Şoreşa 19'ê #Tîrmehê# çandên kevnar vejandin
ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN
Taybetmendiya Sûriyeyê û bi taybet herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi rengîniya xwe ya etnîk, neteweyî û şaristanî cîwaz e. Lê ji ber zîhniyeta dewletê ya tunekirin û înkarê û hewldanên desthilatdariyê ya pişaftina diyardeyên kevnar ên mozaîka civakî ya Sûriyeyê rewş aloz bû. Rewşa gelê kurd ê bindest di rêjeya yekemîn de ye ku xwedî dîrokeke kevnar di Sûriyeyê de ye.
Destkeftiyên pêkhateyên Sûriyeyê di şoreşa 19'ê Tîrmehê de vejandina destkeftiyên ziman, çand, kevneşopî, serfiraziya dîrokî, birêxistinkirin û birêvebirina civakî li gorî xweza û rastiya civakê ye.
Di beşa duyemîn a dosyayê de em ê hewl bidin kurtedestkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê di vejandina çand û xurtkirina hevgirtina civakî de ya hemû etnîsîte û neteweyan piştî bi salan ji siyasetên dûrxistin û ji hevqetandinê û nîjadperestiyê ku desthilatdaran li dijî pêkhateyên Sûriyeyê didan meşandin, rave bikin.
Suryan, asûr û keldan
Suryan, asûr û keldan pêkhateyên kevnar ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ne û xwedî çand, şaristanî û zimanên dewlemend in. Tevî ku li seranserî Sûriyeyê belav bûne ew xwediyên kevnar wekî kurdan ên herêmê ne û ew jî wekî kurdan rastî siyasetên înkar û paşguhkirinê ji aliyê partiya Baasê ve hatine.
Ziman û çanda suryanan û nûnertiya wan a siyasî di dewleta Sûriyeyê de piştî serdema malbata El-Esed û partiya Baas tune bû. Çalakiyên suryaniyan tenê ji bo xebatên pêşxistina ziman û çanda xwe di hundirê dêran de dihatin meşandin. Di encamê de hejmareke mezin ji ciwanên van pêkhateyan penaber bûn û êdî çanda suryaniyan bi pişaftinê re rû bi rû ye.
Di şoreşa 19'ê Tîrmehê de ku li ser bingeha vejandina çandên kevnar hatiye destpêkirin û parastina wan û bidawîkirina siyasetên înkar û tunekirinê esas digire. Van pêkhateyan gavên dîrokî ber bi vejandina çanda xwe ve avêtin. Şoreşê rê ji van pêkhateyan re vekir da ku bi zimanê xwe yê dayikê di dibistanan de perwerdeya xwe bibînin û kadroyên xwe yên perwerdeyê wekî zimanê kurdî amade bikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di hevpeymana civakî de zimanê suryanî li rex her du zimanên kurdî û erebî bi fermî nas dike.
Suryaniyan her wiha bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê yekemîn peymangeha wêjeya suryaniyan bi navê Orhî li bajarê Qamişlo vekir. Her wiha konseyeke ziman û çanda suryanî li bajarê Dêrikê vekir. Şoreşê alîkarî da komeleyên çandî yên suryanî, asûrî û keldaniyan da ku parastina folklor û kevneşopiya xwe bikin.
Di aliyê rêveberiya siyasî de kursiyên taybet bi van pêkhateyan di her du meclisên rêveber û zagonsaz ên herêma Cizîrê de hatin veqetandin. Her wiha pêwîstiya hebûna şêwirmendên ji pêkhateyên suryan û asûrî di hevserokatiyê de û cîgirên piraniya desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de.
Di aliyê leşkerî û ewlekariyê de jî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê di destpêka sala 2013'an de Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî hate avakirin û niha di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de tev digerin û her wiha hêzên Sotoro yên ewlekariyê ku girêdayî Hêzên Asayîşa Giştî ya Bakurê Sûriyeyê ne. Ev hêz bi roleke mezin di parastina gundên suryanî û asûrî de li herêma Cizîrê rabûn.
