Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,515
Wêne
  124,240
Pirtûk PDF
  22,107
Faylên peywendîdar
  126,145
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Dr. Silêman Elyas Li Ser Şûnwarên Herêma Cizîrê Diaxive
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dr. Silêman Elyas Li Ser #Şûnwar# ên Herêma Cizîrê Diaxive

– Rojava ne Otêl e, dema xweşî be hûn lê rakevin û di astengiyê de hûn jê birevin.
– Dora 700 girî heye hîn me destê xwe nedaye wan,350 ji wan belgekirî ne.
– Li Waşûkanî pirtûkxaneyek veşartî heye, eger were derxistin wê dîroka gerdûnê tevî biguhere.
– Wezȋrȇ șȗnwaran yȇ hikȗmeta Suriyȇ 11 hezar perçe bi balefiran birin Şamê
– Desteya șȗnwaran bi karȇ xwe radibe ȗ bijȋ ji wan re
– Rewșa me ya siyasȋ gelek xirab ȗ qelis e, partiyȇn me hȋn negihane asta daxwazȇn me
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
Sileman
– Di serȋ de em dixwazin hun xwe ji xwendevanȇn rojnamaya Bȗyerpress re bidin nasȋn?
Ez Silêman Elyas im, serokȇ rȇveberiya șȗnwarên Qamișlo ȗ Dȇrikê me ȗ mamost me di Zangoya “Alfurat” beșȇ şûnwaran de me, serokȇ şanda niștimanȋ ya “Tilși’ȋrȇ” ji bo xepartinȇ me. Ji 2006 an ve, şanda min dest bi karê xwe kir lê piştî kirîza Sûriyê niha kar hatiye rawestandin.
Min li Rûsiyayê xwendiye, bawernameya min dektora de zaniyariya şûnwaran de ye şaristaniya hezarê şeşean liBakurê Mezobotamiya ((بلاد الرافدين, min 12 salan li Tilxizne xepartin(تنقيب) kiriye, heta êdî min şanda xwe ya taybet bo Girê Tilşi’îrê ava kir..
– Ji xwendevanê me re li ser șȗnwarȇn Herȇma Cizȋrȇ biaxive?
Herȇma Cizȋrê dikeve Bakurȇ Mezobotamiya, di Cȋhanȇ de cihȇ herȋ tȇr ȗ tijȋ şûnwara ye, zaniyarên şûnwaran dibȇjin: “Kesȇn ku bixwazin fȇrȋ Şûnwaran bibin divȇ herin li Mezobotamiya kar bikin”. Biqasî ku şûnwar li Mezobotamiya hene li tu cihan tune ne, hemû gir in, helbet cihê ku gir lê hebin ew cih hatibin Cihgirtin(استيطان)pişt re jê bar kirine, û carek din jî bicih bûne. Ew gir du car û sê car hatine bicihkirin, mînak Tilş’îrşeş caran hatiye bicihkirin, ew jî hezar sal li ser her carekê ku bicih bû ye bûriye, û her carekê jê bar kirine, niha baş xepartin me li girê Tilşi’îrêkiriye.
Niha ku tu her li ser lotika girên li Cizîrê bisekn tu dikarî deh gundan bihjmêrî, ev tȇ wateya ku Herȇma Cizȋrȇ ji hezarȇ șeșan û heftan ve berȋ zayȋnȇ jiyan lê bûye. “Betrȋk Fayel”dislala1983an de,pirtȗka xwe çap kir û tê de dibêje:”Şûnwarên li Herêma Cizîrê û li gor xepartin û lêkolînê di hezarê şeşan de (36) gund ji Tilbirakê heta Demir Qapo nêzî sînorê Tirkiyê hebûn di hezarȇ çaran de (62) gund bȗn, di hezarȇ sisyan de hejmara gundan giha (120) gundî”. Herȇma Cizȋrȇ di dȋrokê de lêkolîner jê re dibêjin”Landika şaristaniyê” Jiber hemû mercên jiyanê lê peyda dibûn. Û di dawiya hezarê sisyan de wek jê re tê gotin”Memalik Almudin” li vê herêma Cizîrê hatin avakirin
– Şȗnwarȇn li Herȇma Cizȋrȇ yȇn li ber çav çi hene?
