MSD û têkoşîna demokratîk a pêvajoya çareseriyê - 2
ROJ MÛSA - ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN
Di nava hemû alozî, tarîtî, kuştin û wêraniya li #Sûriye# yê de, damezirandina pergaleke siyasî û civakî ya mîna Meclisa Sûriya Demokratîk, pêngaveke dîrokî ya girîng bû, bi taybet ku di navê de hemû rengên civaka Sûriyeyê hene û xwediyê projeya çareserî û hêviyên pêkanîna jiyana azad û birûmet e.
Kongreya Dêrikê; yekemîn kongreya siyasî li herêmên rizgarkirî
Der barê Sûriyeyê de, hêzên herêmî û navneteweyî gelek civîn û kongre li dar dixistin, lê gelên Sûriyeyê, civaka di hundirê welat de bi giştî hatibû paşguhkirin. Kesên ku bi navê Sûriyan beşdarî van civînan dibûn jî li derveyî Sûriyeyê dijîn û dûrî êş û azarên gelan bûn, her wiha ew mîna berikên kişikê ji aliyê van dewletan ve dihatin bikaranîn û armancên sereke yên şoreşa Sûriyeyê ji bîr kiribûn.
We gaveke wêrek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi dehan aliyên opozîsyonê yên ku doza demokrasiyê dikin vexwendin da ku di Kongreya Sûriya Demokratîk de li hev bicivin. Li ser vê vexwendinê, Kongreya Sûriya Demokratîk li bajarê Dêrikê ku di sala 2012`an de ji rejîma Sûriyeyê hatibû rizgarkirin, hate lidarxistin.
Kongreya damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk roja 8`ê Kanûna sala 2015`an bi dirûşma “Bi hev re ber bi avakirina Sûriyeya azad û demokrat ve” hate lidarxistin. Di encama kongreyê de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate damezirandin û Ilham Ehmed û Heysem Menaa wek hevserokên meclisê hatin hilbijaratin. Di rêziknameya meclisê de tê gotin ku meclis projeyeke siyasî ya niştimanî ya Sûriyeyê ye, ji bo ku hemû pêkhateyên civakî û pergalên siyasî di vê pêvajoya girîng û awarte de bîne ba hev, dixebite.
Di nava meclisê bi dehan siyasetmedar û akademîsyenên Sûrî yên dijber cih digirin, her wiha gelek hêzên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweser de, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyeyê, partiyên lêvegera siyasî ya Kurdî û kombûna Ehd Elkerame jî di nav de cih digirin, jixwe meclis bûye sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk.
Girîngiya MSD`ê (ji bo Sûriyeyê bi giştî û bakurê Sûriyeyê bi taybet)
Li bakurê Sûriyeyê ezmûnên civakî û niştimanî ku Rêveberiya Xweser pêşengiya wê kir û destkeftiyên leşkerî ku QSD`ê pêşengiya wê kir, bûye projeya çareseriya siyasî ya giştî li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê. Lewma girîngiya MSD`ê ew e ku dikare bi hêsanî hemû reng û pêkhateyên herêmê, êl û eşîran û pergalên siyasî bîne gel hev, bi taybet ji ber ku pergal û sîstem û nêrînên MSD`ê hemû mafan mîsoger dikin, li dijî nîjadpersetiyê ye û ji bo ku civak xwe bi rê ve bibe tê dikoşe û yekitiya Sûriyeyê diparêze.
MSD her wiha bûye sîwana hemû êl, nîjad û olên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bûye cihê hemû pergalên civakî û siyasî yên ku dixwazin nêrîna xwe pêşkêş bikin û ji bo Sûriyeya pêşerojê çareseriyeke mayinde tê bikoşin.
Li ser asta Sûriyeyê jî MSD xwe dûrî nakokiyên civakî dike, li gorî derfetên li ser erdê heyî ber bi Sûriyeya demokratîk, nenavendî û pirreng ve bi pêş dikeve.
Berevajî rêjîmê û opozîsyona derve, MSD ji hemû pêkhateyên civakî û siyasî yên tevahiya axa Sûriyeyê pêk tê, nûnerên hemû pêkhateyan cihê xwe di navê de digirin, her wiha ew nûneriya hêzeke leşkerî ya ku di asta herêmê û navneteweyî de tê naskirin, dike. Ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye ku li dijî hemû şêweyên teror û dagirkeriyê şer dike.
Naveroka belgeya siyasî ya MSD`ê
MSD li gorî rêgezên ku di belgenamaya wê ya siyasî de hatine nîşankirin tê dikoşe, di belgeya siyasî de tê gotin ku MSD ji bo bidawîkirina rejîma desthilatdar, avakirina sîstema demokratîk parlemanî û dewleteke nenavendî tê dikoşe. MSD li dijî komên tundrew û terorîst şer dike, mebest jî DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyeyê ye. MSD her wiha bawerî bi civaka pirreng tîne û dixwaze mafê gelê Kurd û gelên Suryan, Asûr, Keldan, Ermen, Aramî, Tirkmen û Çerkezan di makezagonê (destûr) de bên pejirandin.
MSD di belgeyê de dibêje ku pala xwe dide pêvajoyên ronesansa çandên rojhilatî yên îslam, xiristiyan û hemû olên din û wan wek çanda hevbeş a pêkhateyên Sûriyeyê dibîne, her wiha azadiya jinan mîsogeriya hemû azadiyan e, ciwan jî hêza dînamîk a civakê ne.
Di hêla civakî de jî belgeya MSD`ê girîngiyê dide parastina mafên astengdaran û bi taybet qurbaniyên şerê li Sûriyeyê. Ji bo mafên zarokan tê dikoşe û projeyên ku bandora tundî û şer û koçberiyê li ser zarokan kêm bike, bi pêş dixe. Her wiha ji bo di hêlên perwerde, tenduristî û kar de dadmendiya civakî were çespandin, tê dikoşe.
Ji pêvajoya avakirina meclisên herêmî heta pêvajoya hevdîtinên bi rejîmê re
Di ser damezirandina MSD`ê re 3 sal derbas bûn, QSD ku di bin sîwana MSD`ê de tev digere jî gelek herêmên bakurê Sûriyeyê yên mîna Minbic, Tebqa, Reqa û gundewarên Hesekê û Dêrazorê rizgar kirin. MSD li van herêmên rizgarkirî jiyana welatiyan bi rê ve dibe û bi rêxistin dike, li van deveran bi pêşengiya MSD`ê meclisên rêveberiya herêmî hatin avakirin, mîna meclisên sivîl ên Reqa, Tepqa, Minbic û Dêrazorê. Van meclisan jî jiyana ku di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de rawestiyabû, ji nû ve geş kir. Her wiha meclisên sivîl kar û barên xizmetguzarî bi rê ve birin û ji bo alîkariyê û jinûveavakirinê, bi aliyên navneteweyî re ket nava têkiliyan.
MSD di ragihandina Meclisa Damezirîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê de ku di 7’ê Adara 2016`an de hate ragihandin, xwediyê rola sereke bû.
Wek berdewama van hewldanên komkirin û berhevkirina civaka Sûriyeyê ya belavbûyî, MSD`ê ragihand ku ew amade ne bê qeyd û şert, bi her aliyekî re bikevin diyalogê ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê. MSD li derve û hundir bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anîn, her wiha di Tîrmeha 2018`an de li paytext Şamê bi rêjîmê re kete nava diyalogê, di encamê de komîteyên hevdîtinan hatin avakirin. Ev gav ji aliyê çavdêran ve mîna gaveke girîng hatin nirxandin.[1]