Destkeftiyên şoreşa 19'ê #Tîrmehê# û pêngavên dîrokî
ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN
Bê guman di destpêka sala 2011'an de buyerên cûda rû dan û gel ber bi gaveke çarenûsî ve çû. Di encamê de serhildan pêk hat da ku ber bi azadiyê û demokrasiyê ve biçin. Serhildana gelan li gorî pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Buhara Gelan a qonaxa Rojhilata Navîn hate pênasekirin. Di van 8 salên fedekarî û tevgera gel de gelê Kurd û şoreşa wan bi roleke pêşeng di rizgarkirina gelan de rabûn.
Di vê dosya ... de ku ji 4 beşan pêk tê, em hewl bidin tîpên stûr ên pêngavên dîrokî yên gel û destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê di aliyên civakî, rêxistinî, siyasî vebêjin. Her wiha rola wê di vejandina kevneşopî û nasnameya civakî ya pêkhateyan û mezhebên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bêne vegotin.
Di beşa sêyemîn de rola jinan di pêşengiya şoreşê de û destkeftiyên jinên Sûriyeyê di şoreşa 19'ê Tîrmehê de dê were şîrovekirin. Di beşê dawî de qonaxên ku saziyên parastinê li Bakurê Sûriyeyê têre derbas bûne û rola wan di destkeftiyên şoreşê de dê bêne vegotin.
Beriya destpêkirinê.. Mîrasa têkoşînê rê li pêşiya vejandinê vekir
Rêbazên sîstemên desthilatdar di desthilatdarî û dîktatoriyetê de û binpêkirina wan ji mafên mirovan re hişt ku hemû rê li pêşiya pêkhateyên herêmê bêne girtin û êdî li rex vê desthilatdariyê ne pêkan e jiyana xwe berdewam bikin û li ser vê yekê serhildan hate destpêkirin û Buhara Gelan li Rojhilata Navîn hate ragihandin.
Lê mîrasa têkoşîna rêxistinî ya piraniya gelan têrê nedikir ku li hemberî vê desthilatdariyê derbikevin û tenê hewl didan desthilatdariyê tê bibin û zulmkariyê ji ser milên xwe bavêjin. Gelê Kurd bi dehan salan xwedî mîraseke têkoşîn û rêxistina civakî ya li hemberî desthilatdariyê bû. Gelê Kurd hêja bû ku bi rola pêşeng a Buhara Gelan rabe û astengiyên herî dijwar ên qonaxê derbas bike û ber bi azadiyê û demokrasiyê ve biçe.
Tevgera Civaka Demokratîk ku rêveberiya gel li Rojava kir di heman riya partî, rêxistin û tevgerên din ên Sûriyeyê re neçû lê belê rêxistina gel û danîna stratejiyeke di hemû aliyan de ji xwe re bingeh wergirt. Nemaze ji ber ku nêrîna wê di şoreşê de cûdayî aliyên din bû ku sores weke guhertina desthilatdar bi desthilatdarekî din ditîtin. Tevgera Civaka Demokratîk xwe spart sîstema jiyanî ya civakî, siyasî, aborî û çandî û alternatîfên guncaw li gorî taybetmendiyên civakan û li gorî daxwaza wan peyda kir.
Tevgera Civaka Demokratîk piştî serhildana Qamişlo ya sala 2004'an rê li pêşiya xwebirêxistinkirina leşkerî vekir. Di destpêka sala 2011'an de li gorî pêwîstiyên wê demê komîteyên parastina civakî avakirin û piştre veguherî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li herêmê û giştî cîhanê lehengiya xwe îspat kir. Piştre YPG'ê zemînek xurt ji xwe re ava kir û saziyeke leşkerî ya hevgirtî ji gelên Bakurê Sûriyeyê re weke Hêzên Sûriya Demokratîk ava kir û ji xwe re parastina rewa li dijî destdirêjiyan esas wergirt.
Her wiha projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji sala 2007'an ve xwe disperse rêgeza biratiya gelan erê kir. Pêşengiya wê jî şehîd Rûstem Cûdî û Şîlan Kobanê bûn. Di sala 2011'an de komîte û meclîsên gel hatin avakirin û hemû çînên civakî di bin yek sîwanê de kom kirin.
19'ê Tîrmehê mafên gelên bindest bi dest xistin û parastin
Naveroka şoreşê di wê demê de li ba Kurdan ne tenê rizgarkirina hin saziyên girêdayî dewletê li Rojava bû, lê belê armanca sereke tunekirina zordarî û desthilatdariyê bû û vegerandina mafên gelên bindest bû. Ji ber vê yekê tgevgera gelêrî berê xwe dan Tevgera Civaka Demokratîk û gelek civînên berfireh bi pêkhateyên cûda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re lidar xistin da ku her pêkhateyek karibe rêveberiya xwe bi xwe bike û saziyên xwe yên xweser di hemû aliyan de ava bike.
Komîteyên Edaletê ji bo çareserkirina dozên civakî hatin avakirin û ji saziyên dewletê û malgirtina wan dûr ketin. Her wiha jinên hemû pêkhateyan li her gund û bajarekî hevgirtina xwe ava kirin û meclîsên xwe yên xweser damezrandin û projeyên xwe yên civakî û aborî dûrî malgirtina saziyên desthilatdariyê dane destpêkirin. Her wiha rewşenbîr, mamoste, hunermed, bijîşk, hiqûqnas, wezîşkar û ciwanan zemîna bingehîn a yekîtî û sandîkeyên xwe dûrî desthilatdariya dewletê ava kirin û xebatên xwe li gorî daxwaza gel ku birçiyê azadiyê ye dane meşandin û ber bi avakirinê ve çûn.
