#Erdogan# ... Dîktatorî, siyasetên şaş û gendeliya malbatê - 3
NAVENDA NÛÇEYAN / MEDYA HENAN
Dema çirûska Bihara Gelan li Rojhilata Navîn pê ket, Erdogan hewl da ji vê fersendê qezencan bi dest bixe û serdema osmaniyan zindî bike. Li ser vê yekê piştgirî da Îxwan El-Muslimîn, DAIŞ û El-Qaîdeyê û xwe wek xelîfeyê misilmanan nîşan da. Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên pêşwext re jî hewl dide binketinên xwe yên hundirîn bi rêya dagirkirina welatên ereban binixumîne.
Destwerdana di kar û barên dewletên cîran de û xewna vegerandina Dewleta Osmanî
Erdogan ji destpêka Bihara Ereban ve destek da Îxwan El-Muslimîn li Misr û Tunisê û li Lîbyayê alîkarî da komên El-Qaîdeyê. Li Sûriyeyê jî destek da DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê, her wiha dest di Iraq û Sûdanê jî werdida. Destwerdanên Recep Tayyîp Erdogan ên di van welatan de hişt ku di hundirê Tirkiyeyê de aloziyek çêbe. Di encamê de parçebûyînek di civaka Tirkiyeyê de çêkir û rikberên Erdogan zêde bûn. Erdogan li ser vê yekê û bi armanca ku serokatiya xwe biparêze û aloziya hundirîn veşêre biryara hilbijartinên pêşwext da, guhertin ku di destûrê de hatin kirin û veguhestina sîstema parlamentoyê ber bi sîstema serokatiyê ve rastiya vê yekê diyar dike.
Tirkiyeyê çawa dest di Sûriyeyê werda?
Ji destpêka pêvajoya Şoreşa Sûriyeyê ya Adara 2011'an ve, Erdogan ku di wê demê de serokwezîrê Tirkiyeyê bû, bi hemû hêza xwe xwest serweriya xwe li Sûriyeyê bike. Daxuyanî li dijî rejîma Sûriyeyê didan û gel li hemberî rejîmê sor dikir, xwe wekî dostê gelê kurd nîşan dida. Di hemû aliyan de destek da komên çete yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê, her wiha baregehên çeteyên girêdayî MÎT’ê ava kirin da ku ajandeyên xwe li Sûriyeyê pêk bîne. Lê bi demê re rûyê rast ê dewleta tirk aşkera bû.
Dewleta tirk her wiha sûd ji alîkariya derve ya bi şoreşên Bihara Gelan re wergirt, nemaze piştgiriya Amerîka bi van şoreşan re. Vê yekê hişt ku dîplomasiya Tirkiyeyê di çarçoveya siyaseta wergirtina piştgiriya helwestan ku sûdeke siyasî û dîplomasî jê qezec dike, li gorî daxwaza hêzên derve tev geriya.
Her wiha hin hesabên din ên siyasî yên Tirkiyeyê bi rêya destwerdana karûbarên Sûriyeyê hebûn. Îran li ser asta Rojhilata Navîn rikberê wê yê herêmî û dîrokî ye. Rûsya jî rikberê wê yê sereke li ser asta herêma Balqan û Asyaya Navîn e. Berfirehbûna serweriya van her du dewletan di Sûriyeyê de, serweriya Enqereyê sînordar dike. Vê yekê hişt ku dewleta tirk şoreşa Sûriyeyê wek derfet bibîne da ku serweriya van her du rikberên xwe yên dîrokî tune bike.
Tirkiye ku ji destpêka tevgera şoreşgerî ya Adara 2011'an ve her tim di dîmena qada Sûriyeyê de diyar bû, helwest, cih û rolên wê her tim dihatin guhertin. Guhertinên di helwesta Tirkiyeyê de ya girêdayî Sûriyeyê nedihat fêmkirin û tenê di çarçoveya dijminahiya kurdan de diyar bû û ji bo kurdan tune bike ji her tiştî re yan ji her projeyeke paşeroja Sûriyeyê re amade bû.
Ji destpêka şoreşê ve, Erdogan di nêrîna komên çekdar ên Sûriyeyê de û di nêrîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra de kezeba ku jê henaseyê digirin bû. Dewleta tirk sînorên xwe li pêşiya hatina endamên El-Qaîdeyê û DAIŞ'ê vekirin û alîkariya wan a lojîstîk û leşkerî kir.
Derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê veguherî nuqteya guhertina siyaseta Erdogan li hemberî aloziya Sûriyeyê. Helwestên Erdogan ji aloziya Sûriyeyê bi temamî hatin guhertin û berê xwe da Koşka Sor a ‘hirçê rûsî Viladimir Putîn ku sedema sereke ya mayîndekirina rejîma Sûriyeyê bû.
Erdogan ku hê jî dirûşmên şerê rejîma Sûriyeyê bilind dike û banga hilweşandina wê dike, lê li ser erdê hêzên wî koordîneyê bi hevkarên wî Moskov û Tehranê re dikin. Êdî tê gotin ku ‘Troykaya Îran, Rûsya û Tirkiyeyê’ Sûriyeyê parçe dike û her yek ji van aliyan li gorî hesab û berjewendiyên xwe yên taybet tev digerin. Bi vê yekê helwesta Erdogan ji xîtabeke gelêrî ya li hemberî welatiyên Sûriyeyê der barê şoreşê de veguherî helwesta ewlekariyê ya şerê li dijî Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Bi vê yekê çalakiyên koçberkirinê ji Xota El-Şerqiyê pêk hat ku diviya bû ew di nava herêmên kêmpevçûn de bûya û di heman demê de çalakiya koçberkirina welatiyên Efrînê jî di bin topbarana Tirkiyeyê de hate kirin.
Tişta sosret di vê mijarê de ew e ku Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriya Demokratîk ku Erdogan wan bi terorê tawanbar dike, hêza sereke ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ye. Her wiha herêma Efrînê û Erdogan êrîşeke dagirker li dijî wê dide meşandin, beriya dagirkeriya wî spartgeha bi ewle ya welatiyên ji pêkhateyên cuda yên ji ber şerê Sûriyeyê direviyan bû.
Destwerdana Tirkiyeyê di Iraqê de
Destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Iraqê de ne tiştekî nû ye, lê belê rejîmên Tirkiyeyê yên li pey hevûdu û ji ber dijminahiya li hemberî gelê Kurd hewl didin bi hemû rêbazan derbeyan li îradeya Kurdan bidin. Li Iraqê jî rayedarên Tirkiyeyê hewl da derbeyê li Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federal bidin. Ji sala 1994'an ve Tirkiye destwerdana Iraqê dike û heta gihîşt sala 2015'an hejmara baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê gihîşt 18 baregehên leşkerî û tê de bi hezaran leşkerên tirk hatine bicihkirin.
Rejîma Recep Tayyîp Erdogan, tevî hemû îdîayên wî yên dostaniya kurdan, lê aşkera ne tenê li Sûriyeyê li her derê hebûna kurdan armanc dike. Ev yek di raferandûma serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Masûd Barzanî di îlona 2017'an de aşkera diyar dibe, dema ku Erdogan li rex Îranê dijberiya lidarxistina raferandûmê kir.
Erdogan destwerdana xwe ya li Mûsilê (baregeha Başîqa) hevpeymaneke kevn a di navbera Tirkiye û Brîtanyayê ya sala 1926'an de hincet digire, ku li gorî wê têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û hikumeta Iraqê de (ku alîkariya xwe di wê demê de ji Brîtanyayê werdigirt) diyar dikir. Erdogan Mûsilê wek wîlayeteke Tirkiyeyê dibîne ku di encama rewşên sedsala 20'an de winda kiriye û divê ew li Tirkiyeyê were zêdekirin, her çi qas bi darê zorê be jî.
Erdogan di destwerdana xwe ya dewletên cîran de xwe dispêre gotineke Ataturk a ji saziyên hevpeymana niştimanî ya sala 1920'an: “Sînorên neteweya me, ji başûrê kendava Îskenderûnê, ji Antakya û başûrê pira Cerablusê û îstasyona rêya hesin û başûrê Helebê û piştre bi çemê Firatê re ber bi başûr ve diçe û Dêrazorê digire nava xwe û piştre ber bi rojhilat ve diçe û Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê digire nava xwe.”
