Başûrê #Sûriye# yê ber bi Tenefê ve.. şer û lihevkirin
YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN
Di van demên dawî de gelek guhertin û destwerdan di aloziya Sûriyeyê de derketin, bê guman dê bandorê li aliyên wê bike, ango rêjîm û opozîsyon û dê bandorê li paşeorja vê aloziyê bike. Yek ji van guhertin û destwerdanên vê qonaxê hewldana sînordarkirina serweriya Îranê di Sûriyeyê de ye.
Başûrê Sûriyeyê ber bi Tenefê ve.. şer û lihevkirin
Di van demên dawî de başûrê Sûriyeyê, serkeftina hêzên rêjîmê li eniyên derdora Dîmeşqê û vegerandina deverên ji bin serweriya wê derketineke di nava hevpeymanên derxistina çeteyên girêdayî opozîsyonê ber bi bakur ve û koçberkirina welatiyan di rojevê de ne.
Girîngiya stratejîk a başûr
Başûrê Sûriyeyê ji bo hemû aliyên qada Sûriyeyê xwedî girîngiyeke dualî û mezin e. Ji bo rêjîma Sûriyeyê deriyê sînorê bi Urdunê re ye û damareke jiyanê ya aborî ye. Her wiha deriyekî ber bi sererastkirina rewşa xwe ya herêmî ye, eger karibe fermî serweriya xwe li vir vegerîne.
Ji bo Îranê jî, girîngiya başûrê Sûriyeyê, gelekî mezin e. Başûr ku di nava hevpeymana kêmpevçûn de ye dûrxistina hêzên girêdayî Îranê misoger dike, çi ji sînorên Urdunê û çi jî ji sînorên Îsraîlê. Çavdêran di van rojên borî de gotin ku Rûsya hewl dide leşkerên girêdayî Îranê ji herêma behsa mijarê dûr bixîne.
Başûrê Sûriyeyê ji bo Îranê stratejîk e, ji ber ku dikare weke kaxeza Îsraîlê di zexta navnetewî de bikar bîne û paşê jî ajandeyên xwe li herêmê ferz bike.
Herêma Tenefê jî di nava başûrê Sûriyeyê de ye û sînorên wê bi Îraq û Urdunê re ye û hewl dide serweriya xwe li vir jî ferz bike, da ku berîkeke xwe li beyara Sûriyeyê çêbike û tevgera wê ya çûn û hatinê azad bike, ji başûr ber bi rojhilat ve. Li herêma giştî beyara Şamê ku mezintirîn herêma Sûriyeyê ye û sînorên wê ji Humisê digihîne Lubnanê û ji Humisê digihîne Îraqê.
Îran bi hemû hêza xwe hewl dide başûrê Sûriyeyê ji hebûna opozîsyonê vala bike, da ku girêdana bi sînorê Îraqê re ber bi başûr ve li Tenevê û li rojhilat li ba Dêrazorê temam bike.
Ji bo Îsraîlê û hevkarên wê Rûsya û Emerîka jî herêma başûr gelekî girîng e û divê dûrî serweriya Îranê û Hizbullah bimîne, nemaze ji ber ku herêmê li hemberî Îsraîlê ye û di encamê de hebûna Îranê li vir tê wateya metirsiya rasterast li hemberî ewlehiya Îsraîlê ye.
Hevpeymana kêmpevçûnan li başûr
Emerîka, Rûsya û Urdunê ji bo agirbest û kêmpevçûn li başûrrojavayê Sûriyeyê di 9'ê tîrmeha 2017'an de lihevkirin. Li gorî vê lihevkirinê rê li pêşiya hêzên ku alîkariya xwe ji Îranê werdigirin ya berfirehbûna stratejîk li Sûriyeyê û bi taybet li nêzî sînorên Urdun û Îsraîlê were girtin.