Yȇn ber çav gir hene, ez ȇ wan ji te re bȇjim:
Şȗbat Inlȋl (Til Lȋlan): paytexta dewleta Așȗrȋ bû,qiralê wê “Şeșmȋ aded” qiralê Așȗran bû, berî navê “Şûbat Inlîl”, bi 50 salî navê wê “Şexna” bȗ, paytexta qiral “Apȗn” ew jî Aşûr bû, bixwe li girê “Lîlan” jiyan dikirin.
Orkȇș: Memlekeka Horiyan bû, gelekȋ Kevin e, niha şanda Amrȋkȋ tȇ de kar dike li wir ȗ di girê “Lîlan” de jȋ.
Horȋ memlekek gelekȋ Kevin e, ta niha em nizanin ku ew kȋ ne ji çi nijadȇ ne, gelo Samȋ ne, Hindo Ewropȋ ne? Hîn Lêkolȋn li ser vê mijarê berdewam in, eger em bȇjin nijadê me kurdan “Horȋ” ne pêwîst e zimanȇ me Hindo Ewropȋ be, lȇ Mȋtanȋ hatin vê derȇ ȗ memlekek di nav ya Horiyan de ava kirin, serkirdeyȇn memleka Mȋtaniyan Hindo Ewropȋ bȗn, lȇ welatiyȇn ku tȇ de jiyan dikirin Horȋ bȗn, șervanȇn Mȋtanȋ dewlet ava kirin, bȇ guman çȇ girȇ di Herȇma Cizȋrȇ de Mîtanî tê de qiral û serkirde bûn.

Taȋydo(Til Berȋ), Nagar (Til birak)
Hemoker: Ew jȋ girekȋ gelekȋ Kevin e, vedigere hezarȇ çaran berȋ zayȋnȇ.
Mihemed Diyab: Ew jȋ cihekȋ gelekȋ xweș e ȗ ji aliyȇ şanda Ferensȋ ȗ Siwêsrȋ hatiya xepartin.
Til Erbȋd: Ew jȋ Mȋtanȋ tȇ de gelekȋ pȇșketȋ bûn, ji aliyê Zangoya Warso û şanda Amrîkî tê xepartin.
Çaxir Bazar: Ji hezarȇ șeșan ve heta Așȗriyan ȗ Mȋtaniyan,û herwiha Misilman jî, jiyan lê berdewam e, niha şanda Tişîkî û Belcîkî lê xepartinê dikin.
Til și’ȋr: girê ku ez xepartinê lê dikim” Şandina Niştimanî ya Sûrî”
Ev girȇn ku min behsa wan kir di dȋrokȇ de gelekȋ balkȇș in.

Berȋ çiqasȋ Kurd li vȇ herȇmȇ dijiyan?
Em nikarin vȇ yekȇ bȇjin ȗ tekez bikin, ji ber heta 100 salȋ ev der çol bȗn vale bȗ, Ewropiyȇn ku hatin vȇ derê ȗ lêkolȋn çȇkirin dibȇjin ku ev der vale bȗ, Kurd ȗ Ereb tȇ de koçer bûn, cihȇ çȗn ȗ hatina Kurdan ne karȇ șȗnwara ye, lȇ ku tu bȇjî li ser hebȗna Kurdan li vir, Kurd ji zȗ ve li vir dijȋn, bapȋrȇn me li vir bȗn Mȋdȋ ȗ Mȋtanȋ, herwiha dȋroka me Kurdan gelekȋ xort e ȗ balkȇș e, navȇ “Kurd” berȋ zȇdeyî 2000 sal hatiye vȇ derê, Kurd di herȇma xwe de ne ȗ jȇ derneketine ȗ tu kes nikare vȇ yekȇ piștrast neke, nȇrȋnek dȋrokȋ dibȇje ku di hezarȇ sisyan berȋ zayȋnȇ dema ku koçberȋ li Qefqazê çȇbȗ, Kurdȇn Horȋ ȗ Mȋtanȋ bi wan re hatin vȇ derȇ, lȇ ez qet qebȗl nakim dema ku hinek dibȇjin ka em Kurd ji kû hatine?! Ji ber ku em li çihȇ xwe ne ȗ jȇ derneketine, loma em ȋro 40 milyon mirov in ȗ ev yek gotina min tekez dike, tu belge ji me re navin ta ku em vȇ yekȇ piștrast bikin, em ji aliyȇ dȋmoxrafȋ li ser xaka xwe ne.
