Erdogan... Dîktatorî, siyasetên şaş û gendeliya malbatê – 2
MEDYA HENAN / NAVENDA NÛÇEYAN
Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide hilbijartinên serokatiyê di şertên rewşa awarte de li dar bixe da ku serkeftina xwe di van hilbijartinan de mîsoger bike. Nemaze piştî ku piraniya rikeberên xwe û rojnamevan xistin zindanan û ji kar avêtin.
Erdogan bi rêya xapandina çîna olperest li welat gihaşt payeya desthilatdariyê, her wiha beşek ji kurdan jî xapand ku dê mafên gelê kurd di Tirkiyeyê de biparêze, lê tavilê aşkera bû û ev sozên xwe xwarin, dûre dest bi ferzkirina desthilatdariya xwe li welat kir. Di destpêkê de raferanduma 21'ê Cotmeha 2008'an û heta ferzkirina rewşa awarte piştî derbeya têkçûyî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an û di dawiyê de raferanduma veguherandina sîstema welat ji sîstemeke parlamenter ber bi sîstema serokatiyê ve.
Dest bi tunekirina rikeberên xwe kir
Piştî ku Erdogan di sala 2003'yan de bû serokwezîr, bi hemû rêbazan hewl da desthilatdariya xwe li welat ferz bike û ji bûyerên li welat sûd wergirt da ku rikeberên xwe tune bike. Di 2010'an de hemleyek di bin navê ‘Balyoz’ de da destpêkirin û tê de fermandarên artêşê yên rikeberiya wî dikirin armanc girtin û bi hewldana derbeyê li dijî AKP'ê tawanbar kirin. Di vê çarçoveyê de tevliheviyeke hundirîn di navbera muhafazakar û laîkparêzan de derxist û hewl da pevçûnên bi Yewnanistanê re derxin.
Bi armanca parastina rayedarên ku Erdogan di tunekirina rikeberên xwe de erkdar dikirin, AKP'ê di 12'ê Sibata 2012'an de reşiknameya qanûnekê pêşkêşî parlamantoyê kir û li gorî vê qanûnê burokratên ku ji aliyê serokwezîr an serokkomar ve hatine erkdarkirin tên parastin. Erdogan bê vê yekê bi rengekî qanûnî kiryarên xwe rewa kirin.
Sozên dan gelê kurd xwarin
Li ser rêya çespandina desthilatdariyê Erdogan piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de pêngava aştiyê ragihand, sûd ji gelê kurd wergirt. Diyaloga bi Ocalan re li girava Îmraliyê hate destpêkirin. Piştî ku biryara hilbijartina serokkomar ji aliyê gel ve bi riya raferanduma 21'ê Cotmeha 2008'an hate erêkirin, Erdogan xwe ji serokatiya Komara Tirkiyeyê re amade kir, li ser vê yekê pêdiviya wî bi dengên kurdan hebû da ku vê armanca xwe pêk bîne.
Di hilbijatinên 11'ê Tebaxa 2014'an de Erdogan wek serokkomarê Tirkiyeyê hate hilbijartin û cara yekemîn bû ku serokkomar ji aliyê gel ve rasterast tê hilbijartin.
Dema ku Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê bû serdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina wî bikin qedexe kir û ev qedexekirina wî ji Tîrmeha 2011'an ve berdewam dike. Piştî ku Erdogan bû serokkomar tecrîdeke hişk li ser Ocalan ferz kir û hevdîtinên bi wî re bi temamî hatin qedexekirin. Erdogan girêdayî mijara pêngava aştiyê jî sozên xwe li hemberî gelê kurd xwarin û pêngava aştiyê di Hezîrana 2015'an de bi dawî kir. Li ser vê yekê êrîşî siyasetmedarên kurd kir.