Kovara Foreign Policy di wê demê de behsa mijara herêmên kêmpevçûn li başûrê Sûriyeyê kir da ku agirbesta di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û tabûrên opozîsyonê yên çekdar de pêk were.
Li gorî hevpeymanê herêmên başûrê parêzgehên Quneytera û Siwêda veguhere kembereke girtîn li pêşiya leşkerên ne Sûrî û di nava wan de leşkerên Îranê û hevkarên wê û leşkerên girêdayî rêxistinên El-Qaîdê û DAIŞ'ê.
Çavdêr dibînin ku ev agirbest gaveke erênî ye û tê nas kirin ku ne pecan e ti çareserî dûrî hevkariya di navbera Waşinton û Moskoyê de pêk were.
Çavdêran diyar kirin ku Emerîka aliyê serkeftî ye, ji ber ku ji aliyekî ve dê alîkariya bi hêzên alîgirên Îranê di Sûriyeyê de rawestîne û bi taybet li nêzî sînorên Îsraîl û Urdunê û ji aliyekî din ve jî Emerîka dikeve heman rêza Rûsyayê ku heta niha kaxezên serkeftî yên dosya Sûriyeyê di destên wê de ne, her çiqas bi rola Îranê jî sînordar be.
Helwesta Emerîka di wê demê de ew bû ku herêmeke tampon ava bike û serweriya Îranê di Sûriyeyê de lawaz bike. Waşinton baş nas dike ku Îran di serdema Obama de gelekî destwerdana Sûriyeyê kiriye û derxistina wê dijwar e, lê derfeta girêdana wê ya bejahî bi rêjîma Sûriyeyê re hêjî heye, her wiha derfeta durxistina wê ji sînorên Urdun û Îsraîlê jî heye.
Bi heman rengî ev hevpeyman dikeve berjewendiya Rûsyayê jî ji ber ku kaxezên wê di Sûriyeyê û herêmê de xurt dike, nemaze hevpeyaman ji aliyê Urdunê û Îsraîlê ve hate silavkirin û serweriya Îranê di Sûriyeyê de lawaz dike. Ev hevpeymana Emerîka û Rûsyayê daxwaza Urdunê û Îsraîlê ye.
Tenef.. ciyografiyeke beyar e û di balkişandina herêmî û navnetewî de dewlemend e
Di çarçoveya girîngiya mezin ku Rûsya, rêjîma Sûriyeyê û Îranê didin başûrê Sûriyeyê lê çavên wê dîsa ber bi herêma Tenef in. Beyara Sûriyeyê di sala 2017'an de veguherî qadeke şerê navnetewî û herêmî û bi taybet di navbera Emerîka, Rûsya û Îranê de. Baregeha Koalîsyona Navnetewî li Tenefê ye û Pentagon hişyariya nêzîkbûna ji wê dike.
Herêma Tenefê xwedî girîngiyeke mezin e, nemaze ji ber ku xala sînorê di navbera Sûriye, Îraq û Urdunê de ye, lê evan sînor ji bo hevkarên El-Esed li Tehranê xwedî girîngiyeke cûda ye.
Tenef di çavên Îraniyan de.. riya ber bi Derya Spî ve ye
Tehran li herêma Tenefê weke deriyê leşkerî û bîrdozî dinêre û Tenef ji bo wê riya şandina çekan ber bi Îranê ve di riya Îraqê re ye û paşê jî ber bi Sûriye û Lubnanê ve û hin dewletên din ve ye.
Tehran danûstandina bi herêma Tenefê re weke xaleke gelekî girîng dike nemaze ji ber ku wê bi Derya Spî ve girê dide, bi taybet piştî ku rêjîma Sûriyeyê bi wê re gelek hevpeyman îmze kirin. Hin ji van hevpeymana maf dide Tehranê da ku fosfata Sûriyeyê li herêma Humisê razemenî bike û ji bo vê yekê dikare riyeke hesin ava bike û beyara Sûriyeyê bi bajarê Humisê ve girê bide. Her wiha riyeke nû ya hesin di navbera bajarê Tertûsê û devera fosfata Humisê de ava kir. Lê xala girêdana di navbera fosfata Humis û Tertûsê de dibe ku di gelek mijarên din de were bikaranîn, ango riyeke leşkerî ji Îranê re peyda bike.
