Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,235
Wêne
  124,180
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,082
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Veguherîna siyaseta tirkiyayî û bandoriyên wê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Veguherîna siyaseta tirkiyayî û bandoriyên wê
Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk

Di hevkêşeya navdewletî de, nemaze di alozîyên navdewletî yên mezin mîna alozîya Ukraynayê, pevçûna Rûsî-Rojavayî û alozîya Sûriyayê de, Tirkiya xwedî giranîyeke jeopolîtîk e û tu kes, nemaze dewletên mezin nikarin çavê xwe ji vê yekê bigirin. Li ser vê bingehê, Erdogan hemû dewletan keysbaz dike da ku qaseyeke mezin a destkeftîyan ji dewletên rojavayî û Rûsiyayê di heman demê de, bi dest bixe. Rûsiya ji ber ku di şerê wê bi dewletên rojavayî re, pêdivîya wê bi Tirkiyayê heye, hinek tiştan bi dest wê ve berdide û çavekî xwe li ber siyaseta Tirkiyayê ya li dijî Rûsiyayê digire, herwiha bihaneyan jî jê re dibîne; ku Rûsiya fişarên dewletên rojavayî yên li ser Tirkiyayê ku piştî pênc fermandarên rêxistina “Azrov” a terorîst (Nazîyên nû) anîn Kiyêvê, fêm dike. Ew jî da ku Tirkiyayê bîne bi alîyê xwe de; an jî herî kêm wê di şerê rojavayî-rûsî de, bêalî bihêle. Lê belê, dewletên rojavayî jî, ji ber ku Tirkiya endameke NATO’yê ye, fişarê lê dikin da ku siyaseta wê ya sepandina sizayan li ser Rûsiyayê, bi cih bîne û divê ku pabendîyê bi biryarên wê bike. Bi tevî van fişarên dewletên rojavayî yên li ser Tirkiyayê jî, lê belê dewletên rojavayî nikarin Tirkiyayê neçarî vê yekê bikin; çi ku ditirsin Tirkiya xwe li Rûsiyayê bigire û Rûsiya vê yekê ji bo xwe bi kar bîne û Tirkiyayê bêtir bîne nava meydana xwe. Lê di heman demê de, hesabê rewşa aborîya Tirkiyayê ya jihevketî dike ku dê Tirkiya di demeke nêzîk de, neçarî bicihanîna biryarên dewletên rojavayî bibe. Ev yek ji me re dide diyarkirin ku gengaz e Tirkiya mercên xwe yên ji bo tevlîbûna Siwêdê bo NATO’yê bi rêya daxwazkirina bo tevlîbûna di nava Yekîtîya Ewropayê de, vekişîne. Çi ku Tirkiya, ji bo ku rewşa xwe ya aborî baş bike, pêdivîya wê bi dewletên rojavayî heye.
Bi tevî ku Erdogan gelek destkeftî ji şerê rojavayî-rûsî yê li Ukraynayê û ji alozîya Sûriyayê bi dest xistine jî, lê belê piştî serkeftina wî di hilbijartinên serokkomarîya Tirkiyayê de, Erdogan kete quncikeke teng. Nemaze piştî ku nikarî lîreya tirkiyayî ku daketiye astên herî ketî li beramber dolar, ji hilweşînê xilas bike, her wiha binkeftina wî di standina glopa kesk ji bo êrîşkirina li ser herêmên Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyayê û nikarîbûna wî ji bo guhartina peymana Lozanê ya ku sed sal di ser re derbas bûn û Erdogan her demê bang dikir ku dê di bendên wê de, li gor çavnebarîyên osmanî sererastkirinan çêbike. Ji ber ku ev serdem a dawî ye ji bo serokatîya Erdogan li ser desthilata Tirkiyayê û ji bo misogerkirina xwe û malbata xwe, her wiha ji tirsa çêbûna buhara tirkî li dijî rêjîma wî û piştî ku di encama siyaseta xwe ya derveyîn de bi bin ket û ji ber çavnebarîyên wî yên ku li dijî berjewendîyên dewletên rojavayî li Rojhilata Navîn û pergala cîhanî, Erdogan hewl dide ku têkilîyên xwe bi dewletên rojavayî re baş bike. Ev xwenêzkkirina Erdogan ber bi dewletên rojavayî ve, dê bi xwe re bihêle ku Erdogan hin tiştan ji dest bide û dê neçar be ku siyaseta dewletên rojavayî bi sepandina sizayan li ser Rûsiyayê, di demeke nêzîk de bipejirîne. Li beramberî wê jî dê têkilîyên tirkî-rûsî hilweşin û dê wê çaxê Rûsiya nema bikare ku bihaneyan ji Tirkiyayê re deyne; çi ku dê Tirkiya di tewereya dewletên rojavayî de be. Di encamê de dê Rûsiya ji bo kişandina Tirkiyayê ber bi xwe ve bi bin bikeve û di heman demê de, dê Erdogan di siyaseta xwe ya şantajkirina her du alîyan ji bo bidestxistina destkeftîyan de, bigihêje dawîyê.