Bajarên kurdan hilweşandin
Piştî ku Erdogan danûstandinên aştiyê rawestandin, artêşa tirk û hêzên ewlehiyê êrîşên xwe li dijî bajarên kurdan kirin. Di encamê de bajarên Şirnex, Nisêbîn, Silopî, Sûra Amedê û gelek bajarên din ên kurdan rastî êrîşên dijwar ên artêşa tirk hatin. Artêşa tirk di van êrîşên xwe de çekên cuda bi kar anîn û dest bi hilweşandina van bajaran kir. Her wiha gelek welatiyên van bajaran neçarî koçberiyê hatin kirin û hê jî gelek ji wan li rex bajarên xwe di kampan de dijîn û AKP rê li pêşiya van koçberan digire.
Parlamenterên kurd girtin û şaredarî desteser kirin
Kiryarên AKP'ê ne tenê hilweşandina bajarên kurdan bû, lê belê siyasetmedarên kurd jî armanc girtin, rayedarên AKP'ê bi fermana Erdogan 13 parlemanterên kurd ên girêdayî Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bi tawanbariyên ku alîkariya terorê dikin, girtin. Di nava van parlamanteran de hevserokê HDP'ê Selaheddîn Dermîrtaş û Fîgen Yuksekdag hebûn. Rayedarên AKP'ê Fîgen Yukdekdag di Sibata 2017'an de ji parlamenteriyê avêtin.
Rayedarên AKP'ê bi girtina parlamenterên HDP'ê bes nekir, lê belê hevserokên şaredariyan jî ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, armanc girtin. AKP'ê serweriya xwe li ser 89 şaredariyan ferz kir û herî kêm 70 hevserokên van şaredariyan girtin û endamên AKP'ê yên girêdayî dezgehên ewlehiyê di vê serweriyê de erkdar kirin.
Erdogan ji bo ferzkirina desthilata xwe rewşa awarte bi kar tîne
Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de li dijî rêjîma Recep Tayyîp Erdogan derbeyeke têkçûyî pêk hat. Erdogan ji vê derbeyê sûd wergirt û desthilatdariya xwe li ser welat ferz kir û ji hemû rikeberên xwe bi rêya ragihandina rewşa awarte li welat xilas bû, ev rewşa awarte heta niha jî berdewam dike.
Ragihandina rewşa awarte piştî kêmtirî hefteyekê ji hewldana derbeyê pêk hat. Di wê demê de Erdogan got ku ji ragihandina rewşa awarte armanc ew e ku qaşo gefên li dijî demokrasiyê bêne tunekirin.
Lê di rastiyê de qanûna rewşa awarte rê li pêşiya Erdogan û hikumeta wî vekir ku di ser parlemanê re bêne dîtin û qanûnên nû derxin û azadiyên li welat sînordar kirin. Her wiha bêyî ku li rêveberiyên zagonsazî û dadgeriyê vegere dest bi girtinan kir.
Ji wê demê ve Erdogan 7 car e rewşa awarte nû dike û hê jî heta niha berdewam dike. Hilbijartinên pêşwext ku Erdogan banga wê kiribû dê di bin vê rewşa awarte de bêne lidarxistin.
Akademîsyen û lêkolînerê karûbarên Tirkiyeyê û rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk li Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn di axaftineke xwe de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re got ku tu carî hilbijartinên Tirkiyeyê di bin qanûna rewşa awarte de zelal nabin, nemaze rola parlemanê di vê mijarê de hatiye beralîkirin û di encamê de rola opozîsyonê (muxalefet) jî hatiye beralîkirin.
160 hezar kes hatin girtin û 152 hezar kes ji saziyan hatin derxistin
Erdogan ji rewşa awarte sûd wergirt da ku hemû rikeberên xwe yên siyasî tune bike. Her wiha alîgirên xwe di payeyên hesas ên dewletê de erkdar kirin da ku karibe desthilatdariya xwe li ser welat bidomîne. Piştî hewldana derbeyê Erdogan fermandarên artêşê ku alîgiriya AKP'ê nakin, armanc girtin û gelek ji wan girtin, hin jî ji kar avêtin û li şûna wan efserên girêdayî xwe erkdar kirin.
Piştre Erdogan berê xwe da zanîngehan û gelek akademîsyen jê derxistin, piştre berê xwe da dadgeriyê, dibistan, dezgehên çapemeniyê, komele û nexweşxaneyan û bi deh hezaran kes girtin û ji kar avêtin.
