrana 1922`an de, Gouraud Yekitiya Sûriyê ava kir ku ji dewletên Şam û Helebê û herêma Çiyayê Elewiya pêk dihat û herêma Çiyayê Diruzan li derveyî yekitiyê hat hiştin.
Di 29`ê Îlona 1923`an de, Rêxistina Netewan (beriya ku bibe Neteweyên Yekbûyî) sîstema mêtîngeriyê ku di 24`ê Tîrmeha 1922`an de li Londonê derketibû, ferz kir. Bi vê yekê astengiyên li pêşiya serweriya Fransayê li Sûriyê, ji holê rakir.
Li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî, mêtîngerî maf dide dewletekê ku alîkariya dewleteke lawaz û paşketî bike da ku bi pêş keve û li ser rêveberiyê bê perwerdekirin û bibe dewleteke serbixwe ku xwe bi xwe bi rêve bibe.
Di 19`ê Nîsana 1923`an de, jêneral Gouraud ji peywira wî ya li Beyrûdê hat xistin û jêneral Wigan li şûna wî hat erkdarkirin. Wigan di 5`ê Kanûna 1924`an de, Yekitiya Sûriyê bi dawî kir û li şûna wê dewleta Sûriyê ku ji Şam, Heleb, Dêrazor, Humis, Hema, Dera û paytext Şamê pêk tê, ava kir. Her wiha her du herêmên Çiyayê Diruzan û Çiyayê Elewiyan li derveyî dewletê hiştin û herêma Çiyayê Elewiya veguherand dewleteke serbixwe.
Di 12`ê Sibata 1928`an de, şandeyê Fransa Henry Bonsu soza avakirina hikumetekê ku çavdêriya hilbijartinên Komeleya Damizrêner ( ku ji bo avakirina destûrê welêt hatibû erkdarkirin) da Şêx Tac El-Dîn Husnî. Hilbijartin di 24`ê Nîsana 1928`an de pêk hatin û komeleyê destûrek ji 115 madeyan danî ku serxwebûna Sûriyê û sîstemeke parlamanê ya neteweyî û komarî, qebûl dike. Bi erêkirina vê yekê êdî serdema mêtîngeriya Fransayê ya yekser ber bi dawiyê ve çû û rê li pêşiya derketina saziyên destûrê yên neteweyên ên dewleta Sûriyê, vekir.
=KTML_Bold=ŞOREŞÊN SÛRIYÊ Û TAYBETMENDIYÊN WAN=KTML_End=
Bi destpêka gihiştina hêzên Fransayê ji beravên Sûriyê re, gelê Sûriyê li dijî wan li her derê dest bi serhildanan kir. Ji şoreşa beravên Sûriyê bi fermandariya Şêx Salih El-Elî û şoreşa fermandarê Kurd Ibrahîm Henano (ku ji gundê Kefir Texarîm yê gundewarên Helebê ye) ku bi Şoreşa Bakur (Şemal) a Çiyayê Zewiya dihat naskirin bigire û heta şoreşa Yosif Sadûn li eniyên Entakiya, şoreşa Mehmûd El-Faûr li deşta Hûlê û şoreşa Denadişê li Tilkelexê. Ev şoreş hemû di navbera salên 1919`an û 1922`an de, pêk hatin.
Piştî wê qonaxê pêleke din a şoreşan; şoreşa Çiyayê Ereban, şoreşa Şamê û Xûtayên rojhilat û rojava û şoreşa Humis û Hemayê, dest pê kir. Piraniya şoreşên din ên Sûriyê di sala 1925`an de destpê kirin û dawiya sala 1927`an bi dawî bûn.
Tiştê balkêş ew e ku hemû gel û olên li Sûriyê beşdarî van şoreşan bûn, ji şerê Bînador (gundekî girêdayî Tirbespiyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê) bigire û heta bajarokê Mecdel Şemis ê li başûr rojhilatê Sûriyê, Harim li bakurê welêt û heta gundên li ser sînorê bi Urdunê re ji aliyê başûr ve û ji Tartûsê ya rojava heta El-Bokemal yê rojhilatê Sûriyê.
Têkiliya yekser di navbera hemû eniyên şoreşan de hebû û alîkarî didan hev. Lê belê her şoreşek xwedî taybetmendiyek bû. Mînak; di şerê Bînadorê de Kurd û Erebên herêmê beşdarê bûn. Her wiha ne tenê Elewî beşdarî şoreşa Şêx Salih El-Elî bûn, lê belê Sunî jî bi hejmareke mezin beşdar bûn.
Ibrahîm Henano yê Kurd (ku ji gundê Kefer Texarîm ê gundewarên Helebê ye) fermandariya Şoreşa Bakur (Şemal) kir û li dijî hêzên Fransayê, Kurd û Ereb bi rêve dibirin.
