Bargehên Tirkiyê di #Sûriyê# de û çawa ezmûna Iskenderonê dubare dike-4
ALAN ROJ/NAVENDA NÛÇEYAN
Di dema ku dewleta Tirk bargehên tirkên asyewî li Sûriyê ava dike, armanc dike ku Efrînê dagir bike û tişta ku li Iskenderona (Hetay) berê pêk anî, niha li Idlib û Şehba jî pêk aniye, li Efrînê pêk bîne. Lê ji ber rewşa Efrîn ê tam ne ketiye destpê wan, têkçûna wan li Efrînê diyar dike. Lewma armanc dike ku di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de tevliheviyê derbixe.
Di beşê 4'an û dawî yê vê dosya me ku bi navê Bargehên Tirkiyê di Sûriyê de û çawa ezmûna Iskenderonê dubare dike de hate weşandi, em ê bal bikşîn in ser berxwedana Efrînê û çawa pîlanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêma Efrînê ku pêk tê, her wiha komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê ku pêk tîne, nîşan bidin.
Efrîn tevî hewldanên tirkirinê yên 200 salî, ne hate guhertin
Dewleta Osamî û piştî wê cemhuriya Tirkiyê ev 200 sal in di nava hewldanan de ku dîmografiya herêma ji rojavayê Firatê û Heta Derya Spî bide guhertin. Armanca wê ya sereke ji vê guhertinê tunekirina gelê kurd e. Li şûna wan jî xelkên qefqas û asyawî bi cih bike, bi wan jî bandora xwe li ser herêmê zêde bike.
Dewleta Tirk karîbû di van hewldanên xwe de bandore hinekî li herêmên Şehba, Heleb û Idlibê bike. Lîwai Iskenderona dagir kir, lê nikarîbûn tu bandore li Efrînê bikin. Ev di encama berxwedan û girdana şêniyên wê ya bi xaka xwe ve.
Niha jî nakokiyên di navbera hêzên mezin ên cîhanê de qezenc kir û derfetên xwe ji bo pêkanîna siyasetên xwe dubare kir. Wekî her car careke din siyaseta tirkirinê li herêmê bi ragîhandinê destpêk ir, paşê itîfaq û peymanên siyasî bi hêzên mezin ên cîhanê ku bandora wan di rewşa Sûriyê de heye, saz kir. Pîlana xwe bi êrîşa li ser Efrînê û bi karanîna çekên giran, balafir û hemû cûreyên topan pêk anîn. Êrîşî Efrînê kirin, di nerîna wan de Efrîn jî wekî Lîwai Iskenderon e.
Efrîn ne li gorî nerîn û hêviya wan. Di 20'ê çile de Erdogan êrîşa li ser Efrînê pêk anîn. Komên çete yên wekî DAIŞ û Nusra û her wekî din di êrîşa xwe de bikar anîn. Bi balafir û topan Efrîn topbaran kirin.
Leşkerî têk çûn, sivîl kirin hedef û bê dengiya civaka navdewletî alîkariya wan kir
Bi dehzaran leşkerên Tirk û komên çete dest bi êrîşa bejahî jî kirin. Tevî vê êrîşa mezin jî lê hêza duyamîn a NATO (Tirkiyê) di encama berxwedana Efrînê de tevlîhev bû. Dema rastî ewqas berxwedanî hatin, dest bi topbaran û bombebarana herêmên sivîl ku kampên koçberan jî di nav de kirin. Di encama êrîşa hovane ya Artêşa Tirk bi dehan welatiyên sivîl ku piraniya zarok û jin bûn, şehîd bûn. BI sedan jî birîndar bûn.
Di encama berxwedana bê hempa ya şervanên YPG, YPJ û QSD'ê Erdogan û artêşa wî çekên di qadên navdeweltî de qedexekirî bikar anîn. Da ku armanca xwe ya dagirkirina Efîrnê pêk bîne. Di heman demê de xwest tirsa ketibû nava çeteyên hevkariya wî dikin rabike. Ji ber berxwedana Efrînê muralê Artêşa Tirk û çeteyên wan ên terorist şikandibûn. Pir carn di navbera Artêşa Tirk û çeteyan de jî şer derdiket.
