Hevparkirina sîstema #zanîngeh# an gava yekem a pêşxistina perwerdeya bilind e-HATE NÛKIRIN
Hevparkirina sîstema hemû zanîngehan û û akademiyan wekî gava yekem a pêşxistina pergala perwerdeya Saziya Bilind a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Li gel pêşketinên di aliyê rêveberinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesaxim piştî avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû sazî hewl didin sazûmaniya xwe li gorî van pêşketinan saz bike. Di aliyê perwerdeyê de jî bi taybet, di warê xwendina bilind û akademîk de pêwîstî bi qanûnên hevpar a zanîngeh û akademiyan hate dîtin.
Armanca konferansê
Konferans bi armanca hevparkirina qanûnan a hemû zanîngehan wekî gava yekem a pêşxistina pergala perwereya bilind li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna pergaleke hevpar a hemû zanîngeh û akademiyan hate lidarxisitn.
Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojên 19 û 20’ê Cotmeha 2018`ê bi dirûşmeya “Zanîngeh qada têgihiştina heqîqet û nasnameya civakî ye” hate lidarxistin. Konferans du rojan dom kir, mamosteyên ji zanîngehên Efrîn, Kobanê û Rojava, akademîsyen, xwendekar, rêveberên zanîngeh û akademiyan û gelek siyasetmedar û rewşenbîr tevlî bibûn.
Di konferansê de, nîqaşên derbarê çawayîna pêşxistina zanîngehan, pêşniyarên xurtkirina têkiliyên di navbera zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zanîngehên navneteweyî û herîmî de. Her wiha beşdarên konferansê pêşnûmeya sîstema rêveberiyê ya nû ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kirin.
Avakirina xwendekarekî rêxistinkirî armanca rêveberiya nû ye
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Reşîd diyar kir ku armanca konferansê rêxistinkirina hemû zanîngehên di bin banê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Reşîd da zanîn ku armanca sîstema rêveberî ya nû avakirina xwendekarekî rêxistinkirî û azad, da ku xwendekar karibe xebatên xwe di jiyana azad û demokratîk bide meşandin, bê ku tu astengî li pêşberî wî derkevin nexasim di rewşa ku Sûriyê û Bakurê Sûriyê têre derbas dibe.
Her wiha armanca sîstema rêveberiyê ya nû ew e ku bingehên kar û xebatên zanîngeh û peymangeh û saziyên perwerdeya bilind ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike, her wiha karûbarên navxweyî yên zanîngehan û mekanîzmeya pêkanîna biryaran û têkiliyên di navbera yekîne û saziyên zanîngehê de diyar dike.
Rêveberiya zanîngehê
Zanîngeh wekî rêzekê tê birêvebirin û ji meclis destpêk dike, piştre koordînasyon û piştre jî desteya rêveber a zanîngehê.
Meclisa Zanîngehê di aliyê rêveberiyê de, asta herî bilind a biryardayînê ye. Hemû pêkhateyên zanîngehê digire nava xwe û zanîngehê bi awayekî demokratîk birêve dibe. Ev meclîs ji du nûnerên xwendekar, hevserokatiya her fakulte, peymangeh û cigirên wan, nûnerên saziyên zanîngehê wekî “arşîva giştî, ragihandin û darayî” û hevserokên giştî yên zanîngehê û cigirên wan pêk tê.
Konferansa giştî her du salan tê lidarxistin
Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her du salan carekê tê lidarxistin. Meclisa zanîngehê di nava van salan de biryarên ku di konferansê de hatine girtin pêk tînin, her wiha pratîkkirina bername û sîstema rêveber a zanîngehên dişopîne û pêşnûme û pirsgirêkan pêşkêşî koordînasyonê dike, pilansaziya salane ya zanîngehan erê dike û desteya displînê hildbijêrê.
Di aliyê rêxistinî de jî meclis mehê carekê civîne xwe li dar dixe, tê de raporên mehane, xebatên hatin kirin dinirxîne û pilansaziyên demên pêş datîne. Di heman demê de jinên meclisê jî bi awayekî xweser mehê carekê civîna xwe li dar dixe û pilansaziya mehê datîne.
