Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,515
Wêne
  123,333
Pirtûk PDF
  22,042
Faylên peywendîdar
  124,605
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Neviya Şêx Seîd Merve Firat: Banga Ocalan ji bo PKKyê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Neviya Şêx Seîd Merve Firat: Banga #Ocalan# ji bo PKKyê ye

Neviya Şêx Seîd û lekoler Merve Firatê ragihand ku banga Serokê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo PKKyiyan e û diyar kir ku ji bo Kurdan pêvajo berdewam e.
Merve Firatê got, Tiştê girîng ne ew e ku kî li ser maseyê ye, daxwaz û mafên Kurdan girîng in.
Merve Firat wekî lekoler tevlî Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn bû û li ser pêvajoya çareseriyê rewşa Kurdan rewşa malbata Şêx Seîd ji pêşkeşkarê Rûdawê Hîwa Cemal re axivî.
Lekoler Firatê diyar kir ku ew peyama Ocalan wekî bangeke sereke ji bo PKKyê dibîne lê xebata mafên Kurdan ne tenê bi PKKê ve girêdayî ye.
Firat got ku pêvajoya aştiyê divê bibe derfetek ji bo axaftina li ser mafên bingehîn ên Kurdan û destnîşan kir ku ne nasnavên li ser masa çareseriyê lê naveroka daxwazên mafên Kurdan pêwîst e ku weke bingehê were girtin.
Firatê ku behsa êş û birin ên malbata xwe ya ku rastî sirgûn û siyasetên asîmîlasyonê yên dîrokî hatiye, kir û bal kişand ser wê yekê ku têkoşîna mafên Kurdan sed sal e ku berdewam dike.
Li gorî gotina Merve Firatê siyaseta ku Tirkiye li hemberî Kurdan dimeşîne ne siyaseteke demkî ye lê siyaseteke dewletê sîstematîk e.
Lekoler Firatê diyar kir ku ji bo ku pêvajoya aştiyê bi awayekî saxlem bi pêş bikeve, divê aktorên navneteweyî têkevin dewrê. Wê got pêvajoyên aştiyê yên ku li ser kesan tên meşandin çareseriyên mayînde diyar nakin û divê sazî û hiqûq tê de cih bigirin.
Hevpeyvîna Hîwa Cemal û Merve Firatê wiha ye:
Hîwa Cemal, Ez bawer im gelek kesan ji we navê Şêx Seîdê Pîran bihîstiye û tişt li ser wî xwendiye û dizanin şoreşa wî çawa û ji bo çi bû. Bi taybetî di bernameyên dibistanên Herêma Kurdistanê de jî têne xwendin, xwendekar vê yekê dizanin. Her wiha Kurdên ku li derveyî Herêma Kurdistanê dijîn û cîranên Kurdan jî dizanin ku Şêx Seîdê Pîran kengî şoreş kiriye.
Neviya Şêx Seîd mêvanê min e. Ez bi taybetî dixwazim pirsên li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û peyama Abdullah Ocalan jê bipirsim.Ev dikare ji bo wê cuda be û ji bo we jî, wek hevpeyvîneke nedîtî be bi neviya Şêx Seîdê Pîran re. Mezinên vê malbatê bandoreke mezin nasnameya Kurdî kirine. Mêvana min xanim Merve Firat ku zanista siyasetê dixwîne, dê li ser van mijaran nirxandinan bike. Em dikarin ji nerînên wê sûd wergirin li ser vê mijarê. Xanim Merve, bi xêr hatî Herêma Kurdistanê.”
Merve Firat: Gelek spas dikim.
Rûdaw: Ji ber ku hûn neviya Şêx Seîdê Pîran in, bê guman, hûn peyama Ocalan bi awayekî cuda dinirxînin. Hûn peyama Ocalan çawa dinirxînin?
Merve Firat: Bi rastî ez spasiyên xwe ji we re, ji Rûdawê re û ji bo gelê Kurdistanê ku cihekî wekî Hewlêrê ava kiriye - ku bûye navenda her çar aliyên Kurdistanê - pêşkêş dikim. Em ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê tên, li vir dikarin biaxivin, ramanên xwe parve bikin û bi hev re diyalogê pêk bînin. Spasiya we dikim û ez amade me ku niha bersiva pirsa we bidim.
