Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye’
Reşo Qamişlo/ Qamişlo

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ebû Bekir da zanîn ku beyannameya #Rêveberiya Xweser# kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye û got, tevahiya hêzên ku li ser xaka Sûriyê xwe bi cih kirin e ji bo berjewendiyên xwe kar dikin.
Di 15’ê Adara sala 2011’an de, gelên Sûriyê ji bo pêkanîna demokrasiyê li dijî rêjîma Sûriyê rabûn ser piyan. Hikumeta Şamê jî li hemberî xwesteka gel, dest bi kuştin û binçavkirinê kir û aloziya Sûriyê dest pê kir. Herwiha ji ber destwerdana hêzên derve, kirîza Sûriyê roj bi roj kurtir bû. Yek ji hêzên ku ji bo armancên dagirkeriyê destwerdana kirîza Sûriyê kir, dewleta Tirk a dagirker bû. Dewleta Tirk xwest bi riya gurkirina kirîzê û dirêjkirina wê, armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka kirîza Sûriyê ve û heta niha, zêdetirî 200 hezar kes hatin kuştin, 1 meliyon jî hatin girtin û bi hezaran kes jî hatine işkencekirin. Herwiha bi melyonan welatiyên Sûrî cih û warên xwe hiştin e û koçberî derveyê Sûriyê bûn. Di heman demê de di encama şer de bi 10’ bajar, bajarok û gund hatin xerabkirin. Herwiha tevahiya binesaziya Sûriyê hat rûxandin û bi taybet di aliyên tenduristî û xezmetguzarî û mirovî de kirîzên mezin derketin holê.
Di nava şer û kirîzê de, di 19 Tîrmeha 2012’an de, Şoreşa Rojava dset pê kir. Gelên herêmê li hemberî tevahiya êrîşan xwe parastin û xwe rêxistin kirin, herwiha bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê hat damezrandin û roj bi roj pêş ket. Di 18’ê Nîsana 2023’an de, Rêveberiya Xweser ji bo çaresekirina kirîza Sûriyê beyannamek ji 9 xalan pêk tê, eşkere kir. Herî dawiyê piştî 11 salan, Sûriyê vegeriya Komara Erebî û Serokê hikumeta Sûriyê Beşar Alesed beşdarî civîna Komara Erebî bû.
Di derbarê vegera Sûriyê li komkara Erbî û bandora wê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û insyatîfa Rêvberiya Xweser ya ji bo çareserkirinê, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ebû Bekir ji Rojnameya Ronahî re axivî.
‘Civînên Estana, Cinêv, Sûtşî û niha jî lûtkeya komkara erban bê encam bûn’
Silêman Ebû Bekir diyar kir ku hemû civînên ku ji aliyê hevalbendên hikumeta Şamê û hêzên ku Sûriyê dagirkirine ve hatin çêkirin, tev jî ne di xizmeta gelên Sûrî de bûn û wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha hevalbendên hemû hêzên di Sûriyê de yên weke Rûsiya, Îran û dagirkeriya Tirk, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gelek civîn li dar xistin e; weke Estana, Cinêv, Sûtşî. Herwiha li gor hevalbendan, armanc ji van civînan qaşo çareserkirina aloziya Sûriyê ye, lê armanca wan ne wisa bûn; tevahiya wan hêzan ji bo berjewndiyên xwe û li dijî xizmeta gelên Sûriyê kar dikrin. Ji ber vê yekê jî me dît ku ev civîn tev bê encam derketin û bi destwerdanên bê ser û ber ji aliyê hevalbendan ve, alozî xerabtir bû. Herwiha piştî 11 salan ji dûrxistina Sûriyê ji Komkara Erban, di heftiya debasbûyî de, me dît ku Sûriyê vegeriya Komkarê û di civîna Komkarê de jî beşdar bû. Gelên Sûriyê û Civaka Erebî tev bi çareserkirina aloziya Sûryê dihizirîn û bala wan li helwsta dewletên Erebî bûn, lê mixabin ne hikumeta Şamê û ne dewletên din jî, ji bo çareseriyê tu gav neavêtin.”
‘Beyannameya Rêveberiya Xweser kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye’
Endamê PYD’ê Silêman Ebû Bekir, da zanîn ku beyannameya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo pirsgrêkên Sûriyê riya çareseriyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê, di 18’ê meha derbasbûyî de, beyannameyek ji neh xalan eşkere kir û dikeve xizmeta gelên Sûriyê. Herwiha sîstema demukratîk ya ku Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê dimeşîne; ew e nimûneya jiyana ku azadî û wekheviyê di nav xwe de vedihewîne,ye. Hêjayî gotinê ku qebûlkirnek ji vê beyannameyê re, ji aliyê gelek hêzên navnetewî ve encam da, ji ber dîtin ku ev beyanname bi temamî çareserî ye ji aloziya Sûriyê re ye. Herwiha hikumeta Şamê divê baş bizane ku ji bilî insiyatîfa Rêveberiya Xweser ne pêkan e ku tu çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê bibîn e. Herwiha em bang li gelên Sûryê bi giştî dikin ku ew jî ji bo çareserkirina vê aloziyê bi Rêveberiya Xweser re bibin alîkar da ku maf û azadiya xwe bi dest bixin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,167 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 77
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-05-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,167 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!