Bargehên Tirkiyê di #Sûriyê# de û çawa ezmûna Iskenderonê dubare dike-3
ALAN ROJ/NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta Tirk a dagirker li tevahiya Sûriyê û bi taybet li beşê wê yê Bakur rêzebinpêkirinan li dijî gelê wê pêk tîne. Sûc û kiryarên wan di çarçoveya binpêkirina hemû qanûnên navdewletî ye. Bi zorê welatiyan dide koçberkirin û dîmografiya herêmê li gorî berjewendiyên xwe dide guhertin.Welatiyên Asya yên eslên wan Tirk in li Sûriyê bi cih dikin û dixwaze di riya wan re armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.
Di beşê sêyemîn ê vê dosya me de, em ê balê bikşîn in ser wê yekê ku çawa istxbaratên Tirkiyê çeteyên Tirkistanî û yên ji eslên Tirk, her wiha komên sinî yên selefî li Sûriyê bi cih dikin. Em ê bargehên wan ên dagirkeriyê û deverên lê hatine bicihkirin rêz bikin. Di heman demê de em ê balê bişîn in ser van gavên wan ên dagirkeriyê.
Îgor û partiya wan a nijarperest ku piştgiriyê ji Tirkiyê digre
Îgor navê yek ji gelên Tirk ên li herêma Tirkistan a Rojhilat a bakur-rojavayê Çînê ye.Ola wan islamiye û tevgera wan a siyasî ya islamî girêdayî baweriya selefî ya cîhadî ye.
Hejmara welatiyên Îgor derdora 11 milyon e. Beşek ji wan li welatên cîranê wê herêmê wekî Kazaxistan, Ozbekistan, Qirxîstan û Tirkiyê ne, lê hejmara wan li van dewletan kêm e. Piraniya wan li Kazaxistane û hejmara wan derdora 20 hezar e.
Derketina Îgor li Sûriyê di dawiya sala 2011'an de destpê kir. Lê rêxistina wan ku navê Paratiya Islamî ya Tirkistanî di destpêka sala 2014'an hate ragîhadnin. Ev partiya wan jî şaxek ji partiya Islamî ya Tirkistanî ya li rojhilatê Çînê ye.
Di sala 2001'an de NY'yî navê rêxistina wan kir lîsteya terorê de. DYA jî di sala 2009'an de wan wekî terorist ragîhand. Di sala 2016'an de Rûsiya rêxistina wan wekî rêxistinên qedexe pênase kir. Çîn jî wan wekî teror dibîne.
Destpêka derbasbûna a Sûriyê…
Di dawiya sala 2011'an de dema Cebhet El-Nesra hebûna xwe li Sûriyê bi piştgiriya Qeter, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê ragîhand, derbasbûna Çekdarê Îgor a Sûriyê destpê kir.Endakê Nusra Ebû Rebah ê di şerê Sûriyê de birîndar bû û paşê li Tirkiyê bi cih bû, alîkariya avakirina yekem bargeha wan li Sûriyê kir. Her wiha malpera Cîhdî ya bi zimanê tirkî weşanê dikir û navenda wê jî Tirkiyê bû. Armanca wê navendê anîna Îgor a Sûriyê ye.
Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe piştgiriya Îgor li herêma Tirkistan dikir, da ku bighêjin Tirkiyê û ji wir jî wan dişandin Sûriyê da ku tevlî çeteyên DAIŞ û Nusra bibin. Dewleta Tirk hemû cûreyên belgeyên fermî dan wan, her wiha ji wan re navendên fêrkirina qurbanê û şerîeta Islamê bibin. Di heman demê de zanîngehên Tirkiyê yên şerîetê deriyên xwe ji xwendekarên Îgor re vekir, ji wan zanîngehan Zanîngeha Cîhanî ya Nû ya li Istenbolê ku deriyê xwe ji ciwanan re vekir.
Hejmarek çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin girtin, ji wan jî DAIŞ'iyê Îgor Osman Ismet ku ji ajansa me re axivî, agahî hatin dayîn ku çawa dewleta Tirk Îgor bikar tanî û çava çekdarên wan li Sûriyê bi cih kirin.
Çînê jî dewleta Tirk tewanbar ki ku belgeyan dide welatiyên Îgor û riya sefera wan a Sûriyê û tevlîbûna wan a DAIŞ'ê hêsan dike. Raporên hikûmî jî derketin dibêjin ku dewleta Tirk û DAIŞ'ê sefera komên di riya sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin û malbatên wan zêde bû. li girî raporan pere ji wekîlan re li ser her kesekî Îgor dihate dayîn.
Li aliyê din jî çapemeniya dewleta Tirk û siyaseta wê ji bo bicihkirina civaka Îgor wekî ku civakek zext û zor li ser hatiye meşandin nîşan didin û dibêje welatiyên îgor şerê li Sûriyê ji tundiya li Çînê pê re rûbirûn e, baştir dibîn in.