Li gel meclisa zanîngehê, koordînasyona giştî ya zanîngehê xebatên rêveberina zanîngehan piştî meclîsê dimeşe. koordînasyona giştî ya zanîngehê ji hevserokên zanîngehan û fakulete û peymangehan pêk tê.
Koordînasyona giştî mekanîzmeya pêkanîna biryar û pilansaziyan dişopîne
Koordînasyona giştî ya zanîngehê civînên heftane li dar dixe û mekanîzmeya pêkanîna biryar û pilansaziyên meclisê dişopîne. Her wiha pirsgirêkên girêdayî zanîngehê nîqaş dike û hewl dide çareseriyê peyda bike da ku asta perwerdeyê bilind bike. Di heman demê de, desteya akademî hildibêjre û dewreyên perwerdeyê yên navxweyî û mamosteyan û hemû xebatkarên zanîngehê vedike. koordînasyona giştî ya zanîngehê têkiliyên di navbera fakulteyan bi rêxistin dike û çalakiyên zanîngehan ji semîner û panel û hwd organîze dike. Her wiha koordînasyon hemû pêdiviyên darayî erê dike û pêşkêşî desteya rêveber dike.
destesa rêveber a zanîngehê piştî meclisa zanîngehê û koordînasyona giştî ya zanîngehê tê û zanîngehê birêve dibe. Desteya rêveber a zanîngehê ji hevserok û cigirên wan pêk tê. Desteya behsa mijarê, civînên meclis û koordînasyonê li dar dixe û bi navê meclis û koordînasyonê derbarê zanîngehan de daxuyaniyên fermî dide.
Desteya rêveber a zanîngehê berpirsyariya birêveberina zanîngehan hilgirtiye Mekanîzmeya pêkanîna biryarên koordîasyona giştî dişopîna û pêk tîne, her wiha xebatên komîteyên akademî dişopîne û pêşnûmeyên girêdayî vekirina şax û fakulteyan amade dike û pêşkêşî meclisê dike. Li aliyekî din jî desteya rêveber biryarên ji ailyê komîteya displîn ên der heqê rêveberî, mamoste û karmendên zanîngehê de erê dike û nêrînên endamên desteyê yên girêdayî qebûkirina mamosteyan li ber çavan derbas dike. Desteya rêveber li gorî pêşniyar û encamên desteya displîn a der heqê xwendikaran ku( ji zaîngehê were sekinandin) biryar dide û xabatên saziyên girêdayî xwe wekî Dîwan, arşîv, darayî û ragihandin dişopîne.
Fakulte
Fakulte jî ji xwe di çaroveya sîstema rêveberî ya nû de xwe birêxistin dike. Desteya rêveber a fakulteyê ji rêveberina hemû beş û buroyên fakulteyê re berpirsyar e. Desteya Rêveber a Fakulteyan ji hevserok, cigirên wan û berdevkên beşan pêk tê. Her fakulteyeke li gorî hewcedariyê û hejmara xwendekaran hejmara endamên xwe diyar dike.
Erkên desteya rêveber a fakulteyê; Deste xebatên xwe li gorî rêzikanemayê pêk tîne, erêkên wê, lidarxistina civînên heftana ji xwendar, mamoste û rêveberiya fakulteyê re, her wiha bi hevserokên fakulteyê re dicive da ku nêrîn û pêşniyarên wan guhdar bike û di civîna koordînasyonê de pêşkêş bike. Her wiha berpirsyariya amdekarina meteryalan û rêbazên dayînê girtiye ser xwe.
Desteya rêveber a fakulteyê pêwîstiya fakulteyê bi mamosteyan diyar dike û wekî pêşniyar pêşkêşî koordînasyona giştî dike. Di heman demê deste berpirsa sazî û buroyên fakulteyê wekî Buroya karûbarên xwendekaran, komîteya şopandina, rêveçûna perwerde, darayî, aşrîv. Desteya rêveber a fakulteyê biryarên girêdayî fakulte di civîna meclis, koordînasyona giştî dişopîna û pêk tîne û berpirsa bernameya salane ye û bi rêya du nûnerên her beşekî karê xwe birêve dibe.
