Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,544
Wêne
  124,242
Pirtûk PDF
  22,107
Faylên peywendîdar
  126,145
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Sîstema leşkerî lehengiya xwe di parastina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê de îspat kir – 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sîstema leşkerî lehengiya xwe di parastina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê de îspat kir – 4
Kurtelêkolîn

Sîstema leşkerî lehengiya xwe di parastina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê de îspat kir – 4
Kurtelêkolîn

Sîstema leşkerî lehengiya xwe di parastina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê de îspat kir – 4
EKREM BEREKAT/NAVENDA NÛÇEYAN

Her civakek ji bo mayîndina xwe biparêze, pêdiviya wê bi sîstemeke parastinê ya temem heye. Her wiha da ku êrîşên li dijî destekftiyên civakê bişkîne û civakê ji metirsiyan biparêze. Yek ji serkeftinên mezin ên şoreşa 19'ê Tîrmehê avakirina saziya leşkerî ya parastina rewa û parastina destekftiyên gel û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bû.
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di 15'ê adara 2011'an de ku gelê Sûriyeyê bi riya vê şoreşê azadî û parastina rûmeta xwe armanc dikir ku ji aliyê rêjîma Baasê ve hatibû binpêkirin. Rêjîma Baasê ku xwe dispêre zihniyeta tekakesiya desthilatdar di rêveberiya dewletê de û rengê dewletê veguhert rengekî ewlehî, istixbaratî û leşkerî. Gelê Kurd ku di bin dagirkeriya rêjîma Baasê de bû serî lihda. Serhildana gel bi taybet di 12'ê adara 2004'an de dest pê kir. Gelê Kurd di şoreşa Sûriyeyê de xwe nespart xeta rêjîmê û ne jî xeta opozîsyonê ku piştî demekê veguherî amûreke dewletên desthilatdar û di serî de Tirkiyeyê. Lê belê gelê Kurd rêbazekî cûdayî herdu aliyan wergirt û xwespart xeta netewa demokratîk û biratiya gelan.
Yekîneyên Xweparastinê (YXK)
Piştî ku welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi hevkariya pêkhateyên din ên herêmê karibûn gelek gund û bajarên Rojava ji bin dagirkeriya rêjîma Baasê rizgar bikin, pêdivî bi avakirina sîstemeke parastinê da ku destkeftiyên welatiyên Rojava bêne parastin zêde bû. Di destpêkê de ciwanên Rojava Yekîneyên Xweparastinê (YXK) di nîvê sala 2011'an de ava kirin da ku herêmên Rojava li hemberî kirinên talankirinê biparêzin û xwepêşandanên gel ên li Rojava biparêzin. Vê hêzê her wiha ewlehî û aramî ji gund û bajarên hatine rizgarkirin re peyda kir. Di dawiya sala 2011'an de pêdivî bi pêşxistina vê hêzê zêde bû û avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di konferansekê de li bajarê Dêrikê bi beşdarbûna 850 delegeyên ji hemû beş û pêkhate, rûspî û şêxên eşîrên herêmê hate ragihandin.
YPG'ê piştre dest bi xwebirêxistinkirinê li herêmên Rojava kir. Di 19'ê Tîrmehê de welatiyên herêma Kobanê û yekîneyên wê yekemîn bajarê Kurdî ji bin dagirkeriya rêjîma Baasê rizgar kirin û welatiyên herêmê rêveberiya xwe li bajêr dane meşandin. Piştre çalakiyên rizgarkirinê berfirehtir bûn û YPG'ê bi hevkariya rasterast bi welatiyên herêmê re karibû piraniya ciyografiya Rojava ji bin dagirkeriya rêjîma Baasê rizgar bike.
YPG'ê hêdî hêdî cihê xwe li ser erdê girt û piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê YPG'ê karibû li giştî herêmên Rojavayê Kurdistanê (li hersê kantonên Kobanê, Cizîrê û Efrînê) belav bibe. Şervanên YPG'ê li hemberî hemû êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Rojava li ber xwe da. YPG'ê di dawiya sala 2012'an de êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra û hin tabûrên din ên çeteyan bi alîkariya dewleta Tirk li dijî bajarê Serêkaniyê şikand. Di Hizêrana 2013'an de jî şervanên YPG'ê êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê li dijî deverên başûrê Çilaxa û Girkê Legê şikand û karibû devera Çilaxa û Girkê Legê heta bajaroka Til Koçer ji destên çeteyan rizgar bike.