Erdogan siyaseteke dualî ya laîkbûnê ku di destûrê de hatiye çespandin û girêdayî rêgezên kemalîst ên Ataturk e û helwesta wî ya olî ku desthilatdariya dewleta tirk bi riya AKP'ê ya alîgirtiya îslamî dike, da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Vê yekê hişt ku destwerdana Başîqa bike û têde baregehên xwe yên leşkerî di bin navê El-Heşd El-Wetenî de bi serkêşiya parêzkarê Nînovayê Asîl El-Nicêfî de ava bike. Tirkiyeyê di bin hinceta şerê li dijî DAIŞ'ê de alîkariya vê komê kir, lê di bingeh de parastina berjewendiyên Tirkiyeyê li Iraqê bû, her wiha bi hinceta parastina kêmnetewan û bi taybet tirkmenan û alîkariya pêkanîna guhertineke demografîk li welat.
Tişta herî girîng ku Erdogan hewl dide pêk bîne ew e ku roleke navendî di karûbarên Rojhilata Navîn de bilîze. Erdogan Rojhilata Navîn weke herêma serweriya xwe ya berê bi nav dike û ev yek jî bi riya pêşniyarkirina projeya ‘Tirkiyeya Nû’ ku Erdogan pêşkêş kiriye û dixwaze bi şêwazên cûda cûda dagirkeriya xwe li herêmê mezin bike. Yek divê Tirkiye xwe weke îslamiya sunnî bi nav bike û sere xwe bi osmaniyan bilind bike. Du divê xwe li hemberî aliyên din kêm nebîne. Ya sêyemîn jî ew e ku têkliyên xwe bi dewletên rojavayî re xurt bike û siyasetên xwe di cîhana îslamî de pêk bîne û ji endamtiya xwe ya di NATO'yê de sûd wergire.
Alîkariya terorîstên li Lîbyayê
Aşkera ye ku guhertinek di helwesta Tirkiyeyê de ya li hemberî aloziya Lîbyayê ji destpêkirina xwepêşandanan ve di 15'ê sibata 2011'an de da ku ji desthilatdariya El-Qedafî xilas bibin, nehatiye guhertin. Gelek caran piştrast bû ku Enqere alîkariya terorê li Lîbyayê dike, nemaze piştî ku rayedarên Yewnanistanê gemiyeke Tirkiyeyê Andromeda girtin û tê de 29 sindoqên bombe û teqemeniyan hebûn. Ev gemiya ku ber bi beravgeha bajarê Misrata yê Lîbyayê ve diçû. Tevî ku Tirkiyeyê ev mijar derewan û got ku gemiya Andromeda ber bi Asyûbiyayê ve diçû, lê rêveberê bendera Piraeus a Yewnanistanê ragihand ku tîma gemiyê li xwe mikur hatiye ku ew ber bi bajarê Misrata yê Lîbyayê ve diçin.
Çalakiya şandina çekan di çarçoveya siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî aloziya Lîbyayê de bû û alîkariya terorîstan li rojavayê Lîbyayê dikir. Ji dema ku rejîma Muemer El-Qedafî hilweşiya ve, Tirkiye alîkariya şepêlên îslamî yên siyasî li Lîbyayê dike ku di bingehê de nûnertiya Partiya Edalet û Avakirinê dike (baskê rêxistina Îxwan Muslimîn li Lîbyayê). Ev yek di redkirina Erdogan a naskirina parlemana Lîbyayê de diyar bû ku di sala 2014'an de hate hilbijartin.
Destwerdana girava Sewakên a Sûdanê
Girava Sewakên a Sûdanê ji aliyê osmaniyan ve hatibû dagirkirin û di serdema osmaniyan de xwedî cihekî girîng bû. Osmaniyan wek navendeke bazirganî û ji bo hêzên xwe yên deryayî di Deryaya Sor de digirtin dest. Her wiha navenda desthilatdarê osmaniyan ê herêma başûrê Deryaya Sor di navbera salên 1821 û 1885'an de hatibû bicihkirin.
Di çarçoveya hewldanên Erdogan ên vegerandina Împaratoriya Osmanî de ku dewletên ereban wek beşên Tirkiyeyê dibîne, Erdogan destwerdana Sûdanê kir û got ku dê giravê ji nû ve vejîne.
