Nav û paşnav: Mûrat Keleş
Nasnav: Berxwedan Harûn
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Sakîne – Muhîttîn
Cih û dîroka iehadetê:#07-10-2024# / Xakûrkê
BERXWEDAN HARÛN
Gelê me yê Wanê ê ku tevî hemû zext, qirkirin û êşkenceyên dewleta Tirk a dagirker ji welatparêziya xwe tawîz nedaye, bi hezaran ewladên xwe dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û xwedî li erkên xwe yên dîrokî derketiye. Gelê me yê ku girêdayî armancên welatê azad û Rêbertiya azad, hemû caran ruhê berxwedêriyê zindî girtiye. Hevrêyê me Berxwedan li navçeya Serav a girêdayî Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata hevrêyê me welatparêz bû û di derdora wî ya nêz de tevlîbûnên ji refên gerîlayan re hebû, hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas kir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku girêdayî hişmendiya Kurdayetiyê û nirxên xwe mezin bûye, sempatiyeke mezin nîşanî gerîlayan dide. Hevrêyê me ku dixwaze di warê aboriyê de piştgiriya malbata xwe bike, di zarokatiya xwe de şivantiyê dike. Hevrêyê me yê weke ciwanekî Kurd ê ji çiyayn hez dike û di nava xwezayê de mezin dibe û gerîlayan weke parçeyeke xwezayê dibîne, şêwejiyana hevrêyên me yên ku tevî şert û mercên dijwar ên Serhedê gerîlatiyê dikin, mereq dike. Hevrêyê me yê ku pirsan di hemû mijaran de pirsan li gerîlayên dibîne dike û dixwaze têkildarî jiyana gerîlayan her tiştî hîn bibe, tevî temenê xwe yê ciwan jî xwest di nava hin xebata de cih bigire. Çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ên ku li hemberî rehîngirtina Rêbertiya me ya bi Komployeke Navneteweyî pêş ketin, bandoreke mezin li hevrêyê me kir. Hevrêyê me ê ku dixwaze di pêvajoyê de bi awayekî çalak cihê xwe bigire, weke yek ji hezaran ciwanên Kurd ên birûmet û jiyana bêyî Rêbertî qebûl nakin, di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cihê xwe girt. Hevrêyê me yê ku demekê di nava şervanên nû de jî cih girt, bû wesîle ku gelek ciwanên Kurd cihê xwe di nava refên azadiyê de bigirin. Li gel hemû şervanên nû yên ku tevlî nava refên azadiyê dibûn û xeyala roja tevlîbûna xwe kir. Hevrêyê me Berxwedan ê ku di pêvajoya pengava “Êdî Bes e” de ku ji aliyê Tevgera me ve hate destpêkirin, di gelek xebatan de cihê xwe girt, xwest têkoşîna xwe ya heyî mezintir bike. Hevrêyê me yê ku li ser têkoşîna gerîlayan a bêhempa ya li hemberî êrîşên dijmin xwe kûr dike û di dixwaze di nav de cih bigire, berê xwe dide nava refên gerîlayan.
