Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,094
Wêne
  123,313
Pirtûk PDF
  22,022
Faylên peywendîdar
  124,439
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Bi berxwedan û birêxistinbûnê nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin - 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bi berxwedan û birêxistinbûnê nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin - 4
Kurtelêkolîn

Bi berxwedan û birêxistinbûnê nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin - 4
Kurtelêkolîn

Bi berxwedan û birêxistinbûnê nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin - 4
CAFER CAFO - FÎDAN EBDELA / EFRÎN

Welatiyên #Efrînê# , şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di pêvajoya berxwedana Efrînê de têkoşîn û berxwedaneke bêhempa nîşan da, mêtingerî û dagirkeriya Tirkiyê nepejirandin û rêya berxwedanê hilbijart. Li her devereke kantona Şehbayê xwe bi rêxistin kirin, nexşeya rizgarkirina Efrînê saz dikin, di hundirê Efrînê de jî berxwedan dewam dike.
Piştî ku komploya navdewletî ya li dijî gelê Efrînê dest pê kir, balafirên Tirkiyê mirov û dar û ber dane ber topan, cîhan jî bê deng ma. Rêveberiya Xweser û welatiyên Efrînê biryara derketina ji Efrînê dan û berê xwe dane kantona Şehbayê û li wir berxwedana rizgarkirina Efrînê dewam kirin.
Roja 18`ê Adara 2018`an ji bo welatiyên Efrînê ne rojeke ji rêzê bû, wê rojê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê gihîşt derdora navenda bajarê Efrînê, êrîşên xwe zêde kirin, deverên sivîlan bombebaran kirin û komkujî pêk anîn. Lewma welatiyan biryara derketinê da û li şûna ku di bin nîrê dagirkeriyê de bijîn, rêya berxwedanê hilbijartin.
Welatiyan berê xwe da kantona Şehbayê ku devera herî nêzî Efrînê bû. Li wir awayên nû yên berxwedanê nîşan dan û pêvajoya duyemîn a Berxwedana Serdemê dest pê kir. Jixwe herêma Şehbayê ku bi salan di bin dagirkeriya komên çete yên girêdayî Tirkiyê de bû, ji aliyê hêzên şoreşger ve hatibû rizgarkirin.
Kampên bi navnîşanên xweragirî û berxwedanê
Di encama şerên bi salan li herêmên Şehbayê rû dan de, gelek gund û navçeyên wê hatin wêrankirin, binesaziya bajar hate hilweşandin û êdî mal bi kêr nedihatin ku lê bijîn.
Ev rewş li pêşiya berxwedan û xweragiriya welatiyên Efrînê nebû asteng. Rêveberiya Xweser bi hezaran kon peyda kirin û 3 kamp li Şehbayê ava kirin. Wek sembola berxwedanê welatiyan navên ‘Berxwedan, Efrîn û Serdem’ li kampan kirin. Her wiha piştî ku binpêkirinên çeteyan li dijî welatiyan zêde bûn, gelek welatiyên din derketin Şehbayê, lewma kampeke din bi navê ‘Veger’ li navçeya Şêrawa hate vekirin, hin malbat jî li kampa Şehbayê ya li gundê Keştear ê Şêrawa bi cih bûn.
Ji wêraniyê jiyanê diafirînin
Hejmara welatiyên ku derketin Şehbayê zêde bû, lê hejmara konan jî kêm bû. Lewma hin malbat li malên hilweşiyayî bi cih bûn, ji ber germa havînê gelek azar û nexweşî kişandin, niha jî li ber serma û baran û lehiyên zivistanê berxwedana xwe dewam dikin û naxwazin vegerin Efrîna dagirkirî.
Kon û kavilên malan ji bo zarokên Efrînê bûne dibistan
Tevî rewşa koçberiyê jî, lê zarokên Efrînê perwerdeya bi zimanê dayikê dewam dikin û xwe ji bo vegera Efrînê û vegera dibistanên xwe amade dikin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk 75 dibistan li kavilên malên rûxiyayî yan di bin konan de vekirin, nêzî 12 hezar xwendekarên seretayî, amadeyî û navîn yên Efrîn û Şehbayê li wan dibistanan dixwînin. Her wiha ji bo ku xwendekar bikarin xwendina xwe li zanîngehên herêmên Ferat û Cizîrê dewam bikin, derfet têne peydakirin.
Ji bo nexşeya rizgarkirina Efrînê gava yekemîn
Piştî ku 3 meh di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn, saziyên Rêveberiya Xweser ên kantona Efrînê `Konferansa Rizgarkirina Efrînê` li dar xist, konferans rojên 18-21`ê meha Hezîrana sala 2018`an bi beşdariya 250 endamên saziyan, rêxistinên siyasî û nûnerên hemû pêkhateyên civakî hate lidarxistin.