Di pêngaveke cîwaz de li ser asta Sûriye û Rojhilata Navîn cara yekemîn di 4'ê Nîsana 2012'an de avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate ragihandin. Bi hezaran jinên ciwan beşdarî nava xebatên parastina jin û civakê bûn û cihê xwe di nava refên YPJ'ê de girtin.
YPG û YPJ'ê li rex hevûdu gelek êrîşên komên çete şikandin û di nîvê sala 2014'an de berxwedaneke leheng li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê dane meşandin. Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê ya herî dijwar di şerê Sûriyeyê de bû, nemaze ji ber ku çekên giran û pêşketî ji artêşên Sûriye û Îraqê standibûn û bi wan êrîşî Kobanê dikir. Di wê demê de ti hêzên herêmî û navnetewî nikaribû li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê derbikeve. Tevî vê yekê şervanên YPG'ê û YPJ'ê berxwedaneke bê hempa li dijî hovîtiya DAIŞ'ê dane meşandin.
Sîstema leşkerî lehengiya xwe îspat kir
Sîstema leşkerî ku welatiyên Rojava damezrandibûn karibû binesazî û jiyana hevbeş li hemû gund û bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê biparêze. Li aliyê din gelek bajarên Sûriyeyê yên weke Heleb, Humis, Idlib... hatin hilweşandin. Vê sîstema leşkerî karibû nirx û rêgezên mafên mirovan biparêze û li gorî hevpeyman û pîvanên navnetewî tevbigere.
Navendên perwerdekirinê yên van yekîneyan li seranserî Rojava hatin avakirin û bi hezaran ciwan û jinên ciwan di xebatên parastinê û leşkerî de perwerde kirin.
Çespandina sîstema leşkerî
YPG/YPJ'ê karibûn piraniya ciyografiya Rojava rizgar bike û ewlehî û aramiyê li herêmê bi cih bike. Evan yekîne bûn kevirkoşeya damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji aliyê 13 tabûr û hêzên nerm di 15'ê Cotmeha 2015'an de hate ragihandin. QSD'ê êdî bûye hêviya giştî gelê Sûriyeyê, nemaze ji ber ku xwe dispêre nirx û rêgezên netewa demokratîk û ji fikrên teng ên nijadperest û netewperest dûr dikeve.
Şervanên YPG'ê û YPJ'ê her wiha karibûn civaka Êzdî li Şengalê ji qirkirinê rizgar bikin û korîdorekî mirovahî di navbera Rojava û Şengalê de vekirin û bêtirî 400 hezar welatiyên sivîl ên Êzdî ji komkujiyên DAIŞ'ê rizgar bikin.
Hemû welatiyên herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn, bang li QSD'ê kirin ku herêmên wan rizgar bikin. Li ser banga welatiyan QSD'ê di 15'ê Cotmehê de hemleya rizgarkirina gundewarê başûrê Hesekê da destpêkirin û herêma El-Hol ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.
QSD'ê di hemleya xwe ya duyemîn de ku di 23'ê kanûna 2015'an de hatibû destpêkirin herêma di navbera bajaroka Sirrîn û bendava Tişrînê rizgar kir û di hemleya xwe ya sêyemîn de ku di 28'ê sibata 2016'an de hatibû destpêkirin di bin navê tolhildana şehîd Êlîn û Cûdî de çiyayê Kizwanan rizgar kir.
Sîstema leşkerî ya QSD'ê deng veda
Bi saya hemleyên serkeftî yên QSD'ê di hundirê Sûriye û giştî cîhanê de deng veda. QSD'ê di demeke kurt de ji ber ku xwe dispart nirx û exlaqên mirovahiyê gelek tabûrên leşkerî berê xwe dan QSD'ê û cihê xwe di nava wê de girtin û nêzî 20 tabûrên leşkerî li herêmên Şehba, Bab û Minbicê beşdarî nava QSD'ê bûn.
