‘Gel bi #Rêveberiya Xweser# re berxwedaniyeke dîrokî didin meşandin’
Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hevserokê berê yê Meclisa Cîbicîkar a kantona Cizîrê, Teleet Yûnis salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser bibîr xist û da zanîn ku ji destpêka avabûn rêveberiyê ve êriş ji hêla hemû hêzên desthilatdar ve tên kirin û wiha got: “Îro gel bi hemû pêkhateyên xwe ve bi Rêveberiya Xweser berxwedaniyeke dîrokî dikin.”
Di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê weke yekemîn car li ser asta Rojava û Sûriyê hate damezrandin. Piştî wê jî li kantonên din rêveberî bi heman sîstemê hatin avakirin, hetanî ku gihaşt asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Derbarê heman mirjarê Teleet Yûnis bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Rêveberiya Xweser di şert û mercên çawa de hate avakirin û çi guhertin bi xwe re anîn?
Di serî de em salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û tevahiya gelên xwe pîroz dikin. Di 21’ê Çileya sala 2014’an de piştî tekoşîneke mezin a bi salan Rêveberiya Xweser li kantona Cizîrê hate avakirin. Rêveberiya Xweser yekem car li Cizîrê hat damezrandin, paşê li Efrîn, Kobanê û hwd… Di destpêka damezirandina vê rêberiyê de gelek êriş li serê hatin kirin û bû hedefa dewletên hegemon û desthilatdar. Rêjîma Baas hewl da ku Rêveberiya Xweser têk bibe û dewleta Tirk dest bi êrişî Rojava kir û bi riya DAIŞ’ê xwest Kobanê dagir bike. Piştî lewazbûna rêjîma Baas ku di wê demê de hemû saziyên wê ji xizmetê derketin û şoreş dest pê kir, êdî hewce dikir ku civak di hemû waran de xwe bi rê ve bibe. Rêveberiya Xweser di encama berxwedaniya gelan a li dijî zilmdariya rêjîmê ava bû. Wekî em dizanin ku rêjîma Baas siyaseta desthilatdarî, istixbaratî û navendbûyînê dida meşandin. Lê civakê li hemberî vê sîstemê li ber xwe da û dest bi rêvebirina xwe kir. Lewma jî gel bi hemû pêkhateyên xwe ve, partiyên siyasî, sazî û tevgerên jin û ciwanan li ser bingehê Neteweya Demokratîk derbasî qonaxeke nû bûn. Êdî serdema serweriya rêjîmê çû û bi fikrekî nû li ser bingeha sîstema demokratîk li hemberî sîstema netew-dewletê civakê xwe bi rê ve bir.
Bi dirêjahiya avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heta roja îro jî bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, gelo sedem çiye?
Rêveberiya Xweser bi dirêjahiya avabûna xwe ve rastî êrişan hatiye, di encamê de hin herêmên wê ketin bin sîwana dagirkeriya Tirk. Dagirkeriyê bi riya çeteyên DAIŞ û komên girêdayî xwe deverên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Hêzên desthilatdar di hemû waran de êrişî Rêveberiya Xweser dikirin. Di destpêkê de êrişên siyasî hebûn, van hêzên desthilatdar dixwestin rêveberiyê û sîstema wê reş bikin. Herwiha van hêzan bi armanca têkbirina Rêveberiya Xwese, hertim didan xuyakirin ku Rêveberiya Xweser parçebûna xaka Sûriyê dixwaze. Di heman demê de hewldan hatin kirin ku danpêdaneke bi vê rêveberiyê li ser asta cîhanê pêk neyê. Herwiha ji milê aborî ve herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bifetisînin. Da ku Rêveberiya Xweser vala bihêlin û jêderên jiyana gelên me têk bibin, me dît ku çawa binesaziya Bakur û Rojihlatê Sûriyê hat hedefgirtin. Herwisa bi rê û rêbazên cuda xwestin dorpêça li ser gelên me bidin meşandin, ji van rêbazan jî qutkirina avê li ser gelên me. Sedema van êrişan jî ew e ku Rêvberiya Xweser xwedî projeyek demokratîk e û ev proje li dijî hêzên desthilatdar û hegemonîk e. Heta roja îro jî ev êriş bi tevahiya cureyên xwe ve li ser Rêveberiya Xweser û gelên wê tên meşandin. Lê gelên me bi hemû pêkhateyên xwe ve li nik rêveberiya xwe berxwedaniyeke dîrokî li dijî êriş û pilanan dide meşandin..
Rêveberiya Xweser heya çi radeyê ji bo pêşeroja Sûriyê dibe nimûne û riya çareseriyê?
Gelên Rojava û Sûriyê piştî têkçûyîna çeteyên DAIŞ’ê, rizgarkirina kantonên Reqa, Dêrazorê û hwd… bi hev re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirin. Ev projeya ji bo pêşeroja Sûriyê bû mînak, Sûriyeke ku hemû alî hev bipejirînin û bi hev re wekhev bijîn. Herwiha mafê tevahiya gelên Sûriyê di destûreke demokratîk de parastî be. Piştî hilweşandina rêjîma Baas êdî projeya Neteweya Demokratîk riya çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Ev bûye 11 sal ji damezirandina Rêveberiya Xweser, ev proje ji hêla gelên Sûriyê li hemû parêzgehan berbiçav tê girtin û êdî bala wan tê kişandin. Hêjayî gotinê ye ku ev rêveberî sal bi sal mezintir û bi hêztir bû, hemû gel jî di nava vê rêveberiyê de cihê xwe girtiye. Her pêkhateyek bi ziman, çand û baweriya xwe dijî û xwe bi rê ve dibe û armanc ewe ku ev piroje ji bona tevahiya Sûriyê bibe riya çareseriyê. Êdî li ser bingeha demokrasiyê hemû pêkhate, kurd, ereb, suryan, çerkes û hwd… xwe bi rê ve bibin û bi hev re bi aramî bijîn.[1]