Di vê der barê de, lêkolînerê siyasî û civakî Yehya Ebû Raid ji ANHA`yê re got: “Dema şoreşa mezin a Sûriyê li Çiyayê Diruzan dest pê kir, şêniyên Humis, Hema û Helebê alîgirên Sultan Başa Etraş (fermandarê şoreşê), bûn. Her wiha piraniya fermandarên şoreşê wekî Ebdulrehman Şehbender, Adil Erselan, Reşîd Talîi û gelekên din, ji derveyî herêma Çiyayê Diruzan bûn.
Gelên Sûriyê yek dest bûn. Dema ku hêzên Fransayê dor li Ibrahîm Henano teng kir, Ibrahîm xwe spart çiyayan.
=KTML_Bold=`JI DÎROKÊ DEST TÊN GIRTIN`=KTML_End=
Gelên Sûriyê bi derfetên xwe û çekên sivik li dijî artêşa Fransayê ku xwedî tank û balafiran bû, bi şoreşê rabûn. Mustafa Kemal Ataturk hewl da ku van şorşan ji bo berjewendiya Tirkiyê li dijî Fransayê bi kar bîne û piştgirî da Şoreşa Bakur ya bi fermandariya Ibrahîm Henano, ji ber ku di aliyê cografî de ya herî nêzîk bû.
Lê belê piştî ku Ataturk peymana Enqerayê sala 1921`an bi Fransayê re îmze kir, piştgiriya xwe ji bo şoreşgeran rawestand. Lewra şoreşger di sêgoşeya Heleb, Hema, Idlib de hatin dorpêçkirin û bi hêsanî ketin destê hêzên Fransayê. Li hemberî wê yekê, Tirkiyê wîlayeta Eskenderon bi dest xist û piştî çend salan ji erdên Sûriyê veqetand. Tevî ku 100 sal di ser wê yekê re derbas bûn jî, lê belê şert û mercên wê demê dişibin şertên ku niha herêm tê re derbas dibe.
=KTML_Bold=DERKETINA FRANSA JI SÛRIYÊ=KTML_End=
Tevî ku şoreşên çekdarî di sala 1928`an de bi dawî bûn jî, lê belê têkoşîna gelên Sûriyê di aliyê siyasî de ji bo bidestxistina serxwebûnê, dewam kir û Komeleya Damizrêner hat avakirin. Rûniştina yekê ya komeleyê sala 1928`an bi serokatiya Haşim Etasî pêk hat û komîteya bi serokatiya têkoşer Ibrahîm Henano, destûr pêşniyar kir. Destûr ji 115 madeya pêk dihat ku ya sereke Sûriyê wekî yek dewleteke ku nayê parçekirin û sîstema hikumê ya komarê û parlamanê be, qebûl kir. Lê belê Fransayê bendên destûrê pêk neanî û tevî ku gelek caran bi nûnerên gel re li hev kir jî, lê belê pêkanîna peymanan dereng dixist.
Şerê cîhanê yê duyemîn jî bandoreke mezin li Sûriyê kir. Bi nêzîkbûna bidawîbûna vê şerî re, Fransayê hewl da ku serweriya xwe li Sûriyê vegerîne. Lewra li seranserê welêt xwepêşandan pêk hatin û Fransayê li dijî sivîlan hêz û komkujî pêk anî. Piştî wê yekê, pêşketina geşedanan dewam kir û piştî têkoşîneke demdirêj a gelên Sûriyê û fedekariyên mezin, di 17`ê Nîsana 1946`an de leşkerê dawî yê Fransayê ji Sûriyê hat derxistin û ev roj wekî roja serxwebûnê hat bi navkirin.
=KTML_Bold=PARTIYA BAASÊ TEVNA NETEWEYÎ JI HEV XIST=KTML_End=
Piştî serxwebûna Sûriyê, pêşketineke bi hêz li welêt rû da. Lê belê piştre bêistîqrarbûneke siyasî hat jiyîn, ku hişt gelek darbeyên leşkerî yên ji Adara 1949`an de û heta 1954`an, pêk bên. Di 1958`an de jî, yekitiya Sûriyê û Misirê bi navê Komara Yekbûyî pêk hat. Lê belê vê tecrûbeyê dewam nekir û li dijî wê darbeyeke leşkerî di 28`an Îlona 1961`an de, pêk hat.
Di 8`ê Adara 1963`an de, partiya Baasê darbeyeke leşkerî pêk anî û rêveberiya welêt bi dest xist ku heta niha jî li ser hikumê ye. Bi wê yekê re, qonaxeke bi azar ji bo gelê Sûriyê dest pê kir. Li dijî gel siyasetên cudakirinê û nîjadperestiyê hatin meşandin û leşkeran, hêzên ewlehiyê û îstixbaratê dest bi talanê kirin. Gelê herî zêde ku ji ber partiya Baasê azar kişand, gelê Kurd bû, ji ber ku ji mafê welatîbûyînê û nasnameyê, mafên çandî, siyasî û aboriyê hat mehrûmkirin.
