Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Nêçîrvan Barzanî: Pêvajo zelal e, pêwîst e PKK çekan deyne
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nêçîrvan Barzanî: Pêvajo zelal e, pêwîst e #PKK# çekan deyne
Ala Şalî

Serokê Herêma Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî li ser pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê got,“Pêvajo zelal e, pêwîst e PKK çekan deyne.”
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) roja înê (14.02.2025) dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran bû.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên MSCyê de bi dehan serok, serokwezîr, wezîr û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinên xwe û dîplomasiya li Munîhê, pêşhatên li Rojhilata Navîn û Bakurê Kurdistanê bi taybetî pêvajoya çareseriyê ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêşhatên pêvajoya çareseriyê kir diyar kir ku divê êdî PKK çekan deyne û got:“Pêvajo zelal e. Pêwîst e PKK çekan deyne. Çekdanîn ne bi wê wateyê ku ‘teslîm’ e, na. Ev ne bi wateya ‘teslîmbûn’ê ye. Wateya wê ew e ku niha di vê demê de pirsa çekdarî û hêza çekdar ti pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyeyê çareser nake. Pirsgirêka Kurdan eger hebe jî, divê her pirsgirêkek bi diyalogê di nav Tirkiyeyê de were çareserkirin. Em piştgiriya wê yekê dikin ku PKK pêşwaziyê li bangawaziya Birêz Ocalan bike û ya li ser me ye û em dikarin bikin em rola xwe bibînin ji bo ku ev pêvajo bi rêkûpêkî biçe. Her tiştê ku pêwîst be û her roleke ku bi me were spartin li Herêma Kurdistanê, em amade ne ji bo aştiyê wê rolê bilîzin.”
Hevpeyvîna Ala Şaliyê ya bi Nêçîrvan Barzanî re wiha ye:
Rûdaw: Birêz Serok, gelekî spas ji bo vê derfetê û quwet be. Li vir li Mûnîhê we civînên pir girîng pêk anîn, dixwazim bizanim gelo piştevaniya navneteweyî ji bo Herêma Kurdistanê ji vir û pê ve zêdetir dibe?
Nêçîrvan Barzanî: Ev Konferansa Mûnîhê ji bo me jî derfeteke ji bo ku ji nêzîk ve û bêyî pirsên protokolî em bikarin gelek kesan bibînin û qala rewşa herêmê bikin, qala Herêma Kurdistanê û qala Îraqê bikin. Ev ji bo me derfeteke ku salane dubare dibe û ji bo me derfeteke girîng e ku tiştên ku ji bo hemû aliyan girîng in û ji bo me wekî Herêma Kurdistanê jî girîng in, bi dostên xwe yên derve re li ser wan biaxivin.
Rûdaw: Gelo vêga bingehek ji bo bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîhanê heye?
Nêçîrvan Barzanî: Bi baweriya min erê heye. Welatên cîhanê pir cidî û bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêrin. Herêma Kurdistanê ya di çarçoveya Îraqê de û bi rastî dixwazin ev Herêma Kurdistanê bibe herêmeke Kurdistanî ya bi hêz ku bikare hem alîkariya xwe û hem jî ya Îraqê bike û li deverê jî xwedî roleke girîng be. Bi baweriya min erê, ew derfet ji bo Herêma Kurdistanê heye û ji van civînên ku me pêk anîn jî, em têdigihin ku erê, giringiyeke gelekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê heye, wekî Herêma Kurdistanê ya di çarçoveya Îraqê de.
Rûdaw: Rayedarên Amerîkî û Ewropî ji min re gotin ku li ba wan gelekî merema wan bû û girîng bû ku guhdariya nêrînên cenabê te yên derbarê rewşa Rojhilata Navîn de bikin. Civîn an jî nîqaşên we herî zêde li ser çi bûn?
Nêçîrvan Barzanî: Me di vê salê de gelek gotûbêj li ser rewşa Sûriyê kirin. Me nêrîna xwe li ser pêşhateyan û rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir û axaftina li gel aliyên têkildar, çi aliyên welatên Ewropayê, çi Amerîka û çi jî yên Rojhilata Navîn. Sûriye mijara yekem û girîngiya yekem a civînên me bû yên ku têkildarî deverê bûn.
