‘Çareserî danûstendinên #sûrî# -sûrî ye’
Lihevkirina ku li ser hesabê rijandina xwîna gel û talankirina xaka Sûriyê pêk bê, wê tu carî xizmeta aramî û çareseriyê neke. Cîgirê Rêveberiya Xweser li Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e.
Zana Roj/ Şehba
Faşîzma Tirkiyê di çarçoveya parastina berjewendiyên xwe yên ku di aloziya Sûriyê de û li ser hesabê xwîna gelan bidest xistine; banga lihevkirineke pişt 13 salan ji şer û dijminahî bi Esed re dike. Ev lihevkirin her çiqasî ji aliyê her du dewletan ve pêk werin jî, wê bi tu awayî xizmeta gelên Sûriyê neke û tu çareseriyê bi xwe re neyne.
Sûriyê bi jiyankirina zêdetirî 12 salan ji şer, pevçûn, talankirin û perçekirina xaka Sûriyê, di wê baweriyê de ye ku Sûriyê careke din weke berê venagera. Tavahî hêzên ku xwe di Sûriyê de birêxistin kirine û destwerdan kirine ji bilî parastina berjewendiyên xwe û perçekirina Sûriyê tiştek din nekirin. Di vê aloziyê de tenê pirojeya Netewa Demokratîk hemû gel û pêkhateyên di Sûriyê de di nava xwe de hewand û li ser xeta azadî, demokrasiya gelan û avakirina Rêveberiyeke ne navendî gel di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe birêxistin dike.
Têkildarî nêzîkatiyên di navber Tirkiyê û Sûriyê de, cîgirê Rêveberiya Xweser li Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd ji rojnameya me re peyivî.
Tirkiyê û jiyankirina hewildanên binketî
Cemal di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Divê em ji bîr nekin ku nêzîkatiyên di navber Tirkiyê û Sûriyê de pir kevi in. Lê ev yek di asta têkiliyên istixbartî û tlkiliyên veşartî de bûn. Lê her dem yê ku temenê vê yekê daye, gelê Sûriyê ye, bi taybet gelê Kurd e. Dema mijar dibû gelê Kurd hemû hêz û alî ji bo qirkirina gelê Kurd dibûn yek. Ji lewra têkiliyên di navbera her du dewletan de bi awayekî temamî nehatibû qut kirin. Di encama valaderketina pilanên Erdogan ya vegerandina serweriya Osmaniyan ya ku ji Sûriye de wê destpê bike û berfirehtir bibe, her çiqas pêlan pêş xistin lê hemû jî vala hatin derxistin. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu encam bi dest nexistin. Ev yek jî ji ber berxwedanî û yekbûna gelan li ser bingeha paradîgmeya Netewa Demokratîk û serkeftiyên ku hatine bidestxistin, faşîzma Tirkiyê rûxmî hemû êrîş, avakirina DAÎŞ ê û pilanên siyasî li hemberî têkbirina vê yekê bi ser neket.”
‘Nimêjkirina li Mizgefta Ûmewî vegeriya pilanên lihevkirinê’
Cemal anî ziman ku bi jiyankirina binkeftinan re faşîzma Tirkiyê berê xwe da rêbazên din û wiha pê de çû: “Tirkiyê her dem çeteyan him di hundir Sûriyê û him jî derveyî Sûriyê weke çete bikar anî, ji lewra me got ku têkiliyên wan yên veşartî tu carî qut nebûn. Dema Tirkiyê di siyaset û pilanên xwe yên demdirêj di Sûriyê de bi ser neket, niha dixweze li ser xala vegerandina têkiliyan bi Sûriyê re kar dike, da ku li ser hesabê gelê Sûriyê berjewendiyên xwe biparêze. Di van lihevkirinan de divê gelê Sûriyê ji vê yekê agahdar be ku wê tu sûdê û xizmetê ji wan re peyda neke. Erdoganê ku digot “Ez ê Sûriyê dagir bikim û li Şamê li Mizgefta Ûmewî nimêj bikin”
ev armanc neguherî têkiliyên lihevkirinê.”
Parastina têkiliyên bi Rûsiye û Îranê re
Cemal wiha dewam kir: “Têkiliyên Faşîzma Tirkiyê di vê demê de ne ji valatiyê hatiye. Li milekî ji bo razîkirina Rûsya û Îranê ye, li milê din jî ji bo nêzîkbûna bi Sûriyê re ye. Lê berjewendiyên Tirkiyê ne tenê di Sûriyê de ne, her wiha rolekî mezin di Başûrê Kurdistanê de jî dilîze. Ji lewra naxwaze têkiliyên xwe bi Îranê re qut bike û dixwaze careke din têkiliyên xwe bi Sûriyê re ava bike.”
Cemal diyar kir ku di van lihervkirinan de zelalkirinek nehatiye avakirin û wiha domand: “Hêj tam siyaseta ku di van lihevkirinan de tê gerandin nehatiye zelal kirin. Ji ber hin dosiyeyên Sûriyê hene divê bêne çaresekirin. Weke ku hatiye xuyakirin hikumeta Şamê di helwesta xwe de diyar kiriye ku divê Tirkiyê ji tavahî xaka Sûriyê bê vekişe. Lê di vir de zayîfbûna Hikumeta Sûriyê jî heye, ger zextek ji aliyê Rûsya de li ser Hikumeta Şamê bê kirin dibe ku Hikumeta Şamê ji helwesta xwe ya li hemberî Tirkiyê vegere.”
‘Çareserî; Pirojeya Netewa Demokratîk û diyaloga Sûrî- Sûrî ye’
Cîgirê Rêveberiya Xweser li Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd anî ziman ku lihevkirin nakevin xizmeta Sûriyê û pêwîstî bi qebûlkirina diyalogê di hundir Sûriyê de heye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi derbasbêna ewqas sal li ser aloziya ku ji bilî talankirin û koçberkirina gelê Sûriyê bi xwe re neaniye, êdî pêwîstî bi çareseriyeke navxweyî di hundir Sûriyê de heye. Hikumeta Şamê divê derî ji diyaloga bi aliyên di hundir Sûriyê de veke. Erdogan ji bilî perçekirin û dagirkirina Sûriyê tiştekî din ji Esed qezenç nekir. Divê Esed berê xwe bide hêzên welatparêz yên ku her wext banga têkilî, danûstendinan dikin.
Ji xwe hêza ku ji têkilî û danûstandina bi Sûriyê re vekiriye ji xwe ber çavaye; Pirojeya biratiya gelan di hundir Sûriyê de mînak û modêla herî serkeftî di hundir Sûriyê de ye. Hemû pêkhate tê de cihê xwe girtine û deriyên xwe yên siyasî û dîplomasî ji alî re vekiriye. Hêviya me ku Esed careke din lêvegerînekê çêbike û danûstandinên xwe bi HSD, MSD û Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de avabike. Modêla herî serkeftî di Sûriyê de Pirojeya Netewa Demokratîk e û çareseriya aloziya Sûriyê jî bi diyaloga Sûrî- Sûrî ye.”[1]