Helwesta Rûsyayê di derbarê Tenefê de danûstandin bû
Mosko bi guman li baregeha Tenefê temaşe dike. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe de di cotmeha borî de got ku baregeha Tenef roleke bi guman di Sûriyeyê de dilîze.
Di derbarê gumanên Rûsyayê li hemberî baregeha Tenefê de hin çavdêrên Emerîka dibînin ku ev baregeh xaleke girîng ji bo diyarkirina riya hêzên girêdayî Îranê ya bejahî ber bi Dîmeşqê ve ye û di asteke kêmtir de ji bo gefxwarinên li hemberî berjewendiyên Rûsya li Beyara Sûriyeyê ne. Dibe ku di paşerojê de weke kaxezeke lihevkirinê di çareseriya dawî ya Sûriyeyê de were bikaranîn.
Êrîşa hêzên koalîsyona navnetewî ya bi serokatiya Waşintonê ya li dijî hêzên alîgirên rêjîma Sûriyeyê li nêzî herêma Tenefê bi riya daxuyaniyeke fermî rastî şermezarkirina Rûsyayê hat. Lê ev hişyariya ku Waşintonê ji hêzên rêjîmê re şand piştî ku ji herêma Tenefê ve nêzî bûn, hate fêmkirin ku destpêka lihevkirineke pêkan di navbera Emerîka û Rûsyayê de ye da ku herêma bi ewle li başûrê Sûriyeyê diyar bikin.
Di çarçoveya şerê berjewendiyên herêmî û navnetewî yên girêkok di Sûriyeyê de rewşa şerê navnetewî li dijî çeteyên DAIŞ'ê diyar dibe û di encamê de hêzên rêjîmê û hêzên alîgirtiya Îranê dikin serweriya xwe li beyara Sûriyeyê ferz kirin. Ev serweriya wan ne dawî ye û rola baregeha Tenefê di diyarkirina aliyê ku dê serweriya beyara Sûriyeyê di paşerojê de bike girîng e.
Tevî dengên daholên şer ku dibêjin li başûrê Sûriyeyê şerekî dijwar heye, hêzên rêjîma Sûriyeyê di çarçoveya vegerandina serweriya xwe li ser herêmeke berfirehtir ji axa Sûriyeyê re xwe ji vî şerî re amade dikin, bi taybet piştî ku serweriya xwe li derdora Dîmeşqê ferz kir. Lê gelek hişyariyên ciddî di derbarê vê şerê bê re derdikevin.
Rêjîm bi alîkariya Rûsyayê hêzên xwe bêyî asoyeke zelal belav dike
Rûsya hişyariyên vekirina eniyekê li başûrê Sûriyeyê û bandorên wê li têkliyên wê bi Emerîka, Îsraîl û Urdunê re baş nas dike. Ji ber vê yekê ji demeke zû ve hevkariya hêzên rêjîma Sûriyeyê dike û zextê li tabûran û welatiyên başûrê Sûriyeyê dike da ku lihevkirinan bi rêjîma Sûriyeyê re pêk bînin.
Tevî vê yekê senaryoya derfeta vekirina şerekî li başûrê Sûriyeyê senaryoyekî heyî ye, li rex hesabên girêkok ên lîstokvanên li herêmê, Urdun jî aliyê herî zêde ziyanê ji vî şerî dibîne eger rû bide. Nemaze ji ber sedemên ewlehiyê yên girêdayî encamên derketina tevliheviyê li ser sînorên wê. Her wiha ihtîmala pêleke nû ya koçberan ber bi Urdunê ve ku guman e nikaribe barê koçberan ji ber aloziya aborî rabike.