Rûdaw: Hemû welatên cîhanê dixwazin niha siyaset an desthilata Sûriyeyê ya nû fam bikin, lewra nêrîna Kurdan ji bo wan girîng e. Di hevdîtinên we yên bi welatan re, we zêdetir behsa çi kir?
Nêçîrvan Barzanî: Berî her tiştî gelê Sûriyeyê hêjayî jiyaneke baştir e ji wêya ku heta niha hatiye serê wan. Gelê Sûriyeyê di van çend salên dawî de gelek êş û zehmetî kişandiye. Em hêvîdar in ku niha derfetek ji bo vî welatî hebe ku bikare hem aştiyê pêk bîne û fakterek be ji bo ku hêminî û aramiyê li deverê biparêze. Ya ku em dixwazin ev e. Ger em li paşxaneya van hêzan binêrin, yên ku niha li Sûriyeyê ne, bi nerîna min, tu bêhêvîtiyekê dibînî lê ku tu li gotinên wan binêrî û li wan tiştên ku bala wan li ser e binêrî, hêviyeke mezin ji bo paşeroja Sûriyeyê jî tê dîtin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî Sûriyeya nû bibin. Di vê çerçoveyê de jî gotina me ji pêkhateya Kurd re ew e ku divê bi yekîtî li Şamê beşdar bin. Divê hest bikin ku ew ne mêvan lê malxwê ne. gotina me ji roja ewil ve ji wan re ew bû ku divê di demeke bi lez de alaya nû ya Sûriyeyê bilind bikin. Di demeke nêzîk de hûn bi xwe biçin Şamê û ji ezmûna me fêr bibin. Em di sala 2003an de çûn Bexdayê ku em yekgirtî bûn û bi hev re me karîbû encamên baş bi dest bixin. Dibe ku ne her tiştê ku me dixwest bû lê ji bo cara yekem destûra Îraqê hat nivîsandin, ji cara yekem gelek tiştî piştî sala 1970an jî peymana 13ê Adarê destkeftek pir fermî bû. Ya ku bi dest ket, encama bihevrebûn û yekîtiya hêzên Kurdî bû. Me ev yek kitûmit ji birayên xwe yên Kurd ên Sûriyeyê re gotiye. Me got divê hûn herin hewla xwe bidin û beşdarî Sûriyeya nû bibin. Divê helwesta we ne wekî mêvan lê wek malxwê be.
Rûdaw: We Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li vir dît. Di wê civînê de, hûn ji paşeroja Rojavayê Kurdistanê û Kurdên Sûriyê geşbîn in? Dê rola Herêma Kurdistanê di vê yekê de çi be?
Nêçîrvan Barzanî: Rola me dê alîkar be. Tiştê ku min di hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê de got, me tekez kir ku divê Sûriyeya nû bibe Sûriyeyeke sivîl û Sûriyeke ku her kes tê de xwe di paşeroja wî welatî de bibîne. Hemû pêkhate, Kurd, Ereb, Xirîstiyan, Elewî û Durzî jî di nav de. Sûriye ne welatek e ku bi yek îdeolojiyê were birêvebirin. Sûriye welatekî pirnetew û pirziman û pircûrkirî ye. Pêwîst e hemû kes di vê Sûriyeyê de xwe wekî welatiyên Sûriyeyê bibînin, yanî divê Sûriye bi vî rengî were birêvebirin. Ti caran Sûriye bi awayê ku îdeolojiyeke tenê xwe bisepîne, nayê birêvebirin. Ez bawer im di nêrînên Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer de em dibînin ku ew bi rastî dixwaze pirsgirêkên Sûriyeyê bi awayekî cidî çareser bike. Eger bi rastî ew siyaset be ku baldariya wan li ser Sûriyeyê û çareserkirina pirsgirêkên welêt be, dikarim bibêjim ku ew hêjayî piştgiriyê ye, ne tenê em bisekinin û temaşe bikin. Divê em alîkar bin, çimkî ez bawer im ev derfetekê mezin e ji bo Sûriyeyiyan û eger ji dest biçe nayê zanîn ka alternatîva vê yekê li Sûriyeyê dê çi be.