Piştî 19'ê Tîrmehê ya sala 2012'an ku weke roja destpêkirina şoreşê hatiye ragihandin û aktîfkirina alternatîfa gel ji sîstema xwe ya civakî re li şûna saziyên dewletê û malgirtina desthilatdariyê ji keda gel re û di encamê de veguherî yekemîn soresa Rojhilata Navîn di çarçoveya Buhara Gelan de û cûdayî şoreş û tevgerên din ên Sûriyeyê xebatên xwe dane meşandin.
Ragihandina Rêveberiya Xweser û wergirtina destkeftiyên civakî û siyasî
Rêbazên meşandina sîstema civakî ji destpêkê ve li gorî şaneyeke biçûk a civakê ve hate meşandin ango komîn û komîteyên jê hatine derxistin û di nava wan de meclîsên herêmî û piştre Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê da ku nûnertiya îradeya wan a siyasî bike. Ev pêngav di hemû aliyan de serkeftî û di cih de bû ku biraniya gelan û wekheviya di maf û erkan de ji xwe re bingeh wergirt.
Li gorî vê stratejiyê şoreş derbasî qonaxeke nû bû û yekem car di dîroka Sûriyeyê de meclîsa damezrêner a giştî ya rêveberiyên herêmî yên hevbeş ku ji 82 endaman pêk dihat hate ragihandin. Evan endamên nûnertiya hemû beşên civakê û ol û mezhebên Bakurê Sûriyeyê dikirin û ji wê Desteya Hûnandina projeyên cûda û belgeyên pêwîst yên rêxsitinî hate derxistin û di dawiyê de biryar hate standin ku sê kanton li Bakurê Sûriyeyê bêne avakirin (Cizîr, Efrîn û Kobanê)
Di nava vê pêngavê de yekem car li herêmê û bi awayekî demokratîk û hevgirtî projeya Rêveberiya Xweser hate amadekirin û Hevpeymana Civakî û sîstema hilbijartinan li gorî daxwaza hemû pêkhateyan hate amadekirin û derî ji hemû hêzan re hate vekirin da ku cihê xwe di nava vê sîstemê de bigirin.
Di encama van pêngavên dîrokî de, serkeftinên civakî û siyasî li pey hevûdu hatin û navê Rêveberiya Xweser li giştî cîhanê belav bû. Di hundir de Desteya Bilind a Kurdî di 24'ê Tîrmeha 2014'an de gaveke ber bi yekîtiya siyasî ya gelê Kurd ve bû. Avakirina Rêveberiya Xweser û ragihandina wê li hersê kantonan di destpêka sala 2014'an de hişt ku hemû pêkhateyên gel li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bêne parastin û nûnertiya îradeya wan bike û parastina wan jî bike û piştî van gavan destkeftiyên dîplomasî û pênasekirina maf û destkeftiyên gel li Bakurê Sûriyeyê li giştî cîhanê hate bidestxistin.
Di sala 2015'an de ziman kurdî û meteryalên wê cara yekem di dîroka Rojava û Sûriyeyê de beşdarî sîstema perwerdehiyê hatin kirin û fermî di dibistanan de hatin perwerdekirin. Her wiha bi dehan peymangeh û akademiyên zanistî û wêjeya kurdî û zanistên civakî hatin vekirin. Li rex van xebatan gelek navendên çand û hunerê ji bo vejandina kevneşopî û foklora pêkhateyên herêmê hatin avakirin.
Ragihandina Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk û serkeftinên dîplomasî
Piştî rêze destkeftiyên leşkerî û civakî li Bakurê Sûriyeyê pêhateyên gel hevgirtina xwe bêtir xurt kirin û li derdora rêbezên şoreşa 19'ê Tîrmehê civiyan. Di encamê de pêdivî bi çareseriyeke siyasî ya giştî aloziya Sûriyeyê hebû da ku gel ji atûna şer were parastin. Rêveberiya Xweser bi nûnerên opozîsyonê yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê re civiya û cara yekemîn di çarçoveya Konferansa Sûriya Demokratîk de ya 8-9'ê kanûna 2015'an de li hev kom bûn û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ragihandin. MSD'ê di aliyê herêmî û navnetewî de jî dengveda.
Piştî gotûbêjên berfireh bi hemû hêzên beşdarî Rêveberiya Xweser a Rojava û herêmên Bakurê Sûriyeyê re ku nû hatibûn rizgarkirin, projeya meclîsên damezrêner ên federaliya Bakurê Sûriyeyê di 17'ê Adara 2016'an de hate ragihandin ku ji pêkhateyên herêmê dihatin avakirin da ku kaxezên xwe yên siyasî û nêrînên xwe di çareseriyê de pêşkêş bikin. Piştî tecrûbeya 5 salan a rêxistinî û têkoşînê, Hevpeymana Civakî ya Federaliyê di 1'ê Tîrmeha 2016'an de ku ji 85 madeyan pêk tê, hate eşkerekirin.
Rêveberiyê heta niha nûnertiyên xwe li 8 dewlet û federaliyan vekirine (Rûsya, Fransa, Almaniya, Siwêd, Holanda, Loksemborg, Belcîka û Herêma Başûrê Kurdistanê)û projeya Sosyalîzma Nanetewî ku ji 100 partiyên cîhanî pêk tê xwedî li sîstema federaliyê ku li Bakurê Sûriyeyê hatiye ragihandin bi daxuyaniyeke fermî derket.[1]