Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,197
Wêne
  124,599
Pirtûk PDF
  22,129
Faylên peywendîdar
  126,863
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
Pêngava 15`ê Tebaxê bû bingeha Şoreşa Rojava
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Pêngava 15`ê Tebaxê bû bingeha #Şoreşa# Rojava
Birûc Resûl/Qamişlo

Pêngava 15’ê Tebaxê azadiya nasnameya gelê Kurd e, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî pir girîng e. Ji ber ku di vê pêngavê de guleya yekemîn li pergala Modernîteya Sermayedar hate xistin. Ev çalekî tolhildana hezarên salan bû, têkoşîna exlaqî, çandî, polîtîk û leşkerî ya civaka nû îfade dike. Bi têkoşîna 15’ê Tebaxê re pêvajoyeke nû hate despêkirin. Li her derê gelê Kurd ji nû ve fêrî jiyanê bû.
Berxwedana gerîla ya şoreşgerî ku bi pêşengiya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) di 15`ê Tebaxa 1984’an de li Şemzînanê fîşeka destpêkê li dijî dewleta Tirk a dagirker teqand, ket sala xwe ya 39`an. Berxwedana 15’ê Tebaxê ku di serî de li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng veda, tarîtiya 12`ê Îlonê ronî kir û vejîna Mezin da gelê Kurd. Ev vejîn bi şoreşa Rojava re kete qonaxeke nû.
Endamên malbatên şehîdan ya bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axifîn û diyar kirin ku guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxê de hate avêtin, gelê Kurd ji nû ve bi têkoşînê ve girê da û hişyar kir.
‘Pêngava 15’ê Tebaxê roja vejîn û hebûnê ye’
Eyda Xelîl dayika Şehîd Orhan, ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bû, diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd qonaxeke dîrokî ye û got:”Ji serhildanên din cudatir, pêngaveke xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Bi vê destkeftiya dîrokî re, gelê Kurd di nava têkoşînê de aktîf bû. Bi guleya yekem re baweriya her kesî ya bi azadkirina Kurdistanê mezin bû.”
‘Pêngava 15’ê Tebaxê bû bingeha Şoreşa Rojava’
Eyda Xelîl diyar kir ku tovê destpêkê yê şoreşa Rojava di 15’ê Tebaxê de hat çandin û got:”Ew fîşeka li Şemzînan hat avêtin, li Rojava encamê wê bi şerê li dijî DAIŞ`ê û dagirkerên tirk li cîhanê deng veda. Şoreşa Rojava parçeyekî 15’ê Tebaxê ye. Şoreşa Rojava bi saya van gavên dîrokî pêk hat. Gelê Kurd li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr di pêngava 15’ê Tebaxê de azadiya xwe dît û li dora Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bû yek. Ciwan ji bo tevlî têkoşîna azadiyê bibin, li her derê seferber bûn.”
‘Berxwedana 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kir’
Eyda Xelîl wiha berdewamî da axaftina xwe û got:”Ev tevgera ku bi pêşengiya Rêber Apo hate avakirin û îro li cîhanê tev belavbû û di dilê gelê Kurd û hemû mirovên azadî xwaz de xwedî wateyeke cudaye. Bi guleya destpêkê re tevgera azadiyê li ber xwe da û li dijî hişmendiya dewleta tirk a faşîst û qirker şer kir. Berxwedana 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar kir û bû çirûska destpêka têkoşînê li çar parçeyên Kurdistanê.”
‘Şoreşa Rojava dewama pêngava 15’ê Tebaxê ye’
Eyda wiha axaftina xwe domand û got:”Berî pêngava 15`ê Tebaxê, kurd hatibûn tune kirin bê nasname, ziman hatibûn hiştin û ji mafê xwe bêparbûn. Pêngava 15`ê Tebaxê ji bona gelê Kurd bû riya vejîneke nû û bê tirs gelê Kurd li hemberî dijminî xwe sekinî û daxwaza mafê xwe kir. Di heman demê de pîngava 15`ê Tebaxê, deng veda tevahî kurdistanê û şoreşa Rojava jî dewama pêngava 15’ê Tebaxê ye.”
Eyda Xelîl wiha axaftina xwe bi dawî kir û got: ” Em wekî malbatên şehîdan pêngava 15`ê Tebaxê, di serî de li Rêber Apo, li şehîdên şoreşê, li gelê welatparêz, li hevalên hebis û zindanan pîroz dikin. Herwiha em soza xwe di vê roja pîroz de nûdikin. Ji ber ku roja 15`ê Tebaxê roja dayikbûna gelê kurd e.
‘Bi berxwedana 15`ê Tebaxê vejîna gel pêk hat’
Cîhan Gilo dayika Şehîd Lewnd diyar kir ku di 15`ê Tebaxa 1984’an de guleya yekemîn bû sedema tirsê di nava dijmin de û di nava gelê Kurd de hêviyek mezin ava kir û got:”Piştî berxwedana 15’ê Tebaxê, gelê Kurd bêhtir bi têkoşîna azadiyê ve hat girêdan. Guleya destpêkê ya 15’ê Tebaxê, psîkolojiya têkçûnê ya ku gelê Kurd di pêvajoyên berê de derbas kiriye. Bi ruhê berxwedanê yê li zindana Amedê li ber xwe da, bi 15’ê Tebaxê re rabû ser piyan.”
