#Erdogan# ... Dîktator, siyasetên şaş û gendeliya malbatê – 1
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN
AKP`ê li ser bermahiyên partiyên Refah û Fazîletê xwe da avakirin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi xêra hinek kesan gihaşte asta niha tê de ye. Erdogan ji bo serweriya Tirkiyeyê bikeve destê wî, ew kes tasfiye kirin û xwe jê xilas kir. Her wiha di destûrê de guhertin çêkir û dixwaze sîstema parlamenter a Tirkiyeyê bike sîstema serokkomariyê û her tişt bikeve destê wî.
Recep Tayyîp Erdogan di bin navê parastina aboriya welat de hilbijartinên parlamento û serokkomariyê ku diviyabûn di Mijdara 2019`an de pêk bihatana, anîn 24`ê Hezîrana 2018’an. Armanca Erdogan ew e ku parlamentoyê qels bike û her tişt bikeve destê wî.
Recep Tayyîp Erdogan kî ye?
Recep Tayyîp Erdogan 26`ê sibatê sala 1954`an li taxa Kasimpaşa ya Stenbolê tê dinê. Li dibistaneke îmam xetîb (dibistanên amadehiyê yên ku dersên îslamî didin) a Stenbolê dixwîne. Ji bo ku bikare bixwîne avê û şêraniyê difiroşe. Sala 1977`an li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê aboriyê dixwîne û sala 1981`an xwendina xwe bi dawî dike (Gelek muxalîf îdia dikin ku Erdogan ji vê beşê derneçûye û bawernameya wî jî sexte ye).
Sala 1983’yan Erdogan dest bi siyasetê dike û tev li yekitiya xwendekaran a tirkên neteweperest dibe û dema temenê wî dibe 18, tev li partiya Refah dibe. Di derbeya 1980`yan de xebata hemû partiyên siyasî tê sekinandin, piştî 3 salan dîsa partiyên siyasî dest bi xebatê dikin û Erdogan di nava partiya Refah a Necmettîn Erbakan de li Stenbolê bi awayekî çalak dixebite.
Sala 1998`an Erdogan ji ber nîjadperestî û olperestiya xwe ji erka xwe ya serokatiya Şaredariya Stenbolê tê hildan û 10 mehan dikeve zindanê. Nêrîna Erdogan a îslamî, sofî û neqişbendî ye.
Avakirina AKP`ê
Piştî ku partiya Fazîlet a Erbakan hat girtin, Erdogan, Abdullah Gul û çend kesên dîtir ji partiyê qut bûn û sala 2001`an AKP ava kir. AKP sala 2001`an di hilbijartinan de bi ser ket lê belê Erdogan nikaribû bibe serokwezîr û şûna wî Abdullah Gul bû serokwezîr. Erdogan 11`ê Adara 2003`yan bû serokwezîrê AKP`ê. Erdogan heyanî sala 2014`an serokwezîrê AKP`ê bû û sala 2014`an bû serokkomarê Tirkiyeyê.
Erdogan çawa bû desthilatdar?
Erdogan bi saya 4 kesan gihaşte desthilatê û ji bo her tişt di destê wî de be, ew her çar kes ji desthilatê dûr xistin.
Yekemîn kesê ku alîkariya Erdogan kir Necmettîn Erbakan bû. Erdogan xwe wek şagirtê Erbakan didît û di hilbijartinên 2002`yan ev yek ji xwe re da bikaranîn.
Necmettîn Erbakan di kongreyeke li bajarê Amedê hate lidarxistin de ji bo Erdogan wiha got: “Erdogan yek ji şagirtên min bû, min jê re got ku çi bike, li min guhdar nekir û ew bi Îsraîlê re tev digere.” Her wiha Erbakan di televizyoneke almanî de jî wiha got: “Îsraîl bi rêya Erdogan dixwaze gelê tirk qezenc bike û ew perspektîfan dide Erdogan. Erdogan polîtîkaya Îsraîlê dimeşîne û ew serokê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e.”
