#Erdogan# ... Dîktator, siyasetên şaş û gendeliya malbatê – 4
MÎDIYA HENAN / NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta tirk ku Erdogan xwe pê serbilind dike, li ser asta aborî, leşkerî û siyasî dewleteke neteweyî ye. Dewleta tirk di encama siyasetên şaş ên Erdogan de deriyên li pêşiya xwe digire. Ji ber vê yekê hilbijartinên pêşwext ragihandin. Di nêrîna Erdogan de ev yek dê wî xilas bike lê rewşa heyî berovajî ye.
Hilbijartin dê ne durist bin, mêzîn di destê kurdan de ye
Ji dema Erdogan yekem car di sala 1998'an de di şaredariya bajarê Stenbolê de erk wergirt, bi dijberiya xwe ya bi laîktiya dewletê re dihate naskirin. Her dem di nava hewldanan de bû ku serdema osmaniyên ku 400 salan welatên ereban dagir kirin, vegerîne. Dagirkeriya osmaniyan bû sedema xizanî û paşketina wan welatan. Di sala 2003'yan de dema Erdogan wek serokwezîr hate erkdarkirin, dest bi tevgera ber bi welatên ereban ve kir. Ev yek di rêya belavkirina çanda tirkî bi rêya fîlm û rêzefîlmên Tirkiyeyê pêk hat. Her wiha îttîfaq îmze kirin ku derfetê dide ciwanên ereb ku fêrî zimanê tirkî bibin. Di heman demê de bi hejmara xwendekarên ereb ên li welatî wî dixwînin xwe serbilind dikir.
Siyasetên Erdogan li welatên ereban têk çûn
Erdogan ji dema li Tirkiyeyê hate ser desthilatdariyê ve hewl da rêveberiya cîhana îslamê bigire û xwe wek xelîfe nîşan bide. Erdogan ev di Nîsana sala 2016'an de bi awayekî vekirî di kongreya Tirkiyeyê-Ereban a perwerdeya bilind de ku li Stenbolê hate lidarxistin, ragihand. Di wê demê de ev tişt anî ziman: Rêxistina Alîkariya Îslamî li aliyekî heye, li aliyê din Yekitiya Ereban heye, çima em em dibêjin Yekitiya Ereban û em nabêjin Yekitiya Îslamî. Bi vê yekê niyeta xwe ya belavkirina Yekitiya Ereban nîşan da, lê ereban ev niyeta Erdogan fêm ki û rê li pêşiya wî girt. Bi taybet dema dîzî û fîlmên Tirkiyeyê li ser hin kanalên televîzyonên erebî hate qedexekirin.
Di heman demê de siyasetên Erdogan ku di rêya Îxwan El-Muslimîn bikeve welatên ereban, têk çû. Lewma sîstema Îxwanê li Misrê hate hilweşandin, bi vê yekê rûyê rast ê Erdogan diyar bû. Di heman demê de tecrîda ku Erebistana Siûdî, Misr û Îmaratê li ser Qatarê ferz dikir, siysaetên Erdogan ên di welatên ereban de aşkera kir û di heman demê de vala derxist.
Di raporên aşkera bûn de têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê yên di dema Erdogan de diyar bûn. Bi vê yekê derew û nîfaqa wî ya der barê doza Filistînê de aşkera bû. Dema parlamenterên HDP'ê pêşnûma têkildarî komkujiyên Îsraîlê yên li dijî Filistînê ji parlamantoyê xwest ku Tirkiye têkiliya xwe ji Îsraîlê qut bike, AKP'ê ev pêşnûma red kir.
Siyasetên Erdogan ên leşkerî jî têk çûn. Destwerdana wî di dewletên cîran wekî Sûriyeyê de têk çû. Beovajî wê hemû têkiliya partiya wî bi DAIŞ û Cebhet El-Nusra (Şaxê Qaîda li Şamê), her wiha Îxwan El-Muslimîn li welatên ereban aşkera kir. Di encama wê de di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de alozî kûrtir bû. Ev bû sedem ku siyaseta Erdogan di asta cîhana ereban de neyê qebûlkirin.