Cîhan da zanîn ku tu kes ne li bendê bû ku PKK`ê di wê pêvajoyê de ew qas mezin bibe û got:”Ji ber ku hemû tevgerên Kurdan hatin têkbirin û pêşengên wan hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de pêşengên PKK’ê di zindana Amedê de rastî îşkenceyên giran hatin. Lê li Rojava gelê Kurd bi vê tevgerê ve girêdayî bû û em jî di nav de bûn. Tevger nû bû, zehmetiyên madî û manewî hebûn. Tevî van hemûyan jî gel her tiştê xwe seferber dikir, ji bo ku ev tevger bi ser bikeve. Ev tevger bi têkoşîna gel a bi vî rengî li Rojava belav bû. Gelê me ji ber zilma giran a pergalên faşîst ên li her çar parçeyên Kurdistanê, bê hêvî bû. Di pêvajoyeke wiha de 15’ê Tebaxê hêvî da me hemûyan. Ji her alî ve vejîna gel pêk hat.”
‘Gel bi fikir û felsefeya Rêber Apo bawer e’
Cîhan wiha berdewamî da axaftina xwe û got: pêngava 15’ê Tebaxê bandoreke mezin li ser tevgerên siyasî yên li Rojhilata Navîn kirin. Bi vê çalakiyê re gelê Kurd serkeftineke siyasî û leşkerî bi dest xist. Her kes Kurdan li Rojhilata Navîn nas dike. Îro li gelek deverên cîhanê tevgerên ji Ewropayê ji bo nasandina şoreşa Rojava cihê xwe di nava tevgera azadiyê de digrin, ev berdewamiya ruhê 15’ê Tebaxê ye. Divê em bi hemû gelan re vê têkoşînê mezin bikin. Ji bona ku em têkoşînê mezin bikin, pêwîste ku em fikir û remanê Rêber Apo bighînin tevahî cîhanê û ji bona azadiya Rêbertî bi roj şev di nava tekoşînê de bin.
‘15`ê Tebaxê bû riya azadiya jinê’
Cîhan Gilo wiha dawî da axaftina xwe û got:”Beriya vê tevgerê jin di nava çar dîwaran de bû. Dema tevgera azadiyê guleya 15’ê Tebaxê avêt, rê li ber têkoşîna azadiya jinan hate vekirin. Bi dehan fermandarên wekî Zîlan û Bêrîtanan ji bo azadiya jinên Kurd xwe feda kirin. Bi şoreşa Rojava re jinên Ereb jî di vê têkoşînê de roleke aktîf lîstin. Divê em fikir û felsefeya ku Rêber Apo ji bo azadiya jinan afirandiye tacîdar bikin. Em wekî malbatên şehîdan û wekî jin, pêngava 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocxalan pîroz dikin, her wiha li hemû jinên Kurd û yên azadî xwaz pîroz dikin.”
‘Pêşengê pêngava 15’ê Tebaxê fermandar Egîd bû’
Xêriya Hesen xuşka Şehîd diyar wiha axifî û got: “Pêngava 15’ê Tebaxê çalakiyeke azadiyê ya mezin û dîrokî ye, ku bi pêşengiya gerîlayên azadiya Kurdistanê,li dijî dewleta tirk a faşîst û dagirker derket. Ji bo gelê Kurd bû wesîleya ku cewherê xwe nas bike û ji nû ve hişyar bibe. Ev pêngava ku di pêşengiya fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) de dest pê kir, ji bo gelê Kurd û dîroka Kurdistanê bû xala veguherînê û ji nûve xêzkirina dîrokê. Gelê Kurd ê ku mehkûmî tunebûnê bû, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re ji nû ve li Kurdistanê Şoreşa Vejînê pêk anî.”
‘15’ê Tebaxê bû roja vejînê ji bona tevahî Rojhilata Navîn’
Xêriya diyar kir ku çalakiya 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû despêkek û got:”15’ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de bi belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo re, li tevahiya Rojhilata Navîn, bû roja vejînê. Bi damezrandina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) re, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadiyê destpêkir û heyanî roja îro jî û bi hemû hêza xwe hîn gelê Kurd ji bona jiyana azad têdikoşe. Tevgera azadiya kurdistanê PKK’ê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng veda û ji hemû gelan re bû riya xelasî û azadiyê.”
Xêriya Hesin dawî da axaftina xwe û got: “Bi tevgera azadiyê re baweriya gelê Kurd hîn mezintir bû û riya xwe ya siberojê hîn baştir naskir. Vê baweriyê bandoreke mezin li her çar parçeyên Kuristanê kir. Wê demê berxwedana zindanan dest pê kir. Ev jî ji dewleta tirk a faşist re weke şeqamekî bû. Herwiha bi vê tevgerê û bi ruh û fedekariya Rêber Apo, gelê Kurd hat ser hişê xwe. 39’e mîn Salvegera Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê, di serî de li Rêber Apo, gerîla û gelê Kurd û li hemû gelan em pîroz dikin. Di şexsê fermandarê mezin ê pêngavê hevrê Egîd de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di dawiyê de em soza xwe dubare dikin ku, em ê têkoşîna azadiyê ya ku di xeta pêngava 15’ê Tebaxê de dest pê kirî, ber bi serkeftinê ve bibin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 548 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 20-02-2025
Gotarên Girêdayî: 13
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-08-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 548 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!