Di konferansê de kêmasî û şaşî hatin nirxandin, rêveberan xwe rexne kir û soza derbaskirina kêmasî û şaşîtiyan da, her wiha di mijara rêxistinî de pêşniyar û nêrînên beşdaran hatin guhdarkirin. Di encama konferansê de nexşerêya rizgarkirina Erfînê hate danîn. Bi dirûşmeya “Bi rihê şehîdên Berxwedana Serdemê em ji bo rizgarkirina Efrînê hemleya tolhildanê bilind bikin” biryar hate dayîn ku asta têkoşînê di hemû qadên siyasî, leşkerî, civakî, dîplomatîk de bilind bikin. Her wiha li ser şopa şehîdan serferberiya giştî hate ragihandin. Hate xwestin ku hemû pêkhateyên civakê di nava kar û xebatê de bin, di qadên herêmî û navdewletî de heta ku dagirkerên Tirk biqewitînin û Efrînê rizgar bikin.
Bi jiyana komînal asta berxwedanê bilind dikin
Welatiyên Efrînê li Şehbayê dest bi xwebirêxistinê kir, li hemû kampan, gund û navçeyan komîn ava kirin. Nêzî 133 komîn hatin avakirin, ji wan 21 li navçeya Ehdas, 18 li navçeya Fafîn, 26 li navçeya Ehres, 14 li navçeya Til Rifet, 13 li navçeya Şêrawa û li kampan jî 14 komîn hatin avakirin, her wiha meclisên navçe û kantonan jî hatin damezirandin.
Hevserokê meclisa kantona Efrînê Mihemed Naso di vê derbarê de wiha axivî: “Di encama komploya navdewletî de welatiyên Efrînê gelek êş kişandin, lê yekitî û berxwedana wan di pêvajoya 58 rojan de bû bersiveke dîrokî û dê di bîra cîhan û mirovahiyê de bimîne.”
Naso da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi qasî derfetên xwe kamp ji welatiyan re vekirin, her wiha ji bo welatiyên ku di kavilên malan de dijîn, alîkariyên pêwîst pêşkêş kirin. Naso her wiha bal kişand ser bêxemiya saziyên cîhanî ku tu alîkarî nedan welatiyên Efrînê.
Ji bo berdewamkirina berxwedanê projeyên aborî
Yek ji pirsgirêkên li pêşiya welatiyên Efrînê yên li Şehbayê kêmbûna derfetên kar bû da ku karibin debara jiyana xwe bikin, lewma Komîteya Aboriyê hewl da pirsgirêka bêkariyê çareser bike. Piştî meha Gulana sala 2018`an Komîteya Aborî dest bi projeyên biçûk kir, alîkariya diravî da welatiyan da ku karibin hin projeyên biçûk çêkin û bi rê ve bibin. Welatiyan jî bi van diravan gelek kargeh vekirin û bi vî awayî rêjeya bêkariyê kêm bû.
Şervanên YPG`ê û YPJ`ê rojekê jî Efrîn berneda
Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê de, şervanên YPG`ê û YPJ`ê her roj li kantona Erfînê çalakiyan li dar dixin, di van çalakiyan de gelek çete û leşkerên dagirkeran hatine kuştin.
Li gorî bîlançoya ji aliyê YPG û YPJ`ê ve hatiye eşkerekirin, di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de ku ji roja 18`ê Adarê ve dest pê kiriye, 147 çalakiyên cuda hatine pêkanîn. Di van çalakiyan de 350 çete, 65 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, 171 çete û 18 leşker birîndar bûn, 36 erebeyên leşkerî û 3 motorsîklêt jî hatin rûxandin.
Der barê mijarê de berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel ê kantona Efrînê Birûsk Hesekê axivî. Birûsk Hesekê diyar kir ku biryara derketina ji Efrînê û çûna Şehbayê ji bo parastina sivîlan bû, dê Tirkiye li dijî sivîlan komkujî pêk anîbana.
Birûsk Hesekê diyar kir ku derketina ji Efrînê nayê wateya ku wan dest ji Efrînê berdaye û wiha got: “Hêzên me niha li her devereke Efrînê, li her navçeyê û li navenda Efrînê jî hene û çalakiyên me heta niha dewam dikin, ji ber ku em xwediyên vê axê ne û em xwedî maf in.”
Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel ê kantona Efrînê Birûsk Hesekê di dawiya axaftina xwe de soz da hemû şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû şehîdên azadiyê ku li ser şopa wan bin, heta rizgarkirina Efrînê û vegera welatiyan.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 518 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 22-03-2025
Gotarên Girêdayî: 60
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-01-2018 (7 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 22-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 518 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.375 çirke!