Ronakkirina gel neçariyek e
Krîz Ukrayna û Konferansa Mûnîhê
Zekî Bedran
Em hewl didin bînin ziman ku rêveberiya #Erdogan# ji bo polîtîkaya qirkirinê ya li dijî #Kurdan# bi encam bike, xebatên êrişên piralî û propogandayê bilez dike. Yek ji aliyê girîng ê van xebatan jî Sûriye ye. Erdogan bûyerên bi Bihara Ereban re destpêkirin ji xwe re derfet dît û xwest di ser Ixwaniyan re welatên Ereb bixe bin venêrîna xwe. Ji ber wê jî bi rêxistinên weke DAIŞ û El- Nûsrayê re tifaq çêkir. Hesab kir ku dê rêveberiya Baasê hilweşe. Sûriye kişand nava zivrînokek bi xwîn. Erdogan digot, em nakevin şaştiya ku me di sala 2003’an de li Iraqê kiriye, emê nehêlin Kurd bibin xwedî statû. Heman demê de dê Ixwanî jî anîbûna ser desthilatê û Sûriye xistibûya bin venêrîna xwe Lê hesabên Erdogan pêk nehatin. Kurdan li ber xwe da û rolek mezin di binxistina DAIŞ’ê de lîstin. Vê berxwedanê heman demê de rolek herî mezin di neketina rêveberiya Esad de lîst. Heman demê de Esad jî li ber xwe da, bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser piyan ma. Li gel van hemûyan jî dîsa dewleta Tirk artêşa xwe xiste Sûriyê. Herêmên weke Efrîn, Bab, Ezaz û Serê Kaniyê dagir kir. Li van herêman tam aboriyek talan û xenîmetê ava kir. Bi dehhezaran hêzên çekdar li vir birêxistin kir û şande ser serê gel. Tu sûcê şer û mirovayiyê nema ku nekir Erdogan ji bo ku encama dixwest bi dest nexist niha jî ji Esad re dibêje were em li hev bikin. Aştiya Tirk çawa dibe, em dikarin li Qibrisê binêrin û fêm bikin. Weke tê zanîn Qibris weke dewlet endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Heman demê de endamê Yekîtiya Ewropayê jî ye. Ji sala 1974’an ve Qibris di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Li gel tevayî biryar û hewldanên NY û YE yê jî Tirkiyê leşkerên xwe ji Qibrisê venekişand. Qibrisa ku dewletek biçûk a giravê ye, Tirkiye li wir çareseriya federal jî napejirîne. Ji bo dused hezar Tirkên li Qibrisê dewletek cuda li cîhanê ferz dikin. Dibêjin ku ji bo Filistiyan dewletek cuda dixwazin. Lê dema dor tê Kurdan dibêjin na, di vê cîhanê de nabe ku statû û navek ê Kurdan hebe û kesek nikare vê biparêz e. Qiyametê radikin.
Beriya çend rojan salvegera dagirkirina Qibrisê bû. Tevayî rêveberên dewletê û nûnerên partiyan ji bo pîrozkirina dagirkeriyê li Qibrisê rêz bûn. Tam kevneşopiyek a Tirk bû. Li gel ku bi sedan sale di ser dagirkirina Istenbolê re derbas bûye jî hîna dagirkirinê pîroz dikin! Dikarin li van merasîma binêrin û bizanin ku nêrîna Erdogan û Baxçelî çi ye. Baxçelî û mafyayê di bin destê wî de Alladîn Çakici bi qaşo fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê re pozan didin û wêneyan digirin. Karê muxalefeta Sûriyê li gel partiyek Tirk a faşîst û nîjadperest çi ye? Ev dîmen tenê têrê dikin ku bê fêmkirin xwedî kîjan nêrînê ne.
Artêşa Azad a Sûriyê û muxalefeta Sûriyê di destê Tirkiyê de veguheriye pîyoneke asayî û cerdevanan. Ev nebûn hêzek ku pirsgirêkên gelê Sûriyê bînin ziman û demokrasiyê bixwazin. Heta di hembêza Tirkiyê de rûnin jî nabin hêzek wiha. Ev dikarin tenê weke amûrekî ji bo êrişên Tirkiyê li hemberî Sûriyê û dagirkirina herêmên nû xizmetê bikin. Nasnameyek van a siyasî û vîna wan tune ye. Hebûna wan girêdayî dagirkeriya Tirk e. Ji ber ku pişta xwe naspêrin gel. Bi xêra dewleta Tirk milkê gel talan kirine û bûne axayên şer û xwe ji şer têr dikin. Dibêjin eger Tirkiye û Sûriye li hev bikin dê me ji dest derxin, ketine tirsa vê. Ji ber vê jî xwe diavêjin hembêza faşîstên weke Baxçelî. Ketine nava lêgerînan û dibêjin “dagirkeriyê bi dawî nekin, li herêmê me bikar bînin”. Erdogan dixwaze bi rêveberiya Sûriyê re li hev bike, hem ji penaberan xilas bibe hem jî ji Kurdan xilas bibe. Dibêje, “tu ji başûr ve ezê ji bakur ve êrişî Kurdan bikim, wan teng bikin”. Yanî li Sûriye ne aştiyê kevirê şer û pevçûnên nû datîne. Ji bo vê jî istixbarata wî bi awayek aktîf kar dike. Gundên li ser sînor bê navber tên topbarankirin. Taybet jî ji bo di navbera gelê Kurd û Ereb de nakokiyan çêbike, eşîran bikişkişîne xebatek giran dimeşîne. Çeteyên li herêmên dagirkirî jî li dijî Kurdan gij dike û ji şer re amede dike. Sozê dide wan û dibêje, “Em van herêman dagir bikin, hûnê lê bi cih bibin û bihêz bibin. Dê milkê wan ji we re bimîne, hûnê jî bi rejîmê re bazarê bikin û dê we efû bike. Emê we bi şêweyekî bixin nava desthilatê”.
Eger DYE ji herêmê vekişe dê karê Tirkiyê zehmet be. Ji ber wê jî ji bo lihevkirina bi Esad re lez dike. Weke tê dîtin hewldan û planên Tirkiyê pir xeter in. Di vî alî de pêwîste rêveberiya xweser û hêzên demokratîk tiştên çêdibin bi baldarî bişopînin û ragihînin gelên cîhanê. Cîhan niha nizane çi li herêmê çêdibe. Tirkiye hertim propogandaya têkoşîna li dijî terorê dike. Ji ber ku bala cîhanê li şerê li Filistîn û Ukraynayê ye, faşîzma Tirk sûdê ji vê digire û dixwaze li Sûriyê qirkirina Kurdan pêk bîne, rêveberiya xweser ji holê rake.[1]