Dê têkilîya Erdogan bi dewletên rojavayî û Rûsiyayê re, di dema nêzîk de, çawa be?
Li sr asta dewletên rojvaî
Siyaseta Erdogan hişt ku têkilîya wê bi dewletên rojavayî re hilweşe, taybet piştî ku berê xwe da dewletên rojhilatî “Çîn û Rûsiya”. Êdî aniha hewl dide ku têkilîya xwe bi dewletên rojavayî re sererast bike. Di vê dema dawîyê de bi rêya dergeha Ukraynayê xwe nêzîkî dewletên rojavayî dike û li gor wê jî, wê rê da ku pênc fermandarên rêxistina Azrov (Nazîyên nû) ku Rûsiya şerê wê dike (Paqijkirina Ukraynayê ji nazîyên nû), derbasî Ukraynayê bibin. Her wiha dê tevlîbûna Siwêdê bo NATO’yê bi rêya daxwazkirina bo tevlîbûna nava Yekîtîya Ewropayê wek mercekî tevlîbûna Siwêdê nava NATO’yê, erê bike. Diyar e ku piştî serkeftina wî di hilbijartinên serokkomarîya Tirkiyayê de, hinek hesabên Erdogan ên cuda hene; ew jî girêdayî rewşa aborî û ya hundirîn (Buhara Tirkî) û rewşa ewlekarîyê ya malbata wî ne.
Diyar e ku dewletên rojavayî nema bawerîyê bi Erdogan tînin. Jixwe têkikîyên dewletên rojavayî bi Tirkiyayê re, ji gava ku Erdogan hatiye li ser desthilatê, dest pê bûne. Li gor wê jî, palementoya Tirkiyayê rê neda hêzên Amerîkayê ku xaka wê ji bo lêdana rêjîma Sedam Hisên bi kar bîne, piştre jî pergala S400 ji Rûsiyayê kirî, her wiha geşbûna têkilîyên tirkî-rûsî, hemahengîya zêde ya di navbera wan di alozîya Sûriya û Ukraynayê de û çavnebarîyên Tirkiyayê yên ji bo dagirkirina hin parçeyan ji Sûriya û Iraqê (Mîsaqa Millî) ku nakeve xizmeta dewletên rojavayî de, hemû jî hiştin ku têkilîyên dewletên rojavayî bi Erdogan re hilweşin; çi ku Tirkiya hewl dide bi rêya çavnebarîyên xwe yên berfirehbûnê, wek hêzeke mezin derkeve pêş. Lê belê dewletên rojavayî rê nadin Tirkiyayê ku wek hêzeke cîhanî derkeve pêş (Vegera Osmanîyê bi teşeyê xwe yê nû) û li gor wê jî dê dewletên rojavayî, her çi qasî Tirkiya vegere dawa wê jî, dê gelek tiştan pêşkêşî wê nekin. Dê alîkarîyên dewletên rojavayî ji Tikriyayê re, begihêjin asta ku wê ji alozîya wê ya aborî dernexin; çi ku dê bi awayekî lezgîn û li beramberî mercan be. Her wiha dê hilweşîna lîreya tirki û aborîya wê bidome. Bi tevî ku Erdogan hesabên dewletên rojavayî yên nû dizane jî, lê belê ew neçar e xwe bigihîne dewletên rojavayî. Her wiha hîn jî xwedan kaxezin li gor dilê dewletên rojavayî ye; ku dikare bi rêya wan hin destkeftîyan bi dest bixe û nemaze li ser asta kesayetî; ku nehêle buhara tirkî rabe û ewlekarîya malbata xwe bi dest bixe. Jixwe ev yeka han dê Tirkiya di dema pêş de bi Rûsiyayê re bixe nava alozîyekê.
Li ser asta rûsiyayê
B tevî ku siyaseta Rûsiyayê heya niha di bêalîkirina Tirkiyayê di alozîya Ukraynayê de û di gelek dosyayan de ew bi xwe ve girê daye, her wiha di alozîya Sûriyayê de gelek sûd jê girtiye jî, lê belê dawîya siyaseta Rûsiyayê binkeftin e. Çi ku Tirkiya ji alîyê dewletên rojavayî ve hatiye çêkirin û bandoreke wê ya mezin di alîyê leşkerî û aborî de li ser heye, her wiha piranîya derbeyên leşkerî yên ku çêbûne, bi rêya tora Gladyoyê ku destê wê yê dirêj e, pêk hatine. Ev yek gava em bi desthilatên Rûsiyayê re berawer dikin, em dibînin ku desthilatên Rûsiyayê li ser wê nîvtune ne.
