Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,720
Wêne
  123,926
Pirtûk PDF
  22,081
Faylên peywendîdar
  125,614
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Mihyedîn Hesen: Şoreşa 19’Tîrmehê şoreşa şehîdan e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mihyedîn Hesen: Şoreşa 19’#Tîrmehê# şoreşa şehîdan e
Hemza Sêvo/ Qamişlo

Meclisa Malbatên Şehîdan, wefedara berdêlên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, ku bi hemû jiyan û karîna xwe destekê dide malbatên şehîdan e. Girêdayî kar û xebatê Meclisa Mlbatên şehîdan Hesen got: Ku xwedîderketina li malbatên şehîdên şoreşê, erka me ye.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, saziyeke civakî ye. Armanca wê ya sereke destekdayîna manewî û madî ji bo malbatên şehîdan e. Meclis mîna malekê ye û ji bo malbatên şehîdan û meşandina kar û barê malbatên şehîdan di sala 2010`an de hat damezrandin.
Herwiha meclisa malbatên şehîdan li Rojavayê Kurdistanê û tevaya bakur û rojhilatê Sûriyê jî bû yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê. Meclisa Malbatên Şehîda ya Qamişlo jî, kar û barên malbatên nêzî 1000 şehdên şoreşê dimeşîne. Hêjayî gotinê ye ku bajarê Qamişlo ji aliyê rojhilat ve heya gundê Tenûriyê girêdayî vê meclisê ye. Di heman mijarê de ji aliyê rojava ve, heya gundê Girbawî girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan e. Ev meclis, bi riya berdevkên xwe yên komînan, rewşa malbatên şehîdan dişopîne.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo nêzî 10 qomîteyan digre nava xwe, kar û xebatê xwe yê rêxistinî jî bi riya van qumîteyan dide meşandin. Komîteyên heyî jî ev in, Komîteya Jinê, Komîteya Şopandinê û hwd… Hejmara endamên meclisê û komîteyan, nêzî 50 endaman e. Herwiha ev komîte ji bo şopandina rewşa giştî ya malbatên şehîdan û xebatên lidarxistina çalakiyên weke merasîm û bîranînên şehîdanan dide meşandin.
Di derbarê kar û xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan de,yên di pêşveçûna Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen, ji Rojnameya me re axvî.
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ked û xwîna şehîdan tacîdar bû’
Hesen da zanîn ku destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi xwîna şehîdan hatiye pêkanîn û xwedîderketina malbatên wan erka me ye û wiha axaftina xwe domand:”Em di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 11’an de ne. Herwiha vê şoreşê li Rêber Apo, malbatên şehîdan, şervanên azadiyê û li hemû gelên xwe yên pîroz dikin. Ev şoreş bi saya felsefeya Rêberê Apo û şehîdan destkeftiyên bi nirx hatin avakirin. Herwiha ji destpêka şoreşê heya roja îro me berdêlên giranbuha ji bo azadiyê dan û em hazirin hên jî bidin ji bona parastina van destkeftiyan û gihiştina jiyana azad û biromet. Berdêl jî şehîdên me ne, ew şehîdên ku ji bona azadiya gel û welat canê xwe feda kirin. Ji destpêka şoreşê û heyanî îro zêdeyî 12 hezar şehîd û cangorî canê xwe ji bona azadiyê fedakirine. Ji bona parastina şoreşê û destkeftiyan, wê têkoşîna me li dijî dagirkeriyê bê navber berdewam be. Me tevan soz daye ku li ser şopa şehîdên xwe heyanî azadiyê bimeşin. Di heman demê de em weke Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, rewşa malbatên şehîdan dişopînin û ji hemû aliyan ve destekê didin wan. Ji ber ku xwedîderketina li malbatên şehîdan xwedîderkeina li şehîdan e û ev jî erkeke dikeve ser milê me tevan.”
‘Meclisa Malbatên Şehîdan di xizmeta malbatên şehîdan de ye’
Endamê Meclsa Malbatên Şehîdan, Mihyedîn Hesen diyar kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan di xizmeta malbatên şehîdan de ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Me ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve ev meclis damezrandiye û armanca meclisê jî destekdayîna malbatên şehîdan e. Li Qamişlo gelek komîteyên saziyê hene û rewşa malbatên şehîdan dişopîne. Herwiha di komînên bajêr de jî berdevkên saziyê hene. Ger pirsgirêk bi wan malbatan re çêbibe, komîte pirsgirêkê bi riya berdevkan parve dike û bi vî rengî tê çareserkirin. Ji milê kar û xebata ku tê kirin jî, ev komîte bi çalakiyên curbecur yên girêdayî şehîdan radibin, mîna kar û barê girêdayî merasîmê şehîdan. Ev kar û xebat tev ji bo malbatên cangoriyên azadiyê ye têne meşandin. Lehengên ku ji bo parastina me canê xwe feda kirin û gelek destkeftiyên binirx avakirin. Lehengên ku xwîna xwe di ber hebûna gel de rijandin. Ji ber vê yekê pêwîste ku Meclisa Malbatên Şehîdan û her kes xwedî li wan derkeve û şopa wan bigre.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 724 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 23
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 26-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 724 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.344 çirke!