MSD û têkoşîna demokratîk a pêvajoya çareseriyê - 1
ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN
MSD di nava erdnîgariya #Sûriye# yê de pergaleke siyasî ya çalak e, nûneriya gelek pêkhate, netewe û kêmneteweyan dike, di nava pergala wê de gelek partî û rêxistinên siyasî û civakî yên bi nêrînên cuda cih digrin. MSD`ê yekemîn pergala alternatîf e ku di hundirê welat de hatiye damezirandin û ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê projeyek pêşkêş kiriye.
Li ser vexwendina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di meha Kanûnê ya sala 2015`an de û bi beşdariya nûnerên gelek aliyên siyasî yên opozîsyona Sûriyeyê, li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê, kongreya damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin. Kongreya 3`yemîn jî 16`ê Tîrmeha 2018`an, li bajarê Tepqayê hate lidarxistin, di kongreyê de Riyad Derar û Emîna Umer wek hevserokên MSD`ê hatin hilbijartin.
Kongra MSD'ê di pêvajoyekê de hate lidarxistin ku li Sûriyeyê mijara hevdîtinên bi rejîmê re ketibû rojeva cîhanê, hêzên herêmî û navneteweeyî hewl dida opozîsyonê li gorî berjewendiyên xwe bîne ba hev û bi navê gelê Sûriyeyê nexşrêyên çareseriyê gotûbêj bikin. Ev hewldan di kongreyên Qahîre û Riyadê de aşkera bûn.
Kongreya Qahîreyê û nîjaperestiya Koalîsyona Sûriyeyê
Di 8-9`ê meha Hezîrana sala 2015`an de li paytexta Misrê Qahîreyê kongreya opozîsyona Sûriyeyê, bi navê ‘Kongreya Qahîreyê’ hate lidarxistin. Di kongreyê de gelek aliyên opozîsyonê yên mîna Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê, Heyet Eltensîq, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) jî beşdar bûn, di nav de gelek kesayetên serbixwe û nûnerên saziyên civaka sivîl, bi giştî 200 delege beşdarî kongreyê bûn.
Kongre di pêvajoyeke germ û hestiyar de hatibû lidarxistin. Wê demê çekdarên opozîsyonê qadeke fireh a Sûriyeyê xistibûn bin destê xwe. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û odeya Volkana Feratê jî hîn nû ji şerê Kobanê derketibûn. Rejîm jî di rewşeke aloz û tevlihev de bû, ji ber çeteyên DAIŞ`ê û çekdarên opozîsyonê li herêmên rejîmê bi pêş de diçûn.
Di kongreyê de gotûbêj û nirxandinên dirêj hatin kirin, lewma dema kongreyê têrê nekir ku hemû xalên pêşniyarkirî bêne nirxandin (17 xal). Lewma ji bo nirxandina pêşniyaran komîteyeke ku nûnerên hemû aliyan tê de hene, hate damezirandin. Komîteyê hemû xalên pêşnûmayê bi lez xwendin û xala 12`an a der barê Kurdan de bi awayekî berfireh nirxandin.
Yek ji delegeyên ku beşdarî kongreyê bûbû, diyar kir ku hin aliyan, bi taybet Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê, encamnameya komîteyê amade kiribû nepejirand.
Li gorî heman çavkaniyê, di encama destwerdan û helwestên nîjatperest ên hin aliyan, şandeya rêveberiya xweser ji kongreyê vekişiya, paşê dîsa navbênkarî hate kirin û şande tev li gotûbêjên der barê mafên pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de bû.
Mistefa Balî ku endamê şandeya rêveberiya xweser bû, diyar kir ku sedemên gengeşî û nelihevkirinê, nîjadperestiya hin aliyên opozîsyonê bû, Balî got ku Koalîsyona niştimanî û Heyet El-Tensîq û ENKS`ê û aliyên din ên opzisyonê jî, nêrînên aliyê Kurd nedipejirandin.
Di encamnameya kongreyê nexşerê û belgeya çareseriya siyasî hatin aşkerakirin. Li gorî nexşerêyê pêwîst e li Sûriyeyê rêveberiyeke demkî bê avakirin. Her wiha belgeya (Hevpeymana Niştimanî) hate aşkerakirin ku tê de tê xwestin li Sûriyeyê sîstema nenavendî ya demokratîk bê avakirin. Wekheviya jin û mêran, parastina mafên zarok û astengdaran, mafên Kurdan û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê li ser rêgezên wekheviyê bêne parastin, pergalên zagonsaz û yên karegêriyê ji hev bêne cudakirin.
Di navbera Riyad û Dêrikê de nêrînên cuda
Bi armanca avakirina şandeya hevdîtinên bi rejîmê re, di 8-10 Kanûna sala 2015`an de, li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê, Kongereya Riyadê hate lidarxistin.
Nêzî 100 kesan ku nûnerên Koalîsyona Niştimanî û 15 komên çete yên mîna Ceyş El-Islam û Ehrar El-Şam beşdarî kongreyê bûn. Her wiha gelek aliyên opozîsyonê ji kongreyê vekişiyan. Heysem Menaa serokê şepêla (QMH) jî wê çaxê ji kongreyê vekişiya û ji çapemeniyê re diyar kir wan li dijî beşdariya çeteyên Ehrar El-Şam biryara vekişînê daye.
Kongreya Riyadê ku bi çavdêriya Eebistana Siûdî û piştgiriya Qeter û Tikrkiyeyê hate lidarxistin, gelek aliyên opozîsyonê paşguh kirin. Aliyên mîna Hêzên Sûriya Demokratîk, rêvberiya xweser û nûnerên Kurd û Suryanan jî nehatin vexwendin, ji Kurdan tenê nûnerên ENKS`ê ya di bin sîwana Koalîsyona Niştimanî de tev digere, beşdarî kongreyê bûn. Li şûna van aliyan komên çete yên mîna Ehrar Elşam, Elcebhe Elcenûbiye û Ceyş El-Islam hatin vexwendin, jixwe van komên çete ku ji aliyê Siûdiyê ve wek şoreşger dihatin danasîn, li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê çekên kîmyewî bi kar anîbûn.
Di encama kongreyê de şandeya hevdîtinên bi rêjîmê re hate avakirin, lê piştî kongreyê, bi sedema paşguhkirina Kurdan û destwerdana hêzên derve, aliyên opozisyonê ji hev belav bûn.
Der barê Kongreya Riyadê de helwestên cuda derketin. Îranê got ku ev kongre dê hevdîtinên aştiyê bi rêjîma Sûriyeyê re têk bibe, ji ber ku ew kongre ji derveyî lihevhatinên Viyanyê ye. Rûsyayê jî encamên kongreyê nepejirandin, her wiha Beşar El-Esad jî got ku Amarîka û Siûdî hewl didin komên terorîst beşdarî hevdîtinan bikin.
Li aliyê din jî rêveberiya xwesertiya demokratîk ku li ser daxwaza koalîsyonê nehatibû vexwendin, hemû biryarên kongreyê nepejirandin. rêveberiyê bi daxuyaniyeke fermî got ku ew hemû biryarên kongreya Riyadê napejirînin.
Her wiha gelek nûnerên rêxistinên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê vexwendina komîteya amadekar a kongreya Riyad`ê nepejirandin û diyar kirin ku kongre pişgiriyê dide komê terorîst, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê û serokê Partiya Yekitî ya Demokrat li Sûriyeyê Mihyedîn Şêx Alî, bi daxuyaniyên fermî ev hewlestên xwe aşkera kirin.[1]