Bawerî bi artêşa tirk nemaye
Erdoganê ku her dem baweriya wî bi artêşa wî dihat û wekî duyem hêza mezin a NATO'yê, gelek welatên cîhanê ji artêşa re hesab dikirin, êdî ev nerîn berovajî bû. Bi taybet piştî êrîşa dewleta tirk a li dijî Efrînê. Hêzên YPG'ê bi çekên xwe yên sivîk karîbûn li dijî tanq, balafir û topên Erdogan derkevin. Şervanên YPG'ê li dijî deh hezaran leşkerên tirk û bi deh hezaran çeteyên wê nêzî 2 mehan li ber xwe da. Ev yek bû sedema êdî gefa êrîşa li ser herêmên din ên Sûriyeyê û Iraqê bide.
Li aliyê din êrîşa li ser Efrînê di nava civaka Tirkiyeyê de jî nerazîbûn û acizî çêkir. Pirsyar dikirin çima Erdogan wan dixe şerên derveyî welat, ji bo berjewendiyên Erdogan û partiya wî. Ev yek bû sedema zêdebûna dengê muxalifên wî, lewma tundî û binpêkirin li welat zêde bû. Ev yek bû sedema hêza Erdogan kêm bibe, bi taybet di nava gelê kurd ê bakurê Kurdistanê de ku zêdetirî ji sedî 15 ji nifûsa tevahiya Tirkiyeyê ne.
Ev tişt nîşan dide ku Erdoganê ku bi salan kurd çewisandin, sifeta terorê li wan kir, careke din bi hîlebazî xwest dengê civaka kurd li bakurê Kurdistanê qezenc bike. Lê gelê kurd êdî baş dizane ku Erdogan bigihîje ser desthiladariyê tê wateya ku bajarên din ên kurdan werin hilweşandin. Her wiha girtina siyasetmedarên kurd û pêkanîna rewşa awarte li herêmên kurdî. Li gorî anketên têne kirin, diyar dibe ku gelê kurd dê dengê xwe nede Erdogan û partiya wî, lê belê dê dengê xwe bidin HDP û namzetê wê yê serokkomariyê Selahaddîn Demirtaş ku zêdetirî salekê ye ji aliyê rayedarên Erdogan ve hatiye girtin.
Kaniyên petrolê ji ser Tirkiyeyê hatin girtin, aborî têk çû
Dewleta tirk êdî ket aloziya aborî û Erdogan nema dikare salek din bisekine ku hilbijartinên perlemanto û serokkomariyê li dar bixe. Ji ber ku aloziya aborî cemawerên piştgiriya wî dikin kêm kir. Ji ber vê yekê Erdogan ji tirsa ku gelek dengên alîgirên xwe û heta ji endamên AKP'ê winda kir, hilbijartinên pêşwext ragihandin.
Ev derbeya di aboriya Tirkiyeyê de diyar bû, lîreya Tirkiyeyê beranberî pereyên biyanî kêm bû. Ev di sala 2015'an de destpê kir. Dema Erdogan û partiya wî nema karîbûn piraniya dengan bi dest bixe ku karibe bi tena xwe hikûmetê ava bike. Piştî hewldana derbeya leşkerî hîn zêdetir têk çû. Piştî daxuyaniyên Erdogan û gefên wî yên destwerdana di siyaseta neqd (pere) bû sedema ku lîreya Tirkiyeyê 20 ji sedî ji nirxê xwe kêm bike.
Rewşa aborî ji AKP'ê re bûye metirsînek mezin, bi taybet aboriya wan ber bi têkçûnê ve diçe.Lîreya Tirkiyeyê beranberî dolar gelek hate xwarêl. Di heman demê de di navbera DYA û Tirkiyeyê têkilî lawaztir dibin. Li ser vê jî helwesta Yekîtiya Ewropa ya li dijî Tirkiyeyê, ev dibe ku di demên pêş de embargoyê li ser Tirkiyeyê çêke. Ev nîşaneyên ku rewşa jiyanî ya welatên Tirkiyeyê zehmet bibe. Bê guman ev tiştên me gotin wê di hilbijartinan de bandorê li hejmara dengên AKP'ê bike.