– Heta niha we çend cih xepartine?
Ez berpirsê 6 şandên xepartinê me yên di herêmên Kurdî de xepartinê dikin, wek tîma min a xepartinê me Girê Til Şi’îrê xepart, ew jî ji sala 2006 an ve bû, Girê Til Şi’îrê girekî gelek kevnar e, ji 5000 ta 5700 salî berî zayînê jiyan lê berdewam e.
Min di dema xwendina xwe ya dektora de bi mamosteyê xwe re di girê Xezna de kar û xepartin kiriye bi şanda Rûsî re, li wir nimêjgehek pirr mezin heye, û ew dever li ser sê şaxên Xabûrê ye.
– Girê herî giring ku şûnwarên herî balkêş tê de hene, hûn nikarin bigihin wan yan jî nehatine xepartin?
Ez dibêjim ku girên mezin û balkêş di vê herêmê de hatine xepartin, wek “Orkêş, Lîlan, Çaxirbazar, Tilbeyder, Tilşi’îr” ev in cihê ku gelekî giring û balkêş in. Û hîn gir hene nehatine xepartin, dora 700 girî heye hîn me destê xwe nedaye wan,350 ji wan belgekirî ne, û yên din hîn em hewl didin ku cihê wan nas bikin, û bên belgekirin.
– Tu çawe bo Kongirê Îtaliya hatî vexwendin, û we çi ji wan re got?
Belê ez hatim vexwendin bo kongirê zaniyarê şûnwaran yê ku di bin navê ( Dostanî di navbera gelan de) û (Narvînê tu carî mirov di wêran û şeran de tenê nehêla ye) Û guhdana mezin di wî kongirî de li ser şûnwarên Sûrî bû bi navê:( Hebûna şûnwarên Sûriyê di qonaxa şerê çar salan de) Û ez wek pisporê şûnwaran û serokê rêvebiriya şûnwaran li Qamişlo û Dirêkê beşdar bûm.
Min di gotina xwe de got:” Ez we agahdar dikim gelî pispor û zaniyarên şûnwaran, ku hemû şûnwarên Herêma Cizîrê parastî ne ji%10 zirar negiha ye şûnwarên me, lê deverê ku ji %10 zirar gihayê ew der di bin destê çete û terorîsan de ne” Dîsan dibêjim jiber ku em kurd herêma xwe diparêzin, û kurd nirxê şûnwaran dizanin, kurd dizanin ku ev der landika şaristaniyê ye. Û dixwazim ji xwendevanan re vê bêjim ku zanyarekî şûnwaran pirr bi nav û deng e, navê wî “Matiyê” ew dibêje:”Her mirovek li gerdûnê du welatên wî hene, yek welatê ku ew lê çêbû ye, û welatê dî mezobotamiya ye.”
– Vî kongirî çi da we?

