Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,656
Wêne
  124,264
Pirtûk PDF
  22,111
Faylên peywendîdar
  126,170
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
‘Guhertina demografiya Efrînê sûcekî dijmirovî ye’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Guhertina demografiya #Efrîn# ê sûcekî dijmirovî ye’
Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê Mizgîn Hesen destnîşan kir ku guhertina demografiya herêmekê binpêkirina pîvan û zagonên navneteweyî ye û got, “Guhertina demografiya Efrînê sûcekî şere û pêwêste saziyên navneteweyî li hemberî wê bi erka xwe ya exlaqî rabin.”
Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Trik a dagirker û çeteyên girêdayî wê tevhî sûcên dijmirovî li hemberî şêniyên wê yên resen pêk tîn in. Dagirkerî li pêş çavên tevahiya cîhanê qirkirina xwezayî, çandî û mirovî dike. Bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî kamp û malên mitîngerî tên avakirin. Herî dawî jî Heyva Sor ya Qeterî bi alîkariya dagirkeriya Tirk 13 avahiyên niştecihbûnê li Bakurê Sûriyeyê avakirin. Derbarê mijarê de hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê Mizgîn Hesen ji rojnameya me re axivî.
Mizgîn Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk yên domdar yên li dijî gelê Efrînê û wiha got: “Weke tê zanîn ji destpêka dagirkrina Efrînê, ji sala 2018`an ve heta roja îro gelek kiryarên dijmirovahiyê li ser xaka Efrînê hatine kirin, di nava van kiryaran de îşkence, kiryarên dijmirovî li dijî şêniyan pêk tê herwiha kuştina bê sûc û gelek cureyên ku dikevin bin banên kiryarên dijîmirovahiyê û sûcên şer ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ve tên kirin.”
Mizgîn Hesen destîşan kir ku di encama dagirkerî û êrîşên hovane yên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve gelek şênî ji malên xwe bi darê zorê koçber bûn, dev ji mal û milkên xwe berdan, herwiha ev komên çete dest danîn ser erd, zevî û milkên teybet yên ku bi salan berhev kirbûn.
Mizgîn Hesen axaftina xwe wiha domand: “Milkyeta taybet yek ji bingehên pernesêbên mafên mirovan yê cîhanê ye ku di 1949’an de li ser hatiye sekinandin, milkyetên taybet tu kes nikare dest deyne ser, lê berovajî vê yekê em îro li ser xaka Efrînê dibînin ji hêla komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve ev yek pir zêde tê kirin. Dagirkerî her tiştî ji bo xwe rewa dike, bajarekî ku bi kurdetiya xwe hatiye naskirin weke Efrîn, guhertina demografîk tê de tê kirin li pêşiya raya giştî û cîhan bêdeng maye.”
Mizgîn Hesen wiha li axaftina xwe zêde kir û got, “Ji xwe gelek dezgeh û rêxistinên cîhanî û dervî cîhanî dixwestin biçin derbarê kiryarên li wir çêdibe lêkolîn û lêpirsînê bikin, lê belê nehiştin ku derbasî bajar bibin ji ber bi derbasbûna wan wê kiryarên qirêj derkevin holê, Hevya Sor ya Qeter û saziyên mîna Kiwêt bi hevkariya dewleta Tirk li ser erda Efrînê kampên mêtîngeriyê ava dikin ji bo kesên nû ku tu eleqeya wan bi Efrînê re tune ye tê de bi cih bikin.”
Mizgîn Hesen tekez kir ku kiryarên guhertina demografiya herêmekê li dijî pernesîbên mafên mirovan e û dibe sûceke şer di zagonên navneteweyî de.
Mizgîn Hesen wiha berdewam kir: “Li hemberî van kiryaran tu dezgeh û saziyên navneteweyî heta niha di derbarê vê mijarê de bertek nîşan nedane, ev jî ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê diyar dibe, pirsgirêkên parastina berjewendiyan hene, naxwazin bi destwerdana bi lez di vê mijarê de bikin. Tirkiyê dixwaze Efrîn ji bo komên çete bixe navend di heman demê de herêmê ji çanda kurdî ya ku bi hezarê salan berxwedan hatibû kirin jê qut bike.”
Mizgîn Hesen wiha got: “Eger em di warê qanûnî de li vê mijarê binêrin kiryarên ku tên kirin derxistina hemwelatiyan ji xaka wan, koçberkirina bi darê zorê û bicihkirina kesên din li şûna wan ji bo demografiya wê bighuerînin ev yek dikeve bin banê sûcên şer û jenosid, qanûna navneteweî bi awayekî tekez sererast dike.”
Mizgîn Hesen diyar kir ku çi dezgeh an saziyên mafên mirovan ku bizanibe ku li ser erdekî bi vî awayî guhertina demografîk pêk tê û dibe hevkarê vî sûcî, çi Heyva Sor ya Qeterî be an dezgehên berî niha yên Fîlestînê herwiha Kiwêt ew dibin berpirsyarê vê mijarê.
Mizgîn Hesen di dawî de got kiryarên bi vî rengî divê bighêjin saziyên huquqî yên girêdayî Netewên Yekbûyî û wiha domand: “Ev berpirsyariyek mezin e dikeve ser milê saziyên mafên mirovan, di destpêkê yê hundirîn piştre yê derve, di serî de divê hemû saziyên me yên kurdî ku bi mafên gelan bang dikin, ji bo rûmeta mirovan gerek li mijara Efrînê û guhertina demografîk ku li xaka wê pêk tê xwedî lê derkevin, saziyên ku van kiryaran li ser xaka Efrînê pêk tînin gerek li hember wan bertek bên nîşandan, neqebûlkirinek çêbibe di eynî demê de dengê xwe bighêjin saziyên huquqî yên navneteweyî yên girêdayî Netewên Yekbûyî û xebat derbarê sekinandina vê kiryarê bê kirin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,085 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 02-02-2025
Gotarên Girêdayî: 50
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-06-2024 (2 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-02-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 03-02-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,085 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.313 çirke!