Destwerdana Erdogan a leşkerî di Sûriyeyê de jî bi bandor bû, gelek mesre li ser Tirkiyeyê feriz kir. Pîlanên Erdogan ên bi DAIŞ'ê re, bi taybet di dema dagirkirina beşek mezin ji xaka Iraq û Sûriyeyê, ev diyarder bû. Erdogan ji kirîna nefta DAIŞ'ê bi nirxên kêm fayde lê kir. Erdogan îda dikir ku ev ji ber siyasetên wî yên rast pêk tê û geşedana aborî heye. Lê ji dema DAIŞ dûrî sînorê Tirkiyeyê hate xistin. Neft êdî nema ji herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê debû diçû Tirkiyeyê. Aboriya Tirkiyeyê daket û derbeyên giran xwar. Erdogan di heman demê de çek û cebilxane jî difrotin DAIŞ'ê ev jî hate rawestandin.
Lê bi tunekirina DAIŞ li Minbicê ku di sala 2016'an de pêk hat, Erdogan û hikumeta xwe aboriya ji DAIŞ qezenc dikir winda kir.
Di heman demê de dewleta tirk ji piştgiriy Amarîka ya di bin navê opozisyonê jî sûd wedigirt. Dema Amarîka piştgiriya xwe da rawestandin, Erdogan neçar bû piştgiriyê li ser hesabê gelê Tirkiyeyê bide çeteyan û wan fînase bike. Di heman demê de destwerdana wan û êrîşa wan a li ser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê bû sedema ku di aliyê aborî de gelek zirarê bibîn in.
Erdogan û malbata wî ew qas mal ji ku anî?
Rojnameya Bild a almanî der barê gendeliya Erdogan û malbata wî de raporek weşand û diyar kir ku xerxe salane ya fermî ya Erdogan nagihîje 50 hezar euro, lê 4 zarên Erdogan di nav mal de mane. Rojnameyê destnîşan kir ku zarên Erdogan ku piraniya wan fermî kar nakin, di qesrên pir mezin de dijîn, projeyên wan ne zelal in.
Li gorî rojnameyê malbata Erdogan tenê li Stenbolê 50 vîlayên wan hene, li gorî texmînan nirxên wan 6 milyon euro ye, hemû jî yên kurên Erdogan Ehmed û Bîlal in. Li gorî raporên rojnameyên Tirkiyeyê, Ehmed Erdogan ku projeyek wî ya veguhestina deryayî heye, serwa wî niha herî kêm bi qasî 80 milyon dolar e.
Di heman demê de hin raporan diyar kirin ku şirketa veguhestinê ya girêdayî kurê Erdogan, Bîlal Erdogan, petrol ku ji DAIŞ'ê dikir, vedighest. Bîlal Erdogan bi tewana ku petrolê bi qaçaxî derdixe, hatiye tewanbarkirtin. Petrol çeteyên DAIŞ'ê ya ji Sûriyeyê û Iraqê distend û dibir welatên Asya. Ev yek gihişt asta ku hin saziyên çepemeniyê yên herêmî wekî Wezîrê Petrolê ew pênase kirin.
Ewlehiya hilbijartinan bi guman e
Di roja 18'ê nîsana 2018'an de dema Erdogan ragîhand ku dê hilbijartinên pêşwexet di 24'ê hizêranê lidar bixin, perlemantoya Tirkiyeyê cara 7'an der barê dirêjkirina dema rewşa awerte 3 mehên din dirêj kir. Ev yek piştî hewldana derbeya leşkerî ya Tîrmeha sala 2016'an de pêk hat.
Hemû hêzên opozisyona Sûriyeyê û yên rewşa Tirkiyeyê dişopîn in, tevî NY jî destnîşan kir ku hilbijartinên di bin rewşa awerte de dê ne saxlem pêk werin. Erdogan û partiya xwe dê gelek sextekarî û lîstokan bike.