Abdullah Gul jî duyemîn kes bû ku Erdogan bi xêra wî gihaşte desthilatê. Gul hevalekî Erdogan ê herî nêz e. Dema ku desthilat ket destê AKP`ê, Erdogan wê demê di zindanê de bû. Piştî ku ji zindanê derket Gul hukmê AKP`ê radestî Erdogan kir û ew bi xwe jî bû wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê.
Destpêka 2013`an di navbera Erdogan û Abdullah Gul de nakokî derketin. Dema ku li qada Taksîm a Stenbolê gel rabû serhildanê, Gul xwest bi zimanekî dûrî tundê meseleya rabûna gel a serhildanê çareser bike, Erdogan jî ev yek qebûl nekir. Weke dîtir jî dema ku Erdogan bû serokkomarê Tirkiyeyê Gul dûr xist û nakokî di navbera wan de berdewam kir. Piştî hewla derbeya Tîrmeha 2016`an Erdogan destbi rewşa awarte kir, Gul jî ev yek rexne kir. Ji bo Gul xwe ji hilbijartinên 24`ê Hezîranê yên îsal bide paş ji aliyê serokê giştî yê artêşê Hulusî Akar ve hat tehdîdkirin.
Kesê sêyemîn ku alîkariya Erdogan kir Fethullah Gulen bû. Erdogan bi riêya wî gihaşte desthitê, piştî ku Erdogan ji zindanê derket Fethulah Gulen pê re bû alîkar ku bibe serokwezîrê AKP`ê.
Bi wext re Gulen fêm kir ku Erdogan dîktatorekî biçûk e û êrîşî wî kir. Gulen ji ber ku êrîşî Erdogan kir neçar ma ku ji Tirkiyeyê derkeve û niha li Amerîka dijî.
Kesê çaremîn ku alîkariya Erdogan kir Ahmet Davutoglu bû. Davutoglu sala 2003`yan balyoz bû û sala 2009`an bû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê heyanî sala 2014`an, piştre jî bû serokêwezîrê hikumeta Tirkiyeyê ango serokê AKP`ê.
Erdogan ji pêşketina Davutoglu tirsiya û metirsiyên wî hebûn ku di mijara guhertina destûrê de Davutoglu li hemberî wî derkeve, ji ber vê yekê Erdogan Davutoglu neçar kir ku ji erka xwe ya ku 6 meh jê re mabûn, îstîfa bike.
Hevalbendiya AKP`ê bi MHP`ê re
Piştî derbeya Tîrmeha 2016`an Erdogan, Devlet Bahçelî (serokê MHP)û Kemal Kiliçdaroglu (serokê CHP) 7`ê Tebaxê li Stenbolê li hev kom bûn. Piştî derbeyê têkiliya di navbera AKP`ê û MHP`ê de xurt bû û MHP`ê destek da Erdogan da ku destûr were guhertin û sîstema parlamenter veguhere sîstema serokkomariyê. Erdogan Nîsana 2017`an bi rêya endamên MHP`ê di referandumê de bi hîlebaziyan bi ser ket.
Eger di destûrê de guhertin çêbe dê serokkomar şûna 5 salan 7 salan serokê dewletê bimîne, serokwezîrtî ji holê tê rakirin, êdî serokkomar bi xwe wezîran diyar dike, ew berpirsyarê artêşê, hêzên ewlekarî û îstîxbaratê ye. Ew kengî bixwaze dikare rewşa awarte îlan bike bê ku li parlamento vegere, ew dikare bê li parlamento vegere cîgirên xwe diyar bike û her tişt dikeve destê wî.
Hilbijartinên pêşwext
Mijara 2019`an diviyabû ku hilbijartinên parlamento û serokkomariyê pêk hatibana lê belê Erdogan hilbijartin bi pêş de anîn û dê 24`ê Hezîranê hilbijartin pêk werin. MHP`ê jî ev biryara Erdogan destek kir.
Erdogan bi Bahçelî re hevpeyman çêkir da ku bi rêya wan di hilbijartinan de bi ser bikeve û Bahçelî jî bibe cîgirê Erdogan.[1]