Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,482
Wêne
  123,328
Pirtûk PDF
  22,040
Faylên peywendîdar
  124,595
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Erdogan nekarî serkeftinê îlan bike
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Erdogan# nekarî serkeftinê îlan bike
Zekî Bedran

Li Tirkiyê hilbijartin pêk hatin. Tevahî derdorên hindir û derve encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê temaşe kirin. Erdogan û Baxçeliyê faşîst, tevahî derfetên dewletê bikar anîn û kampanyaya hilbijartineke ne adilane dane meşandin. Ev hilbijartin li cîhanê weke yek ji bûyera herî girîng a sala 2023’an hat pênasekirin. Erdogan û Baxçelî ji bo zexte li muxalefetê bikin xwestin weke eniya terorîst û xayînan nîşan bidin. Kampanyayek mezin a parçekirin û dijminkirinê meşandin. Erdogan lijneya Bilind a Hilbijartinê jî weke saziyeke herî jor zagonî kir û bi cihkirina endamên wê jî Erdogan bi xwe pêk anî. Di vî alî de hilbijartin manîpule kir û bergiriya xebatan girt.
Ji bo Erdogan desthilat hertişt e. Heman demê de partiyeke bi navê AKP’ê jî tune ye. Eger Erdogan di hilbijartinan de binkeve partiyek bi navê AKP namîne. Ji ber ku Erdogan hertişt bi amûra desthilatê bidest xistiye, eger hilbijartinê winda bike dê hertiştî winda bike. Di vî alî de Erdogan kesek wisa ne ku dê ji bona ku di hilbijartinan de binnekeve her tiştî bike. Tu nirxek exlaqî, zagonî, wijdanî li cem wî tune ye. Kesek ewqas ketiye ku heta di mitîngan de vîdeoyên montajkirî bikar anî.
Ajansa dewletê AA tam weke saziyek a AKP’ê hat xebitandin. Di ser vê ajansê re encamên hilbijartinê manîpule kirin, pê xerîk bûn ku hewayek weke Erdogan serkeftiye ava bikin. Êvara 14’ê Gulanê çawa sindoq vebûn, di deqeyên destpêkê de Erdogan li pêş nîşan dan. Kanalên muxalefetê jî ji bo li benda vê yekê bûn, bergiriyên xwe girtin û encamên hilbijartinê li ser kanalên xwe parve kirin. Eger ev bergiriyên muxalefetê nebûna, dê encamên hilbijartinê bihatibûna dizîn û Erdogan bi ser bikeftiba.
Sibeha 15’ê Gulanê hîn jî encam zelal nebibûn. Lê Erdogan nekarî serkeftina xwe îlan bike. Di rastiyê de Erdogan dizanîbû ku bi ser nakeve. Eger hilbijartinê bidize baş e, eger nebe jî mayîna Tura 2’emîn ji bo wî serkeftin bû. Ji xwe muxalefet bêzar kiriye, plan dikir hêza dewletê bikar bîne hilbijartina piştî du hefteyan jî qezenç bike. Jixwe hêza muxalefetê ya herî dînamîk yanî Kurd, hertim di bin operasyon û êrişên şerê derûnî de bûn. Çend roj man ji hilbijartinê re giranî dan girtinan. Terzek rêveberiyê ku Kurdan diperçiqîne û vederdike hatiye avakirin. Wezîrê Karê Derve Silêman Soylu di kampanyaya hilbijartinê de got “Erdogan ferman da, min jî dest danî ser tevahî şaredariyên HDP’ê, qayûm avêtin”. Bixwe dibêjin ku zagon û hiqûqê nas nakin, di vegotina wê de jî tu pirsgirêkan nabînin.
Em dikarin bêjin partiyên muxalefetê kotûkêşek (badîre) mezin qevastin. Qet nebe serkeftina Erdogan asteng kirin. Hîn jî ev xeterî heye, lê wisa xuya dike ku ji bo vê lîstokê bilîzin dê herin Tura 2’emîn.
Piştî 21 salên ku Tirkiye pir xirab hat rêvebirin, hîn jî di parlementoyê de AKP û MHP piraniyê bi dest dixin. Ev rewşeke ku di aliyê zanista siyasetê ve pir balkêş e. Erdogan kîmyaya gel xirab kir. Bi çêkera civakî lîst, sermayê dest guherî. Şêlandin, dizî û çetetî asayî bû. Kesên ku nealîgirên desthilatê bûn hatin vederkirin, civak di astek bilind de parçe bû. Ol ji her demê zêdetir bû amûra polîtîkayê. Terîqet û cemaet zengîn kirin, bûn amûra desthilatê. Edalet û wijdan dan aliyekî. Ragihandin weke çekek kujer û jirêderketinê bikar anîn. Hindirê saziyan hatin valakirin.
Di demeke ku evqas wêrankariya civak û dewletê li holê ye, bêguman bendewarî hilbijartinek asayî nînin. Di dîmen de bûyer derneketin û hilbijartin hatin kirin. Lê mercên ji bo çêbûna hilbijartinek wekhev û adil ji holê hatin rakirin, hindirê pergalê hat valekirin. Pergala Erdogan ev bi salane ji bo hertişt bikeve destê kesekî dixebite. Li gel hertiştî nikarin bêjin tam serwer bûye. Ji ber ku gelê Kurd û hêzên demokratîk ên liberxwedidin hene. Ji bo vê berxwedanê jî bişkîne bê navber di nava şer de ye û êriş dike.
Tifaqa Ked û Azadiyê ku piranî ji Kurdan pêk tê, encama ku dixwest bi dest nexist. Pêwîste destkeftiyên wê kêm neyê dîtin. Lê hêz û potansiyela wê ji encama derketî pir zêdetir bû. Desthilata Erdogan hertim HDP di bin gefa girtinê de hişt. Her ku hilbijartin nêz bûn doza girtinê hat bilezkirin. Weke bergiriyekî HDP ne bi navê xwe, bi navê Partiya Çepên Kesk kete hilbijartinê. Niyet, coş û xwestek encama hilbijartinê diyar nakin. Di heman demê de hilbijartin li gorî hêjmaran e. Eger hûn girseya xwe nebin cihê qeyda wê û nebin ser sindoqan, deng pê nedin avêtin û sindoqan neparêzin hûn encam nagirin. Beşek girîng ê rêveberê xwedî tecrûbe û aktîf ên HDP’ê girtî ne, beşek jê hatine mişextkirin û girtin berdewam in. Li gel ku HDP di hilbijartinê de hêza diyarker bû, CHP û partiyên din nekarîn li dijî zexta li ser HDP’ê bisekinin. Dîsa li gel van hemû tiştan, Partiya Çepên Kesk dikarîbû encameke baştir bigire. Armanca wan derxistina 80-100 parlementerî bû. Di bin vê armancê de man. Bêguman ji bo encaman binirxînin û kêmasiyan derbas bikin pêwîste hîn zêdetir bixebitin. Dikarin di Tura 2’emîn de bibandortir bixebitin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 325 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 39
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-05-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 325 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!