Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,482
Wêne
  123,328
Pirtûk PDF
  22,040
Faylên peywendîdar
  124,595
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Christoph de Vries: Divê peyameke zelal bigihe Erdogan da ku êrişên milîsan rawestin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Christoph de Vries: Divê peyameke zelal bigihe Erdogan da ku êrişên milîsan rawestin
Ala Şalî

Parlamenterê Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) a Almanyayê Christoph de Vries got, “Ez bawer dikim ku Kurd li Almanyayê ji bo demokrasiyê hevparên gelekî girîng in.
Eger ew nebûna, DAIŞ dê gelekî bi pêş biketa, ez spasiya wan dikim. Min gotiye eger Kurd nebûna, dê rewşeke kambax li Rojhilata Navîn hebûya. Ew beşdarî têkbirina DAIŞê bûn.
Bi taybetî divê peyameke zelal bi birêz Erdogan were dayîn da ku ev êrişên milîsên Îslamî li bakurrojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin ku ew piştgiriya wan dike.”
Christoph de Vries amaje bi girîngiya rola Kurdan a li Almanyayê da û anî zimên:
Kurd miletekî çalak û bişiyan in, ew hatine Almanyayê ji bo xebatê, em dixwazin ku xebata li Almanyayê ducare bi sûd bibe, kesên ku zêdetir kar dikin ji bacê bên bexşandin, ez bawer im ku gelek tiştan li Almanyayê nikarîbû berdewam bikira eger ne ji Kurdan bûya.”
CDU yek ji wan partiyan e ku planên wan ji bo dersînorkirina koçberan heye.
Christoph de Vries destnîşan kir ku Kurd ji aliyê yasayî ve nabin pirsgirêk û got, “Di vî warî de bi Kurdan re ti pirsgirêkan nabînim lê ya ku divê em dawiyê lê bînin koçberiya neyasayî ya salên dawî ye.
Parlamenterê Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) a Almanyayê Christoph de Vries pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:
Rûdaw: Birêz de Vries spas ji bo vê derfetê, hûn endamê Koma Parlamenterî ya Jiyana Kurdan li Almanyayê ne, çima ji bo we giring bû ku hûn bibin endamê vê komê?
Christoph de Vries: Ez bawer im ku Kurd li Almanyayê hevbeşekî gelekî giring in ji bo demokrasiyê. Ez bilind dinirxînim ku ew li kêleka Îsraîlê disekinin û bi tundî li dijî dijminatiya Cihûyan in, her wiha kelehek in li dijî Îslamgeriya ku li Almanyayê heye.
Ez Serokê Civaka Kurdî ya Almanyayê Elî Artan Toprak ji mêj ve nas dikim û dema wî daxwaz ji min kir, min demildest qebûl kir çimkî ez bi taybetî dizanim ku li Rojhilata Navîn, li Sûriye û Îraqê, me her tim kariye pişta xwe bi Kurdan girê bidin. Eger Kurd nebûna, DAIŞ dê bi pêş ve biçûya, loma ez gelekî spasiya wan dikim.
Rûdaw: Piştî bûyerên parlamentoyê û piştî ku partiya we hewl da projeyasayekê di parlamentoyê de bi dengê AfDyê derbas bike, ji wê çaxê ve Xiristiyan Demokrat rastî rexneyên tund tên. Gelo hûn çawa dengderan piştrast dikin ku hûn bi partiyeke rastgir a tundrew re kar nakin? Hûn çawa dilniyayiyê didin dengderên Kurd û her wiha dengderên xwe yên din jî?
Christoph de Vries: Em ti gotûbêj, ti hevkarî û ti hevpeymaniyan bi AfDyê re çênakin. Ez ti carî bi tiştekî wisa razî nabim û ez kesekî ji CDUyê nas nakim ku vê yekê bike. Ev di bîr û baweriya me de jî nîne. Tenê dikarim bibêjim, ji propagandaya SPD û Keskan bawer nekin. Ev gotina dawî ya Olaf Scholtz e, ji ber ku ew dizane ku nikare bi naverokê bi ser bikeve.
Min got çima ez rêzeke mezin li Kurdan digirim. Gelekan ji we welatîbûna Almanyayê wergirtiye. Her wiha ne tenê welatîbûna we ya Almanyayê heye lê hûn bi dil hest dikin ku hûn ser bi Almanyayê ne. Ev jî tam ew e ku em dixwazin kesên ku pasaportê werdigirin lê ne şeydayên serokên welatên din in.