Berpirsê Desteya Bilind a Mafên Mirovan Zeyd Reed El-Hisên der barê hilbijartinên di rewşa awerte were lidarxistin de diyar kir ne mimkun e saxlem be û ev tişt anî ziman: Zehmet e hilbijartinên rast û durist di rewşa heyî de pêk were. Ji ber hemû nerînên dijberiya partiya desthildara bikin, têne cezakirin. El-Hisên zêdekirina zextê li ser nerîna civakê nerazîbûn anî ziman û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku rewşa awarte yekser rakin. Da ku hemû welatî karibin bi awayekî temam beşdarî dengdayînê bibin.
Qanûna hilbijartinan derfetên sextekariyê hêsan dike
Beriya ku dema rewşa awerte were dirêjkirin bi hefteyekê, parlamantoya Tirkiyeyê qanûna ku rêxistinkirina hilbijartinan ji nû ve sererast kir, ev jî rê li ber sextekariyê vedike.
Qanûn rê dide ku hevkarî û kom werin avakirin. Erdogan jî ev yek qezenc kir û bi MHP'ê re ket hevkariyê. Da ku dengên wan jî bi dest bixe.
Di heman demê qanûn rê dide ku Meclisa Bilind a Hilbijartinan rê dide ku rayedarên hilbijartinan werin tevlihekirin. Sindoqên hilbijartinan werin veguhastin. Her wiha dê rê were dayîn ku kartên hilbijartinan ên mohr li ser tinene jî werin dayîn. Her wiha li gorî qanûnê rê tê dayîn ku hêzên ewlekariyê derbasî navnedên hilbijartinan bibin.
Hemû biryarên perlemantoyê erê kir, rê dide ku AKP'ê her tiştî di hilbijartinên pêş de bixin bin destê xwe. Tirkiyeyê nih ji derdora xwe rewşa tecrîdê jiyan dike. Ev ji ber siyasetên şaş û piştgiriya Erdogan a ji komên terorist. Her wiha destwerdana wî di dewletên cîran û têkçûna aboriya Tirkiyeyê, li aliyê din jî bê dengkirina muxalifan û xistina wan a girtîgehê e. Erdogan her kesên li dijî nerîna wî derkeve, ji kar davêje. Bi vê yekê Erdogan ev hilbijartin ji xwe re dihesbiîne, ji ber dikare sextekariyê bike. Sindoqan dikare bibe derveyî navendên hilbijartinan. Her wiha dê gelek tiştên din jî pêk bîne.
Hîka mêzînê di destê kurdan de ye
Erdogan gelek dengên piştgiriya wî dikirin winda kiriye, ev ji ber siyasetên wî yên şaş, her wiha hevkariya wî ya bi MHP'ê re bû sedema ku parçebûn di partiya wî de pêk nê. MHP'ê jî derdora ji sedî 50 dengên xwe winda kiriye, ev li gorî serjimariyên hatine çêkirin. Lewma niha hêka mîzînê di destê gelê kurd de ye. Kurdên bakurê Kurdistanê piştî êrîşên Erdogan a li dijî Efrînê hate guhertin. Heta kurdên muhafezekar jî dê dengê xwe bidin HDP’ê û Selaheddîn Demirtaş.
Li gorî hin serjimariyên ku di sala 2007'an de pêk hat, ji sedî 20'ê dengên ku Erdogan bi dest xistin, ji kurdên muhafezekar e. Lê siyasetên Erdogan ên li ser gelê kurd û tundiya wî ya li dijî gelê kurd, her wiha êrîşên leşkerî ku li dijî herêmên kurdî li Sûriyeyê û Iraqê pêk anî bû sedema ku Erdogan wan dengan winda bike. Êdî kurd bi beşên xwe yên muhafezekar û laîk dê dengê xwe nedin AKP'ê hemû şopdarên rewşa Tirkiyeyê vê yekê dibêjin. Êdî gelê kurd û bi taybet piştî êrîşa li ser Efrînê, dikare Erdogan bi bin bixe.[1]