Eşkere ye ku Urdunê xwe ji vê mijarê re amade kiriye eger li başûr şerek rû bide. Lê hemû senaryoyên piştî şer, eger rû da, dê barekî nû bixîne ser milên Urdunê, pêdiviya vê yekê jî bi vekirina derî ya vebijên pêla koçberiyê bi riya Tirkiye û Lubnanê ber bi Ewropayê ve heye.
Başûrê Sûriyeyê; bayê lihevkirinê ji şer nêzîktir e
Di vê çarçoveyê de nivîskara bi navê Fereh Merqe got ku saeta sifir li başûrê Sûriyeyê nêzîk dibe û paytexta Urdunê Uman bi baldarî dişopîne. Tevî ku karmendê xebatên sefareta Sûriyeyê li Urdunê Eymen Elûş ragihand ku hikûmeta welatê wî dibe ku di şer li herêmê de ne bê çare be û pesna rola Îranê di vê yekê de kir, lê Emerîka bi hemû hêza xwe li başûr amadekariyên xwe dike, lê belê hêzên Îranê yan hêzên girêdayî Îranê vekişiyan û Îsraîl jî amadekariya xwe dike û artêşa Sûriyeyê jî hişyarî da û komên çekdar jî seferber bûne.
Hemû alî seferber bûne, tunebûna Îranê ti ferq û cûdabûneke rasteqîn di çavdêriya Îsraîlê de pêk neanî û ti bertekeke Emerîka derneket. Nûçeyên ji başûr tên jî ihtîmala şer zêde dike. Li vê herêmê eger mijar weke tevgera li ser kêndiran be, hemû metirsiyên mezin in, tevî veişandina Îranê ji qada başûr.
Aliyekî ihtîmalan ew ku herêmê bi giştî bi destpêkirina vî şerî re biteqe û Emerîka tedbîrên hişt di derheqê Dîmeşqê de werbigire eger hevpeyaman agirbestê binpê bike, piştî ku rêjîmê belavok li parêzgeha Deraa belav kirin ku dê dest bi şerekî leşkerî bike.
Aliyiyê herî metirsîdar amadekariyên Îsraîlê ne çi yên girêdayî tevgerên Îsraîlê û çi jî bi riya wekîlên xwe ku alîkariya xwe ji Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê werdigirin. Ev mijar jî êdî ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve jî nayê veşartin û dibe eniyeke dijwar li hemberî artêşa Sûriyeyê ava bike.
Li hemberî van hemûyan dibe ku lihevkirineke aştiyane pêk were û hemû alî jê sûd werbigirin. Rêjîma Sûriyeyê jî daxwaza xwe bi riya belavokên li Deraayê nîşan dan têde wêneyên şervanên kuştî nîşan dide û li ser nivîsandiye ne weke van be, ev dawiya kesên çek rakirine, beriya derfet diçe çeka xwe bavêje. Evan belavok ji bo welatiyên Deraayê bûn û banga wan a beşdarbûna artêşê têkirin da ku alîkariya qewitandina terorîstan bikin û ji aliyê Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ve hatiye îmzekirin.
Belavokên bi vî rengî tê wateya ku hewl dide artêşa eşîran bêalî bike, da ku derbasî qonaxa duyemîn bibe ku baregeha Emerîka ya li Tenefê nûnertiya wê dike.
Di hemû rewşan de, bayê lihevkirinê diyar e ji şer xurttir e. Tevî ku ti misogeriya serkeftina lihevkirinan li herêma başûr a gelekî girêkok tune ye. Lê belê hevkariyên ku Uman û Dîmeşq di van demên dawî de dihûnin banga pêşbîniyekê dikin. Bi taybet herdu paytext pêdiviya wan bi hevûdu gelekî heye, herî kêm di aliyê aborî de.[1]