Di vê der barê de, lêkolînerê siyasî û civakî Yehya Ebû Raid ku ji bajarê Siwêda ye dibîne ku Sûriyê wekî malekê bû û tu cudahiyên li ser esasê ol, eşîrtiyê û qebîleyan tune bû. Lê belê di serdema partiya Baasê de, ev yek derket holê.
Ebû Raid axaftina xwe wiha dewam kir: Dema ku partiya Baasê hat ser hikumê, tevna neteweyî li Sûriyê ji hev xist û sînat û çandinî sînordar kir. Her wiha cotkar kirin ber destê bazirganan û ji sala 1970`ê de Sûriyê veguherand dewleteke mezhebî. Ji ber ku partiya Baasê hemû projeyên siyasî têk bir û malbata wan dest danî ser xêr û bêrên gel. Ebû Raid serdema hikumê partiya Baasê bi serdema herî xirab bi nav kir.
=KTML_Bold=MÊTÎNGERÎ Û DAGIRKERÎ=KTML_End=
Ji ber zordarî û zulma hêzên serwer li dijî gelên herêmê, ji destpêka 2011`an de Buhara Gelan ji Tunisê dest pê kir û derbasî Misir, Yemen û Lîbyayê bû. Li Sûriyê jî şoreşê dest pê kir, lê belê ji ber destwerdanên derve berê şoreşê hat guhertin û veguherî aloziyê.
Piştî ku di ser şoreşa 15`ê Adara 2011`an re 9 sal derbas bûn, Sûriyê ket bin mêtîngeriya Rûsya û Îranê (tevî ku nehatiye ragihandin jî) ku her du welatên navborî dest li aloziya Sûriyê werdan û piştgirî dan hikumeta partiya Baasê. Her wiha dest li biryarên hikumetê û artêşê jî werdan, nuqteyên leşkerî bi dest xistin û peymanên leşkerî û aborî ku hegemoniya wan li Sûriyê heta bi dehan salan misoger bike, îmze kirin.
Amerîkayê jî hebûna DAIŞ`ê li Sûriyê bi kar anî û tevî derdorê 70 welatên din destwerdan kir. Her wiha baregehên leşkerî li gelek deverên li rojhilatê Sûriyê, ava kir.
Her wiha Sûriyê ket bin dagirkeriya leşkerî ya Tirkiyê ku ji bo piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet Nusra û komên din ên çete destwerdan kir. Piştî peymanên bi Rûsya û Îranê re, dewleta Tirk di 24`ê Tebaxa 2016`an de bajarên Cerabilus, Bab û Ezaz dagir kir û di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kir. Her wiha di 9`ê Cotmeha 2019`an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Niha jî piştî ku zêdetirî 10 hezar leşker û derdorê 6 hezar erebeyên leşkerî derbasê kir, parçeyên mezin ji parêzgeha Idlibê dagir dike.
Piştî 74 salan ji derxistina hêzên Fransayê ji axa Sûriyê, pêwîstiya gelê Sûriyê bi yekitiyeke niştîmanî wekî ya dema mêtîngeriya Fransayê heye, da ku bibin yek û li dijî dagirker û mêtîngeran bisekinin û ji nû ve Sûriyeke ku hemû gelên Sûriyê digire nava xwe û bê cudahî mafên wan diparêze, ava bikin.
=KTML_Bold=RÊVEBERIYA XWESER RÊYA RIZGARIYA SÛRIYÊ YE=KTML_End=
Bi destpêkirina aloziyê re û di mercên ku Sûriyê tê re derbas bûye, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya niştîmanî pêk anîn û rêveberiyeke siyasî ku her kesî digire nava xwe ji herêmê re ava kir. Her wiha hêzek leşkerî bi beşdarbûna hemû gelê herêmê ava kir û şerê DAIŞ`ê ku li ser Sûriyê û tevahî gelên cîhanê gef bû, meşand. Ji ber ku vê rêveberiyê li dijî mêtînger û dagirkeran li ber xwe da, her tima dihat hedefgirtin.
Lêkolînerê siyasî û civakî yê Sûriyê Yehya Ebû Raid serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku rewşê ji nêz ve bişopîne û tecrûbeya Rêveberiya Xweser a gelên herêmê, bibîne.
Di vê der barê de, Ebû Raid wiha dibêje: Bi baweriya min, tecrûbeya Rêveberiya Xweser tenkane rê ye ji bo rizgarkirina axa mayî ji Sûriyê. Lewra divê li ser yekitiya gelê Sûriyê bê xebitandin.
Ebû Raid destnîşan kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser li bajarê Siwêdayê jî pêk hat û diyar kir ku gelê Siwêdayê hewl dide ku tecrûbeya xwe ya Rêveberiya Xweser berfireh bike û ji pêşketinên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê, sûd bigire.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 813 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
Gotarên Girêdayî: 44
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-04-2020 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 813 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.641 çirke!