Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,956
Wêne
  124,048
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,818
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Kî yekpariya axê diparêze? Rûsya, rejîm û Rêveberiya Xweser çi dibêjin?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kî yekpariya axê diparêze? Rûsya, rejîm û #Rêveberiya Xweser# çi dibêjin?
HÊVÎ HESEN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji sala 2011'an heta niha di her firsendê de di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser 3 xalan:
*Yekpariya axa Sûriyê
*Dîyaloga bi rêveberiya navendî re
*Parastina Rêveberiya Xweser anku statuya zagonî û destûrî
Ji bo van daxwazan lêgerîna modelên cuda hebe jî, di daxuyaniyên Rêveberiya Xweser de xisûsa ku model bi diyalog û hevdîtinên hevpar bê diyarkirin, bû. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di pêvajoya 9 salan de li dijî DAIŞ û çeteyên din şerekî mezin meşand û di şer de bi tenê hat hiştin; di pêvajoyên siyasî yên wekî Cinêv û Astana yên pêşeroja welatê wan diyar dikin de li derve hatin hiştin.
Herî dawî di Komîteya Destûrê de ku li Cinêvê hat avakirin, dîsa vîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehat dîtin û xuyakirin.
Li aliyê din jî di êrişa 2018’an de Efrîn û di êrişa 9'ê Cotmehê de Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin.
Tevgera dagirkeriyê, di mutabaqata 22'yê Cotmehê de ku Rûsyayê bi Tirkiyê re îmze kir, li ser bingeheke rewa bi rejîma Sûriyê jî da qebûlkirin.
Li herêmê dema ev geşedan bi pêş diketin, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rojên borî daxuyaniyek da. Lavrov got “Divê Kurdên Sûriyê di diyalogên siyasî yên van welatan de cihe xwe bigirin. Lê divê hevgirtî be.
Lavrov dîsa di axaftina xwe de wiha got: “DYA dixwaze bi Kurdan dewletek cuda bide avakirin.
Girîng e ku bê zanîn hevgirtina ‘yekparetiya axa Sûriyê' ya ku ji aliyê kê ve tê parastin û hin daxuyaniyên ku hev nagirin ên dixwazin Kurdan li derveyî hevsengiyê bihêlin, hene.
Ji êrişên dagirkeriyê yên di 9'ê Cotmehê de dest pê kir û heta niha, em hinekî berê xwe bidin daxuyaniyên rejîm-Rûsya û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Daxuyaniyên dijber
Di 9'ê Cotmehê roja êrişên dagirkeriyê dest pê kir de, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov axivî û got: “Divê hemû pirsgirêkên Bakurê Sûriyê bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Lavrov diyar kir ku Rûsya ji bo çareseriyê bi Şam û Kurdan re ketiye nava temasê. Rûsya navbeynkariya vê yekê dike.
Di 14'e Cotmehê de endamê Lijneya Rêveber TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku di destpêka lihevkirina bi hikumeta Sûriyê re de ne û artêşa Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriyê dê tenê li ser xeta sînor bi cih bibe.
Di 17'ê Cotmehê de serokkomarê Sûriyê Beşar ji ajansa SANA re axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk ên rejîma Erdogan ku li dijî welatê me dane destpêkirin, li gel hemû şîarên derewkar, îhlal û dagirkeriya eşkere û li pêş çavan e.”
'Mutabaqata Soçiyê'
Di 22'yê Cotmehê de di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de li ser 10 xalan ‘mutabaqat’ hat îmzekirin û ‘peymana agirbestê' hat erêkirin. Rûsyayê, li gorî daxwazên dewleta Tirk, biryara daxwaza ku Kurd axa xwe terk bikin û 35 km ji sînor dûr bikevin, da.
Di 24'ê Cotmehê de Endamê Lijneya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, “Em zarokên vê axê ne. Em ji Sûriyê ne û yekparetiya axa xwe diparêzin. Eger rejîma Sûriyê yekparetiya axa xwe neparêze, divê bi me re ji diyalogê re vekirî be.
Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî mutabaqata di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de di 24'ê Cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku ew hin xalên ‘mutabaqatê' yên qebûl nakin hene û li ser vê mijarê bi Rûsyayê re axivîne.
Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî, bi wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov re hevdîtin kir.
Di 29'ê Cotmehê de wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu daxuyanî da û diyar kir ku li gorî mutabaqata Tirk-Rûs a Soçiyê, wan xebatên derxistina derveyî sînorê Herêma Ewle ya hêzên QSD'ê temam kiriye.
Wezareta Parastinê ya Sûriyê di 30'ê Cotmehê de bang li QSD û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got “Tev li refên artêşa Sûriyê bibin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya QSD'ê jî bersîv da û got: “Ev rêbaz xizmeta çareseriya siyasî nake. Dijberî vê yekê dê krîzê kûr bike. Divê ne endamên me, Fermandariya QSD'ê ku bi niyeta diyalogê deriyê xwe vedike, rasterast muxatab bê girtin.
Beşar Esad, di televîzyona El-Îhbariye ya dewletê de got dewleta Tirk û Erdogan 'diz' e. Esad parast ku mutabaqata di navbera Rûsya û dewleta Tirk a li ser dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ‘demkî' ye.
Esad der barê Kurdan de jî got: “Dewleta Sûriyê dê dîsa vegere axa ku niha di kontrola Kurdan de ye. Armanca me ya dawî dîsa sînorê Sûriyê yên berî sala 2011'an e ku em hemû axê kontrol bikin.
Rayedarên Rêveberiya Xweser jî diyar dikin ku daxuyaniyên rejîma Sûriyê û Rûsyayê hev nagirin û tu projeyên Sûriyê yên der barê pêşerojê de tune ne.
Esad li şûna dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdan tawanbar dike
Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esad ku gotûbejek dirêj da Russia Todayê; dagirkirina dewleta Tirk a axa Sûriyê û parçekirina axa Sûriyê paşguh kir û PYD û Kurd tawanbar kirin.
Esad li aliyê din dîsa got: “Hikumeta Sûriyê, herêmên ku berê di kontrola Kurdan de bûn, armanc dike ku dîsa serweriyek tam lê ava bike.
Meclisa Giştî ya PYD'ê jî bersiv da daxuyaniya Esad ku Kurdan dike hedef û got: “Rejîma Sûriyê, hêj di hişmendiya ku welat di nava hêzên hegemon de parçe bike û gelên Sûriyê li çar parçeyên cîhanê belav bike de, israr dike.
PYD'ê xwest hikumeta Sûriye bi wan re diyalogê bi pêş bixe.
Daxuyaniya herî dawî ya PYD’ê, di rastiya xwe de ji destpêka şerê li Sûriyê de helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 'rêya sêyemîn' esas digire, bi awayekî pir zelal îfade kir.
Peyama Ocalan
Dîsa rêber Abdullah Ocalan, di 2'yê Gulanê de dema bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, ev peyam dabû:
“Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke dan û standinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer.
Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecih a bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyê jî bên dîtin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 279 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-11-2019 (6 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 31-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 31-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 279 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.704 çirke!