Di raporên wan ên di vê çarçoveyê de ku di salên 2013-2014'an de an ku beriya xîlafeta DAIŞ'ê hate ragîhandin, bi demek kurt, vê rastiyê nîşan dide. Ajansa Anadol a girêdayî Istixbaratên Tirkiyê gelek caran raporên di çarçoveya Mislimanên Îgor agirê şer ê li Sûriyê di ser tundiya rayedarên Çînê re dibîn in.
Li Idlibê dirûz û xiristiyan ji bo Îgor hatin qetilkirin û koçberkirin…!
Li gundewarên Idlibê diroz yek ji pêkhateyên sereke ne. li Çiyayê Simaq a Bakurê parêzgehê di 18 gundan de jiyan dikin. Welatiyên xiristiyan jî li hin gund û bajarokên Idlibê wekî El-xesaniye û El-Yeqûbiyê jiyan dikin. Dema komên çekdar ên navê artêşa azad li xwe dikin, welatiyên dirzî bi islamê an serjêkirinê tehdîd kirin. Ji ber vê yekê neçarî koçberiyê yan ketina islamkirinê man.
Di sala 2014'an de dema çeteyên DAIŞ'ê herêm dagirkirin, çeteyekê ji Erebistana Siûdiyê Seîd El-Xamdî erkdar kirin ku welatiyên dirûz fêrî bingeha şerîeta islamê bike, an jî wê serin serjkirin. Piştî wan jî di sala 2015'an de Cebhet El-Nusra û partiya Islamî ya Tirkistan heman tişt dewam kir in. wan jî gef li welatiyên dirsî û xiristaniyan xwar in. ew li gorî xwe fêrî islamê kirin, her wiha zarokên wan ên di navbera 10-14 salan de tevlî kampên xwe yên perwerdeyê kirin. Ev gava wan ne hate pejirandin, lema li gundê Qelib Loze komkujî pêk hat, di encamê de zêdeyî 40 welatiyên dirzî hatin qetilkirin, ên din jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Ên man jî ji neçarî islam qebûl kirin. Ev ji bilî bûyerên destdirêjî û revandina bi zanebûn ku li dijî wan pêk hat.
Tirkiyê li Idlibê Bargeha dagirkeriyê ya Îgor ava dike
Bi gavên binpêkirin û zexta ku li ser welatiyan Çiyayê Semaq û gundên Idlibê hate meşandin, hatina welatiyên Îgor a Sûriyê zêde bû. Çekdar û malbatên an, di heman demê de li herêmên Şehbayê jî hatin bicihkirin. Fernabdarl tabûrên Tirkistanî Ebû Rida El-Tirkistanî ji welatiyên misliman ên çolistana Tirkistanê xwest ku berê xwe b idin Sûriyê û tevlî şerê li dijî Elewiyan bibin. Ev bang di gotina dema Cisir El-Şixûr dagirkin, hate gotin.
Di salên 2013-2014'am de jek,ara welatiyên Îgor ên ji herêma Îgor a Çînê hatin herêma Çiyayê Semaq a Dirzî ya li Çiyayê Turkiman a Sûriyê gihişt 20 hezaran. Piraniya wan li herêmên sînor di navbera Idlib û Lîwi Iskenderoan hatin bi cih kirin. Herêmek bi qasî 100 Km dirêj û firehiya 20 Km hatin bicihkirin. Hejmar paşê hate zêdekirin û niha hejmara wan di xaka Sûriyê ku hatye dagirkirin, nayê zanîn in.
Di heman demê de hejmarek ne kêm ji Ozbekî, Qoqaz, Tirkmen, Tecakî, Azerî jî li van herêman hatin bicihkirin û bi Îgor re hatine bicihkirin. Ji wan û zarokên an re bargehên perweeyê yên hevbeş li bajaroka Derkoş a Idlibê hatine vekirin.
Tirkiyê hebûna rehên Tirkî li Sûriyê zêde dike
Di sê beşên dosya me de em dinerin ku gelek aliyên siyasetên Tirkiyê yên li xaka Sûriyê wekî hev in. Ew jî koçberkirina bi darê zorê, tunekirina civak û çanda herêmê, anîna pêkhateyên ji kokên Tirkî ji derveyî welat û wan di xaka Sûriyê de bi cihkirin.
Hemû çeteyên ku bi malbatên xwe re di riya Tirkiyê hatin Sûiryê baweriya wan bi fikrê Ben Tirkîzim tê. Li gorî wê baweriya wan hemû hêzên bi tirkî diaxivin birayê hev in û yek in. Di riya vê behaneyê re Erdogan dixwaze partiya wî bighîje desthildariyê da ku hemû wan hêzan li gorî siyaseta xwe di herêmê de bikar bîne.
Li gorî Navenda Beyrût a Lêkolînên Rojhilata navîn Tirkiyê piştgiriya tevgera Îgor li Sûriyê dike, ew jî li gorî pîlanên wan ên dagirkeriya herêmê de pêk tê. WIha jî cihê çîniyên ji eslên Tirkiyê li Sûriyê bi cih bike. Wiha jî dîmografiya herêmê bide guhertin, da ku di demên pêş de bi behaneya parstina ewlekariya Tirkan di Sûriyê de destwerdanê bike.
Sibe: Li Efrînê talan û bicihkirin, lê carenûsa diyar nekiriye[1]