Di raporeke rêxistina mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî de ya têkildarî rewşa Tirkiyeyê ku di 20'ê Nîsana 2018'an de hatiye belavkirin, rêveberê rêxistina mafên mirovan Zeyd Reed El-Hisên wiha dibêje: 160 hezar kes di dema rewşa awarte de hatine girtin û 152 hezar karmend ji karên xwe hatine avêtin, gelek ji wan bê hincet in. Her wiha gelek mamoste, dadger û parêzvan ji kar hatin avêtin û gelek rojnamevan hatin girtin û gelek malperên înternêtê hatin girtin.
Her wiha dirêjkirina dema rewşa awarte li pey hev li Tirkiyeyê li dijî mafên mirovan bi awayekî hişk hate bikaranîn. Her wiha piştrast kir ku bêtirî 100 jinên ducanî û yên xwedî zarokên berşîr girtin. Her wiha gelek ji zarokên van jinan li rex dayikên wan hatin girtin û gelek zarokên din bi awayekî tund ji dayikên xwe hatin dûrxistin. Zeyd El-Hisên da zanîn ku ev kiryarên hişk hêrsa gel zêde dike û tu carî aramiyê di Tirkiyeyê de pêk nayne.
Dezgehên perwerde û çapemeniyê hatin girtin
Ji dema rewşa awarte hatiye ragihandin ve derxistina karmendan ji kar an jî taloqkirina karê wan bêyî ku aştiya tedbîran li ber çavan bigirin, berdewam e. Bi sedan pencereyên çapemeniyê, komele, sazî, nexweşxaneyên taybet, dezgehên perwerdeyê bi biryareke hikumetê hatine girtin û heta niha hê jî girtî ne. Her wiha mal û milkên wan jî hatin desteserkirin û tê gotin ku miqdara wan ji 11 milyar dolaran derbas bûye.
Di van demên dawîn de jî hikumeta AKP'ê avakirina komîteyeke pispor ji bo lêvegera li biryarên di dema rewşa awarte de erê kir. Lê ev komîte ne serbixwe ye, ji ber ku her 7 endamên wê ji aliyê AKP'ê ve hatine erkdarkirin. Tevî mafê berdewamkirinê di dadgehan de, lê rêbazên mafdariyê dibe ku bi salan li ber xwe bidin. Di vê çarçove û bendewariyê de ev kesên ji kar hatine avêtin çênabe vegerin kar, hesabên wan jî di bankayan de tên cemidandin û pasaportên wan jî tên desteserkirin. Bêtirî 102 hezar gilî pêşkêşî komîteyê hatine kirin, lê heta niha tu biryar nedane, wekî betalkirina biryarên girtina navendan û ji kar avêtinê.
Rayedarên AKP'ê gelek dezgehên çapemeniyê yên rikeberiya Erdogan û siyasetên wî dikin an siyaseta wî rexne dikin, girtin. Di nava van dezgehan de rojnameya Ozgur Gundem û rojnameya Azadiya Welat jî hene. Di 29'ê cotmeha 2017'an de hikumeta AKP'ê biryar da ku Ajansa Dicle ya Nûçeyan, Ajansa Jin a Nûçeyan, rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, mlapera nûçeyan Yuksekovahaber, rojnameyên Çoktaş, Posta, Haber, Ozgur Ekspres, Prestij Haber, Urfanatîk, Guzeltepenin Sesi, kovara Tîroj, kovara Evrensel Kultur, kovara Ozgurluk Dunyası bêne girtin. Her wiha bi sedan malperên înternetê girtin û naverokên wan hatin avêtin.
Tirkiye di asta cîhanê de yekemîn welatê e ku rojnamevan û çapemenîgeran digire. Ji destpêka ragihandina rewşa awarte ve 150 rojnamevan hatine girtin, her wiha piraniya rojname û kanalên televîzyonan ji xweseriyê dûr in, ji ber ku neçar in alîgiriya xeta siyasî ya hikumetê bikin.