Belê xwesteka min wek pispor di şûnwaran de da min, min ji wan xwest ku ew alîkariya me di parastina şûnwaran de bikin di bin siya (UN) de jibo ev der bibe cihê guhdanê ji (UN) û min diyar kir ku em kurd berevaniya herêma xwe dikin û li dijî “Da’iş ” şer dikin û pê re em şûnwaran jî diparêzin. Û ew kongir matmayî ma dema min got ku bêtir ji 1500 cih heye ku hîn nehatine naskirin û xepartin. Komîta birêvebir gelek guhdan dan min û gotina min, jiber ku ez bi navê Şûnwarên kurdan û Mezobotamiya çûbûm, û soz dan ku ew ê li ser vê projeyê kar bikin û wê alîkariya me bikin, û wê şandek ji (UN) bê vir ji bo em têkiliyan bi hev re bikin, û Kongirê Îtaliya Pirtûkek bi sê zimanên Kurdî, Ingilîzî,û Erebî li ser cihê herî diyar di nav şûnwaran de li herêma me çap kiriye ,ew jî “GIRÊ MOZAN”e di demek nêz de ez ê pêşengehekî li Komela Subartu çêbikim û di roja pêşî ji pêşengehê ez ê semînarekê bidim û vê pirtûka pirr bi nirx tê de diyarî Komela Subartu bikin jiber ku ew pirr di karê xwe de zana û pispor in, û guh didin kultûr û dîroka Kurdî..
– We tu nivȋsȇn ku bi Kurdan ve girȇdayȋ di xepartinȇn xwe de dȋtine ?
Belê me hin ji yên Horî û Mîtaniyan hatin dîtin, lê hîn ew nehatine şirovekirin, lê li “Waşûkanî” bi du zimanan Horî û Mîtanî bêtir ji 300 “Table”hatin dîtin, pirtûkxaneyak pirr mezin li wir heye, di baweriya min de eger ew pirtûkxana hat derxistin wê riwê gerdûnê tevî biguhere, û wê ji nû ve dîrok bê nivîsandin, lê mixabin jiber vê rewşê kar hatiye rawestandin..!?
– Kȋ di karȇ we de alȋkarya we dike ?
Xelkȇn ku li cem me kar dikin ew karmendȇn dewletȇ ne ȗ mȗçeyȇn xwe distȋnin ȗ heta demke ne dȗr kesȋ alȋkariya me nedikir, lȇ ez çȗm cem rȇveberiya xweser ȗ min ji wan re got ez li vir im ȗ çi kar tȇ xwestin ez amade me ji ber ku ev ji min tȇ xwestin. Min xwendiye ji bo ez van șȗnwaran biparȇzim ȗ divȇ win rȇ ji min re vekin, wan ji min re got em ȇ alȋkariya te bikin ȗ dema wan rȇveberȋ çȇkir tȇkilȋ bi min re kirin ȗ me hevrȇzȋk baș ji bo kar çêkir.
– Desteya șȗnwaran di Hikûmeta “Kantona Cizîrê” de bi karê xwe radibe?
Desteya șȗnwaran hȋn ji wan re divȇ, lȇ ew bi karȇ xwe radibe ȗ bijȋ ji wan re, dema ku cihek zirar lê dibe ez ji wan re dibȇjim ȗ bi rastȋ ew bi karȇ xwe radibin ȗ ev yek cihȇ rehetiya min e.
– Hȗn șȗnwaran dișȋnin kû derêr piștȋ win wan dibȋnin ?
Berȋ vȋ șerȋ , berȋ șoreșa Rojava me dișand mûzxaneya “Dêra zorê“, niha em kar dikin wan bișȋnin Şamȇ jiber ku șȗnwarȇn herȇma Cizȋrȇ hȋn li wir in, ȗ wezȋrȇ șȗnwaran yȇ hikȗmeta Suriyȇ 11 hezar perçe bi balefiran birin Şamê, ew ên Dêra Zorê bûn ên me hîn me nebirne ez berpirsê wan im heta rola me bê em wan jî dibin..
– Metirsîk mezin li ser șȗnwarȇn ku nehatine xepartin heye?
