Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,468
Wêne
  123,325
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,593
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Ne bi hilbijartinê Erdogan bi hêza dewletê li ser desthilatdariyê ma
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ne bi hilbijartinê #Erdogan# bi hêza dewletê li ser desthilatdariyê ma
Zekî Bedran

Li Tirkiyê tura duyemîn a hilbijartinan xilas bû. Li gorî daxuyaniyan Erdogan ji sedî 52 bi ser ket. Di vê rewşê de dê aliyê Erdogan û Baxçelî dê 5 salên din Tirkiyê bi rê ve bibe. 21 salên ku Erdogan li ser desthilatdariyê mayî tu pirsgirêkên Tirkiyê çareser nekirin. Li ser bingehê dijminahiya Kurdan demokrasî hilweşandin û ne edalet ne jî aborî li holê nema. Êrişên dagirkeriyê yên li ser Sûriye û Iraqê, qirkirina li ser Kurdan Tirkiyê xiste nava çiravê de. Niha jî dibêjin ku dê polîtîkayên şer û dijminahiya li dijî Kurdan bê navber bidomînin.
Bêguman dê encamên hilbijartinê hîn zêdetir bên nîqaşkirin. Di rastiyê de hilbijartineke ku weke hilbijartinekî asayî nehat kirin. Eger AKP û Erdogan di mercên asayî de beşdarî hilbijartinê bibûna, ne dikarîn bibin desthilat ne jî dikaribûn nîva dengê ku standine bistînin. Ka bifikirin, eger AKP jî weke CHP’ê û partiyên din bê alîkariya derfetên dewletê, di mercên wekhev de beşdarî hilbijartinê bibûya dê çi çêbûya? Partiyek bi navê AKP’ê jî nedima. Me di nirxandinên xwe yên li ser hilbijartinê de hertim got, li aliyekî partiyên muxalefetê li aliyê din jî dewlet beşdarî hilbijartinê dibe. Erdogan tevahî pîvanên exlaqî û hiqûqî dan aliyekî, tevahî derfetên dewletê bikar anî û beşdarî hilbijartinê bû.
Tevahî hêzên tarî û paşverû yên Tirkiyê di bin navê hilbijartinê de operasyonek birin ser muxalefetê. Kampanyayek balkêş a reşkirin, provekasyon, derew ku xwe dispêre demagojiyê dan meşandin. Bi dijminkirin, vederkirin û zextê hewl dan muxalefetê bêbandor bikin. Kesên weke Umît Ozdag û Sînan Ogan bi kar anîn û derdora siyasî jirê derxistin. Endamên xwe yên şerê taybet kirin belaya serê muxalefetê. Bi kurtahî bi operasyoneke ku navê hilbijartinê lê kirinbûn dest danîn ser desthilatê. Eger vê hilbijartinê rewa, adil û wekhev bibînin dê bibe jirêderketineke mezin. Ji derveyî vê li gel tevahî komplo, gef û zextan jî Erdogan tenê ji sedî 52 deng girt! Dema em fêlbaziyên hatine kirin, dizîna dengan û hîn gelek lîstokên ku derneketine holê bihesibînin, dê bê dîtin ku piraniya gel Erdogan naxwaz e.
Kesên faşîst ên weke Sînan Ogan bi lîstok û komployan gotin ku me Kurd di polîtîkaya Tirkiyê de bêbandor kirin. Herkes dizane ku, eger Kurd nebûna muxalefetê bajarên mezin ên weke Stenbol û Enqere qezenç nedikirin. Standina şaredariyên van bajarên mezin ji desthilatê bû derbeyek mezin. Ji ber ku, dema Erdogan hilbijartin qezenç kir weke armanc girtina Stenbolê danî pêşiya xwe. Ev yek şikestina wan û encamên derketine holê nîşan dide. Dema ku muxalefetê şaredarî girtin baweriya wan a bi xwe zêde bû, zindî bûn. Kurdan nîşan kirin ku ew didin qezençkirin û windakirin.
Di vê hilbijartinê de jî yên herî rastî zextê hatin dîsa Kurd bûn. Divê tevahî muxalefet êdî vê rasiyê bibîne û bipejirîne; gelê Kurd pêşeng û motora demokrasiyê ye. Dema ku qayûm diavêtin şaredariyên HDP û kesên hilbijartî diavêtin girtîgehan, divê muxalefetê ev êriş weke ku li wan û demokrasiyê hatine kirin bidîtiba. Kurd li Tirkiyê hêza bingehîn a demokrasiyê ne. Zext û êrişên li ser Kurdan ne tenê li Kurdan tên kirin, li dijî tevahî Tirkiye û demokrasiyê tên kirin. Zext û bêmafiyên li dijî Kurdan teqez demokrasiya Tirkiyê lewaz dike. Binê lingê muxalefetê vala dike. Kesên ku temaşeyî zextên li dijî Kurdan dikirin, dema dor tê wan di bin de dimînin.
Dema ku HDP’ê ragihand dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu hinek derdoran got ev xelet e. Hinekan jî propoganda kirin ku bi dengê Kurdan çepên Tirk dişînin meclisê. Yên dewleta Tirk rêve dibin, AKP û MHP dixwazin Kurdan ji gelê Tirk qut bikin û hewl didin Kurdan bitenê bihêlin. Me di pratîkê de jî dît ku eger li Tirkiyê demokrasî pêş bikeve dê Kurd henaseyekê bigirin. Ji bo pêşketina demokrasiyê jî pêwîste bi hêzên demokrat re bibin yek û hêz bibin hevdû. Tifaqên demokratîk avakirin ne xelet e, berovajî hîn zêdetir pêwîste û divê bên bihêzkirin. Eger Kurd çend parlementeran zêdetir bişînin meclisê dê çi biguhere? Erkê sereke li Tirkiyê mezinkirina demokrasiyê ye. Eger wisa be hem dê Kurd, hem jî tevahî Tirkiyê qezenç bike. Xeta rast ev e. Pêwîst nake serê gel tevlîhev bikin û dudiliyê ava bikin. Ji ber ku careke din Erdogan anîn ser desthilatê, cîhan nesekinî ye. Jiyan û têkoşîn berdewam dike. Her ku têkoşîna demokrasiyê bi hêz bibe dê faşîzm hêzê winda bike û binbikeve. Di vî alî de pêwîste Tifaqa Ked û Azadiyê bihêztir bibe û yekîtiya hêzên Kurdistanî bidome.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 348 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 39
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 31-05-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 348 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!