Wekî ku hûn dizanin, malbata Şêx Seîdê Pîran di serhildana 1925an de gelek zilm dît û koçbertî kişand, lê wan dev ji têkoşîna xwe berneda. Malbat sê caran hat sirgûn kirin. Ya yekemîn di sala 1926an de bû. Dema ku jin û zarokên malbatê dihatin sirgûn kirin, mêrên wan ne li cem wan bûn. Mêrên ku sax mabûn çûbûn Rojhilat û Başûr. Jin û zarokên malbata Şêx Seîdê Pîran û hemû malbatên Kurd ên ku beşdarî serhildanê bûbûn û yên ku beşdar nebûbûn jî, rastî siyaseta sirgûnê ya dewletê hatin. Wê demê malbata me çû Spartayê. Wê demê jinan û zarokan bi Tirkî nizanibûn. Wan di bajarên Tirkan de gelek zehmetî kişandin. Paşê Tirkiyeyê efû derxist.
Sedemê derxistina efûyê ev bû; şoreş hîn jî li çiyan berdewam bû, qediyabû. Ji bo ku mirov ji çiyan bînin xwarê, bînin bajaran, wan ev efû derxist. Hat fêhmkirin ku efû tenê ji bo anîna mirovan a jêr bû. Ji ber ku piştre, di sala 1935an de, pêvajoyeke din a sirgûnê ji bo hemû malbatên Kurd ên li Kurdistanê dest pê kir. Vê carê malbata Şêx Seîdê Pîran jî careke din hat sirgûn kirin. Malbat ji Erziromê hat şandin herêma Trakyayê ya ku herî dûr a Tirkiyeyê bû, cihê ku ti malbatên Kurd lê nedijîn, tenê Tirk lê dijîn. Jiyana mirovên li wir hinekî ji dînê dûr bû. Kurd û malbata Şêx Seîdê Pîran malbateke dîndar bû. Li malê tenê bi Kurdî diaxivîn. Wan ji bo asîmîlasyona du-alî ew şandin Trakyayê. Malbat li wê derê nêzîkî deh, pazdeh sal ma.
Piştre, dîsa efû derket, ew vegeriyan axa xwe Qolhîsara Erziromê. Di salên 1960î de li Tirkiyeyê darbeya leşkerî çêbû. Wê demê jî hemû malbatên Kurd, şêx, axa, beg û giregirên Kurd li kampeke li Sêwasê kom kirin. Ev kamp, wekî kampên Naziyan hatibû çêkirin. Gelek kes li ser vê naaxivin, behsa wê nayê kirin. Li ser vê mijarê xebatên akademîk jî tunin lê belê ev mijarek gelek girîng e. Dîsa giregirên Kurd li her derê Tirkiyeyê, li bajarên Tirkan hatin belavkirin. Endamên malbata me li Balikesîr, Muglayê û bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin sirgûn kirin. Di dema sirgûnê de endamên malbatan li bajarên cuda hatin şandin. Bav ji kurê xwe, bapîr ji neviyê xwe hat qutkirin
Bavê min di wargehê de kesê herî biçûk bû. Ew hê çardeh salî bû. Çima ez van behsa dikim, ji ber ku ev çîrok mînakeke çîroka Kurdên li Bakur e. Ez şexsekî ji nifşa nû me ku qet neçûye sirgûnê, tiştên din min nedîtine. Nifşa beriya min hemû li sirgunê bûn, hatin girtin, rastî siyasetên asîmîlasyonê yên dewletê hatin. Ev çîrok tiştekî ji me re dibêje ku: Ev siyaseta dewletê ne tenê ji bo demekê bû, siyaseteke wan a berdewam li dijî Kurdan hebû.
Ji ber vê yekê îro Ocalan ji bo Kurdan girîng e. Lê divê em vê mijarê tenê li ser Ocalan nehesibînin. Banga Ocalan a ku bi destê xwe nivîsiye hate xwendin. Ev name, ev bang ji bo civata xwe ye. Yanî wî bang li PKKyê kir ku çekan deyne. Ev bang ji bo civata PKKyê ye û qonaxa yekemîn a pêvajoyê ye. Lê ji aliyê Kurdan ve diyar dibe ku dê pêvajo berdewam bike.
Rûdaw: Li gorî we banga Ocalan tenê ji PKKyê re ye yan ji bo hemû Kurdan e? Ji ber ku di dawiya banga xwe de silavan li her kesê ku guhê xwe dide banga min dike.
Merve Firat: Na, em nikarin bêjin tenê ji bo Kurdan e, ji ber ku bangî aliyê dewletê jî dike, navê Bahçeli jî tê de ye, navê Serokkomarê Tirkiyeyê jî tê de ye lê dîsa jî di dawiyê de ji bo civaka xwe dibêje, ji bo danîna çekan dibêje, bi rastî pêşniyarekê nake. Ji cemata xwe re dibêje 'çekan deynin'. Ev banga ku hatiye kirin ji bo civaka wî hatine gotin. Ez wiha dinirxînim.
Hîva Cemal: Pêvajoya aştiyê dê çawa bandorê li Kurdan bike?
