Bi şerê navxweyî li #Sûriyê# , armanc û niyeta hêzên hegemon çi ne?
Di nirxandina der barê êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yek ji xetereya herî mezin ew e ku, ev nirxandin bi awayekî demkî an jî bêyî lêhûrbûnek li gorî danûstandinên stratejîk were kirin.
Bi şerê navxweyî li Sûriyê, armanc û niyeta hêzên hegemon çi ne?
Heqîqeta ku îro derketiye holê; bi erêkirina hêzên hegemon û Amerîkayê, dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrîşên xwe yên dagirker kir.
Piştî ku êrişan dest pê kir, lihevkirina agirbestê ya di navbera Amerîka û dewleta Tirk de û lihevkirina li Sochiyê ya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de jî pêk hatiye, vê yekê piştrast dike.
Li aliyê dinê jî helwesta nerm ya NATO'yê ya li hemberî dewleta Tirk, daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî ku planên Tirkiye yên weke guhertina demografîk erê dike, eşkere dikin ku hemû hevparên vê hevpeymanê ne.
Wê demê bi vî şerê navxweyî ku li Sûriyê pêk anîne re, armanc û niyeta hêzên hegemon çi ye?
Niha jî ber bi şerê parvekirinê ve diçin û bi vê yekê dixwazin çi bikin?
Ji bo DYA’yê bi şêwazê hegemonîk ji nû ve Rojhilata Navîn sazûmankirin ku xaleke sereke ya ku nebe, nabe ye.
Di vê çarçovê de gelekî eşkere ye ku çawa û ji aliyê kê ve pêşbikeve bila bibe, ev hegomonya nû dixwazin li ser Rojhilata Navîn saz bikin.
Ji bo ku DYA’yê xwe li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn mayînde bike, destpêkê dixwaze xwe bîne rewşek ku ‘pêdivî’ pê hebe. Ji ber vê jî di qadên leşkerî û aborî de aloziyên mezin ava dikin. Hemû bûyerên ku îro li Sûriyê rû didin, encamên vê ne.
Di vê planê de, hêzên weke Îran, Iraq, Tirk, Sûriyê û polîtîkaya wan a statokuparêz a sedsalên derbasbûyî ji bo DYA'yê asteng e. Piştî destwerdana Iraqê, ev alozî û bûyerên ku li Sûriyê rû didin, ji bo ku DYA’yê armanca xwe ya hilweşîna rejîmê pêk bîne bes e.
Dibe ku DYA’yê piştî ku ev qonaxa ku statukoparêzên herêmê hemû gihaştine, armanca wê Îran be. Ji ber vê yekê dixwaze Sûriyê û Tirkiyê jî bikşîne nav vê rewşa şer û dest bi amadekariyên destwerdana Îranê bike.
Weke ku di dîrokê de jî tim dubare bûye, careke din nîşan dide ku di vê planê de kurdan hesab nakin û li ber çavan nagirin. Di vê rewşa şer de, dibe ku hêzên din jî di vê çarçoveyê de bi kar bîne.
Şerê Suriyê ji bo Rûsya rêya Rojhilata Navîn vedike
Rûsya jî li herêmê siyaseteke kûr ku pişta xwe bide paradigmayeke bihêz nameşîne.
Lê ji bo xewna Rûsan a 2 sedsalan ku dixwazin ber bi Rojhilata Navîn ve biçin, şerê navxweyî yê Sûriyê bingeheke xurt ava dike. Rûsya ji hemû hilweşînên bi navê DYA’yê li herêmê tên kirin ji sûdwergirtinê paşde namîne.
Tevî ku Amerîka ji bo ku li herêmê bimîne ewqas alozî û hilweşandinê diafirîne, Rûsya ji vê rewşa aloz sûdê werdigire û dixwaze li qada Rojhilata Navîn hêza xwe nîşan bide.
Rûsya ya ku dixwaze li herêmê hêz û hebûna xwe diyar bike, hemû hêzên herêmê li dora xwe dicivîne.
Eger Rûsya karibe hemû hêzên Rojhilata Navîn ku DYA’yê di bin navê helwesta li dijî Îranê de ji çav derxistiye û li hemberî wan sekiniye bikşîne aliyê xwe û di bin sîwana stratejiyekê de bicivîne, dikare li herêmê bibe hêzeke herî girîng.
