Bargehên Tirkiyê di Sûriyê de û çawa ezmûna Iskenderonê dubare dike-1
CÎHAD ROJ-ALAN ROJ/NAVENDA NÛÇEYAN
Lîwai Iskenderon beşek ji xaka Sûriyê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkerin. Piştî peymana Sacis Bico lsîtokek navdewletî hate kirin û Tirkiyê paşê rewşa şerê cîhanê yê duyemîn ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn û Di sala 1998'an de dewlea Sûriyê piştî destwerdana Îran û Misrê Iskenderona fermî wekî xaka Tirkiyê qebûl kir.
Bargehên Tirkiyê di Sûriyê de û çawa ezmûna Iskenderonê dubare dike..1
Dewleta Tirk rewşa şerê cîhanê yê duyemîn ji bo berjewendiyên xwe qezenc kir û Lîwai Iskenderona dagir kir. Serokê Sûriyê Hafid Esed, navê wê kir Lîwai hatiye standin, dewleta Tirk jî navê wê kir Hatayî, li şûna entakiya. Di sala 1998'an de rêjîma Sûriyê di encama navbênkariya Misr û Îranê de itîfaqa Edana bi Tirkiyê re imze kir û Lîwai Isknederona fermî ji Tirkiyê re berda.
Heman sînaryo dewleta Tirk li herêmên Şehba, Efrîn û Idlibê yên Bakurê Sûriyê bikar tîne. Li ber çavên rêjîma Sûriyê û komên navê opozisyona Sûriyê li xwe dikin, herêmên Sûriyê dagir dikin, lê tu alî ji wan jî tevnager e.
Lîwai Iskenderon çawa hate dagirkirin?
Lîwai Iskenderoka piştî têkçûna dewleta Osmanî di Cenga Cîhanê ya yekem de bû qurbaniya peymana veşartî ya di navbera Firansa û Birîtaniya ku di sala 1916'an de hate imzekirin. Li gorî itîfaqê Iskenderona wekî herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê yên di xaka Sûriyê de ji para Firansa ket. Dewleta Osmanî wê demê têkçûna xwe qebûl kir û di 10'ê tebaxa sala 1920'an de di peymana Sîver de Lîwai Iskenderona wekî xaka Sûriyê pejirand.
Di peyman Lozanê ya sala 1923'yan de dewleta Tirk herêmên Lîwai Iskenderona jî di nav de hemû herêmên Bakurê Sûriyê berda, lê hîn çavên dewleta Tirk li ser herêmê hebû. Lîwai Iskenderon di aliyê îdarî de rêveberiya xwe ava kir, di 10'çileya sala 1936'an de qanûna rêxistinên rêveberiyê hate ragîhandin û wekî parêzgeha 15'an a Sûriyê hate pênasekirin. Di sala 1936'an de Firansa bi Sûriyê re itîfaq imze kir li gorî wê Sûriyê serxwebûna xwe wergirt, Lîwai Iskenderon jî di nav de, Sûriyê fermî ket civaka navdewletî ya wê demê de.
Lê dewleta Tirk di sala 1937'an de qebûl ne kir ku Lîwai Iskenderoka tevlî Sûriyê were kirin û daxwaz kir ku Lîwai Iskenderona wekî dewletek serbixwe were ragîhandin, wekî Luban û Sûriyê û yekîtiya fedralî di navbera wan re pêk were. Firansa wê demê xalên bi hikûmeta Sûriyê ya intîdabê re imze kiribû, binpê kir. Li gorî itîfaqa wan nabe Firansa parçak ji xaka Sûriyê berde.
Wê demê dewleta Tirk destpê kir bi dehezaran welatiyên Tirk li Lîwai Bi cih kirin, nasnemyên sextet dan wan da ku di hilbijartinan denê xwe bidin veqetandina Lîwai ji Sûriyê. Di encamê de lîsteyên Tirkiyê di hilbijartinan de biser ketin.