Armanca herî metirsîdar a vê pêngava Tirkiyeyê ew e ku girava Sewakên veguherîneke herêmeke leşkerî û ji vir Tirkiye zextê li Siûdiyê bike û sûd ji alîkariya Qatarê wergire, nemaze li rex nakokiyên di navbera dewletên Kendavê de. her wiha girav serweriyê li berava Yemenê yên li ser sînorê beravên Siûdiyê dike. Tirkiye hewl dide di şerê Yemenê de jî rola xwe bilîze û bi vê yekê sînorên Dewleta Osmanî ji nû ve nexşe bike.
Li rex van armancan, Tirkiye hewl dide lawaztiya xwe ya bazirganî û pîşekarî ber bi derve ve derbixîne û têklî û hevpeymanên nû li ser hesabê gelê Tirkiyeyê pêk bîne da ku xwe weke meqsedan bazirganî nîşan bide û aboriya wê xurt e. Evan mijar jî da ku aloziya xwe ya siyasî ku di hundirê Tirkiyeyê de dijî veşêre.
Tişta ku lawaztiya bazirganî ya Tirkiyeyê aşkera dike ew e ku bi Sûdanê re 9 hevpeyman îmze kirin û hin ji wan li girava Sewakên pêk were û di nava wan de projeyên çandinî û pîşekarî û navendên sewalan ji bo derxistina goşt, fabrîkeyên hesin û avakirina balefirgehekê li paytexta Sûdanê Xertûmê. Armanca veşartî li paş van projeyan ew e ku dagirkeriya vê herêmê bike da ku karibe peywendiyê bi herêmên Afrîka re bike û li herêma di navbera ereban û afrîkayiyan de xwedî gotina dawî be.
Têkçûna têkiliyan di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de
Ji dema avakirina Tirkiya nû ve, dewletên rojavayî û Amerîka piştgiriya sîstema wê dikin û li Rojhilata Navîn propagandeya wê dikin. Van aliyan hewl da Rojhilata Navîn ber bi siyaseta îslamî ya nerm ve bibin û propagandeya nimûneya Tirkiyeyê li dewletên cîran bikin da ku rê li pêşiya tevgera sermayedarên cîhanê û globalîzmê ber bi vê herêmê ve vebikin.
Ev mijar ji Erdogan dihat xwestin, lê alîkariya Erdogan bi DAIŞ û Cebhet El-Nusra û gelek komên El-Qaîde re, li rex bikaranîna Erdogan a kaxeza koçberan li dijî Ewropayê, her wiha binpêkirina azadiyan di Tirkiyeyê de û girtina siyasetmedar û rojnamevanan, hişt ku Ewropa bi guman li mijara endamtiya Tirkiyeyê di Yekitiya Ewropayê de binêre. Vê yekê hişt ku têkliyên di navbera her du aliyan de têk biçin.
Di sala 2017'an de têkiliyên di navbera wan de bêtir têk çûn, piştî ku Parlemana Ewropayê biryar da û bang li hin dewletên endam kir ku çalakiyên beşdarkirina Tirkiyeyê di Yekitiya Ewropayê de rawestînin, nemaze ji ber sicila hiqûqî ya têkçûyî li Tirkiyeyê. Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel jî ku herî zêde ji Erdogan ve nêzîk e, zêdekirina hevkariya aborî di navbera Yekitiya Ewropayê û Tirkiyeyê de red kir û Yekitiya Gumrikê ya nû di çarçoveya siyaseta niha de wergirt. Konseya Wezîrên Alman jî di hizêrana 2017'an de hêzên xwe yên leşkerî ji baregehên li Tirkiyeyê vekişandin û li Urdunê bi cih kirin.
Di rastiyê de, siyasetên destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên dewletên cîran de û alîkariya wê bi El-Qaîde, DAIŞ û Cebhet El-Nusra re hişt ku têkiliyên wê bi Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê re têk biçin. Her wiha zextên li ser rejîma Erdogan zêde bûn û hişt ku bikeve tecrîdekê û bandor li aboriya welatê wî kir. Vê yekê hişt ku Erdogan lidarxistina hilbijartinan pêşwext bike da ku ji van zextan xilas bibe ku bi demê re bandorê li alîgiriya wî dike. Di encamê de eger hilbijartin di dema wê de di Mijdara 2019'an de bêne lidarxistin, partiya wî dê têk biçe.[1]