Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Ferhenga Kurdipediya 🆕
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  595,689
Wêne
  125,792
Pirtûk PDF
  22,277
Faylên peywendîdar
  131,259
Video
  2,202
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,806
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,242
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,979
عربي - Arabic 
45,736
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
28,210
فارسی - Farsi 
16,998
English - English 
8,585
Türkçe - Turkish 
3,881
Deutsch - German 
2,049
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
98
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,902
Cih 
1,189
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,845
Kurtelêkolîn 
7,009
Şehîdan 
4,648
Enfalkirî 
5,900
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
2,374
PDF 
35,032
MP4 
4,269
IMG 
239,692
∑   Hemû bi hev re 
281,367
Lêgerîna naverokê
‘Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên hovane re’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên hovane re’
Kurtelêkolîn

‘Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên hovane re’
Kurtelêkolîn

‘Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên hovane re’
Ronaz Silêman/Qamişlo

Fewzî Şengalî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne êrişên nû ne û got; #Dewleta Tirk# a faşîst hewl dide ku Impratoriya osmaniya nû vejîn bike û tevahiya herêmê dagir bike.
Sûcdariya dewleta Tirk a dagirker li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ye. Dîroka dewleta faşîst bi xwînrijandinê tije ye. Bi salan dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane ji bo têkbirina binesaziyê, navendên xizmetguzariyê û debara jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Ev êriş beşek ji planên dewleta Tirk ên siyasî ye ew jî ji bo dagirkirina axa Sûriyê ya nû û qirkirinê ye. Herwiha armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ew e ku çeteyên DAIŞ`ê careke din vejîne bike û di heman demê de hewl dide ku impratoriyeke Osmanî ya nû li gorî xwe ava bike. Tişta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkhateyên wê dike, tawanên şer ên li dijî mirovahiyê ne.
Di derbarê êriş û siyaseta dewleta Tirk a dagirker de Serokê Partiya Rêkeftina Demokratîk Kurdî ya Sûrî Fewzî Şengalî ji rojnameya me re axivî.
Fewzî Şengal diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne êrişên nû ne û wek siyaseta dewleta Tirk wê ne yê dawiyê bin û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî herêma Rojavayê Kurdistanê ne nû ne û ne yên dawî ne, ji ber siyaseta dewleta Tirk a faşîst li ser vê bingehê avabûye û birêve diçe. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hewildanên xwe hewl dide ku hemû destkeftiyê şoreşa Rojava û pirojeya netewa demoratîk tune bike, ji bo vê yekê pilanan pêk tîne. Di şer û mercên niha de ku cîhan bi şerê di navbera; Okraniya û Rûsiya, di heman demê de Hemas û Israîl de mijol bûne, lewra ev yek hiştiye ku bal li ser Rojava kêm bibe û Tirkiyê ji vê yekê gezenc dibe û êriş dike. Armancê dewleta Tirk ji mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek di aliyê istiracîka herêmê de ye, ev jî bi serkêşiya hikumeta AKP`ê ye. Dewleta Tirk dixwaze pirojeyek osmanî di sedsala 21`ê de li gorî impratoriyeke osmanî bi şêwazekî nû ava bike, li ser vê bingehê dixwaze peymana Milî pêk bîne, ji ber Tirkî niha krîzên xwe yên navxweyî yên aborî, siyasî û civakî derdixe derveyê sînoran û bi pirsgirêkên derve bala gelê Tirkiyê dikişîne.”
‘Li hemberî êrişan divê civaka navneteweyî helwestên xwe zelal bike’
Şengalî di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku armanca êrişên dewleta Tirk şikenandina moralê gelan û derxistina wan li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîke û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk li ser esas û stratejiya herêmê şerekî berfireh e, ji bo wê êrişan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ev şer bi şêwazê siyaseta xwe ya qirêj a ku bi riya hedefgirtina aboriya herêmê dide meşandin. Da ku bandorê li moralê gelan bike û gelan li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratî derxîne. Her tiştê ku dewleta Tirk dike, li gorî prensîb, peyman û biryarên navneteweyî binpêkirineke eşkere li dijî mafên mirovan e û divê civaka navneteweyî helwesta eşkere û zelal bike û eger helwestek hebe, dive şermoka xwe bişkîne, ji ber ew jî bi bêdengiya xwe dibe hevalkarên dewleta Tirk bi van êrişên hovane.”
‘Armanca dewleta Tirk vejandina DAIŞ`ê ye’
Fewzî Şengalî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ`î dixe nava tevgerê û wiha got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dihêle ku çeteyên DAIŞ`ê bikevin nava tevgerê û ev yeke metirsiyeke mezin li ser herêmê ye, herwiha armanca dewleta faşîst jî vejînkirina DAIŞ`ê ye. Ji bo vê koalîsyona navneteweyî ku yekem ji wan Amerîka ye, divê di vê mijarê de xwedî helwesteke zelal û bibiryar be. Divê Rûs û Amerîkiyan jî weke welatên garantor û xwediyê peymanên herêmê yên bi Tirkiyê re, di rawestandina van êrîşan de erkên xwe bi cih bînin. Herwiha divê hikûmeta Şamê jî li hember her êrîş û destwerdanên derve yên siyasî û leşkerî erkên xwe di parastina sînor de bi cih bîne û ev jî girêdayî hikûmeta Şamê ye.”
‘Dewleta faşîst dixwaze destkeftiyên gelan tune bike’
Serokê Partiya Rêkeftina Demokratîk Kurdî ya Sûrî Fewzî Şengalî axaftina xwe wiha qedand: “Hêz û tevgera Kurd bi giştî divê bi her awayî parastina destkeftiyên heyî bike, ji ber ku ew destkeftiyên gelên herêmê bi giştî ne. Ji ber dewleta Tirk a dagirker dixwaze destkeftiyên ku gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, tune bike û vîna gelan lewaz bike, ji bo wê divê gelê Kurd li hundir û derveyê welat bi hemû hebûna xwe li dijî van êrîşan derkevin û bi şev roj li qadan bin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,753 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 07-02-2025
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-01-2024 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras HisoA.H.) li: 07-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan SerçinarîZ.S.) ve li ser 07-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn TeyfûrE.T.) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,753 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
Zêdetir

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.938 çirke!