Merve Firat: Li Tirkiyeyê di dema borî de ezmûneke pêvajoya aştiyê hebû lê bi ser neket. Niha ya duyem dest pê dike. Pêvajo bi gotinên Bahçeli dest pê kir. Her kesî got Bahçeli çi dike. Hate gotin ku Bahçeli ji asteke gelekî bilind dest pê kir. Li vir tiştek heye. Divê nîşanek were danîn. Dewleta Tirkiyeyê, dema bi gelên din re têkilî datîne, ji kesê herî dûr û hişk dest pê dike. Di dema borî de mînakên vê yên cuda hebûn. Tirkiyê carekê ji bo Ermeniyan bang kiribû. Niha jî em dikarin pêvajoyeke bi heman rengî bibînin.
Ev mijar ji bo Kurdan çima girîng e. Ji ber ku, tevî ku li ser avakirina Komara Tirkiyeyê zêdetirî sed sal derbas bûye jî Kurdan hîn mafên xwe nestendin û hîn jî daxwaza mafên xwe dikin. Ji ya herî biçûk heta ya herî mezin, hemû Kurd, derbarê dayîna mafên xwe de heman tiştî difikirin. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo, bibe wesîleya axaftina mafên Kurdan.
Hîva Cemal: Wekî neviya Şêx Seîdê Pîran, hûn ji peyama Ocalan çiqas razî ne?
Merve Firat: Di rastiyê ez van mijaran li ser kesan nanirxînim. Ji bo min ya girîng ew e, eger me ji bo çareseriyê maseyek saz kiribe, di wê maseyê de hebûna Ocalan, yan jî hebûna kesekî din ji bo min tu ferqê nake. Wekî keseke ji malbata Şêx Seîdê Pîran û keseke ku zanista siyasetê xwendiye, ji bo min ya girîng ew e ku li ser maseyê li ser Kurdan çi tê axaftin. Ji aliyê têgeh û konseptê mafê ve, li ser çi tê axaftin û çi tê kirin?
Rûdaw: Nêrîna derdora akademîk li ser pêvajoya aştiyê çi ye?
Merve Firat: Li Tirkiyeyê, kirin û meşandina lêkolînên akademîk li ser Kurdan gelekî zehmet e. Digel vê yekê jî, em li zanîngehan hin axaftinan dikin. Em berdewam in li ser nivîsandina gotarên xwe yên li ser Kurdan. Li gorî çavdêriyên min, hem Tirkên çepgir û hem jî rastgir bi baldarî nêzîkî vê mijarê dibin. Hem ditirsin hem jî dibêjin ka çi diqewime. Ji ber ku ji bo wan jî, destpêkirina vê pêvajoyê ji aliyê Bahçelî ve şokeke mezin bû. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku divê nêrînên wan jî bên girtin. Bila em tenê ji aliyê xwe ve li mijarê nenêrin, divê em guhê xwe bidin wan jî. Çiqas şaş bê xuyan jî ji bo me, divê em guhdariya wan bikin û wan qanih bikin. Hem bi axaftinên akademîk û hem jî di nav jiyanê de.
Rûdaw: Hûn niha xwendekarê fakulteya zanistên siyasî ne. Gelo pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re çiqasî bandorê li qada navneteweyî dike?
Merve Firat: Wekî ku me niha jî behs kir, pêvajo ji aliyê Bahçelî û Ocalan ve dest pê kir. Yanî tiştekî sazûmanî tune. Hin kes dibêjin 'Tirkiye bi xwe ne dewleteke demokratîk e, yanî ne sazûmanî ye, loma normal e ku pêvajo bi rêya kesan bimeşe'. Lê ez, hem wekî xwendekareke zanistên siyasî û hem jî xwendekareke hiqûqê, bi vê nêrînê re ne hemfikir im. Çimkî çi dibe bila bibe, divê sazî û siyaset têkevin dewrê. Divê aktorên navneteweyî bibin beşek ji vê pêvajoyê. Dema ku em li ezmûnên din ên aştiyê yên li cîhanê dinêrin, em dibînin ku aktorên navneteweyî beşdarî pêvajoyên aştiyê bûne. Welatên wek Norwêc an jî welatên din beşdarî van pêvajoyan bûne.
Rûdaw: Yekîtiya Ewropayê...
Merve Firat: Erê. Divê ew sazî jî hebin. Pêvajoyên aştiyê yên ku bi kesan dest pê dikin, nikarin bi awayekî saxlem bimeşin.
Rûdaw: Ji bo hûn tevlî bernameya me bûn gelekî spas.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 575 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://www.rudaw.net/- 05-03-2025
Gotarên Girêdayî: 30
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-03-2025 (0 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 05-03-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 06-03-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 575 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.625 çirke!