Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,342
Wêne
  124,196
Pirtûk PDF
  22,102
Faylên peywendîdar
  126,116
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De
Kurtelêkolîn

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De
Kurtelêkolîn

Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De

Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û #Kurdistanê# gelek nêrîn, nivîs, nivîsar û lêkolîn hene. Ev rewşeke xwezayî ye, ji lew re wekî kesayet û netewe “Kurd” û wekî welatê wan “Kurdistan”, ji destpêka dîroka mirovahîyê ve li ser axa Mezopotamyaya Jorîn bi cih e, heye û di çavkanîyên herî kevnar de jî mirov bi hêsanî digihêje van her du pênaseyan. Di vê nivîsarê de, em ê jî anegorî zanîn, xwendin û lêkolînên xwe, bikevin pey şopa navê Kurd û girêdayî vî navî, navê welatê wan an ku Kurdistan…
Ji bo destnîşankirina sînorên Kurdistanê, divê mirov di serî de wate û etîmolojîya peyva “Kurd” baş zanîbe. Ji lew re “Kurdistan” ji du beşepeyvan, an ku ji “Kurd” û “istan”ê pêk tê. Kurd navê neteweyekê e, navê gelekî ye. Ji bo pênasekirina netewekê, hem ji hêla hemû cînaran ve, hem jî ji hêla kurdan bi xwe ve hatiye bikaranîn. Peyva (istan)ê jî peyveke zimanên kevnar ên Hindo-Ewropayî û Arîyanî ye ku di zimanê Kurdî de wekî paşgirekê tê bikaranîn. “Istan/stan” an “sta” di zimanê Avestayê de wateya rawestan, sekin, cih, war, qad û welat dide. Wekî mînak, di zimanê Îngilîzî de heman peyv bi heman wateyê di forma “stay” de hîn jî tê bikaranîn. Di devoka Kurmancîya Kurdî de bi forma “star-starî” hîn jî dijî. Piştî van agahîyan em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Kurdistan war û welatê Kurdan e. Ew axa ku Kurd li ser dihewin, dimînin, star dibin û dijîn e… Lê divê neyê jibîrkirin ku ne navê Kurd lê pênaseya Kurdistanê di destpêkê de ji hêla gelên cînar ên Arî û ji hêla Kurdan bi xwe ve hatiye bikaranîn, an ku Kurdistan bi Kurdîya kevnar e û bi zimanên bîyan, wekî Latînî, Yûnanî, Erebî, Asûrî û Ermenî bi formên curbicur, anegorî bilêvkirina zimanên van neteweyan hatiye guherîn. Ev guherînên xwezayî û normal weha kiriye ku li ser navê Kurd û Kurdistanê û her weha li ser sînorên dîrokî yên kevnar ên Kurdistanê gelek spekûlasyon û heta sextekarî û pêlîstinên bêbingeh hatine avakirin.
Di dîroka kevnar de û di demên antîk de, em gelek caran rastî formên kevn ên peyva “Kurd” tên. Wekî ku em dizanin û heta vê gavê jî bidestketîyên dîrokî berevajî vê yekê têzên nû neafirandine, nivîs cara yekem ji hêla Sumeran ve hatiye peydakirin û bikaranîn. Sumeran bi bizmaran li ser keviran nivîsên xwe tomar dikirin û bi vê yekê agahîyên bêhempa yên berî pênc hezar salan gihaştine dema me ya îroyîn. Tê gotin ku bi peydakirina nivîsê re, dîrokê jî dest pê kiriye… Lê ev tenê destpêka tomarkirina dîrokê ye. Helbet dîroka mirovahîye ne pênc hezar sal e lê belgeyên nivîskî yên herî kevnar ên Sumeran in û ji ber vê yekê hemû dîrokzan “dîroka nivîskî” ji dema Sumeran didin destpêkirin. Lê berî peydakirina nivîsê û bi taybetî dema Şoreşa Neolîtîk, ji bo dîroka mirovahîyê pir hêja û girîng e û ev şoreş jî, li gel bidestketîyên arkeolojîk ên Kurdistanê, piştrast dikin ku Kurdistan warê destpêka çalakîyên bihevrejiyînê û rîtuelên bawerîyê ye… Şikefta Şanîdarê, Perestgeha Xerabreşkê, Girê Helefê, Girê Kortikê, Çemê Kota Ber, Girê Başûrê, Çemê Hilanê, Newala Çorîyê û Çermo hin ji wan cihên dîrokî ne. Ev deverên ku dîroka wan digihêje berî ji heft hezar salan heta deh hezar salan, têra peyitandina têza “Kurdistan warê destpêka mirovahîyê ye” dike. Nivîs helbet girîng e, lê dîrok û şaristanîtî bi nivîsê dest pê nekiriye û çavkanîyên ku li van cihên dîrokî yên Kurdistanê hatine bidestxistin jî, bi tevahî hebûn û çavkanîyên nenivîskî ne. Ji ber ku ji bo vê gavê ev ne mijara me ya bingehîn e û me di gelek nivîsarên xwe yên din de yek bi yek ev nêrîn nivîsîne, em vegerin mijara xwe; di belgeyên nivîskî de em lêgerîna xwe ya Kurd û Kurdistanê bidomînin….
Pêşî divê bê gotin ku li ser makewelatê Kurdan manîpûlasyonên dûrî hiş û aqilan bi zanabûn hatine afirandin. Anegorî hin dîrokzanên bîyan, ên ku bi piranî zanyarên fermî yên dagirkerên Kurdistanê ne û nimînendeyên gelên cînar in, cihê ku asê dibin û naxwazin rastîyên dîrokî derên meydanê, dixwazin Kurdan li derûdora Zagrosan heps bikin û hewl didin ku bibêjin makewelatê Kurdan tenê Çîyayên Zagrosê ne. Ev heta derekê rast e, Zagros beşekî makewelatê gelê Kurd e lê tenê beşek e… Bêyî destnîşankirina qeraxên Ferat û Tîjleyê, Çîyayên Torosê yên başûrrojhilatê, derûdora Gola Wanê heta bakurê wê, an ku bêyî nivîsîna Medyaya Piçûk û Mezin a kevnar, ev hewl û helwest nikare tu kesî bide bawerkirin û em dikarin bibêjin ku ev hewl tenê ji boyî nenaskirin û jiholêrakirina rastîyên dîrokî ye. Armanca yekem, destdanîna ser ax û erdên gelê Kurd e û di ser de jî, dizîkirina çand û dîroka wan a kevnar e. Ev yek qirkirina çand û dîroka neteweyekê ye. Gunehkarîyeke mezin û bêsincîyeke nebînayî ye. Ev zanyarên ji sinca zanistê dûr û bêpar, van karan bi hemd û mebest dikin lê bê feyde ye… Ji lew re rastîyên dîrokî li meydanê ne û yek jî zengînîyên dîroka mirovahîyê, an ku gelê Kurd, zimanê Kurdî û welatê Kurdan ê kevnar , stargeha wan Kurdistan wekî nimûne û laboratuarên zindî li ser pêyan in…
Ji bo zelalkirina mijarê, çavkanîya me ya herî girîng bikaranîna tîpên “K, R, D-T”yê ye. Ji lew re, ev her sê tîp, li gel zêdekirina tîpên dengdêr ên wekî “A, U, O”yê, bi formên cuda hatine nivîsîn û wekî “Kard, Kord û Kurd” bi şêwazên cuda lê wekî hemwateyan hatine bikaranîn û tev de ji boyî pênaseya “Kurd”an hatine tomarkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 532 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 15-01-2025
Gotarên Girêdayî: 20
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-07-2019 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 532 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!