Rûdaw: Min bihîstiye ku cenabê we roleke girîng hebû ji bo ku li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê agir zêdetir belav nebe.
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo me li Herêma Kurdistanê ev tişt xwezayî ye. Ya ku li Sûriyeyê qewimî bi rastî em şok kirin. Ez bawer nakim tenê ji bo me şok bû, ez bawer im heta ji bo wan bi xwe jî, ji bo Birêz Ehmed Şer û koma wî bi xwe jî, ya ku qewimî û bi vê lezê pêk hat şok bû.
Karê me yê sereke di vê mijarê de ew e ka em dê çawa karibin Kurdan di vî agirî de biparêzin. Em di berdewam û bi taybetî bi Tirkiye û Amerîka û welatên Ewropayê re di pêwendiyê de bûn. Di rojên destpêkê de baldariya me li ser wê yekê bû ka em dê çawa karibin Kurdan biparêzin. Ez bawer im em di wê yekê de bi ser ketin ku em karibin rolekê bilîzin ji bo ku ew agir li ser wan kêm bibe û me rola xwe jî di vê çarçoveyê de dîtiye.
Qonaxa duyem ew e, wekî min behs kir, niha ev çawa dikarin di Sûriyeya nû de beşdar bibin û biçin Şamê û bibin beşek ji pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû li Sûriyeyê.
Rûdaw: Wekî hûn dibînin heyeta Îmraliyê niha li Hewlêrê ye. Biryar e sibê cenabê we bibînin. We jî li vir bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re civîn kir. Gelo ev pêvajo vê carê dê aştiyê bi pey xwe re bîne?
Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoyeke cidî li Tirkiyeyê dest pê kiriye. Me di dema borî de çend hevdîtin li Enqereyê li ser vê pirsê pêk anîn û bi dîtina me ev pêvajo pêvajoyeke cidî ye ku xêr tê de heye, hem ji bo Tirkan hem ji bo Kurdan û ji bo hemû pêkhateyên ku li nav Tirkiyeyê dijîn. Mijar li ser wê dimîne ka paşê çi tê kirin. Em li benda wê ne ku Birêz Abdullah Ocalan peyamekê bide û ez bawer im piştî peyama wî hêz, bi taybetî PKK, divê wê peyamê pêşwazî bike, çimkî ez bawer im di pêşwazîkirina peyama birêz Ocalan de xêra Kurdan heye.
Pêvajo zelal e. Pêwîst e PKK çekan deyne. Çekdanîn ne bi wê wateyê ku teslîm e, na. Ev ne bi wateya teslîmbûnê ye. Wateya wê ew e ku niha di vê demê de pirsa çekdarî û hêza çekdar ti pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyeyê çareser nake. Pirsgirêka Kurdan eger hebe jî, divê her pirsgirêkek bi diyalogê di nav Tirkiyeyê de were çareserkirin. Em piştgiriya wê yekê dikin ku PKK pêşwaziyê li bangawaziya Birêz Ocalan bike û ya li ser me ye û em dikarin bikin em rola xwe bibînin ji bo ku ev pêvajo bi rêkûpêkî biçe. Her tiştê ku pêwîst be û her roleke ku bi me were spartin li Herêma Kurdistanê, em amade ne ji bo aştiyê wê rolê bilîzin.
Rûdaw: Niha hemû welat dixwazin bizanin îdareya Trump dixwaze çi bike. We Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dît, gelo ji we re gotin ku siyaseta nû ya îdareya Amerîkayê li hemberî Kurd û Herêma Kurdistanê dê çawa be?
