Di salvegera Helebceyê de, Kurd bi dîrokeke dirêj a qirkirinê re rû bi rû ne
Tevî hemû #komkujiyan# jî, gelê Kurd li hemberî gefên rejîmên otorîter û hêzên herêmê yên ku hebûna wan napejirînin, têkoşîna xwe ya ji bo parastina nasname û çanda xwe didomîne.
Di salvegera Helebceyê de, Kurd bi dîrokeke dirêj a qirkirinê re rû bi rû ne
Di kûrahiya erdnîgariya Kurdistanê de, rûpelên bixwîn ên komkujiyan hene, ji komkujiya Geliyê Zîlan heta komkujiyên Mehabad û Amûdê û heta Şengal, Efrîn û Serêkaniyê. Ev komkujî di serdema rejîma Sedam Huseyîn a li Iraqê de gihaşt lûtkeyê, dema ku çekên kîmyewî li dijî sivîlên Helebceyê hatin bikaranîn û bi hezaran kes hatin kuştin.
Sibeha roja înê ya 16.03.1988’an, firokeyên şer ên Iraqê bajarê Helebce û gundên derdora wê bombebaran kirin. Di nava 5 saetan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di encamê de nêzî 5 hezar kes hatin kuştin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn.
Trajediya li wir bi dawî nebû, di roj û mehên piştî êrişê de, bi hezaran kesên din ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber gazên jehrîn mirin. Zêdetirî 400 zarokên Kurd jî piştî ku bo nexweşxaneyên Îranê hatin veguhastin, winda bûne û heta îro çarenûsa wan ne diyar e.
Rejîma Sedam Huseyîn hebûna hêzên Îranê li nêzîkî Helebceyê wek hincet bi kar anî, ji bo rewakirina vê komkujiyê ku di çarçoveya êrişa berfireh a “Enfalê” de pêk hat ku ji sala 1986 heta 1989 dom kir û herî kêm 180 hezar Kurd hatin qetilkirin.
DÎROKEKE BIXWÎN
Komkujiya Helebceyê beşeke rêzekomkujiyên li dijî gelê Kurd bû. Di 13'ê Tîrmeha 1930'an de li Bakurê Kurdistanê, zêdetirî 15 hezar Kurd di komkujiya Geliyê Zîlan de hatin kuştin. Di 13’ê Mijdara 1960’an de li Sînemaya Amûdê şewat derket û zêdetirî 280 xwendekarên Kurd hatin qetilkirin.
Li herêmên din ên Kurdistanê jî bûyerên bi vî rengî yên xwînî qewimîn, wek koçberkirina şêniyên Botanê ji gundên xwe yên li bakurê Kurdistanê di sala 1994’an de ku li kampa Mexmûrê li başûrê Kurdistanê bi cih bûn, di encama vê koçbarkirinê de bi dehat kesan, di nav wan de zarok jî hebûn, jiyana xwe jidest da. Her wiha komkujiya Til Eran û Til Hasilê li gundewarên Helebê, dema ku hêzên Baasê rê li ber çeteyan vekir û bi fermana îstîxbarata Tirk di sala 2013’an de nêzî 30 Kurd hatin kuştin.
ŞENGAL; KOMKUJIYA SEDSALA 21`AN
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Kurdistanê yek ji qirkirinên herî hovane yên sedsala 21’an pêk hat ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kir. Armanca wan jî civaka êzidî bû.
Çeteyên DAIŞ’ê bi alîkarî û pêşengiya îstixbarata Tirkiyeyê di nava çend saetan de Şengal dagir kir, 10 hezar çeteyan êriş kir û hêzên pêşmerge yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji herêmê vekişiyan. Di encama êrişê de zêdetirî 6 hezar êzidî şehîd bûn û 6 hezar û 417 kesên din jî hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn.
EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ
Di sala 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên asmanî û bejahî êrişî kantona Efrînê kir. Di encamê de Efrîn hat dagirkirin û zêdetirî 300 hezar Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn.
Efrîn rastî talan û wêrankirina sîstematîk hat û mal û milkên giştî û taybet hatin talankirin. Her wiha malbatên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li malên Kurdên koçber hatin bicihkirin û demografiya herêmê hate guhertin.
Di sala 2019’an de ev senaryo li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hate dubarekirin û dagirkeriya Tirk careke din êriş pêk anî. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û zêdetirî 300 hezar kes jî koçber bûn. Her du bajar jî hatin dagirkirin û taybetmendiyên wan ên demografîk û çandî hatin guhertin.
KOMKUJIYÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BERDEWAM IN
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyan. Di mehên beriya rûxandina rejîma Baas a Sûriyeyê de, bi bomberdûman û topbaranên bê navber dest bi êrişan kirin û di encamê de gelek komkujî li dijî sivîlan pêk hatin, bi taybet komkujiya Swêdiyê ku di 23’ê Cotmeha sala 2023`yan de pêk hat û 7 xebatkarên santrala elektrîkê hatin qetilkirin.
Ji 7’ê Kanûna 2024’an û vir ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî ji asamanî û bejahî ve êrişî herêmên girîng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di nav de bajarê Minbicê û herêmên bendava Tişrînê û pira Qerqozaqê. Tevî bikaranîna balafirên şer, balafirên bêmirov, tank û topan jî, bi saya berxwedana qehremanî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û berxwedana gel, nekarîn bi pêş ve biçin û ti gund yan xalek stratejîk bi dest bixin.
Ev têkçûna leşkerî bû sedem ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan rêzekomkujiyan pêk bînin.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di encama êrişên dagirkeriya Tirk ji Kanûna 2024’an heta Sibata 2025’an 82 sivîl şehîd bûne û zêdetirî 250 sivîl jî birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn. Her wiha bi dehan mal, mezra û binesaziyên jiyanî jî wêran bûne û ziyanên mezin li mal û milkên gel bûne.
KOMKUJIYÊN DIN DI DÎROKA KURDAN DE
Ji bilî van bûyerên navborî, gelê Kurd rastî çend komkujiyên din jî hatin, ji wan:
Komkujiya Dêrsimê (1937-1938); li herêma Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk li dijî gelê kurd ên elewî dest bi operasyoneke mezin a leşkerî kir û bi deh hezaran hatin kuştin û bi sedan gund wêran bûn. Ev komkujî di dîroka nûjen a Tirkiyeyê de weke yek ji kiryarên herî hovane yên qirkirina etnîk hate binavkirin.
Komkujiya Mehabadê (1947); piştî ku di sala 1946’an de li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurd a Mehabadê hat ragihandin, desthilatdarên Îranê li meydaneke giştî ya Mehabadê, serkirdeyên wê tevî Qazî Mihemed bi dar ve kirin.
Komkujiya Rubarî (1989); li Îranê hêzên hikumetê xwepêşandanên Kurdan li herêma Rubarî tepeser kirin û bi dehan xwepêşander kuştin.
Komkujiya Qamişloyê (2004); di 12’ê Adara 2004’an de, li bajarê Qamişlo serhildanekê dest pê kir û li çend bajaran belav bû û gihaşt Şamê. Hêzên rejîma Baasê êrişî sivîlan kir û di encamê de 38 welatiyên Kurd şehîd bûn.
BÎRANÎNA HELEBCEYÊ: QÎRÎNEK LI DIJÎ JIBÎRKIRINÊ
Her sal di 16’ê Adarê saet 11.00’an de gelê Kurd ji bo bîranîna cangoriyên komkujiya Helebceyê deqeyekê rêzê digire.
[1]