Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,468
Wêne
  123,325
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,593
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Kobanê sembola berxwedanê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kobanê sembola berxwedanê ye
Ayşa Silêman/ Qamişlo

#Kobanî# bûye sembola vîna azad a gelê Kurd û sembola serkeftina başbûnê li dijî xerabiyê. Ji ber ku gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêla vê serketinê xwîna bi deh hezaran keç û xortên xwe yên giranbuha dane. Hezkirin û rêzgirtina ji bo vê berxwedanê, yekîtiyek di nav gelên cîhanê de ava kir, ku gelên demukrat û azadîxwaz xwe deyndarê vê berxwedanê dibînin.
Di serî de serkeftina Kobanê mizgînîbû ji bona gelê Kurd û tevahî cîhanê û cîhan tev li dora vê berxwedanê bû yek deng û piştgiriya xwe ji bona vê roja pîroz raberkir.
Piştî Kobanê li gel kantonên Cizîr û Efrînê rêveberiya xwe ya xweser ragihand, Tirkiye û dewletên herêmê hêrs bûn. Bi riya Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantona Kobanê kirin. Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê îlona 2014`an de ji 3 aliyan ve êrîşî Kobanê kirin. Bi hezaran çete ji tevahî Cîhanê beşdarî şerê li dijî Kobanê bûn. Lê kurd û dostên kurdan li dijî êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Kurdan li vir şerekî dîrokî da meşandin û Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê rizgarkir. Şerê dîrokî yê li Kobanê ji tevahî mirovahiyê re bû serkeftina dîrokê. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bûbûn belaya serê gelên Cîhanê li vir têk çûn. Şervanên kurdan li Kobanê 136 rojan berxwedanek bêhempa û dîrokî dane meşandin. Li gelek welatan di serî de li Asya û Ewropa piştgirî dan berxwedanê û Roja 1`ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Li Kobanê di serî de berxwedana şervanên YPG’ê, YPJ’ê, Burkan Elfirat, gelê Bakurê Kurdistanê, Başur û Rojhilat û tevahî cîhanê bûn xwediyê vê serkeftinê.
Herçiqasî ku dijminê gelê Kurd û mirovahiyê piştgirî dane çeteyan û xwestin ku vîna gelê Kurd û hêviya hemû azadîxwazan bişkînin, lê li Kobanê mirovahî destê xwe da hev û dilê mirovahiyê bi hev re ji bona azadî û serkeftinê lêdida. Ev hemû hêz û bawerî bi xwe re serkeftina hêzên azadîxwaz û demukrat pêkanî û binkeftina hêzên tûndrew û hevkarên wan anî. Li Kobanê rojên dîrokî bi xwîna şehîd û pakrewanan hate xêzkirin û bi rizgarkirina Kobanê re hêviyê milyonê mirovên azadîxwaz pêkhat. Ji ber ku berxwedana Kobanê bû berxwedana mirovahiyê û serkeftina Kobanê jî bû serkeftina mirovahiyê. Lewra di 1’ê Mijdara 2014’an de bi milyonê mirovan li tevahî cîhanê ji bona azadiya Kobanê rabûn ser piyan û bi yek dengî gazî kirin Kobanê wê bi ser bikeve û serkeftin pêkhat. Li gelek dewletên cîhanê meşên girseyî li bajar û bajarokan bi boneya salvegera vê roja dîrokî careke din piştgirî û dilsoziya xwe ji bo Kobanê raberkirin.
Di 1’ê Mijdara 2014’an de hemû gelên cîhanê bi hev re bûn yek û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Bi milyonan gelê cîhanê meş lidarxistin û daketin qadan û alên YPG’ê û YPJ’ê rakirin, di bin dirûşmeya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, bang li civaka navneteweyî kirin ku destekê bidin berxwedaniya gelê Kurd ji bo ku amadekariyên lezgînî bikin. Di wê roja dîrokî de, xwepêşandanên ji hemû welat, netew, ol û baweriyan daketin qadan û daxuyanî belav kirin û tê de behsa vê yekê kirin; ku roja yekê Mijdarê bibe roja cîhanî ya piştgiriyê bi Kobanê re, û li gorî vê yekê bi milyonan kes li piraniya welatên cîhanê ji bo destekê bidin berxwedaniya Kobanê daketin qadan. Di bin dirûşmeya “Ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê seferberiya cîhanî” hat îlankirin.
Roja Cîhanî ya Kobanê di gihandina şoreşa Rojava ya cîhanê de û veguherandina wê ji bo tevahiya mirovahiyê roleke girîng lîst. Bi vî rengî şoreşa Rojava xurtir kir û di serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin cih girt û ji bo gihandina têkoşîna gelê Kurd ji hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê re mîsyonek dîrokî bi cih anîn.
Serkeftina ku li Kobanê hat bidestxistin ji aliyekê ve li pişt vîn û hêza şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û ji aliyekî din ve jî piştgirî û piştevaniya gelên hemû cîhanê bû. Derketina bi milyonan ji çar aliyên cîhanê yên ji bo piştgiriya Kobanê, roleke girîng lîstin. Gelê Kurd roja 1’ê Mijdarê ji bîr nake û di sedsala 21’an de di tekoşîna navneteweyî de dê roleke girîng bilîze. Vê berxwedanê planên Çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê pûç kirin, Kobanê bi ser ket û hat rizgarkirin. Îro jî Kobanê bûye xwedî mînaka berxwedanê li cîhanê. Ji ber vê yekê nabe ku roja yekem ya meha Mijdarê weke roja piştevaniya Kobanê, tenê ji bo gelê Kurd were naskirin, ji ber ku piştevaniya hemû gelên bindest û gelên Rojhilata Navîn e. Her wiha piştgiriya berxwedana Kobanê tê wateya piştevanî û piştgiriya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û bi piştevaniya gelên cîhanê, berxwedana Kobanê biserket û tacîdar bû.
Piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bûn û projeya xwe ya xweseriya demokratîk pejirandin, ev yek bû sedema tirsê ji bona dagirkeriya Tirk û dest bi êrîşeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dagirkeriya tirk hewl da ku tola têkçûna DAIŞ’ê hildin û rê li ber serkeftinên ku pêkhatine bigre û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê gel pêkhatine ji holê rake. Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng list û ev berxwedanî û rihê wê hîn jî li hemberî dewleta Tirk didome.
Çawa ku Kobanê li berxweda û bi ser ket û bi berxwedaniya xwe bû sempol ji bona tevahî cîhanê û cîhan tev ji bona Kobanê rabû ser piyan û rizgarkirina Kobanê kete rûpelên dîrka mirovahiyê. Wê li hemberî dagirkeriyê û êrişên wê yên qirkirinê her berxwedan û tekoşîn bê navber bidome. Berxwedana rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rihê Kobanê û bi hevgirtina cîhanî wê heyanî serkeftinê bidome.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 356 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 17-02-2025
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-11-2023 (2 Sal)
Bajêr: Kubanê
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 356 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.641 çirke!