#Gelê Kurd# dê bi Rêbertîya xwe ve bi serbikeve
Zekî Bedran
Piştî demeke dirêj li ser daxuyaniyên Bahçelî ên di derheqê Rêbertî de derbas bû şûn de desteya DEM’ê çû Îmraliyê. Di vê navberê de erîşên dagirkeriya dewleta Tirk jî li ser Rojava zêdetir bû. Ji aliyekî ve şerekî derûnî yê berfireh hat meşandin. Gotin dê Rêber Apo bangawaziya çek danînê bike û bi vî awayê di raya giştî de bendewariyek ava kirin. Bi têkbirina şoreşa Rojava an jî dagirkirina qadên berfireh ve xwestin destê Rêbertî lewaz bikin. Ji aliyekî ve dijminahiyeke mezin, Kurd bê statû hîştin, li hember Kurdan xwesteka piştgiriya Cîhanê ji aliyekî din ve jî demogojiya Biratiya Kurd û Tirkan li der dor serwer bû. Di nav van geşedanên bi nakok û dijminahiyê de deste şandin Îmraliyê.
Rêber Apo berê jî dabû xuya kirin. “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê ya ji aliyê polîtîk û zagonî ve ez xwediyê hêza teorîk û pratîk im.” Ên ku dewletê rêve dibirin dema ku di sala 2015’an de mase hilweşandin, gotibûn “Me pêvajoya Çareseriyê rakir dolaba qeşa.” Di heman demê de bi israr daxuyaniyên wek “Dê êdî Îmralî û partiyên mîna DEM’ê derveyên pêvajoyan bimînin” dan. Ji bo ku vîna gelê Kurd bişkînin û bêhêvîtiyê ava bikin propagandaya reşkirinê ya bêhempa kirin. Gotina “Me gerila qedand, bê hêz hişt, nikarin êdî bilivin, heta gerîllayê dawî emê têbikoşin” serwer kirin.
Bi êrîşên li ser Rojava û gotinên ‘Têkoşîna bi terorê’ ve çûne Îmraliyê. Qaşo di Sûriyê de serkeftî bûn, hevkarê wan HTŞ heta Şamê çubû û serwer bibûn. Êdî dawîya PYD’ê û QSD’ê ya ku dihat bendewar kirin ‘Di nava mirinan de mirinekî biecibîne bû.’’ HTŞ qaşo navdar kirin. Ji bo ku wan berê ser QSD’ê bidin û gelê Kurd derveyê hevkêşeya Surî bihêlin bi awayekî awarte kar kirin.
Xwasteka dewleta Tirk bi ti awayî Kurd tevlî pêvajoyê nekirin bû. Ger ku Kurd bibin xwediyê maf û zagonan û bigihîjin statuyekî dê cîhan hilweşe. Ev yek ji bo xwe jî û cîhanê jî wek xeta sor diyar kirin. Di pêvajoya ku bê navber domandina vê karê de çuyina wan ya li Îmraliyê divê pir bi baldar were desgirtin. Raste çuyina wan ya li Îmraliyê ne çawa lê hat bû. Piştî pêvajoyeke nirxandina kûr şûn de çûn. Wek me got, bi avakirina zexteke mezin ya li ser Rêber Apo, di raya giştî de bendewariyeke mezin ya çek berdanê avakirin şûn de destûr dan ku deste biçe.
Delîlên derdor amadebûna AKP-MHP’ê ya naskirina Kurdan an jî guhartina hişmendiya wan nîne. Pirsgirêka wan ya bingehîn beralîkirina berxwedan û têkoşîna Kurdan e. Di sala 2015’an û vir ve konsepteke şerê mezin û êrîşan pêk anîn. Lê bi erîş û şeran ve negihîştin armancên xwe. Derveyê wê ev di Sûrî de bi kêfxweşiya serkeftinê bijîn û bendewariyên xwe bilind bikin jî di rojhilata navîn de pêşketinên awarte didomin. Dê pêvajo veguhere çi rewşê nizanin. Erdogan bi serkeftina Trump ve pir kêfxweş bubû. Wisa hesap dikir ku wê bi Trump re hevbike û koka Kurdan bîne. Lê diyare ku dê stratejiya Trump li ser parastina Îsraîlê be. Vê dibînin. Ji ber vê bendewariyên wan bilind nîne. Ji bo vê armanca wan, pêşiya ku Bîden biçe di vê navberê de di hesabên lêdana Kurdên Rojava ve bi destekî xurt çiwyina li ser maseyê ye.
DYA dê çi ji Iraq û Îranê bike nediyar e. Lê tê zanîn ku dê wan deran wisa hesan jî bernedin. Ji ber vê herem ji şimitandinê re vekirî ye, bi qeyran û alozîyan tijî ye. Ji bo vê Erdogan û Bahçelî qasî ku ji destê wan hat dixwazin Kurdan bixin di bin serweriya xwe. Ewqas rojevkirina Îmraliyê jî ti awayê mixabanîya kiryarên xwe an jî guhartina hişmendiya wan ve têkildar nîne. Nikarîbûn PKK û gerîla têk bibin. Armanca wan Rêber Apo tenê hiştin û bê hêz xistin bû. Bi salan di bin tecrîdeke giran de hîştin. Hemû Zagon û pîvanên exlaqê avêtin bin lingan. Lê nebû, mecbûr man û çûn Îmrali yê.
Dê ji van hevdîtinan tiştek derbikeve, mirov çiqas cîdî bigre? Di nava gel de li hember dewletê nebaweriyekî mezin heye. Rêber Apo gelek caran agirbest îlan kir. Di sala 2013’an de kedeke mezin raber kir. Sebreke mezin nîşan da û heta ji destê wî hat nerm nêz bû. Lê dewletê tercîha xwe li ser ‘’Plansaziya Çokdanînê’’ ava kir. Sicîl û armanca dewletê pir xirab e. Lê belê hêz û rêya serkeftina Kurdan jî hene. Wana xwestin ku hêviyên Kurdan bişkînin. Li hember vê Kurdan jî bi inyat û fedekariyên mezin ve liberxwe da. Ev şer bi cihekî vegeriya şerê şikandina vîn e. Ruxmê her tiştî jî Kurd li ser piya ne û deskeftîyên xwe diparêzin.
Gelê Kurd û rêxistinên wan, hêzên welatparêz çiqas baweriyê bidin Rêberê xwe, hêza xwe ya cewherî û berxwedana xwe dê ewqas hemû pêvajoyên zehmet bihêz derbikevin. Divê hêzên şoreşger bi awayekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibin û ristekî bibandor bileyîzin.[1]