Bi tevî ku di van salên dawîyê de têkilîyên wan xurt bûne jî, lê belê ev nayê wê wateyê ku Rûsiya dikare bandorê li ser siyaseta Tirkiyayê bike; çi ku ew hêza wê tune ye ku Tirkiyayê ji alozîya wê ya aborî derxîne, nemaze hevdemî şerê bi Ukrayna û dewletên rojavayî re. Encex bi rêya projeyên aborî yên hevpar ev yek pêk were, lê belê ev jî demeke dirêj dixwaze heyanî ku Tirkiya berhemên wê bi dest bixîne. Jixwe ev yek nakeve xizmeta Erdogan; çi ku pêdivîya wî bi çareserîyên bilez heye û encex ev bi destê dewletên rojavayî pêk were.
Vegera Tirkiyayê bo himbêza dewletên rojavayî, tê wateyê hilweşîna têkilîyên bi Rûsiyayê re. Êdî bihaneyên ku Moskoyê ji biryarên Enqerayê yên li dijî wê datinîn, nema didomin û gava Erdogan bi hêvîya başkirina aborîya Tirkiyayê bikeve himbêza dewletên rojavayî, dê bigihêje asta qutbûnê. Dê ev qutbûn bandorê li alozîya Sûriyayê jî bike û dê ev yek aloztir bibe, gava ku Rûsiya ji ber çûyîna Erdogan ber bi dewletên rojavayî ve (Bi hevkarîya li gel hêzên rêjîmê û milîsên îranî) dest bi cenga Idlibê û bakurê Sûriyayê ya rizgarkirina wan ji rêxistinên terorîst bike. Ne dûr e, ku hevkarî di navbera Rûsiya û Hêzên Sûriyaya Demokratîk de jî wek bertekeke li hember vê nêzîkbûnê, ji bo şerê li dij terorê, hevkarî çêbibe.
Lê belê Rûsiya bi her awayî hewl dide ku nehêle rewş bigihêje vê astê, çi ku şerê wê bi dewletên rojavayî re demdirêj e û dê vekirina enîyeke nû li pêşberî wê nekeve xizmeta wê û encamên wê li ser Rûsiyayê ziyandar bin. Lewre jî hewl dide bi rêya pêkanîna têkilîyan di navbera Enqera û Şamê de, Tirkiyayê bikişîne ber bi xwe ve.
Di vê rewşê de, rewşa Tirkiyayê ji ya Rûsiyayê ne baştir e; çi ku dewletên rojavayî hewl didin ku Tirkiyayê bikişînin şerekî bi Rûsiyayê re; her çi qasî neyekser be jî. Dê ev yek ji alîyekî ve hêza leşkerî û aborî ya Rûsiyayê kêm bike û wek hêzeke cîhanî ya mezin ji meydanê dûr bixe, ji alîyê din ve jî dê nehêle ku Tirkiya bibe hêzeke mezin. Di heman demê de, dê derbeyekê li têkilîyên rûsî-tirkî bide û nakokîyên dîrokî di navbera wan de ku di seranserî dîrokê de xizmeta dewletên rojavayî kirine, ji nû ve vejîne.
Di vê çarçoveyê de û bi tevî siyaseta pragmatîk a ku Erdogan dimeşîne jî, lê belê çûyîna Erdogan ber bi dewletên rojavayî ve, dide diyarkirin ku çi qasî tevlîhev e û nikare di navbera têkilîyên xwe yên bi rojava û rojhilat re û alozîya aborî ku dê bandorê li rewşa hundirîn jî bike, hevsengîyê çêbike. Ji bo ku xwe ji çêbûna hin alozîyin nû dûr bixe, hin guhertinên ji kokê ve pêk anîn û hin kesayetên nû di wezaretên xwedan deshtilat de erkdar kirin; ev jî bi hêvîya ku çareyekê ji hilweşîna aborîyê re bibîne, aloziyên nû çênebin û têkilîyan ji nû ve bi dewletên rojavayî re deyne. Dibe ku Erdogan di siyaeta xwe ya pragmatîk de hîn jî her du alîyên şerker şantaj bike, lê belê dê ev siyaset dom neke û di demeke nêzîk de bi awayekî neyînî bandorê li Tirkiyê bike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 607 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 42
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-07-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 96%
96%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 607 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.453 çirke!