Mihemed Bêrem: Ji ber metirsiya ji modêla deomkrasiyê êriş dikin
Tekoşîn Amara/Qamişlo
Hevserokê Partiya #Sûriya# ya Pêşerojê li kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Bêrem diyar kir dagirkeriya Tirk hewil dide ji tevahiya aloziyên Rojhilata Navîn sûd werbigre û bi rêya êrişan pergala Neteweya Demokratîk ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşîne.
Di nava şer û qeyranên ku di Rojhilata Navîn de têne jiyan kirin de dagirkeriya Tirkiyê êrîşên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk têne. Di vî derbarê de hevserokê Partiya Sûriye Pêşeroj Li Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Bêrem bersîva pirsên rojnameya me dan.
Di demekê de ku tevahiya rojhilata Navîn di nava şer û aloziyan de ye, dagirkeriya Tirk êrişên berfireh li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tnîne, armanc çi ye?
Dewleta Tirkiyê di Rojhilata Navîn de xwedî role û destwerdanê li tavahî dewlet û şerên ku têne jiyan kirin dike. Di şerê ku ji aliyê Îsrayî li hember Hemasê hatiye destpêkirin de dagirkeriya Tirkiyê yekser destwerdan li vê yekê kir, bê guman Tirkiyê ji xwe destwerdanê li vê yekê nake. Rûxmî ku di pişperdeyê de gelek siyaset û têkilî dihatin meşandin, lê tirsa Tirkiyê ew e ku ev şer derbasî nava xaka wê nebe ye. ji ber wê yekê di her alî de Tirkiyê di tavahî şer û siyasetên li Rojhilata Navîn de têne kirin de; mudexele dike.
Di aliyê din Hikuemta Tirkiyê di nava xwe de hilweşandineke aborî mezin jiyan dike, ev yek gele cara hêştiye ku gel nerazîbûna xwe derxîne. Dewleta Tirkiyê ji bo derbaskirina vê yekê yekser berê xwe dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev êdî bûye terzê siyaseta Erdoxan, Difikire ku hebûna xwe tenê wê li ser bidawîkirina Kurdan bê berdewamkirin. Tirkiyê ya yekemîn dixwaze doza gelê Kurd ji binî de tune bike, ya duyemîn Tirkiyê ji Osmaniyan bigire heyanî hikumeya wê ya niha li ser xwîna gelan mezin bûye û divê tu sîstem û bîrdoziyên demokrasiyê dernekevin. Bi taybet bîrdoziya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve derketiye holê.
Tiştê ku bala mirov dikşîne di demeke wiha de Rayadarên Tirkiyê vexwendina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Perlamenterên xwe dike û dandina daxuyaniyên ku daxwaza bidawî kirina PKK ê dike; ev bi serê xwe nakokiye. Hilweşîna Tirkiyê di sedsaliya pêşîn de dide nîşandan. Di nava xwe de nakokiyan jiyan dike û metirsiya wê ji pêşketin û belavbûna felsefeya Netewa Demokratîk ya ya ku xeta Modernîteya Kapîtalîst dirûxîne; diyar dike.
Ger Tirkiyê bixwaze xwe di sedsala pêşîn de mayînde bike, bê guman divê hin siyaset û tektîkên xwe biguherîne. Ye yekem serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan û ya Salahtîn Demîrtaş her wiha serbestberdana zêdetirî 10 hezar girtiyên siyasî yên Kurd di Tirkiyê de. rakirina hemû zagonên urfî yên di Tirkiyê de, çareserkirina rêxistinên Qurîcîyan û bidawîkirina êrîşên xwe yên li ser tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên Başûrê Kurdistanê. Vê gave em dikarin bêjin ku Tirkiyê deriyên danûstandinê yên rast vekiriye.
Li ku derê mirov tê qetilkirin û komkujî pêk tên yekser hêzên navneteweyî helwesta xwe nîşan didin, lê dema ku mijar Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kurd bin her kes bêdeng dibe, sedema vê dirûtiyê çi ye?
Belê; bê guman ev rastiyeke dema ku mijar dibe gelê Kurd tavahî cîhan û dewletên navnetewî ker, kur û lal dibin. Rastiya dewletan li ser meşandina berjewendiyên xwe pêk tê, ji lewra dema em li dîrokê dinêrin bi sedan komkûjî derheqê gelê Kurd bi tavahî û qirkirina civaka Êzîdî de pêk anîne her wiha li Bakurê Kurdistanê qtlîama Dêrsimê li Geliyê Zîlanê zêdetirî 40 hezar kes hatin qetil kirin, Kurdên ku xistine şikeftan û derî li wan hatine girtin, kûmkûjiya Helebçeyê û bikaranîna çekên qedexekirî li ser çiyayên Kurdistanê. Ka raya giştî ji van hemûyan li kuye? dîrok li ser van hemûyan şahide û nayê ji bîr kirin. Lê ev komkûjiyên ku bi milyonan Kurd têde hatine tunekirin bi bêdengî hatine derbaskirin. Rûxmî ku dema gelek ango netewek derveyî Kurdan tundî li wan dihate kirin, dewlet û rêxistinên navnetewî banga edalet û mafê wan dikin.
Ev yek diyar dike ku hemû alî û dewletên navnetewî li ser pêkanîna berjewendiyên xwe lihev dikin.
Li hemberî van êrişan pêwîste di milê qanûnê , hiqûqî û diblomasî çi were kirin?
Bi pirsa me ya yekem ve girêdayî ye, hemû zagonên û peymanên di navnetewî de hatine derketin, ji aliyê dagirkeirya Tirkiyê hemû hatin binpêkirin. Rûxmî wê ne dewletên navnetewî hesab ji dewleta Tirkiyê xwest ne jî tu bertek li hember van binpêkirinan diyar kir.
Hûn helwesta gel ya dewama berxwedan û têkoşînê ya li hemberî êrişan çawa dinrxînin?
Ev gel bi salane li ser bingeha berxwedanî û têkoşînê hatiye mezin kirin, bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî li hember dijmin li ber xwe didin. Dijmin li hember gelê Kurd hemû siyaset û pilnên qirêj meşandin, lê ev têkoşîn bi sala ye bi heman serkeftinê heyanî vê kêliyê tê domandin. Li ser van bingehan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şerê gelê şoreşgerî li ber xwe da û dîrkeke nû ya serkeftinê dinivîse, wê ev êrîşên heyî jî asta berxwedanî û hevgirtina gelan nexîne.
Di demeke wiha histyar de hûn rol û misyona partiyên siyasî çawa dibînin û pêwîste di demên pêş de çi ji aliyê partiyan ve bê kirin?
Em partiyên siyasî hebûn, hene û em ê hebin li kêlek îradeya gelê xwe, çawa ku gelê me bi li hember hemû êrîş û polîtîkeyên dijmin li ber xwe da û çawa ku rêhevalên weke Hevrîn Xelef û Nediye Xeşen di riya vê dozê de gihîştin asta şehadetê. Erka me ya esasî ew e ku em di nava gelê xwe de bin û em nameya gel û doza xwe bi riyên sîblomasî û îdeolojiya ku em li ser mezin bûne ji raya giştî û cîhanê re raghînin. Ji ber armanca Tirkiyê ew e ku vî gelî qir bike û sîstema Rêveberiya Xweser û netewa demokratîk têk bibe.
[1]