Îran dixwaze DYA sînordar bike
Piştî planên Amerîka û Rûsyayê hêviya Îranê ku dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêzeke hegomon lewaz bûye, lê belê pêvajoyekê ku li herêmê beyî Rûsya û Amerîka pêş bikeve wê vê hêviya wê ji nû ve zindî bike.
Ji bo Îranê ku dixwaze bersivê bide tehdîda Amerîkayê û Îsraîlê, armanca sereke ew e ku qadên ku Amerîka dixwaze xwe lê bi hêz bike, sînordar dike.
Îran ku li her herêma Rojhilata Navîn dikare li Amerîkayê bixe û dixwaze ji vê sûdê werbigire. Ji bo Îranê ev weke stratejiyeke parastinê ye.
Xewna Osmaniya nû
Tirkiye ya dibin rêveberiya AKP’ê de, bi hêviya ku li herêmê serokatiya xeta rojavayî bike, ber bi xewna xwe ya Rojhilata Navîn ve gav avêt. Armanc Osmaniya nû ye. Tirkiyê weke hemû hemleyên xwe yên hem li hundir, hem jî li derve, ji ber polîtîkaya xwe ya înkarkirina kurdan, winda dike. Bi hemû welatên ku xeyal dikir serokatiya wan bike re, kete rewşeke ku dijminahiya wan bike.
DYA û Ewropa di çarçoveya plana destwernada Îranê û Rojhilata Navîn de dixwazin Tirkiyê bi kar bînin û ji ber vê yekê çavê xwe lê digirin û temenê wê dirêj dikin.
Tirkiyê, hemû gavên ku li herêmê li gorî berjewendî an jî dijberiya kurdan dide ber hev û li gorî vê biryara xwe dide. Lê ev diminahî û çavsoriya li hember kurdan dewleta tirk dike amûrekî bi karanînê. Hêzên derve jî vê nêzîkatiya dewleta Tirk dikarin li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.
Iraq; Şerê mezheb û netewan
Iraqa ku di sedsala 20'emîn de weke labûratoareke dewleta netew hate plankirin, 25 sal in bi aloziyê re rû bi rû ye. Hêzên hegomon li cihê dewleta ku hilweşandine nikarîbûn dewleteke nû ava bikin û ev der bû qadake ku gel û mezheban şer bikin û bikevin qirika hev.
Li gorî xwepêşandanên ku niha dewam dikin, xuya ye ku di demeke nêzîk de dixwazin vî welatî di bin navê îstîqrarê de veguherînîn welatekî netew-dewlet a hişk. Eşkere ye ku krîza niha li Iraqê rû dide, di dema pêş de kûr bibe û weke amadekariyek ji bo destwerdana Îranê were bikaranîn.
Bees dixwaze xwe ji nû ve zindî bike
Sûriyê jî weke Misrê xwe weke xwediyê mîrasekî dîrokî ya Rojhilata Navîn dibîne. Sûriyê ku di vê çarçovê de berê pozisyon girtiye, bi helwesta xwe ya li hemberî Îsraîlê dihêlê ku di cîhana misilmanan de rol bigire. Lê ji ber bûyerên nû li herêmê rû didin, Sûriyê bi rejîma xwe ku di bin xetereyê de ye mijûl e.
Piştî xwepêşandanên gel ku bi Bihara Ereban pêş ketin, bi tevahî teslîmî Rûsyayê bûye. Sûriyê ya ku niha xetereya hilweşîna rejîmê derbas kiriye, dixwaze rejîma xwe ji nû ve rewa bike û bûyerên dawî yên li herêmê ji bo rêjîma Sûrî hêvî û derfetên nû derdixînin holê.
Lê belê wer xuya dike ku piştî hilweşandina rejîma Îranê, hewldanên rejîma Sûriyê ku dixwaze birînên xwe bipêçe, wê zêde encam negire.
Dibe ku ev rewş hilweşandina rejîma Sûriye bi xwe re bîne û ji ber vê yekê Esed heta ku ji destê wî tê piştgirî dide îtîfaqa Sûriyê, Rûsya, Îran û Çînê.
[1]