Têkildarî rêxistina navxweyî ya her zanîngehê, pergala rêveberiyê ya nû sîstemek ji bo hemû beşên girêdayî zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kiriye, ku zanîngeh navxweyî rêxistina xwe saz bike. Di hundirê zanîngehê deDesteya akademiyan, desteya şopandina rêveçûna perwerdeyê, karûbarên xwendekaran, dîwan, arşîv, ragihandin, û darayî hene.
Desteya akademiyan
Desteya akademiyan, di her zanîngehekê de desteya akademiyan hene, ev deste ji kesên xwedî pispor di aliyê perwrdeyê de pêk tê. Desteya akademiyan ji amadekirina meteryalan û pêşxistin û şopandina wan berpirsyar e. Her wiha ji bo pêşxistina perwerdeyê lêkolîn dike. Her wiha deste daxwazên xwendekaran ên veguhstina di navbera zanîngehan de berçavan re derbas dike.
Desteya şopandinê
Desteya şopandinê, di bin banê her fakultê de pêkanîn û asta têgihandina meteryalên, sîstema nirxandinê ya perwerdê û rêbaz û şêwazê mamosteyan vedinêre.
Desteya karûbarên xwendekaran, erka vê saziyê, tomarkirina xwendekaran pêk tîne, dewama xwendekaran a perwerdê dişopîne û hişyariyên pêwîst di dema xwe de dike, ji bo her xwendekarekê/î dosye digre û encamên nirxandinê û hemû agahiyên xwendekar di vê dosyayê de tomar dike, ji ber pirsgirêkên ku xwendekar dijîn û pêwîstiyên wî/wê werin pêkanîn, şêwirmendiyê pêk tîne û li ser vî bingehî bi agahiya Desteya rêveberiya fakultê, bi saziyên têkildar re pêwendiyan çêdike.
Desteya Karûbarê Xwendekaran jî, di derbarê rewşa xwendekaran de rapor pêşkêşî rêveberiya fakultê dike.
Her fakulteyek arşîvê xwe yê taybet heye, lê arşîvê giştî yî zanîngehê heye û ew girêdayî desteya rêveberiyê ya zanîngehê ye. Arşîv, hemû agahiyên pêwîst ên xwendekaran û mamosteyan û hemû xebatkarên zanîngehê arşîv dike. Her wiha hemû belge, têpînî, belavok û pirtûkên ku ji zanîngehê derdikevin arşîv dike. Her wiha mehane raporê radestî rêveberiya zanîngehê dike.
Desteya ragihandinê erkên xwe; Kar û xebatên zanîngeh û fakulteyan, çalakî, daxuyanî û hwd diweşîne û dide weşandin, dezgehên ragihandinê, malper û torên medya civakî yê zanîngeh û fakulteyan çêdike û vedinêre. Pêwendiyê di navbera zanîngeh/fakulteyan û ragihandina giştî de çêdike.
Darayî (Maliye) jî; fonê hemû mamoste û xebatkarên zanîngehê û fakulteyan pêşwazî dike, pêwîstiya darayî ya hemû projeyên ku di bin banê zanîngeh û fakulteyan têne pêşxistin bi erêkirina desteya rêveberiyê pêşwazî dik, her wiha sîstema xwe ya arşîvê çêdike.
Saziyên darayî yên fakulteyan bi raporên xwe ve beşdarî civînên mehane yên Darayî Giştî dibin. Darayî ya giştî jî rapora xwe pêşkêşî civîna mehane ya meclisê dike, ji bo çavkaniyên darayî rast werin bikar anîn, ji pêwistiyan zêdetir neyê xerc kirin û ji diyarkirina polîtîkaya darayî berpirsiyar e.[1]