Zextên giran li parêzvanên mafên mirovan jî kirin
Di sala 2017'an de desthilata Tirkiyeyê li ser hiqûqnasan jî hate meşandin. Di Hezîranê de serokê beşa Tirkiyeyê ya rêxistina Lêborîna Navneteweyî Taner Kiliç hate ragirtin û bi girêdana bi koma Fethullah Gulen ve hate tawanbarkirin.
Di Tîrmehê de 10 hiqûqnas di civîneke asayî ya li Stenbolê de hatin ragirtin û bi alîkariya rêxistinên terorîst hatin tawanbarkirin. 8 ji van hiqûqnasan hatin girtin û di nava wan de rêveberê Buroya Rêxistina Lêborîna Navneteweyî li Tirkiyeyê, endamê Meclisa Hemwelatiyan û damezirînera beşa rêxistina Lêborîna Navneteweyî li Tirkiyeyê û hin hiqûqnasên din ên almanî û siwêdî hebûn.
Li gorî rewşa awarte bêtirî 500 parêzer li Tirkiyeyê di girtîgehên yedek de hatin ragirtin û hezar parêzerên din hatin darizandin. Piraniya parêzeran li hemberî tawanbariyên girêdana wan bi koma Fethullah Gûlen re rû bi rû ne.
Her wiha îfadeyên îşkence û danûstandina xirab belav bûn, nemaze kesên di çarçoveya qanûna dij-terorê de hatine girtin. Li gorî gelek raporên asayîşê gelek girtî îşkence kirine û gefa destdirêjiyê li wan kirin.
Nîşanên pêşwextkirina hilbijartinan
Pêşwextkirina Erdogan a hilbijartinên parleman û serokatiyê ku diviyabû di mijdara 2019'an de bête lidarxistin ji bo 24'ê Hezîrana 2018'an gelek nîşandeyên wê hene. Di serî de zemîna hilbijartinan ji bo alîgirên Erdogan paşve diçe, ev yek di dengdayîna ji bo guhertinên destûrî de diyar bû. Erdogan di raferandûmê de ji sedî 51.5 deng wergirtin û gelek bajaran bi temamî dengên xwe nedan Erdogan.
Her wiha wêneyê zihniyeta Erdogan li rex blokbûna siyasî û civakî di hundirê Tirkiyeyê de paşve çû. Ev mijar di girtina rikeberên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê de diyar bû. Her wiha serweriya xwe li ser gelek dezgehên çapemeniyê ferz kirin. Herî dawî Ajansa Dogan hate neçarkirin da ku karsazekî nêzî Erdogan bikire. Her wiha çavdêriya li ser înternêt û hemû dezgehên çapemeniyê hate xurtkirin.
Erdogan hewl da sûd ji dagirkeriya xwe ya li Efrînê jî werbigire û li gorî berjewendiya xwe bixe xizmeta hilbijartinan. Her wiha sûd ji rewşa dewletên ereb ên cîran wergirt û li gorî berjewendiyên xwe dane xebitandin û dirûşmên xwe yên girêdayî mîrasa osmaniyan bilind kirin. Erdogan ev mijar jî di hundirê Tirkiyeyê de li gorî berjewendiya xwe da meşandin û îdia dike ku ew parastina îslamiyan dike.
Erdogan bi rêya pêşxistina hilbijartinan hewl dide beşekî mezin ji pispor û laîkparêzan beralî bike. Nemaze civaka Tirkiyeyê ber bi îslamîkirinê ve dibe û hewl dide xîlafeta osmaniyan li herêmê nû bike û xwe wek sultan li ser welatiyên tirk ferz bike. Hilbijartinên pêşwext piştî veguhertinên destûrî dê derfeta mayîndebûna wî di desthilatdariyê de heta sala 2029'an biçespîne. Di encamê de pêşxistina hilbijartinan tê wateya çespandina desthilatdariyê li ser hesabê xebatên demokratîk. Her wiha dîmena herêmê li gorî çavbirçîbûna Erdogan were avakirin.[1]