Rêber Abdullah Ocalan: Serdema Aşitî û Biratiya gelên Tirk û Kurd e
Di 20’ê Berfanbar a 2024’an Desteya Parlementerê Dem Partîyê Sirri Sûreya Onder û Perwîn Buldan bi pêktên ji bona biçin Rêberê #gelê Kurd# Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bikin serlidan li dozgeriya bajarê Mezin yê Bursa kiribûn. Di encamê de 28’ê Berfanbar a 2024’an parlementerên Dem Partîyê hevdîtin pêkanîn. Ji bona naveroka hevdîtinê raya giştî re parve bikin daxûyaniyek dan çapemenîyê.
23’ê Cotmeha 2024’an birazîyê Rêber Apo û parlementerê Riha’yê Omer Ocalan jî, hevdîtîn pêkanî bû.
‘Ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratiyê ye’
Daxuyanî yê de li ser hevgirtina gelên Tirk û Kurd balkişand û daxuyanî wisa bû: “Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir bilind bû. Nirxên wî yên ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji bo Pirsgirêka Kurd girîngiyeke jiyanî bû.
Di hevdîtinê de ku geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.
Çarçoveya giştî de nêrîn û guftûgoyên hatine meşandin wiha ye.
-Ji nû ve xurtkirina biratiya Tirk-Kurd ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, ji bo hemû gelan jî bûye xwedî girîngiyeke diyarker a çarenûsê û lezgîn e.
-Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bi hesabên teng û perîyodîk bên girtin, însiyatîf, avaker tevbigerin û tevkariyên erênî bikin. Yek ji zemîna herî girîng a van tevkariyan jî bêguman wê Meclîsa Tirk be.
-Bûyerên li Xeza û Sûriyê nîşan da ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi destwerdanên derve dihat xwestin gangrenîze bibe, êdî neçar maye. Alîkarî û pêşniyarên opozîsyonê jî ji bo bidestxistina serketinê di karekî rasterast bi giraniya vê mijarê re hêja ne.
-Hişmendî û vîna min heye ku ji bo paradîgmaya nû ya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hatiye xurtkirin, tevkariya erênî ya pêwîst bikim.
-Dê Desteya hatiye li wir vê nêzîkatiyê hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di kesayetên van de ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst bavêjim û bangawaziyê bikim.
-Ev hemû hewldan dê welat bigihîne asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî dê bibe rêberek pir hêja.
Ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratiyê ye. “[1]