Bargehên Tirkiyê di #Sûriyê# de û çawa ezmûna Iskenderonê dubare dike-2
CÎHAD ROJ-ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN
Gelo Şehbayê dê bibe Lîwa Iskenderon a duyemîn?
Hewldanên dagirkeriya Osmanî li Bakurê Sûriyê bê navber didomin. Ev hewldan berê bi riya koordîneya di navbera DAIŞʹê û Tirkiyeyê de pêk dihat. Lê îro bi awayekî eşkere ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tê. Her wiha herêmên Bakurê Sûriyê yên hatine dagirkirin, bûye welayeteke nû ya Tirkiyeyê. Ev yek tê wateya ku siyaseta Tirkirinê li Bakurê Sûriyê bi awayekî eşkere pêk tê. Cîhan jî vê yekê ji nedîtî ve tê.
Herêmên Şehbayê ber bi Lîwa Iskenderonekî nû ve
Di sala 2011ʹan de şoreşa Sûriyê dest pê kir. Tirkiyeyê ev rewş li gorî berjewendiyên xwe bi kar anî û destek da komên çete. Bi vê yekê rêveçûna şoreşê guhert û komên çete derbasî Sûriyeyê kirin. Piştre hêzên Tirk fermî destwerdana axa Sûriyê kirin, gelek herêm dagir kirin û hewl dide Lîwa Iskenderon dubare bike.
Dewleta Tirk li herêmên Kantona Şehbayê yên dagirkirî siyaseta ferzkirina çanda Tirkî dide meşandin. Destpêkê şêniyên resen ên herêmên Cerabuls, Bab, Ezaz û Raî yên dagirkirî bi darê zorê dane koçkirin. Piştre jî navên bajarê Sûriyeyê veguherandin Tirkî, wekî ku navê Lîwa Iskenderon veguherandin Hatay. Her wiha ala dewleta Tirk û wêneyên Erdogan li van herêman hildan û metiryalên bi zimanê Tirkî li dibistanan dide xwendin. Her wiha akademî û zanîngeh jî vekirine. Armanca ji vê yekê ew e ku nifşekî Tirk li Bakurê Sûriyê were avakirin, da di pêşerojê de qebûl bikin ku ev herêmên dagirkirî bi ser Tirkiyeyê de bêne berdan.
Her wiha dewleta Tirk nasnameya Tirkî dide penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê. Dibe ku Tirkiye van penaberan di demên pêş de li herêmên dagirkirî bi cih bike.
Dewleta Tirk bi behaneya parastina welatiyên Tirk destwerdana Lîwa Iskenderon kir û tevlî axa Tirkiyeyê kir. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve jî dixwaze bi behaneya parastina welatiyên Tirkmen dixwaze herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike, çanda Tirkî li ser gelên herêmê ferz bike, her wiha gel çanda wan û civaka Sûrî dûr bixe.
Dagirkeriya Tirk li herêmên Bab, Cerablus û Ezazê dest bi siyaseta guhertina demografiyê kir. Di vê çarçoveyê de şêniyên resen ên van herêman jê dane koçkirin û welatiyên Tirkmen, Iraqî û penaberên Asya li şûna wan bi cih kirin.
Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî alên Tirkî hildan û navên herêman veguherandin Tirkî, mînak navê bajaroka Raî kirin Coban Bay, navê girê Eqîl kirin Bolent Bayrak.
Di dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk de, navên herêmên Sûrî yên dagirkirî bi Tirkî têne bikaranîn. Ev yek dide xuyakirin ku armanca Tirkiyeyê ew e ku van bi ser axa Tirkiyeyê de berde. Di ragihandina Tirk de çiyayê Tirkmen ê dikeve gundewarên bajarê Laziqiye bi navê Berpojak tê destnîşankirin. Tê zanîn ku navê ev çiya piştî aloziya Sûriyê bi navê çiyayê Tirkmen hat binavkirin. Ev yek dide xuyakirin li Sûriyê tu çiya bi navê çiyayê Tirkmen li Sûriyê tunebûn.
Li bajarên Cerablus û Babê bircên telefonê yên Tirkî û akademiyên Îslamî hatin vekirin. Akademiya Pashak Shahir a Tirkî jî şaxekî xwe li bajarê Babê vekir. Ev akademî bi sponseriya şaredariya Pashak Shahir a li Istenbolê ya girêdayî AKPʹê tê birêvebirin.
Li bajarê Ezazê jî bi hevkariya Desteya Zanistê û rêxistina IHH a Tirkî, zanîngeha Şam a Cîhanî hat vekirin. Ev zanîngeh ji fakulteyên Şeriye, zagon, endezyarî, zanistên siyasî, rêveberî û aborî pêk tê.
Herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî ji aliyê serbazên Tirk ve têne rêvebirin. Her wiha alên Tirkiye û wêneyên Erdogan li ser saziyan hatine hildan. Her wiha dewleta Tirk noqteyên leşkerî li seranserî xeta sînorê di navbera Bab, Ezaz û Cerablusê de ava dike. Leşker û alavên leşkerî bê navber li van noqteyan têne bicihkirin.
Dewleta Tirk herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî bi riya serbaz û waliyan birêve dibe. Ev yek tê wateya ku herêmên dagirkirî bi awayekî eşkere ji aliyê Enqereyê ve têne rêvebirin.
Tirkiye bi van siyasetan amadekariyê dike ku van herêman bi ser axa Tirkiyeyê de berde.
SIBE: Îgurên Çînê li Idlibê têne bicihkirin…[1]