Lewra jî Kurd kesên gelekî çalak û xwedî şiyan in, ew hatine Almanyayê ji bo karkirinê. Em dixwazin karkirin li Almanyayê dîsa mifadar be. Kesên ku zêdetir kar dikin, ji bacê bên bexşandin. Ez bawer im ku gelek tiştan li Almanyayê nikarîbû berdewam bikira eger ne ji Kurdan bûya.
Rûdaw: We biryar daye ku hûn piştî hilbijartinan demildest plana xwe ya siyaseta koçberan bi cih bînin, plana pênc xalî. Gelek kes hene ku bi koka xwe ne Alman in, lê beşek ji vê civakê ne û tirsa wan heye ku niha ji ber pirsa koçberan hemû bi yek çavî tên dîtin, hûn çi dikin ji bo ku ev yek çênebe?
Christoph de Vries: Bi baweriya min, Almanya welatekî vekirî û efûkar e ku mînaka wê li ser erdê kêm e. Eger ne wisa bûya, xelk nedihatin Almanyayê lê em li vir bi hembêza vekirî pêşwaziyê li gelek kesan dikin. Diyar e di hin rewşên takekesî de pirsgirêk hene lê bi dîtina min pêkvejiyaneke me ya gelekî baş heye.
Ne girîng e kesek ji kû derê hatiye, çawa difikire yan ola wî çi ye. Lê ya giring ew e ku mirov hewl bide û pabendî bingehên sereke yên Almanyayê be, wekheviya zayendî qebûl bike, yasayên me li pêş yasayên olî bin. Rêz li hindikahiyan bigire. Di vê mijarê de ez ti pirsgirêkekê bi Kurdan re nabînim.
Lê ya ku divê em dawî lê bînin, koça ne yasayî ya salên dawî ye. Niha her roj yasayên penaberiyê yên Ewropî û Almanî tên binpêkirin. Qanûn nayên raçavkirin û ev jî ziyanê digihîne Almanyayê. Îcar çi kesek Alman be yan jî koka wî ya koçberiyê hebe, gelek kes ji min re dibêjin nabe ku em bi vî awayî berdewam bikin. Hevgirtin kar nake. Tawan di zêdebûnê de ye. Pirsgirêka xanî û baxçeyên zarokan heye, cih nemaye. Ji ber vê yekê divê em niha vegerin yasa û rêkxistinê.
Rûdaw: Eger hûn di kabîneya bê de hikûmetê pêk bînin, hûn dê çawa piştgiriya Kurdan li Sûriyeyê bikin û her wiha niha pêwendiyên we bi Kurdan re li Herêma Kurdistanê çawa ne?
Christoph de Vries: Min gotiye eger Kurd nebûna, dê rewşeke kambax li Rojhilata Navîn hebûya. Ew beşdarî têkbirina DAIŞê bûn, wekî mînak li Îraqê jî heta îro jî dilniyayiyê didin ku bi hezaran şerkerên DAIŞê di girtîgehan de girtî ne. Ev dê metirsiyeke mezin bûna ji bo ewlehiyê li wir û li Almanyayê jî eger bihata.
Ya ku Kurdan niha heq kiriye, piştgirî û hevkarî ye. Ji Almanyayê, ji Yekîtiya Ewropayê lê xasma ji Amerîkayê. Ev jî tê wê wateyê ku divê alîkariyên darayî berdewam bikin da ku Kurd bikaribin xwe biparêzin. Divê Kurd li Sûriyeyê beşdarî desthilatê bibin .
Her wiha bi taybetî divê peyameke zelal bi birêz Erdogan were dayîn ku ev êrişên milîsên Îslamî li bakurrojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin ku ew piştgiriya wan dike.
Li vir dibêjim divabû daxwazên zelaltir ên hikûmeta federal û xanima Baerbockê hebûna, ji yên ku heta niha hebûn.
Rûdaw: Di plana we de heye ku hûn pêwendiyên xwe bi Kurdên Sûriyeyê re xurttir bikin?
Christoph de Vries: Em heta niha ne di hikûmetê de bûn lê bi dehan sal e ku pêwendiyên baş ên CDUyê bi Herêma Kurdistanê re li Îraqê hene. Em dixwazin heman tiştî li Sûriyeyê jî çêbikin çimkî bi nêrîna min em bi hevalbendên xwe yên Kurd li wir re dikarin bi hev re aramî û aştiyê li herêmê çêbikin. Di rastiyê de, ew hevpeymanên me ne.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 682 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.rudaw.net/- 05-03-2025
Gotarên Girêdayî: 39
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-02-2025 (0 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 682 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!