Bi rastȋ em nikarin tișkȋ bikin, lȇ tiștek din heye em karin bikin bi riya hevrȇziya di navbera min ȗ rȇveberiyȇ de, heger çȗ serȋ wek ez dixwazim ta ku em van cihan biparȇzin ȗ ez li vir mame ji bo vȇ yekȇ, ez di riya rojnameya Bȗyerpress re banga xwe dișȋnim ji rȇveberiya xweser re ta ku em van șȗnwarên ku hatine xepartin ȗ yȇn ku nehatine xepartin ji bo pȇșerojȇ biparȇzin.
Herwiha ez tiștek din dixwazim di riya we re bȇ çapkirin ȗ belavkirin ez ji berpirsê asayîşan ewên ku li ser rȇbendan dimînin û parastina me dikin dixwazim bibêjim ji kesȇ ku bi terektoran axȇ ji giran dibin wan bisekinȋnin ȗ ji wan bipirsin ka we ev ax ji kû aniye? Û divȇ min yan rȇveberiya xweser agahdar bikin ta ku em karibin șȗnwarȇn xwe ȗ dȋroka xwe biparȇzin.
– Wek kesekȋ çavdȇr, tu rewșa siyasȋ û ya rewșenbȋrȋ, tu çawa van rewșan dinerxȋnî ?
Rewșa me ya siyasȋ gelek xirab ȗ qelis e, partiyȇn me hȋn negihane asta daxwazȇn me..! Hȇja ye gotinȇ ku “Lȋrex” berȋ 300 salî dibȇje: “Wȇ Kurd bighin asteke bilind di nav gelȇn rojhilata navȋn de ji ber ku ew guh didin zanȋnȇ ȗ guh didin jinȇ, va ȋro destpȇka vȇ yekȇ tȇ xuyakirin, ev qedera me ye, Selah Aldȋn berȋ 800 salȋ li pȇșya “Selîbiyan” sekinȋ ȗ Orșelȋma Quds azad kir, va ȋro dȋsa qedera me ye em li pȇșiya çeteyȇn “Da`ișȇ” bisekinin ȗ carek din em Rojhilata navȋn azad bikin, lȇ siyasetmedarȇn me ne li gor xwestekȇn me ne, mixabin..!
Û wisa jî rewșenbȋrên me, wek siyasetmedarên me ne ew jî rewşa wan xirab e, ew bi berjewendiyȇn xwe yȇn keseyatȋ ve girȇdayȋ ne ji ber ku ew ji wê dibistanê derçûne, ew jî mixabin..!
– Hûn rewşa civaka Kurdî çawe dibînin gelo hîn civaka Kurdî saxlem e?
Dibȋnim ku rewșa civaka Kurdî hîn saxleme ȗ ez vȇ yekȇ di semȋnarȇ xwe de dibȇjim ez bixwe li vir mame ji bo vȇ yekȇ ji bo civaka xwe, gelek tişt li rex me hene li rex tu gelan di civaka wan de tune ne , anku nemane.
–Banga te ji kesȇn ku em ji wan re dibȇjin “Mejȋ” û koçber bȗne, çi ye ?
Ez ne bi koçberiyê re me nexasim koçberiya “Mejiyan” kesên akadîmî û pispor, ȋro Rojava li wan digere çaxa ku ez mafê gelê xwe bixwazim pêwîste ku ez nêzî gelê xwe bim û bidim gelê xwe û ji wan kesê xwedî bawernama û pispor re dibêjim Rojava ne Otêla dema xweşî be hûn lê rakevin û di astengiyê de hûn jê birevin.!?
Dr.Silêiman tu çima li Rojava ma yȋ ?
Ji ber ku ez kurȇ Rojava me ȗ divȇ her mirovek tiștekȋ pȇșkȇșȋ miletȇ xwe bike, ez nikarim rahȇjim çekan lȇ ez karim van cihȇn ku șervanȇn me rizgar kirine ez biparȇzim ji ber ku ez xwe di ber vȇ yekȇ de dibȋnim berpirsyar, divȇ her yek ji bo parastina xaka xwe, xwe bibȋne berpirsyar.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 616 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/- 11-01-2025
Gotarên Girêdayî: 23
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-11-2014 (12 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-01-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 616 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.109 çirke!