Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,722
Wêne
  123,375
Pirtûk PDF
  22,048
Faylên peywendîdar
  124,734
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,798
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,258
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,641
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,394
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,501
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,021
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,530
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,481
Enfalkirî 
4,732
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,217
PDF 
34,611
MP4 
3,812
IMG 
232,482
∑   Hemû bi hev re 
272,122
Lêgerîna naverokê
BANDORA PARASTİNA LEŞKERÎ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
BANDORA PARASTİNA #LEŞKERÎ#
Cîger Dilşand

Her hebûnek herî pir bi parastin, zêdebûn û xwedîkirina xwe diponije, mijûl dibe. Bê guman parastin nebe, zêdebûn û xwe xwedîkirin bêwate ye, ango pratîzekirina wan yekan ne gengaze, gengaz be jî,wateyeke wê zêde tune ye.
Gava em li dîrokê dinêrin em dibînin ku xwe parastina mirova-civatan (civat; awaya koma mirovan a berîya civakbûnê ye) ne bi çekan e, em dev ji çekan berdin, navgînek jîyanî di destê mirov de tune ye. Rast e, wê demê şer tunebû, lê bûyerên hebûna wan qest dikirin. Mîna lehî, şewatên ji germbûna zêde, sewalên dirende û hwd. Wê demê wan mirov û cıvakan çawa xwe diparastin? Bersiva wê pirsê, daneyên arkeolojik û sosyolojîya ku di sedsalîya dawî de bi pêşketî û awayekî vekirî raberî me dikin. Her wiha em ji sosyolojîya ku Rêber Apo bi pêşxistî, fêrbûna ku ; xisletên her hebûnekê di awa û şêweya bûyîna wê/wî de veşartî ye. Ango îro her çiqas pirsgirêkên parastinê zêde tevlîhevîyekê dihewîne jî, xetên parastina herî rast em dikarin ji zanista civakî fêr bibin.
1-Ji berîya her tiştî têgihîştina pêdivîya xwe parastinê mercekî/şertekî nebe, ya bingehîne ew e ku mirov-kom bikaribin hebûna xwe biparêz in. Li cihê ku pêdivîya xwe biparastinê tunebe, negengaze ku hewldanên standina tedbîran çêbibin.
2-Xala din ku bi qasî ya yekemîn xwedî giringîye, giringîya hevgirtina civakî derdikeve pêşberî me. Ango rêxistkirina civakê xwe bi xwe awaya parastina herî rast e.
3-Li gorî erdingarîyê û derfetên jîyanî ku li wê heremê hene, ango li cihên derfeta ku koma mirovan dikarin lê bijîn, jînkirin.
4-Li hember çi xwe parastin?Heger dijber(dijmin) bi awayekî rast û zelal neyê dîyarkirin, şirovekirin, negengaze ku tedbîrên xwe parastinê jî têr bikin.
5-Nûhkirina raman (ku raman bi hizirîna li gorî pêşketinan pêdivîya xwe bi nûhkirinê dibîne), ku bi analîzekirina dijber (dijmin) û guhartinên di enîya dijber de rûdidin gengaz dibe.
6-Ne mezin dîtina dijber (dijmin) ne jî biçûk dîtin;dîtin ne li gorî rastîyên heyî bi têkçûnê mehkûm e. Em baş dizanin ku ji şaştîyê rastî dernakeve heta ku şaştî neyê dîtin û ji du şaştîyan rastîyek dernakeve.
Îro em di serî de wek Kurd û hemû gelên rojhilata navîn û heta bi hemû mirovahî bi tunebûnê re rû bi rû man e. Rêber Apo Felsefa Xwe Parastina Rewa bi pêşxist û bi dahûrandina Paradîgma Modernîte ya Demokratîk (ji hêla ramanî, rêxistinî û karwerîyê de) rê li ber dijber (û hêzên ku dixwezin plana qikirina Kurdan û tunekirina mirovahîyê pêkbînin), girt. Ango ji hêla birdozî, rêxistînî ve tevger û gel amade kir, ku bikaribin xwe bi awayê herî baş biparizin.