Tirkmen, çeçen û ermenî jî ji rewşa paşguhkirinê derketin û cihê xwe di rêveberiyên azad de girt û wek civakekê mafê xwe yê çandî û zimanê xwe bi kar tînin û nûnerên wan jî di rêveberî û saziyên şoreşa Bakurê Sûriyeyê de digirin. Ev pêkhate ji bo vejandina kevneşopiya xwe ya dîrokî xwedî serweriyeke temam li Bakurê Sûriyeyê ne.
Civaka êzidî jî piştî paşguhkirineke dijwar ber bi xwevejandinê ve diçe
Kurd di bin nîrê dagirkerî, desthilatdarî û înkara nasnameya çandî ya kurdî de li Sûriyeyê dijiyan. Pêkhateya êzidî jî du qatan ev zordestî dît. Li rex siyasetên înkarê ol û civaka êzidî rastî siyasetên pişaftinê û tunekirina olî dihatin. Di encamê de pêkhateya êzidî jî li hemberî pirsgirêka penaberiyê rû bi rû ma.
Tu ol û civak di Sûriyeyê de nedihatin nasîn, tevî ku êzdayetî ola sêyemîn piştî îslam û xiristiyaniyê di Sûriyeyê de ye. Pêkhateya êzidî bi piranî li herêmên Cizîr û Efrînê bi cih bûne û beşeke biçûk ji wan koçberî Heleb û Şamê bûne.
Bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê re vejandin û parastina civaka êzidî yek ji xebatên wê yên sereke bû. Di encamê de yekitî û komeleyên êzidiyan li kantonên Cizîr û Efrînê hatin damezirandin. Nûnerên êzidiyan cihê xwe di Rêveberiya Xweser û hemû saziyên olî, civakî û dîplomatîk ên Bakurê Sûriyeyê de girt.
Rêveberiya Xweser ola êzidiyan li rex îslam û xiristiyaniyê fermî di hevpeymana civakî ya federaliya Bakurê Sûriyeyê de nas kir. Her wiha bi armanca ku pêkhateya êzidî rê û resmên xwe yên olî li dar bixin, xebatên wan hêsan kirin, rêya hec û geşta ber bi Laleşê ve vekir.
Hevgirtina pêkhateyan ji bo parastina mîrasa şaristaniya hevbeş
Di çarçoveya parastina destkeftiyan de bi dehan civîn bi serok û şêxên eşîrên kurdan û ereban re pêk hatin. Di encamê de Dîdargeha Eşîran li Amûdê di 21'ê Sibata 2013'an de hate lidarxistin. Di dîdargehê de hevgitina niştimanî û biratiya gelan li herêmê hate çespandin.
Meclisa Eşîran ku di encama civînên dîdargehê de hatibû avakirin, bi roleke mezin di çareserkirina nakokiyên eşîran de rabû. Her wiha peywendî bi eşîrên hemû pêkhateyên herêmê û rêxistinên siyasî û civakî re pêk anîn da ku di parastina mîrasa çandî û şaristanî ya hevbeş de yekitiyekê ava bike.
Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk jî di van demên dawîn de li herêmên Cizîr û Firatê û li bajarên Reqa û Dêrazorê gelek semîner û dîdargeh bi beşdarbûna hejmareke mezin a nûnerên eşîrên herêmê li dar xistin û di van kombûnan de kesayetên siyasî, civakî, olî û çandî beşdar bûn da ku hevgirtina xwe li dijî dijminên derve xurt bikin û parastina destkeftiyên gelan bikin.
Rola van eşîran di rizgarkirina herêmê de ji destên terorê nemaze li Dêrazorê, Reqa û Minbicê sereke bû. Van eşîran bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku alîkariya wan di rizgarkirinê de bike. Piştî ev herêm hatin rizgarkirin, civakên xwe di nava meclisên rêveberiyên herêmî de bi rêxistin kirin.
[1]