Hevrêyê me Berxwedan ê ku di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe, bi xwestek û moraleke mezin beşdarî perwerdeyên şervanên nû dibe. Hevrêyê me yê ku gelekî ji jiyana gerîlayan û têkiliyên hevrêtiyê bandor dibe û bi xwestekeke mezin tevlî dersan dibe, di demeke kurt de xwe di warên jiyanî û leşkerî de pêş dixe. Li gel perwerdeyên distîne xwe ji taybetmendiyên ku pergalê di kesayetiya wî de afirandine, rizgar dike û hewl da ku felsefeya Apoyî di jiyana xwe de şênber bike. Hevrêyê me Berxwedan ê ku bi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike, piştre derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêyê me yê ku di hemû kêliyên jiyana gerîlatiyê de cih dide perwerdeyê û armanc dike ku bibe gerîlayekî serkeftî, bi jêhatîbûn û fedekariya xwe karî bibe şervanekî mînak. Hevrêyê me yê ku dixwaze bi awayekî çalak di nava têkoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê de cihê xwe bigire û rola xwe bilîze, di demeke kurt de gihîşt asta ku berpirsiyariyan bigire ser milên xwe. Hevrêyê me ê ku hewl dide hemû bedew û zehmetiyên jiyana gerîlayan watedar bike, bi sekna xwe ya milîtanî derket pêş. Hevrêyê me Berxedan ê ku di encama çalakiya Harûna ya sala 2012’yan hatî lidarxistin de bi awayekî fedaiyane şer dike û birîndar dibe ku di encama çalakiyê de derbên giran li dijmin hatin xistin, qebûl nekir ku kêliyekê jî ji têkoşînê dûr bikeve. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de tedawiya xwe temam dike û piştre dubare berê xwe dide qadên şer, bi sekna xwe ya bibiryar ya di derblêxistina dijmin de û hêrsa xwe ya têkildarî têkoşînê kedeke mezin nîşan da ku erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Berxwedan ê ku dizanîbû divê gerîla li hemû qadan serkeftî bin û tevlî perwerdeyên dibistana operasyonan dibe, di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de hewl da kêmasiyên xwe yên di pratîkê de çareser bike. Hevrêyê me yê ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi kedên mezin ên Rêbertiya me û şehîdên me hatine bidestxistin bike, ji xwe re kir armanc ku bibe gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Berxwedan ê ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin û weke gerîlayekî jêhatî perwerdeya xwe temam dike, felsefeya Apoyî ya jiyanî bi awayekî bibiryar pêk anî. Hevrêyê me yê ku parastina nirxên me yên madî û manewî weke erkeke şoreşgeriyê dibîne, dest bi têkoşîneke çalak dike. Hevrêyê me ji bo ku jiyana lê digere û xeyala wê dike bi têr û tije bijî, têkoşîneke bêyî navber dide meşandin. Hevrêyê me Berxwedan ê ku ji bo erkên herî dijwar xwe pêşniyar dike û bi pratîka xwe ya serkeftî tê naskirin, bi sekna xwe ya jiyanî parêzvaniya milîtaniya Apoyî kir.
Hevrêyê me Berxwedan ê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê dimîne û têdikoşe, di destpêka êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me de bêyî dudilî li rex gelê me daxilî têkoşînê bû. Hevrêyê me yê ku piştî têkbirina êrîşên çeteyan bi şanaziya bicihanîna erka xwe ya awayekî serkeftî dubare berê xwe dide qadên gerîlayan, girêdayî tecrûbeyên ku bi dest dixe, ji bo mezinkirina têkoşîna xwe hewleke mezin nîşan dide. Hevrêyê me yê ku hemû zehmetiyên ku rû bi rû dimîne girêdayî dilsoziya ji Rêber Apo û xeta şehîdan analîz û çareser dike, piştî ku di gelek waran de erka fermandariyê dike bi erka fermandariya herêmê derbasî Xakûrkê dibe. Hevrêyê me yê ku tevî êrîşên dijmin ên dijwar ji bo parastina qadên têkoşînê bi tevlîbûneke fedaiyane taktîkên gerîlatiya serdema nû bi awayekî serkeftî bi cih tîne, di têkbirina êrîşên dijmin de roleke mezin dilîze.
Hevrêyê me Berxwedan bi saya keda xwe ya di refên azadiyê û têkiliyên xwe yên hevrêtiyê di dîroka me ya têkoşînê de navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin. Hevrêyê me Berxwedan ê ku di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Xakûrkê de tevlî karwanê şehîdan dibe, bi sekna xwe ya leşkerî û kesayeta xwe ya jidil û durist dê di nava têkoşîna me de tim zindî bimîne.
[1]