Di gel wan rastîyan de me wek gel û tevger destkeftîyên ku Rêbertîyê di “pêvajoya aştîyê“ de bi kedeke mezin û enerjîyeke pir zêde pêşxistibûn, ne parastin!Ji lewra pêdivîya me bi têgihîştina perspektîfên Rêbertîyê ji her demê pirtir îro heye.
Ji gelek hêlan ve Pêvajoya Berxwedana Kobanê girînge, bi taybetî jî ji hêla parastina stratejîk ve, pêwiste. Divê li gorî dîtinên Rêbertîyê li bersiva pirsan bigerin;
1-Çima hêzên ku pêşengîya Modernîteye Kapîtalîst dikin pêşîn rê vekirin ku rêxistina wan Daîş, (ku Rêbertî wek JÎTEM a rojhilata navîn pênase kirî) êrîşî Kobanê bike ?
2-Çi çêbû ku pişt re wek koalîsyon “êrîşî“ Daîş‘ê kirin û li “kêleka“me sekinîn?
3-Çima heta niha ofîseke, nûnertîyeke Rêveberîya Xweser bi awayekî fermî li dewletên di koalîsyonê de cih digirin tune ye û ew dewlet alîyê sîyasî û fermiyeta Rêveberîya Xweserîyê wek qebûl nakin?
4-Çima tecrîd li ser Rêbertîyê girantir kirin û di heman demê de li bakur dewleta Erdogan-Baçelî têvedan ser tevgerê, ku êrîşa temamkirina qirkirina ku di 1925`an de nîvço mabû, pêk bînin? Ji hêlekî ve girankirina tecrîdê, ji hêla din ve destpêkirina êrîşa herî berfereh li dijî hêza hebûna Kurdên azad;gerîla, di 24‘ê Tîrmeha 2015`an ango di sersala peymana lanetkirî Lozanê de, dîyar dibe ku planeke pir berfereh û bi tenê ne êrîşeke leşkerîye! Di bingehê de êrîşeke birdozî ,paradîkmayî û felsefî ye!
Bêyî ku virde-wirde herin û werin, wek bersiva her çar pirsên dawî, gotina dawî di serî de bêjin;Hêzên koalîsyonê ne mûdaxeleyî Daîş‘ê kirin!Di bingehê de mûdaxeleyî bandora birdozîya Rêbertîyê û destkeftîyên Tevgera Azadîyê kirin!
Proje ya Rêbertî, ku gotibû;“Tirsîyam ku nîvço bimîne“ Tevgera Jin a azad, di kesayeta YPJ de li dinyayê belav bûbû û bala jinên cîhanê kişandibû ser xwe. Heman wek pêvajoya Komploya navdewletî, di pêvajoya berxwedana Kobanê de jî dinay yê nav û dengê Rêbertîyê bihîst. Lê cudahîyeke mezin hebû. Cudahî ew bû ku, roj bi roj gelê Kurd bi hêza felsefeya Rêbertî ku bi salan dîlgirtî û di bin tecrîdeke ku di dîrokê de nehatî dîtin de girtîye û li dijî Daîş‘ê biserdikeve. Her kesî dipirsî ;jina Kurd ji ku hêza xwe digire, çawa dibe ku dewletên mîna Sûrî, Iraq û dewletoka PDK xwe li ber nagire, şervanên PKK û gelê Kurd dikarin li ber rawestin û şer bikin? Ev e, gava hêzên emperyal dîtin ku çavên gelên cîhanê ber bi birdozî û felsefa Rêbertîyê ve dizivirin, mûdaxele kirin û serkeftina me ji me dizîn!