Di 18'ê tîrmeha sala 1938'an de Firansa û Tirkiyê komîteyek hevbeş ava kir. Li ser hilbijartinan sekinî, lîsteyên hilbijartinan ji nû ve hate sererastkirin, wiha jî dengên bi hezaran welatiyên Sûriyê hatin ibtalkirin. Di encamê de lîsteyên Tirkiyê bi ser ketin. Di 8'ê Îlona sala 1938'an de Meclîsa Lîwai Iskenderoka ku hate hilbijartinan, di civîna xwe de xwest ji Sûriyê veqete. Di civîna xwe ya yekem de Serok hilbijart û wezîrên Tirk jî hatin hilbijartin.
Di encamê de qonaxa guhertina demografî li herêmê hate meşandin û dewleta Tirk navê wê kir Hatyî. Şêniyên wê yên resen ên Sûrî hatin koçberkirin. Nasnameya Lîwai Hate guhertin, perwedeya bi zimanê Tirkî hate ferizkirin û lîreya Tirkiyê fermî hate bikaranîn, ev hemû li dijî biryarên navdewletî bû.
Ev rewş heta 23'yî hizêrana sala 1938'an dewam kir, di wê dmeê de Firansa bi Tirkiyê re itîfaq kir ku 2 hezar û 500 leşkerên Tirk bi behaneya parstina ewlekariyê bi leşkerên Firansî re li herêmê pêk bîn in.
Dewleta Tirk di vê rewşê de destpêkirina Cenga Cîhanê ya Duyemîn di sala 1939'an de û rewşa li Ewropa qezenc kir. Di wê demê de pêwîstiya Ewropa bi hevkaran hebû, bi taybet piştî Peymana Montro ku di 20'ê tîrmeha sala 1939'an de hate imzekirin. Di encamê de dewleta Tirk Lîwai iskenderona fermî wekî xwaka xwe binav kir.
Hikûmeta Sûriyê daxwaza xwe ya Iskenderona xaka Sûriyê parast û wê li ser nexşeyên deletê yên Fermî hiştibû. Dema Serokê Sûriyê Hafid Esed Sefîrê xwe Edanan Emran ji bo danûstendina bi Tirkiyê re erkdar kir. Bi Koma Serokatiyê û Fermandarê Artêşê Kendan Evren wesiyet lê kir ku Lîwai ji derveyî xaka Sûriyê qebûl neke. Danûstendinên wan demek dirêj dewam kir. Tu hikûmetên Sûriyê fermî lîwai wekî xaka Tirkiyê qebûl nekir. Heta Sala 2004'an Serokê Sûriyê Beşar Esed bi Tirkiyê re imze ki rû Lîwai Wekî beşek ji xaka Tirkikiyê fermî qebûl kir.
Itîfaqiya Idenê
Gelekî hate gotin ku dewleta Sûriyê di encama itîfaqa Edenê Lîwai Iskenderon fermî ji Tirkiyê re hişt. Lê dema mirov vê mijarê lêkolîn dike, diyar dibe ku di wê itîfaqiyê de Sûriyê Lîwai ji Tirkiyê re berda. Ji ber ji wê demê ve hemû nexşên Sûriyê yên di fermkiyetê de dihatin bikar anîn, Lîwai jê hatibû rakirin. Piştî wê itîfaqê hemû nexişên Sûriyê bê Iskenderona dihatin çapkirin.
Misr û Îranê di sala 1998'an ketin ser xeta aloziya Sûriyê. Di 4'ê cotmeha 1998'an Serokê Misrê Husnî Mubarek serdana Enqerê kir. Bi Serokê Tirkiyê Silêman Demêrlê re û wezîrên wî re hevdîtin pêk anî. Wê demê Şamê Fermî dest ji Lîwai Iskenderona berda.
Sibe… Gelo wê Iskenderona duyemîn hebe?[1]