Civaka navdewletî beranberî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê bê deng ma. Bi taybet Rûsiya, DYA, Yekîtiya Ewropa û NY. Ev bê dengiya wan bû sedema ku Erdogan û artêşa wî komkujiyên hîn mestir li dijî sivîlan pêk bîne û çekên di qadên navdewletî de hatine qedexekirin, bikar bîne. Lewma biryara YPG ya derxistina sivîlan ji Efrînê hate girtin û destpêkirina qonaxa duyemîn a berxwedanê.
Piştî ketin bajar, siyaseta Tirkirinê têk çû, dest bi fitneyê kir
Destwerdana Artêaş Tirk û eçteyên wê ya di êrîşa li ser Efrînê û bikaranîna çekên qedexekirî hemû peymanên navdeweltî binpê kirin û sûcên şer li Efrînê pêk anîn. Mal û milkên welatiyan hatin talankirin, her wiha welatî dihatin qetilkirin û revandin. Vê yekê lawaziya dewleta Tirk beranberî gelê Sûriyê bi giştî û kurdan bi taybetî nîşan da.
Hewldanên wan ên tirkirina bajar bi giştî, wekî çawa li Idlibê û Cerbalusê pêk anîn bi ser neket. Ji ber gelê Efrînê bi hemû pêkhate û aliyên xwe yên siyasî ev yek qebûl nekir. Lewma dest bi derxistina tevlîheviyê di navber netew û mezehban de. Ji xwe heman tiştî ji destpêka aloziya Sûriyê li tevahiya welat pêk anîn.
Di encama itîfaqa di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê welatiyên ji deverên din ên Hindirê Sûriyê anîn û li bajarê Efrînê û navçeyên wê bi cih kirin. Hin çete wekî wache wekî Imêrat û hinên din xist pêş, da ku tevlîheviyê di navbera civaka Efrînê de derbixe. Di heman demê de hin çeteyên ji Ezaz, Raî û gundên wê bibin berpirsiyarên hin gund û navçeyên Efrînê, wiha jî êw tevlîheviyê di herêmê de pêş bixin.
LI aliyê din jî istxbartên Tirk gelek civîn bi çeteyên Kolasîyona Sûriyê re li Dîlokê civiya. Civînên wan ji meha Adarê destpê kir da ku Meclîsa Efrînê ava bikin, hemû endamên meclîsa wan xwedî têkilliyên bi çeteyan re ne. Heman tişt berê li Dêrizorê, Minbic û Hesekê jî pêk anîn. Lê siyaset û pîlanên wan hemû têk çûn. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze şerê mezhebî di herêmê de pêş bixe û gel û netewên herêmê berde hev.
Bê dengiya civaka navdewletî û bandora wê û rola Berxwedanê
Berxwedana li Efrînê û mayîna gel û girêdana wan a bi xakê xwe ve, hişt ku Erdogan dîn û har bibe. Komkuî pêk anî, lewma welatiyên Efrînê neçar man ku berê xwe bidin kantona Şehba û gundên derdora Efrînê. Li vir jî kampên xwe temîr dikin û berxwedana xwe didomîn in, heta dagirkerî bi dawî bibe û vegerin warê xwe.
Di encama berxwedana gelê Efrînê ya di kampan de û xwedîderketina gelê Bakurê Sûriyê hişt ku doza sereke ya hemû eşîreyên ereb û kurdî yên herêmê, her wiha kêmnetew û mezhebên herêmê piştgirî dan Berxwedana gelê Efîrnê.
Forma Bakurê Sûriyê ya bi diruşmeya Efrîn wê dagirkeriya Osmaniyan a nû li Sûriyê bihejîne li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Û daxuyaniya wê ya dawî yekîtiya di helwestên eşîrên û hêzên siyasî yên li Bakurê Sûriyê û piştgiriya wan bi Efrînê re nîşan dide.[1]