QSD'ê karibû alîkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê werbigire û piştre li ser banga welatiyên Minbicê hemleya rizgarkirina Minbicê da destpêkirin û bi hezaran ciwanên Minbicê beşdarî nava xebatên QSD'ê yên rizgarkirinê bûn. QSD'ê di 12'ê tebaxa 2016'an de karibû aramî û ewlehiyê li piraniya herêma Minbicê peyda bike û piştre rêveberiya bajêr radestî pêkhateyên bajêr kir. Di 5'ê Mijdara 2016'an de hemleya Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê da destpêkirin.
Piştî hevgirtina pêkhateyan û alîkariya wan bi QSD'ê re bi ser ket, nemaze li herêmên Reqa û gundewarê wê, şervanên QSD'ê serkeftineke dîrokî bi dest xwe ve anîn û karibûn giştî herêmê ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Piştre Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin sîwana QSD'ê de tevdigere di 9'ê Îlûna 2017'an de hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê da destpêkirin. Hemleya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê di heman dema hemleya rizgarkirina gundewarê Reqayê de pêk dihat.
Şervanên QSD'ê di 17'ê Cotmeha 2017'an de karibû giştî bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike û bi hezaran welatiyên sivîk ku çeteyan weke mertalên zindî bikar dianîn rizgar bike.
Asteniyên rêjîmê ji hemleyên QSD'ê re
Hemleya Bagera Cizîrê hêjî berdewam dike tevî ku hêzên rêjîma Baasê gelek caran hewl didin pêşveçûna şervanên QSD'ê asteng bikin. Di 16'ê Îlûnê de piştî ku şervanan serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi dest xwe ve anîn, ji aliyê balefirên rêjîmê ve rastî êrîşan hat. Ev êrîşa hêzên rêjîmê li dijî QSD'ê tê wateya ku rêjîma Baasê ji rizgarkirina van herêman nerazî ye.
QSD'ê karibû bigihêje sînorên di navbera Sûriye û Îraqê de û karibû komên çeteyên DAIŞ'ê di berîkên biçûk de sînordar bike.
Şervanên QSD'ê di xebatên xwe yên leşkerî de her wiha karibûn nirxên mirovahiyê biparêzin û di encamê de veguherî hêza herî pê bawer ku baweriyê bi fikra demokratîk û jiyana hevbeş dike û hemû pêkhetayên herêmê pê bawer dikin û hêviyên xwe li ser wê ava dikin.
Evan serkeftinên QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê ne li gorî daxwaza hêzên sermiyandar û nijadperest bû û di serî de dewleta Tirk ku li hemberî daxwazên gelan ên demokrasiyê derdikeve. Ji ber vê yekê û di bin hincetên cûda de artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi hevkariya tabûrên çeteyan gelek herêmên weke taxên rojhilatê Helebê, Xota, Medaya, derdora Şamê firotin rêjîma Sûriyeyê û li hemberî wê rêjîma Baasê rê jî artêşa Tirk a dagirker û komên çete re vekir da ku herêma Efrînê dagir bikin.
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşa xwe ya li dijî Efrînê de çekên pêşketî û hemû hêza xwe ya teknolojiya leşkerî bikar anîn. Şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî van êrîşan bi lehengî berxwedana serdemê dane meşandin û karibûn bi çekên xwe yên sivik û kilaşnîkovan 58 rojan li ber xwe bidin û li hemberî hovîtiya Tirkiyeyê li dijî welatiyên Efrînê civaka navnetewî û herêmê bêdeng dima.
Bi armanca parastina welatiyên sivîl piştî ku artêşa Tirk bêtirî 7 komkujî di derheqê welatiyên Efrînê de pêk anîn û di encamê de herî kêm 370 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd bûn. YPG'ê û YPJ'ê xwestin rêbaza berxwedanê biguherînin û welatiyên sivîl ji Efrînê derbixînin da ku ji êrîşên balefir û topavêjên Tirkiyeyê biparêzin. YPG'ê û YPJ'ê qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê da destpêkirin û heta niha berdewam dike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 213 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-03-2025
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-07-2018 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 21-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 22-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 213 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.297 çirke!