Nêçîrvan Barzanî: Em neçûn nav wê hûrgiliyê, çimkî Wezîrê Karên Derve demeke pir dirêj nîne ku di wî postê de ye. Lê ya ku em di siyaseta Birêz Trump de dibînin wekî Serokê Amerîkayê, ew dixwaze li her derê aştî pêk bibe. Ev bi dîtina min her bi xwe ev peyama ku dixwaze aştiyê pêk bîne bi xwe çend caran ragihandiye. Ragihandiye ku dixwaze dawî li şeran bîne. Ez bawer im her bi xwe ev peyam cihê rêz û nirxandineke mezin e ku siyaseta Amerîkayê û Serokê Amerîkayê bi vî rengî be, çimkî Amerîka mezintirîn hêza cîhanê ye. Bi rastî jî Amerîka dikare rola xwe bilîze. Serokê Amerîkayê ku dibêje siyaseta me bi cihkirina aştiyê ye li hemû welatan. Divê em hemû pêşwaziyê li vê plana Serokê Amerîkayê bikin û hewleke cidî jî were dayîn ji bo ku aştî li her derê pêk were her wekî ku ew bi xwe dixwaze û ew armanca ku ji bo xwe daniye ku dawî li şeran bîne.
Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê min li vir Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî dît. We jî ew dît?
Nêçîrvan Barzanî: Belê, me hevdû dît û em axivîn jî û wî em vexwendin xwarinê û em bi hev re rûniştin û me behsa pêkanîna hikûmeta paşerojê jî kir ka emd ê çawa bikarin bi hev re kar bikin. Me hevdîtineke gelekî erênî û baş bi Kak Bafil re pêk anî.
Rûdaw: Niha pêwendiyên we çawa ne?
Nêçîrvan Barzanî: Niha pêwendî baş in. Em bi YNKyê re di diyalogeke gelekî cidî de ne li ser wê yekê ka em dê çawa hikûmeta kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin. Berî her tiştî em mijûlî wê yekê ne ku tiştekî binivîsin ka pêwendî û hevbeşiya di navbera me û YNKyê de dê bi çi rengî be, ew prensîpên ku cihê girîngiyê ne hem ji bo wan û hem ji bo me û ji bo Kurdan. Em li ser wan prensîpan mijûlî diyalogeke cidî ne ku eger ev were amadekirin paşê ji aliyê her du aliyan ve were îmzekirin, em dê ber bi pêkanîna kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma (Kurdistanê) ve biçin.
Pêwendiya me bi awayekî giştî qet cihê metirsiyê nîne. Wekî du partiyan cudahiyên me hene, bêguman hene lê wekî du partiyan ku mebesta me Herêma Kurdistanê ye, ez bawer im ku ew jî mebesta wan liberçavgirtina pêgeha Herêma Kurdistanê û berjewendiya Herêma Kurdistanê ye, em jî bi heman rengî xwediyê vê ne û derfeta karkirinê jî bi hev re heye. Em her tim di yekbûnê de bi ser ketine. Di cudahiyê de na. Em di yeknebûnê de nikarin û ew jî nikanin tiştekî bikin. Ji ber wê di encamê de pêwîst e em hevdû qebûl bikin û ji bo paşerojeke baştir a Herêma Kurdistanê kar bikin.
Rûdaw: Li vir we çend hevdîtin û civîn pêk anîn û deng veda li Kurdistanê lê ya ku gelekî gelekî deng veda stîla nû ya cenabê we bû.
Nêçîrvan Barzanî: Ez bawer im Şaho - Şaho Emîn - gelekî mezin kir.
Rûdaw: Hemû dezgehên medyayê behsa wê kir ku tiştekî xweşik bû. Hûn hatin ba me, wê demê ez di weşanê de bûm ku digeriyam cenabê Serok bibînim. Min we ji bejina we ya bilind nas kir.
Nêçîrvan Barzanî: Tiştekî wisa nebû. Ez nizanim çima wiha lê hat û çima wiha mezin kirin lê bêguman min ew şirove û tişt dîtin, ez gelekî spasiya her aliyekî dikim. Bêguman gelek kesan raya xwe da. Bê guman piranî bi başî û erênî bûn, ez spasiya wan dikim.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo ku hûn bi me re bûn.
Nêçîrvan Barzanî: Bi xêr hatin, ser çavan. Gelekî spas.
Rûdaw: Gelekî spas.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 490 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.rudaw.net/- 05-03-2025
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-02-2025 (0 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 490 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.109 çirke!