Bi dizîkirina serkeftina me tenê neman, her wiha ji bo tevgera azadîyê nikaribe paradîkma Rêbertêyê jîyanî bike, birêxistin bike û di nava xwe de xera bibe, hinek derfetên madî pêşkêş kirin. Ango çawa li dijî şoreşa Sovyetê çete xistin dewrê û rêveberîya Sovyetê ya wê demê bi tenê bi“ parastina şoreşê“ ve mijûl bû, heman tişt lê bi rengekî cuda li dijî şoreşa me kirin. Rêveberîya Sovyetê dev ji pêkanîna demokrasîyê berda û heta hilweşî jî timî bi“parastina“ destkeftîyên şoreşê ve mijûl bûn!
Parastina herî bandorker jîyanîkirina birdozîya Rêbertîyê ye!
Parastina destkeftîyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê rastrast bi bakurê Kurdistanê ve, bi pratîzekirina deh boyutan û bi wan re malkirina şoreşê li gelan gengaz dibe.
Stratejîya parastina ku bi tenê xwe dispêre lingê leşkerî û sûdwergirtina ji dubendîyan devayî feraseta Rêbertîyê ye!
Me bi sedan car dîtîye ku gava mijar dibe Kurd û bi Taybetî jî dibe Rêbertî û PKK, dijminên ku kesek texmîn nake ku bêne cem hevûdin, li hev kombûne û li dijî Tevgera Azadîyê bûne yekenî!
Stratejîya leşkerî ku nespêre hêza gelan, bingehê ku li ser erdê hêza ku nikare bi ser bikeve û ne jî dikare ji bo demeke dirêj bibe hêvî ji gelan re. Rojava bi tenê bi çekan nayê parastin, bi jîyanîkirina boyutan, bi malkirina şoreşê li gelan, bi xelaskirina kes xwe ji feraseta pergala dewletê ya parastinê û jînkirina gîyana serkeftinê gengaz dibe. Mixabin ew gîyan ne li gorî tê xwestin e û me wek kes xwe ji feraseta “gava hatin, em ê heta mirinê li ber xwe bidin “ rizgar nekirî! Dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girê spî encama wê ferasetê de pêk hat! Tevgera Azadîyê ji roja ku Rêbertî derketî û heta îro peydandî ku Tevgereke radestbûyînê bi tu awayî napejirîne. Ango pêdivîya Tevgerê bi xwe îspatkirinê tune ye. Wek kes pêdivîya me hebe jî, ya Tevgerê tune ye. Pêdivîya me bi serkeftineke misoger û mayînde heye. Ev jî bi jînkirina gîyaneke bi serkeftinê hatîye strandin, xwedî rik û nifrîneke mezin li dijî neyar heye!
Kengî di her êrîşeke dewleta Tirk de me wek Rêveberîya xweser gazî hêzên derva nekir (bêguman di hêla dîplomatîk de ji boyî dewleta faşist têxî tengasîyê, bangkirin dibe, lê tişta tê jîyankirin, ne ev e!) û bi hêza xwe ya cewherî bawer kir, li ser erdê serkeftin bi dest xist û boyut bi rêxistin kir, wê demê em dikarin bêjin ku;stratejîya me ya leşkerî rast e, serkeftina dawî misoger kirî û stratejîya me bandorker e!
Divê em baş bizanibin ku Dewleta Tirk ya faşist, wek Rêber Apo gotî “dijminekî taktîkî ye, yê stratejîk pergala kapîtalîst e“ Ji lewra jî divê stratejîya leşkerî, sîyasî, ekonomî, dîplomasî û hwd li gorî wê rastîyê were peydandin û hûnandin! Stratejîya ne bi tevahî û her alî be, bi xwe re bi tenê têkçûnê tîne. Her wiha stratejîya ne li gorî birdozîya Rêbertî û xwe ji hemû bandorên feraseta dewletê neşûştî be, me nagihîne netewa demokratîk û dervayî birdozîya sosyalîzma Demokratîk e. divê em ji bîr nekin ku , şaştîyên stratejîk bi xwe re têkçûnên stratejîk tîne, berevajî wê jî rast e![1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 544 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 18
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-08-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Serbazî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 544 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!